HezKurd: Dibistan vebûn, lê dîsa dersa kurdî tune ye

Li Tirkiyê serdema 2022-2023 ya perwerdehî ya seretayî, navendî û lîseyan dest pê kir. Komeleya Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) daxuyaniyek belav kir û wiha got: “Dîsa zengilan ji bo kurdî lênexist."

Google Haberlere Abone ol

DUVAR - Li Tirkiyê serdema 2022-2023 ya perwerdehî û hînkariyê ya seretayî, navendî û lîseyan dest pê kir. Komeleya Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd), derbarê perwerdeya bê zimanê kurdî de daxuyaniyek parve kir.

HezKurd di daxuyaniya xwe de bal kişand ser dibistanên ku bi zimanê kurdî perwerde nadin û wiha got: “Înkar û qedexeyên fîîlî û fermî hatibe rakirin û ji sala 2012an va di çerçevoya hevhengiya Yekîtiya Ewrûpayê (YE) da di bin navê 'Zimanên Dijîn' da her çendî ji bo dibistanên navendî mafê di hefteyê da du saet dersên (kurmancî û kirmanckî/zazakî) bijarî yên kurdî hatibin destnîşankirin jî, lê xuya dike ku ev maf bihêz nehatiye bikar anîn.”

HezKurd dibêje bila zengil bo kurdî jî bêlêxistin: "Di demeke nêz da 20 hezar mamoste ji bo kar hatin erkdarkirin. Lê mixabin di nav wan de tenê cî dan 3 mamosteyên kurdî (yek kirmanckî, 2 kurmancî). Lê ji bo serdema 2022-2023an da 20 hezarî zêdetir xwendevan kurdî hilbijartibû.Li gel daxwaza me û ya rayagiştî, mixabin wezaret bêdeng ma û tu daxuyanî li ser krîtera hêjmaran neda. Ji bo wekhevî, ji bo kurdî jî pêk bê, divê ji seretayî heta zanîngehê dersa zimanê kurdî jî ji bo hemî xwendekaran bê ferzkirin. Bila wekheviyê ji bo kurdî jî pêk were, bila êdî zengil ji bo kurdî jî bêlêxistin."(NAVENDA NÛÇEYAN)

Etiketler KURDİ PERWERDE