Hunermendên kurd çima neçûn Festîvala Cizîrê?

Xwezî Dosso Dossi jî ev festîval wek festîvala Bazîdê serbixwe ava bikira, bi desteka gelê Cizîriya bibûya sponsorê vê şahiyê û wê hingê me yê jî bigota belê raste em heznî ne lê belê êş jî ya me ye.

Google Haberlere Abone ol

Şaredariya Cizîrê xwe amade dike ku di 30yê Cotmehê de bi navê “Mîhrîcana Muzîkê ya Cizîrê û Dosso Dossi” festîvalekê li dar bixe. Gelê Cizîrê ji vê festîvalê nerazî ne û pirr acizin. Her wiha ji ber beşdarbûna hunermendên kurd jî dilşkestîne.

Hûn jî dizanin Dosso Dossi çend meh berê li Bazîdê festîvalek mezin lidarxistî bû. Ronahî, deng, sehne, her tişt bi profesyonelî hatibû amadekirin û diyar bû ku gelek pere hatîbû xerçkirin. Her wiha ku kesekî karsaz, wek sponsor, gerek çalakiyên xweş ji bo xelkê herêmê amade bike dikare birînan jî derman bike. Lê vê carê hertişt cuda ye!

Vê carê cûda ye ji ber ku ​​bi şaredariya me ya desteserkirî re konserekê li dar dixe. Di dema qedexeyên derketina derve yên 14ê Kanûna 2015an de li Cizîrê 288 kes mirin û 14 kes jî winda ne. Jiyan di bin wêranan de man, bîranîn jî di bin kavilan. Bedenên wan bi Dîcleyê (Şetê Cizîrê) re tevlihev bûn. Li ser bedenên wan park hatin avakirin. Paşê her kes bi birînên xwe vegeriyan malê xwe. Mal û nîzama xwe ji nû ve ava kir. Ji xwe hûn jî dizanin mirin li herêma me bûye tiştek normal. Raste gelê Cizîrê elimîne mirinê lê belê tu carî li ser êşa xwe û bîranînên zarokên xwe nehilavitineû dîlan negirtine.

Dema ku gel hewl dide birînên xwe derman bike, difikire ku ev festîvala ku ji aliyê qeyûm ve tê organîzekirin tê wetaya vekirina van birînan e. Gotinek yên pêşiyên me he ye “birîna vekirî mirov xweyê naxê”. Her wiha difikirin ku qada festîvalê jî bi zanebûn hatiye hilbijartin. Qada ku dê konser lê bê lidarxistin jêrzemîna wê bi molozên xaniyên wanê hatîbû xirakirin ve hatiye çêkirin û paşê piştî demekê li wê derê parka Mem û Zînê hatiye çêkirin. Mijareke din jî ew e ku qeymeqamê Cizîrê ne serokek e ku bi dengên gel ve hatiye hilbijartin û ji aliyê dewletê ve wek qeyûm tayînî şaredariyê hatiye kirin. Jixwe gel jî bi wijdanî qebûl nake ku li ser van xakên ku çend sal berê bi xwînê hatine avdan stranan bêje û dîlanê bike.

Hunermendên kurd ên ku dê beşdarî mîhrîcanê bibin ji ber bertekan xwe ji çalakiyê vekişandin. Li gorî agahiyên ku min ji navçeyê girtine, şaredarî ji bo vê festîvalê bi biryar e û heta plan dike ku girseyeke mezin kom bike. Serwer bûna cihekî tê wateya bi gelê wêderê bi çarenûseke hevpar, hevparê xemgînî û şahiyê.

Hêvî dikim lê ez nebawerim şaredarî weke rêveber ji vê xeletiyê vegere û dev ji helwesta xwe berde û rêzê li êşên gelê navçeyê bigire. Helbet mafê her kesî heye ku kêfê bike lê ne bi vî awayî. Bihêlin bila gelê Cizîrê bi xwe biryarê bidin kêngî û li kû derê kêfê bikin. Xwezî Dosso Dossi jî ev festîval wek festîvala Bazîdê serbixwe ava bikira, bi desteka gelê Cizîriya bibûya sponsorê vê şahiyê û wê hingê me yê jî bigota belê raste em heznî ne lê belê êş jî ya me ye, şahî jî ya me ye.