Ka hûn li kû ne?

Em bang li karsazên kurd dikin! Hûn li kû ne? Berxwedana ji bo hebûn û pêşketina zimanekî ne tenê erka hunermend e. Ez dipirsim; çend karsazên me ji bo albûm, konser, şano û fîlm piştgirî dane?

Google Haberlere Abone ol

Karsaz ji bilî afirandina karên li bajarên xwe divê piştgirî bidin çalakiyên çandî jî. Divê hinek qezencên xwe ji bo qada çand û hunerê veqetîne. Ev berpirsiyariyek mirovî ye. Lêbelê mixabin em qet mînakek vê yekê nabînin.

Berxwedana ji bo hebûn û pêşketina zimanekî ne tenê erka hunermend e. Gelek hevalên me yên hunermend hene ku tenê ji wênesaziyê, tenê ji muzîkê, tenê ji televîzyonê jiyana xwe didomînin. Ji bo berdewamiya jiyana xwe bi derfetên kêm ji bo dengê xwe bigihînin têkoşînek xurt didin. Piştgiriya medyayê û piştgiriya girseyê jî kêm e. Dema behsa betalkirina konserên hefteya borî dihatin kirin, ev firsetek bû ji bo tiştekê bikin lê belê me dît ku piştgiriya dewlemendên me ji xeynî çend twîtan wêdetir neçûn. Her kes ji bo hebûna xwe di vê xeleka xerab de têdikoşe. Lêbelê, dema ku em li ser her tiştî dipeyîvin, em tiştekê ji bîr dikin ew jî bêdengiya karsazên me ye...

Hin karsazên me di şevekê de, şahiyekê de ew perê didin xwarin û vexwarina xwe bedelê sponsoriya hunermendekî ye. Ev mijar qet nayê nîqaşkirin. Ez dipirsim; çend karsazên me ji bo albûm, konser, klîp, şano, fîlm, pirtûk û pêşangehek ya wêneyan piştgirî dane?

Diçin konsera muzîkjenekî tirk, ji konserekê kurdî 5 qetî bihatir bilêtên wan dikarin bikirin, lê belê yek-du stranên kurdî guhdarî dikin û wijdanê xwe paqij dikin. Ma ka ev dibe?

Şêwazên ku guhdarvanên wê kêmtir wekî opera, jazz û rockê gerek wekî mîrasa çandî bê ditin û piştgirî divê bê dayîn.

Mixabin tenê guhdarîkirin û axaftina zimanê dayikê têrê nake. Xwedî derketin divê ne li ser dev be.

Îcar ew dikarin çi bikin? Mînak dikarin akademiyekê vekin û di perwerdekirina hunermendên nû û ciwan de bibin pêşeng. Ew dikarin salonek ya konserê an şanoyê wek navendek çandî vekin. Ew dikarin wekî sponsor beşdarî bûyeran bibin û festîvalan organîze bikin. Dikarin ji bo hunera kurdî fonekê çêbikin û hwd.

Ma ev barê awazên ku dê û bapîr û dengbêjên we di guhê we de heta niha diqîre, ne li ser milê we ye jî? Hûnê heta kêngî bêdeng bimînin û xwe ji dûr bêxin?