Kadiz a Rojen Barnas

Berhevoka 'Kadizê' de kitêba dawî 'Yelda' ye. 'Yelda', tê vê wateyê ku şeva herî dirêj û tariye. Bi metafora tariyê şa’r cehş ên ku di nav gelên xwe de xirabî dikin, bi tariyê hêma kiriye.

Google Haberlere Abone ol

Çayan Okuducî

Şa’r Rojen Barnas di kurmanciya modern de cîhekî girîng, asta ş’îra me da jî berhemên nemir hişt bo xwînerên edebiyata kurdî. Seydayê min Barnas, gelo tenê di qada helbest de berhem hişt? Na, çîrok, çîrokên mîzahî, bend û nivîsên li ser floklorê jî nivîsî, li ser wêjeya kurdî pêşniyarên xwe û kêmasiyên ku dî jî anî ser ziman. Sala 1944 de li bajare qedîm, li Farqînê hat dinyayê. Bajarek çend medeniyetan di nav lepê xwe de hewand û di nav lepê wî de têkçûye. Hezar sale bi zimanê xwe, bi çanda xwe, bi welatparêstiya xwe berxwe dide û hê jî ev têkoşîn dewam dike.

Di Încîla Yûhena bi vê ayetê dest pê dike: “Gotin di despêkê de hebû û gotin li cem Xwedê bû û gotin Xweda bû.” (1). Çixa ayet hebin bi destê însan ve hat nivîsandin, Pêxember û şa’r ji hevûdin dûr nînin, her du jî bi gotinên xwe henin. Her du jî bi peyvan gîhiştine xwîner û şopînerên xwe. Devleta Platonê de bo şa’ran cî tine bû, pêxember berê şa’ran dabû, paşiyê bo propanganda olî hat bikaranîn. Yekî peyama Xweda digîhijine mirovan yê din jî kul û derdê dilê xwe bi hevokan tîne ser rihan, kirasên rengo rengo lê dike, bi nêrinên xwe kêmasiyan/neheqiyan, bêwicdantiyên ku diqewime ji civakê/a xwe re dide pê zanîn, astengiyên li ser ferd, hêvî û dîtinên pêşarojê neqiş dike…

HELBEST DIBE HÊVÎYEK BI ŞEV Û ROJ DIHERIKE

Ji serî heta binî me gotibû ku her tişt di nav helbestê de dibe meseleyek, xweşiyek, hêviyek, şêwe, şikestiyek, guherînek û diherike di qada jiyane de b’şev û roj. Şa’r Barnas ji bi hostetî û bi kelecanî risteyên xwe honandiye. Helbestkarên ku bindest in helbestên wan de; metnên ku afirandine l’serê çaxê em şivoreyan û nirxandine dikin. Yekem, xwîner leqayê rexneyan tên, dîdaktîzmê dibînin, eşqa azadiya welat dixweynin, rizgarkirina war û kolan, xebatên bo hişek zelal û zimanek pak; bi rêzên xwe, bi nivîsên xwe li ber xwe didin. Bîranînên ku neyên jibîr kirin, zordarî, neheqî, têkoşîn/têkoşêrî, hişyarkirina gelen xwe yî bindest re ‘peyamên’ xwe li ser helbestan digîhijinin. Pirî caran şi’rên xwe di xizmeta îdeolojiya ku pê bawer in dike xizmeta wê.

Şa’rên me yên gewre, ji Cizîrî bigre heta Feqîyê Teyran, ji Xanî bigre heta şa’rên me yî modern wek Cigerxwîn, Şêrko Bêkes, Abdullah Pêşew, Arjen Arî, Rojen Barnas, Generalê Payizê, Berken Bereh, Osman Mehmed, Yıldız Çakar, Ehmed Huseynî û hwd. Û nifşên ku li pey şopa seydayên xwe tên di qada wêjeye de berhemên kûr pêşberî xwînerên Kurdî re kirine. Eger îro em li ser wêjeya xwe geh axaftin be, geh nivîsandin be, geh lêkolîn be em dixweynin ev kedek gelek bi qîmet û rûmet e. Nivîskarên me, helbestkarên me û weşanxeneyên me bo rabûna Kurdî keda wan giranbihaye, xwînerên kurdî jî bi xwendinên xwe qedr û qîmetê dibe ku bidin hîs kirine. Em bi gotinên pêşiyan bibêjin, 'Her giya li ser koka xwe şîn dibe'. Çi gotinêk di cî de hatiye gotin ne wisaye bi qedrê Xwedê? Wê gavê eger tu dixwazî şîn bibî, li ser koka xwe ve kûr biçî, bêguman yek çare heye ku ew jî heta ku ji destê te tê zimên û çanda xwe bijî bi dirustî û bi heqîqetî.

Helbestên Rojen Barnas bi navê 'Kadizê' (2) gihişt xwînerên kurmancî. Pirtûka 'Kadizê' ji çar pirtûkan pêk tê. Di Pirtûkê de, Li Bandeva Spêde, Heyv Li Esmanê Diyarbekirê, Milkê Evîne û Yelda. Ka em pêşî pêşgotina seyda bi nivîsa wî em bixweynin: “Ev pirtûka di destê we de berhevoka herdû pirtûkên min ên pêşîn ên şi’ran e”. LiBendeva Spêde -79/80, weşana Tîrêjê, Tirkiyê- û Heyv Li Esmanê Diyarbekirê. Mamoste Barnas sala 1958-9an de destpêkirina şi’rnivîsandinê kiriye, lê Barnas ewilî helbestên bi tirkî ji nivîsiye, paşê di sala 1964-5an de bi awakî siyasî-fîkrî rastî kurdperweran hatiye. Dewlet, bi taybetî li ser zimên û çandê ji nav kurdan têk bivin, ji navê hilanînê bi stratejiyek dirêj tetbîq dikin û bo mebestên xwe ji hê jî bênefes ji bona tekçûna zimanê Kurdî dixebitin, binî dikolin. Medota ku dewlet pêk tîne bersiva herî xurt jî bêguman; tiştê ku dixwaze ji meydane rake, dixwaze bide jibîrkirinê meriv zedêtir li ser wê liberxwe dide. Şa’r Rojen Barnas jî polîtîkayên dewletê ku pêk(anîye)tîne bi ş’îrên xwe, nivîsên xwe, li ser koka xwe, xwe şîn kiriye, zîlên wî jî bersivek xurte bo serdestan. Şi’rên ku di vê berhevokê hatiye weşandin, piştî salên 1975an da hatine nivîsandin, berhevok 370 rûpel e, 196 helbest di 'Kadizê' de em dixweynin. Weka ku seyda ji anî ser ziman kovara Tîrêjê de helbestên wî hatiye weşandin -sala 1979an de di Tîrêjê de xebatên beşa kurmancî de bûye. Tîrêj, bi du zaravayê kurdî derketiye -kurmanckî û kurmancî- li Bakûre Kurdîstanê yekem e ku kovarek Kurdî hatiye çapkirin. Em dikarin bêjin ku Kovara Tîrêjê bo Kurmancî-Kurmanckî wek sembolek û dewrek e, ‘Şi’rên/Şa’rên Tîrêjê’ henin ji wan jî yek Rojen Barnas e.

12Ê ÎLONÊ LI SER ZIMAN Û ÇANDA KURDAN DIDOME

Berken Bereh di bernemayek (3) de bo Tîrêjê wisa dibêje, “Tu dibêjî qey helbest ji yek qelemê derketiye.” Axavtin dewam dike û dibê, “Dema ku Tîrêjê dinêrî û helbestên ku Tîrêjê de hatiye weşandin. Tu dibînî ku wek ahengiyek, di hem hêla ziman de hem bi kar anîna hêmayê de hem hêla form û teşeyê de hem jî hêla hişmendiyê de wek ahengiyek bû, ev tiştek bo min pirr balkêş bû.” Di vî axavtinê de em dikarin bêjin ku salên ku Tîrêj tê weşandinê, alozî pîk kiribû him li Tirkiyê him jî Bakûre Kurdistanê. Çaxê em li helbestên ku li wê dewrê hatine nivîsandinê dixweynin; him li Tirkiyê him jî li alema Rojavayê teşe/form û îmgeyên ku hatine bikaranîn em dibînin ku nêzîkê hevûdû ne. Hêla wateyan de ji ev îmgeyên wek ku azadî, sosyalizm, ked, kedkarî, wekhevî, antiemperlayîzm, bajarvanî, gundî, cotkar hwd. Ji bo wî dibe Berken Bereh bi vî rengî goti be, Tu dibêjî qey helbest ji yek qelemê derketiye. Jixwe salek paşê derbeya 12ê îlonê ewê were û li herderî bo tune kirina ziman û çanda Kurdan çi ji destê wan tê ewê bikin û hê jî siyaseta 12ê Îlone didome li ser ziman û çanda Kurdan.

Şa’r, di berhevoka xwe yê 'Kadizê' de, tenê helbestek wî heye ku beriya sala 1965an de nivîsiye û navê helbestê jî 'Çûm Diyarbekir' e. Bi vê helbestê şa’r xwîneran silav dike. Me gotibû ku di vê berhevokê de şi’rên ku hatine nivîsandinê piştî sala 1975an bû. Pêşiya sala 1975an de jî helbestan nivîsiye lê mixabin hatiye winda kirin, bi pirtûkên din re hatiye şewitandinê. Helbesta 'Çûm Diyarbekir' Barnas jibîr nekiriye û cara pêşî bi vê berhevokê re weşandiye. Ş’îra ewil û ş’îrên ewê ku di pirtûk de emê bixweynin; şert û mercên gelê kurd nîşanê xwîneran dike, bi lezzet bi coş î, bi hişek rexnegirî. Helbest di cîhek de jî dîroknivîsî nîne? Jixwe ş’îrên ku berhevokê daye zedêtir îmgeyên rexnekirin, nişan kirin, têkoşîn, rizgarkirin, azadî, serî rakirin, ked û kedkarî, mîzahe em dibînin. Ş’îra ewil helbestkar bi çavêk dervahî bi civaka xwe re ketiye têkîliyê ji devra temaşe kiriye. Tiştê ku di dil û hişê şa’r cîh girtiye û tiştê ku xiyal kiriye nabîne, xiyalên wî di çilmîsî di helbesta 'Çûm Diyarbekir'. Û bi van rêzan jî acîziya xwe tîne ser ziman, Çûm qehwan gişt xortên bîst û yek salî/Karê wan tewle bû, ji fikre xalî/Bê omid, bê armanc, tevek bê feyz in, şa’r dewam dike, Qlûba Têciran bi zewq û îşret/Doktor û hakîm û zana tê hebûn/Ji pişta min û te dikrin sefahet/Digotin: ‘hey garson bize viski sun!’. Welat di bin piyên hovan daye, ciwan û hişmendên welat jî dibêjin bize viskin sun.

Gelo do çi be îro jî ew nîne? Na, bi min ev wisa nîne, nifşên ku tên û hatine, - dibe ku çendanî/nîcelîk kêm be lê wesf behtir xurte- zedêtir bi xwe bawerin. Vêga gelê Kurd di rojên zehmet û zordariye de derbas dibin, lê îmkanên do û îro ne weka hevûdu ne. Bo vî hem xwendina Kurdî hem ji axavtin û nivîs her ku diçe zêde dibe. Hinek henin -xwe nobedare wêjeya Kurdî îlan kirine, wêje ne di yekdestî ye û ti hewcetiya nobedaran jî nîne- yan bi cehelet ev tiştan bi kar tînin yan jî vê meselê her tim aktuel dikin, ev peyam jî zimên çû, kes xeber nade, hêvî ne ma, heta çend sal şûn de ew ê zimên nemîne. Ev propanga meriv li du alî dikare gengeşiyê bike, yekem hêza Kurmancî (xwendin, nivîsandin, axaftin) were şikandin ê duyem jî hişyariyek dide civaka Kurdan. Peyama yekem “jixwe kes eleqadar nîne”, “Kurmancî nay xwendin”, “tu ji devjê berde” tê gotin û di bingeha vê stratejiye de ev menaye tê xuyakirin. Peyama duyem jî tespît e û sistbûnê nîşan dide. Ewê êrîşê hêviyan dikin bersivek bavûkalan em bidin destên wan belko hinek şerm bikin, kurme dare ne ji dare be dar narize…

Em dîsa werin ser helbestan, di şi’ran de civakparêzi, rasteqînî, mafên mirovahî, feodalizm, axatî, faşîzm, bimre koletî, li dijî dagirkeran serî rakirin. Piştî ji rejîma yek partî/hizbî derbasbûna partiyên pirranî bûn, wê gave çepgir û rastgir jî behtir hat xuyakirin. Bi du alî sîyasetek hat meşandin, Barnas jî bêguman bi fikrên xwe, xebatên û tevgerên wî yê sendîkayî, şoreşgerî, rizgarbûna welat de, bi fikrên xwe, nivîsên xwe, rexnekirina l’ser siyesetmedarên Kurd, bi helbestên xwe, bi bawerbûnek bi dil di nav têkoşîne de wek neferek xebîtiye. Jixwe sala 1971an de îdara leşkerî ve hatiye cezakirin helbestvanê me.

HELBEST ÇÎROKA HEMÛ KURDISTANÊ YE

Berhevoka 'Kadizê' de pirtûka ewil 'Li Bendeva Spêde' de helbest dirêj in, lê risteyên ş’îr mînîmalin. Wate li pêş e, deng li pişt tê; êşa welat, hesreta azadbûnê, hişyarkirina l’ser tevgerên Kurd û siyesate wê ye. Di helbestên ewil de ne tenê îmgeyên ku min behs kir heye, seyda bi hişek ciwanî ji mîzahan nivîsiye. Di helbestan de mizah nivîsandin karekî gelek bi rîsk e, zehmet e û di şiîran de jî ev zehmetî behtir giran e. Lê seyda Rojen Barnas di rêzên xwe de mizahê bi hostetî bi kar aniye. Helbesta ku bi navê 'Dîlbera Demokrasî' yê de şa’r, gazînek bi mîzahî dike ka em risteyên şa’r bixweynin, Heke/Demeke/te ya vala hebe/ji kerema xwe/bi rêganî/seriyek li balî me xe jî/em jî zanin mêvana bi ezimînin bi xawêndarî. Helbest dirêj e, mizahek reş e û xurt ji demokrasiyê re banga wekhevî dike. Li helbestan de bîranîn jî cihek sereke digrin, tiştên ku li ser gelên Bakûre Kurdîstanê pêk aniye eşkere dike û bi rêzan gîhiştiye sentaksa helbestê. Mîsal di helbesta 'Çîroka Me' de bîranînên xwe bi zimanek zelal vegotiye, Em hişk/Em hişk bi hev ve bûn/Û em/Heft rojî û heft salî… Hatin/Bi rext û tifing û mîtralyoz bûn/ Hatin/Bêparbûn ji dilovanî/Ji aliye mehrebanî ve piştxûz bûn. Helbest, çîroka hemû Kurdistanê ye, êşa me ye, sebra me ye, tekoşîna me ye; ji nîfşên nû bigre heta pêşiyên me ev çîrok hê jî neveguhurî mixabin! Bo wî jî helbestên Barnas hê jî aktuel in. Sernivîsên helbesta bixwe jî wek xwedî felsefeyek e, nişana dewra xwe hêma dike. 'Li Bendeva Spêde' de wate heye, lîrîzm em dikarin bêjin ku gellek li pişt maye, hişmendî ji gellek li pêş e, şêwaza şa’r zelal e û di risteyên xwe de silavan şandiye ji pêşiyên xwe re.

Bi aliyekê din ve jî di bin helbestan de muzikaliteyek veşartî heye, helbestên dirêj –bêşik- xelasbûna wan dibingehên xwe de muzîkê dihewînin. Em mîsalek bidin ku bo em bên fêm kirin, Pablo Neruda helbestên hêrî dirêj nivîsiye, çi bi risteyên dirêj çi bi helbestên dirêj be, îro di qada helbesta cîhane de astek bilind daye. Bêguman îmge, zelalî û pakbûnî, wate, form û teşe, ritim çaxê bihevre were honandin helbestkar digîjê armanca xwe. Lê ji xeynî vanan bi temamî di hesbestek de muzîk hebe û ew veşartî be; êdî kes nikare wê helbestê ji cihe wî daxine xwarê. Neruda, muzîkalîte yê baş û têr avakir di helbestên xwe de. Seyda Barnas jî di pişt/bingehên helbestên xwe de muzîkalîte yê afirandiye. Helbestên Neruda yên ewil çaxê meriv li ser mijul dibe, helbestek gellek pastorale û lîrîzm meriv dixweyne. Helbestên seyda Barnas jî patoral in lê lîrîzm pişt wate maye, bêhtir li ser dîdaktîzmê şi’ra xwe asê kiriye. Hin helbestên seyda henin ku ji binî heta serî propanganda ye, hin helbestên wî ji henin bo wergerandinê gelek zehmet in. Helbestên propanganda dane, dibe ku em dewra ku şi’r hatine nivîsandine atmosfera welat û cîhanê ji meriv li ber çav de derbas bike, bêşik bandora civakê û tehsîra wî bivênevê li ser şa’r kirasê xwe dirûtiyê. Tê vê m’na yê ku Barnas pişta xwe ne daye pisgêrekên welat û civaka xwe.

KURDÊN KU JI WELATÊ BAV Û DAYIKÊN XWE DÛR KETINE...

'Heyv Li Esmanê Diyarbekirê', di vê pirtûke de jî li ser şopa welatê xwe, şi’rên xwe domandiye. Çanda gelêrî, leystikên hatine jibîr kirin, bi rêzên xwe bi bîr xistiye. Di kesayetiya şa’r de şoreşgerî û têkoşerî heye; di helbestên xwe de jî ev rengê xwe eşkere dike. Dijî mêtinkaran dengê xwe bêhtir bilind dike, car carna axaftinek bi mêtingehkaran re ji tê kirin. Şi’ra 'Ezimandin' bo me mînak e, Bi xêr hatî Cumhûriyet(!)/Û tu jî demokrasi(!)/Kerem kin ser doşekê, helbest bi vê awayê dewam dike, Kes nema di gund de/Bi hatina we ew qas şabûn ku/Bi pêsarê ketin gişt/Teriqîn/Ne mirov… ne teba… Di dawiya helbestê de jî şa’r daxwaza çûndina wan dike û dipirse, Lê/Hûnê bi xêr/Kengê herin gelo? Pirtûka viya yekem de motîfên pastoral çixas zedê be, di 'Heyv Li Esmanê Diyarbekirê' de ew qas kêm e. Di vê pirtûkê de dîdaktîzm li pêş e, hişyarkirin behtir e û lîrîzm dîsa li paşva maye. Hin helbestan de lîrîzm li pêşva be jî; şexsê şa’r de, hişmendî û dîdaktîzm di helbestên wî de senkronîzyek xweş û têrwate em dibînin. Helbesta 'Heyv Li Esmanê Diyarbekirê' ji nozdeh(19) beşan pêk tê. Ev helbest, helbestek sembolist e. Li ser 'Esmanê Diyarkirê', azadbûna welat tê neqişkirin, hêviyên xwe, serbestbûna gelê xwe dihewine. Helbest ji hêla mijarê ve qala rewşa talankirina welat, êş û hesreta xwe aniye ser ziman, di vir de kirde şa’r bixweye. Kurdên ku ji welatê bav û dayikên xwe dûr ketine, dibin zext û zordariyên wan li ber xwîneran raxistiye. Ev raxîn li derdora sembola ‘esman’ tomar kiriye şa’r. Di beşa pencemîn de silavan dike ewê ku li welat dijîn. Xwezî û hêvî yên şa’r li vir li ber çav bi zelalî û bi metafora genim pêşberî xwîneran kiriye. Stûxwar mebin, di kuncê dilê min de/Ezê we tov kim/Tena genim bîst serî dide, lê/J we ve firêqet im/Hunê/Lek serî, kirûr serî/Milyon serî bidin/Zîl bidin/Hêşin bibin/Li axa welatê min. Em dikarin bêjin ku pirtûka 'Heyv Li Esmanê Diyarbekirê', pirtûkek sembolîste.

Di helbestên 'Milkê Evînê' de ‘Milk’ axa Kurdistanê ‘Evîn’ jî hezkirin ax, çiya, av, deşt, gund, bajer û bajerokan e. Di şi’rên 'Milkê Evîne' de sernavên ş’iran bi serê xwe peyamek e, peyama axa Kurdistanê ye, şa’r bi risteyên qederbilind digîhijine dinya âlemê. Helbesta 'Dîcle û Firat' ji pênç beşan pêk tê: Du Perî, Mezopotamya, Ev Milk, Pêrgîn û Di Hembêza Firat û Di Paşila Dîclê De. Ev helbestên ku em dixweynin bi uslûba pastorale hatiye hunandin. Bi şêwaza pastorale bi sembolan vê girêdaye û gîhiştiye sentaksê. Deşt, çiya, kûvî, berxik, gelî, hêlîn, hesp, ax, av û gund, kadîn, baran, ba, cot, hêşînayî û hwd, bi wan peyvan xweşikiyên erdnîgara axa Kurdistanê û çeşîdên rengo rengo dide xuyakirine. Siruşta welat wek sembolek di nav ş’îran de bi mist honandiye, nivîsiye. Ka em beşa 'Mezopotamya'yê de sembolên ku seyda Barnas bi kar aniye em bi rêzên wî bidin nîşandinê, Axek hêşîn bû seraser/ Bi berrî û deşt, kortik û pehnav/Bi çiyayên bilind û geliyên kûr/ Xakek bi kûrahî zayok/Erdek li berayî bi xêrûber.

HELBESTÊN ÎDEOLOJÎK HATIN NIVÎSANDIN

Çawa ku Cegerxwîn li ser rûpela ş’ira Kurmancî de dîdaktîzmê zêde kir, Barnas jî sembolîzmê li ser ş’ira Kurmancî zêde kiriye, di 'Milkê Evînê' de, lîrîzm jî ji sembolizmê kêmtir nîne. Di 'Milkê Evînê' de lîrîzm hêdî hêdî xwe li ber çav dixe, di bêjinga dil û hiş de derbas bûye û metnên ku hatine afîrandin di bingeha binhiş de done yên bandore em dibînin, ev bandor jî dinyaya ku bo Kurdistanê kerr û lal maye re sîtemek, îtirazek e. Bi helbestvanî, bi hişek şiyarî, bi biryardayîn û bi berhemen nemir gazînên xwe bi uslûbek herîkandî weşandiye. Seyda Barnas, pirtûka viya bi navê 'Bi Kurmanciya Gewr' (4) de bo şi’ra îdeolojîk wisa dibê, Şi’ra Kurmanciya Bakur ku bi ş’ira Cizîrî li asoyê edebiyeta me geş bûbû, bi şi’ra Xanî kete xizmeta îdeolojiya milî. Di pey Xanî de hebûneke xurt nişan neda, di nav man û nemanê de ma. Belê Barnas sala 1987an de wan hevokan nivîsiye, tesbîtek kiriye. Bi min jî ev tespît di cî daye. Helbestên îdeolojîk hatin nivîsandin lê ne bi îdeolojiya wek Barnas jî anî ser ziman ‘Milî’yê! dibin xizmeta parti û tevgeran ve helbest hatin weşandin. Lê ev bi min salên 90î ve de berhemên ‘Milî’ hatin nivîsandin û pêşberî xwîneran kirin.

Helbest, asoyek bêserûbin nîne, lê çi yê? Civakek ji helbestan û ji helbestkarên xwe veqetandî be; ne zimanê wê civakê ewê pêşva biçe ne jî ferd wê xwe bigîhijine têhma felsefeyê û lîrîzmê. Çaxê li ser helbestên Barnas mijul dibûm, min dît ku ez dîsa vegeriyame ser edebiyeta klasik, li alîkî Cizîrî aliyê din ji Xanî dixweynim. Çi zimanek lîrîk, çi uslubek bêhempa, wek 'Çemê Çetelê' diherike. Fêm, feraset, dîrok, çand, felsefe, eşq, bo pêşeroje biryar…

Bêguman em çaxê gelên din nas dikin pêşî bi rêya wêjeyên wan, bi muzika wan, bi wêneyên wan, helbestên wan, bi fîlmên wan hay li me dibe, kêm zêde tiştek di hişê me de cih digre. Yanî em bi gotina kurt û Kurmancî bêjin, bi destên huner û hunermendên welatên din -ji nêzik ve nebêjî- bi her tiştên xwe tên cem me. Çi kul û derd, çi evînên bêhempa, çi zor û zordestî ku qewimîne, çi şa û şahiyên wan, çi serkeftin û serneketiyên wan, çi çand û adet, çi xwarin û vexwarinên wan… Hemû bo ş’ir û hunermendan kelûmel in yan jî mijar in. Ji pirtûka 'Milkê Evîne', ji şi’ra 'Stêrk û Xîçik'e; Bîst milyon stêrk li esman/Bîst milyon xîçik li kersexa çem/Ne tên rokirin, ne tên birandin/Ne tên tewandin, bi tu fermanî (…) Bi mêrxasî dastana xwe dihonin/Çi li zindanê, çi l’serê çiya. Ev helbest behsa sosyolojîya me nake? Ev helbest behsa zordaran û hovanan nake? Ev helbest behsa mêrxasiyê nake? Ev helbest behsa berxwedana gel nake? Ev helbest çaxê bi zimanên biyanî hat wergerandin; ka gelê vî helbestkare di kîjan rewşê de dijî, şert û mercên wan çi nin. Bêguman Berhemên me jî bi ‘deriye dilê me’ ve digîjê dinya alemê.

Di berhevoka 'Kadizê' de kitêba dawî 'Yelda' ye. 'Yelda', tê vê wateyê ku şeva herî dirêj û tarîye. Em dibînin ku navê pirtûkê û navaroka wî wek 'Yelda' dirêj û tarîye. Bi metafora tarîyê şa’r cehş ên ku nav gelên xwe de xirabî dikin, ji dijminên bavûkalan re xizmetê dikin, bi tarîyê hêma kiriye. Ev mesele, meseleyek dirêje wek 'Yelda'. Pirtûk, bi şi’ra 'Seyên Me Henin', ve dest pê dike û merhebayek dide xwînerên xwe.

KIRASEK BI HEZ Û HÊZ DIRÛTIYE Û LI HEVALÊN XWE KIRIYE

Di nav helbestan de helbestek heye, pirr bi balkêş e. Navê helbestê 'Demokratik Açılım'e helbestên ku di 'Yelda'yê dane, me dibe tarixa 2010an. Helbestên ku piştî salên 2000î hatine nivîsandin em dixweynin. Misal, hunermend Aram Tigran çaxê diçe ser dilovaniya xwe, şa’r helbestek dinivîse, 2001an de bo stranbêj Şiyar helbestek heye dîsa. 'Yelda' bi rastî rexneyên gelek giran li ser temsîlkarên Kurdan re jî kiriye. Yek jî ji wan helbestan bi navê 'Ma xêr e, li te!?' Di risteyên helbestê de hişyariyek heye, kirdeya helbestê jî 'Evdîl’ezîz e', ji risteyan, 'Ma xêr e li te, Evdil’ezîz?/Ma xêr e li te, çima/Bi her seyî re direyî dewama helbestê de, Karê se reyîn e/Zirîn e yê kerê/Xwendinek qijikê heye; ew jî/qijtîn e. Di vê helbestê de gelo dibe ku 'Evdîl’ezîz' sembolek be, min wek sembolek nirxand. Dibe ku 'Evdil’ezîz' şexs be jî, lê ez ê di kesayetiya 'Evdil’ezîz' de di nav gelê Kurd de 'Evdil’ezîz'an dixweynim. Di pirtûkê de hesretek, li pey rêça welatê xwe çûndinek bêhempa dide meşandin, bi sebir, bi wêrekî û rexneyên bayê diweşine. Bêrîkirina deştan, kûçeyan, çiyayên ku serî digîhije esmanan, gelî yên kûr û bi av, çemên wek meran dizivirin, kevirên ku bi hezar sal in bêdeng mane, kolan, heval û hogirên xwe re, kirasek bi hez û hêz dirûtiye û li van kiriye. Helbesta 'Çi Şên Bû…' Berîkirina welat û sebitiyek e, Giya jî êdî hêşîn nabe/Li wê mêrga ku em dileystin/Li wê çayira bi bejnek bilind. Bi domandina helbestê vê gazînek dike şa’r, Ne kirîv, ne xinamî, ne pismam/kes nema ku deng biçe, bê/Li vê devera şên a demekê.

Piştî 'Kadizê' em bên li ser şi’rên îroyîn ku seyda nivîsiye. Ş’irên Barnas em di Kovara Nûbiharê de dixweynin, kêm zêde her hejmar em lêqayê şi’rên wî tên. Ez jî bi nîzamî xwînerek Kovara Nûbiharê me. Helbestên Kurmancî di kîjan alî vê diçe, uslub, from, wate; bi kurt û kurtasî em bêjin li ser helbestên Kurmancî geh nivîs be geh qelem ên nû bin haya me jê dibe. Li ser helbestan lêkolîn, şirove, nirxandin û rexneyan em dixweynin. Min bo Nûbihar gotibû; ne tenê kovare weka dibistanek e, xwînerên kurmancî gelek tiştan fêr dibin ji aliyê ziman ve(gramer, rastkirina peyvan, pêşniyar). Di qada helbesta cîhanê de çi diqewime, bi kîjan alî ve diçe bi wergerên baş û xurt em haydar dibin. Jixwe kovar bo edebiyatê û xwînerên edebiyetê ne dibistanek e gelo? kovarên ku em tê de kûr û dûr diçin bi min dibistanek azad e.

Di kovara Nûbiharê de (5) Seyda Barnas bi navê 'Zarbienos' ê helbestek ji penç beşan pêk hatiye pêşkêşe xwînerên kurmancî kir. Ez ê dorê dîsa bidim şa’r Berken Bereh (6) ka bo şi’ra 'Zarbienos'e ewê ji me re çi bêje: “Ez beredayî nabêjim Zarbienos, ne tene şi’rek e, her wiha ew ayeteke Ruhê Kurd e. Lew Barnas, me dibe beriya zayina Îsa, ku li wir, ferqiyetên ayînî, olî, çînî hwd nebû an wek îro ne şûrên jihevparçekirinê bûn. Ew ayet in ku ‘ilham ji esmanê welat in. (…) Ez hêvîdar im xwendevan, nemaze xortên nû bi dest şi’rnivîsandinê kirin bi baldarî vê helbestê bixwînin û bigihîn tam û çêja ‘Kurmanciya reş.’ Vêca Zarbienos û ruhê wî yê tacîdarê 'Arbela'yê û bo serweriya welatê xwe têdikoşe, îro carek din li ser piya ye û rabûye pêdarê, dixwaze bi rêya rapirsiya ji gel, te şik û gumanan nehêle, li dû xwe û serxwebûna xwe ragihîne tevayê cîhanê.”

HELBESKARÊN NIVŞÊN NÛ RÛNIŞTINE LI BENDA ÎLHAMÊ NE

Şi’ra 'Zarbienos', zedêtir şi’reke bi lîrîk bi coş î hatiye nivîsandin. Lîrîzma wê xurt û berfireh e, deng û wate hevûdin temam dikin. Ji kaniya welat herîkiye, ji dilê esmanê welatê xwe feyz girtiye. Helbest xwedî hêz, uslubek bi pak û zelalî hatiye honandin. Berken Bereh, banga edebiyetvanan û ewê ku şi’r dinivîsîn; gelo vê helbestê xwendine, li ser vê helbestê mijul bûne an fikr û ramanên xwe bihevûdu re pêşkeş kirine? Kovara Nûbiharê dibe ku şi’ra 'Zarbienos' e û nivîsa Berken Bereh li ser rûpela xwe belav bike û ewê ku nexwendibin bila haya wan ji vê helbestê hebe. Helbestkarên nifşên nû di cîhe xwe de runiştine li benda ilhamê ne. Belê kistasa me şi’rê, lê şi’rên ku hatine weşandinê mîratek ji hezar salî ji me re maye û dibe ku em rêç û şopa şi’ra Kurdî zanibin, lewra helbesta me di kîjan astê daye û me li ku helbestê ji seydayên xwe vergirt û ê me bikuda bivin. Bi wan pirsan helbestên ku hatine afirandin nifşên ku ewê bên re mîratek e, mîratek ûsa bêhempa bi bingeh e û xurt. Wek mîrasa Cizîrî, Xanî, Feqîyê Teyra, Cegerxwîn û ewê ku şi’ra meya îroyîn/modern geş kirine.

Poetîkaya ku şa’r Rojen Barnas avakiriye, afirandiye bi dilê xwe min nirxand. Tecrubeya ku şa’r gîhiştandiye xwîner gellek bi qiymet û kûr e. Ev helbestên ku berhevoka 'Kadizê' dane li ser wan û li ser min bandorek, tesîrek çawa hiştiye min bi subjektfî nivîsand. Nivîsên estetîk jî bi xwe subjektifin. Barnas bi nivîsên xwe jî li ser helbestê û edebiyeta Kurmancî fikr û rexneyan nivîsand. Ne tenê helbestkar e, ne tenê nivîskarê Barnas, hoşmend/birmend e, hem bi ramanên xwe hem bi keseyatiya xwe bo me taybete, jiyanek bo helbestkarên ciwan re ji mînak e. Barnas, di poetîka xwe de bi rastiya xwe re axiviyê, bi gele xwe ve şa bûye, giriye, hêrs bûye. Hêvî û xiyalên xwe di asta lîrîzmê de di bêjinga hiş de hejandiye. Ez ê nivîsa xwe bi Rainer Maria Rilke (6) vê bi dawî bikim; “Tevahiya tiştan nayê fehm kirin û îfade kirin, digel ku bi me dixwazin eksê vê bidin qebûl kirin. Pirraniya rûdanan nayên îfade kirin, di nav çar dîwarên ku kelîme û gotin bi tu awayî neçûnê de, derbas dibin. Û ji giştikan zehmettir berhemên hunerî ne ku bi awayekî efsunî li kêleka jiyana me ya kurt ededî dijîn.”

1- bab,1 ayet,1

2- Weşenxeneya Nûbihar, çapa yekem,2013/Kadiz

3- 04/10/2015-Lenûsk Berken Bereh /Helbestkar/JiyanTv

4- Enstîtuya Kurdî ya Parisê,2005/Çapa duyem Nûbihar,2014

5- Kovara Nûbihar sal,25/Cild,21/hejmara,140

6- Weşenxeneya Nûbihar, Ji şairekî ciwan re name/wergera ji Almanî: Abdullah İncekan