Ji Nivîskar Mehmet Oncu rêzeromaneke dîrokî: Mij

Nivîskar Mehmet Oncu rêzeromaneke dîrokî nivîsand. Berhema 'Mij', ji sê romanên ku weke sêbare hatî nivîsîn pêk tê.

Google Haberlere Abone ol

DUVAR - Nivîskar Mehmet Oncu, rêzeromaneke dîrokî “Mij” nivîsand. Mij, ji sê romanên ku ji hêla nivîskar Mehmet Oncu ve weke sêbare hatî nivîsîn pêk tê. Çîroka van romanan li serdema Rûxîna Dewleta Osmaniyan û damezrandina Tirkiyê rast tê.

Roman ronahiyê li rûdanên ku di vê serdemê de rûdayî digre. Çîrokên van rêzeromanan li Şarî Adiyeman û derdora wê derbas dibin. Ji hersê romanan romanên bi navê “Helkîna Bayê Xerbî” û ya bi navê “Peşkên Baranê” ji hêla Weşanxaneya Sîtavê ve hatin çapkirin, paşê romana sêyemîn ya bi navê “Pirîskên Berfê” jî dê were çapkirin(ÇAND Û HUNER)

Oncu Mehmek, Mij, wşx Sitav, 2022.

 

Etiketler mij mehmet oncu