Hejmara Bîrnebûnê ya 78an derket

Kovara hunerî û çandî ya Kurdên Anatoliyê Bîrnebûn derket. Kovar 4 mehan carek tê weşandin.

Google Haberlere Abone ol

DUVAR- Hejmara Bîrnebûnê ya 78an derket. Kovara ku 4 mehan carek dertê di vê hejmara xwe de jî cih daye gotar, çîrok, helbest û hin cureyên din. Kovar sala 1997an de li Almanyayê derket û 23 sal in weşana xwe berdewam dike.

Di kovarê de li ser çand, huner û dîroka kurdên Anatoliya Navîn de gelek rapor, nivîs, hevpeyvîn, çîrok, gotar û helbest hatin weşandin. Kovar bi piştgirîya Weşanxaneya APECê li Swedê tê weşandin.

Di hejmara nû ya Bîrnebûnê de nivîsên Alî Çîftçî, Abdulbaki Xalîsînan, Seyfi Doğan, Fatos Koyuncuer Brunner, S. Erdem, Dr Mikaîlî, Mûlla Evîndar, Ecevit Yıldırım, Mem Xelîkan, Nuh Ateş, Ehmed Mîlan, Şefîk Pêşeng, Memduh Selîm, Îhsan Türkmen, Mehtab Îdelî, Xizan Șîlan, Hesenê Metê, Zinarê Xamo, Dr. Prof. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev, Seyîdxan Anter, Bêrîvan Keskîn, Abdurrahman Benek hene.