Martin Luther, Şêx Adî û goga mêjiyê mirov

Êzîdî jî tevî hemû fermanan jî heta roja îro mane û hene. Qewlên Êzîdiyan ji sedî 95 xurû bi kurmancî ne. Meriv, divê bi çavika oldaran olan nenirxîne.

Google Haberlere Abone ol

Newaf Mîro

Mirov bi xwe weke erdekî ye, çi tê de hatibe çandin ew dibe berhemek ji wê çandiniyê. Ger ber bi kurdî be, dibe erdekî Kurdî-stanî. Ger bi tirkî be, dibe, Tirkî-stanî, yan erebî be dibe Erebî-stanî. Nîjad an jî xwîna meriv, dikeve radeya duyem. Dîroka zimanekî qedîm zû bi zû, nikare bê destnîşankirin. Lê dîroka neteweyan û netewiyetiyê ne kevn e, û bi şoreşa Fransayê re dest pê kiriye. Faktorên ku neteweyan dikin netewe ziman, dîrok, ol an jî, berjewendiyên aborî û nirxên hevbeş in. Jixwe êdî gelek dewletên dinyayê, dewleta xwe wekî neteweyê xwe dibînin. Zimanê wan çi be û ji çi welatî hatibin, xwe weke endamê neteweya dewletê dibînin. Amerîkî xwe ji neteweya Amerîka dibînin. Tevî hemwelatiyên Amerîkayê yên nû, ji destpêkê ve ji parzemîna Ewropayê çûne û li wir, bi cih bûne. Ji berê vê, li seranserê cîhanê tim koçberî û seferî hebûne. Yan jî, diçûn êrîşî miletên din dikirin. Hinekan jî, ji birçîna koç dikirin. Li dinyayê, mirovên ji heman xwînê û xwediyê DNAyên xwerû, kêm in. Ger li gorî DNAê be, dê xuya bike ku bi milyonan mirovên xwe ji neteweyekê dihesibînin, ne ji wê neteweyê ne. Roja îro, tib (medîzîn) dikare li gorî DNAya mirovan dupat bike, ku pêşiyên meriv ji ku devera cîhanê hatine.

CEWZIYA HERÎ SEREKE, ZIMAN E

Cêwaziya miletekî ji yê din ger aliyê olî (dînî) nebe, cewaziya herî sereke, ziman e. Ziman nebe, meriv nikare qala çandê jî zêde bike. Devoka herêmî jî, têrê nake. Nimûne: Laz bi devoka xwe a bi tirkî, êdî ne laz in û zêdetir tirk in. Devoka tirkî a Rihaiyan, yan ya Diyarbekirîan jî nabe zimanekî cêwaz. Pêkara ku mirovan ji ên din cuda dike, çand û ziman e. Motor, gog yan gencîneya mêjiyê mirovan bi çi zimanî hatibe dagirtin, mirov li gorî wî zimanî û wê ferasatê, têdigihê û ji zimanên din, werdigerîne. Meriv gava guhdariya hin mirovên kurdîaxêv ku xwe piştre piçekî fêr kirine dike, bi hêsanî xwiya dike ku ew, di mejiyê xwe de wergerê dikin. Derbirîn bi zimanekî din e, lê werger dibe kurdî. Goga mêjiyê kurdên tebeqa serdest, yan rêvebir bi makîneya zimanê din digere. Sedem, helbet tunehiya perwerdeya bi zimanê kurdî û di malê de, axaftina zimanên biyanî ye. Zimanê nebe ê perwerdeyê, felsefê, bazirganî û hwd. di her kêlî û li hemû qadên jiyanê neyê bikaranîn, helbet ew ziman lawaz dibe. Ew ne kêmasiya ziman, a xwediyên zimên e.

BERJEWENDIYÊN ABORÎ Û SIYASÎ

Martin Luhterê (bûyîn 1483 - mirin 1546) keşîş, di sala 1517an de wergera Încîlê ya bi Almanî û bi 95 Thêzên xwe, xwe eşkere kir. Helbet meriv dikare bibêje ku ev yek serhildaneke wêrek, a li dijî desthilatdariya Romayê bû. Ew Thêzên Martinê Luhterî, bûne bingeha almaniyeke navendî û neteweya alman. Îro jî Almanya bi navê Almaniya bilind, zimanê herêma Hannoverê û ê Martin Luhter bikar dihîne, ku wekî zimanê fermî yê dewletê û perwerdeyê dihê bikarhanîn. Roja Reformatîonê, roja fermî a betlaneyê ye. Bi helwesta Martin Luhterî, tayfeya ola Xrîstiyaniyê Evangelîk bû fermî. Zewaca rahîbên ku ne Katolîk in, serbest bû. Wergera Încîlê a bi zimanê almanî bû bingeha zimanê almaniya yekgirtî û bilind. Helbet berjewendiyên aborî û siyasî jî, bûn pê û alîkariya belavbûna hizrên wî ên di berjewendiya xelkê almanî de. Heta îro jî ew zimanê ku wî pê nivisî ye, zimanê fermî ye.

ÊZÎDÎ TEVÎ HEMÛ FERMANAN HETA ROJA ÎRO MANE Û HENE

Şêxadî, (Şêx Adî: bûyîn 1073/8 - mirin 1162/3) alimekî bi nav û deng bûye. Ew li gorî hin jêderan çûye Heca misilmanan Mekkê jî. Her wûsa ilimdarekî bi nav û deng bûye. Yek ji hevalên Abdulqadirê Gêlanî bûye. Abdulqadirê Gêlanî bixwe ku damêzranerê terîqeta Qadirî ye dibêje; Ger piştî Pêxemberê Îslamê Mihemed nebî bihatana dinyayê, Şêxadî dê biba pêxember. Hatina wî a nav Êzîdiyan û hebandina Ola Êzî, mijareke din e. Êzîdî bi çi çavî lê dinêrin û çawa dinirxînin, ew bixwe mijareke bi serê xwe ye. Lê ‘Hed û Sed’, ango qanûnên ku wî di nava Êzîdiyan de saz kiriye, daneheva Qewla û pirtûkên wî nivîsandine, Mishefa Reş û Cewle (mixabin ne berdest in û xwendina wan jî, ne bi zimanê îroyî ye), heta roja îro baş yan xirab; tevî ku dewletek xwedî li wan derneketiye jî, wekî mîrate mane. Herweha, Êzîdî jî tevî hemû fermanan jî heta roja îro mane û hene. Qewlên Êzîdiyan ji sedî 95 xurû bi kurmancî ne. Meriv, divê bi çavika oldaran olan (dîn) nenirxîne. Ol çendîn ayîditeke ruhî ye; wûsa jî nirxên miletekî, nêrîna dinyayî, çand û hebûnekê, di nava xwe diparêze. Ol (dîn), beriya neteweyan jî hebûn, Olan, rengê xwe dane neteweyan. Herweha her olekê di dema xwe de, li hemberî çewisandina serdestan, berjewendiyên xwe ên neteweyî û herêmî dane pêş û bi wan, bûne nirxên wî miletî.