Mazota çerxa felekê naqede!

Nav û têgîn guherîn; lê ya bi para me ket dîsa nezanî û cahiltî ye. Em dîsa man li cih û warên xwe. Navê alim û seydayan guherî; dîsa nezan em in, cahil em in, bêxîret û bêxirûr em in. Yê(n) ku dîrokê dirûvand (in) kî bû/n? Kî şekil dida/e dîrokê?

Google Haberlere Abone ol

Hamid Ömerî

Berê (belkî hê jî) li ba me, li welatê me, li ser wê axa me ya em bi navlêkirina wê, bi bêrîkirina wê, bi xwezî û xwesteka wê, xwe dispêrin pîrozî û pesindayînan; wextê azanan, bi libikên tizbiyan, bi rûpelên kitêban, bi girebeşkan, bi zeytûnan, bi kerrikên hêjîran bes em bi aliyê axiretê ve diçûn. Bes me dibirin axretê. Di nav baxçeyan de, di bin banê xaniyan de, li ser doşekan li ser zimanê çîrokbêjan çem diherikîn û bi dîtina wan çeman ji bo wan tezeyên xama gelek kes li benda roja dawî disekinîn.

Dem; tişta pê dem dihate bîra me, tişta ji me dixwar û tirsê dianî bîra me; em ji agir ditirsiyan, em/ê dişewitîn/bişewitiyana, zeman derbas dibû, çerxa felekê ji me dixwar. Agir geş dibû, qocik em bûn, bi can û bedena xwe êzingên agirê wê çerxê.

Zeman jî, kitêb jî, wa’z û nesîhet jî, piraniya me disparte ew tirsa mezin a ji Xwedayê alemîn ê ku nikarîbû bihatina gund û bajêr. Nedihat û bi me re nediaxivî, nedihat û li ser ewr û asîmanên xwe dima, nedihat û li asta jorîn dima, nedihat û di heriya dê û bavê me de dima, nedihat û bi ew benikê ku dixwest di derziyê re bibe ve dima, nedihat û di keştiya Nûh de dima, nedihat û qewlê nebî dibû sê car bi hevaltiya Xocê Xizir, nedihat û bi hêsirên Yaqûb re diherikî, bi xweşikiya Ûsiv re, bi kul û birînên Eyûb, bi tenyatiya Brahîm, bi mîx û kelemên ku di canê nebî Îsa re diçûn û di şikefta Mûhemmed Mustefa da dima. Nedihiştîn Xweda dakeve xwarê. Nedihêştin Xweda bi mirovê xwe re, bi evdên xwe re, bi canê xwe re, bi rûhê xwe re biaxive. Nedihîştin, lewma ew mela bûn em xafil. Nedihîştin, lewma ew şêx û sultan bûn em cahil. Nedihîştin ku hevalê mezin bi hevalên xwe yê ji dil re hevaltiyê bike lewma ew seyda diman em nezan.

Dem derbas bû, guherî alem. Gustîlk guherîn, guhar û kevçî. Li gor pîvanên modernîzmê rûyê alemê û rengê cil û bergan guherî. Navê axretê guherî, rêjeya welatperweriyê wek lutf û qencî hate dabeş kirinê. Dem derbas bû; rêyên xam pê de pê de bi reşreşkan reş bûn, pelên daran ji qulancên xwe xeyidîn û weşiyan, kanî tî man, erd bejî, mal jinebî. Dem derbas bû, di dewsa axretê de afirînekên din xuliqîn. Azadî, bawerî, serfirazî û hemû tişt û têgînên munewer û pîroz êdî li gor pîvanên nû hatin nirxandinê. Nav û têgîn guherîn; lê ya bi para me ket dîsa nezanî û cahiltî ye. Em dîsa man li cih û warên xwe. Navê alim û seydayan guherî; dîsa nezan em in, cahil em in, bêxîret û bêxirûr em in. Yê(n) ku dîrokê dirûvand(in) kî bû/n? Kî şekil dida/e dîrokê? Vêca di enstîtuyên şêwrê de afirîner ji cam û mîkroskopan derdikevin. Kamera di dewsa hiş, çav û nêrînan de cih digre û bîrbirîn û îdrakê li gor çavê xwe yê yekalî dîzayn dike. Kamera di destên kî de ye? Çavên kamerayê çavên kîjan civakê ne û ew çav li kû dinihêre?

Di filmek balkêş de ji ber wê ‘partî’ û ‘başkan’ ê seredana navçeyê bike, navçe û xelkên navçeyê haziriya xwe dikin. Nûnerek jî ji bajêr tê ji bo amedeyiyan çavnêr bike. Kuçe û kolanên xwe paqij dikin, mal û dîwarên xwe boyax dikin, cil û bergên xwe dişon, li kêleka navçeyê li ser mêrga mezin lûnaparkeke mezin ava dikin an lûnaparkê ji nû de dîzayn dikin. Berpirsiyarê lûnaparkê hemû mekîneyan kontrol dike û li benda roja dawî disekine. Lê xeber tê; wê ne partî were ne jî ‘başkan’.

Hemû navçe xemgîn dibe. Nûnerê partiyê û gelê navçeyê bi hev re derbasî lûnaparkeke nêzîkê navçeyê dibin û tev bi hev re li dolabokên/hêlekanên xwe siwar dibin. Berpirsiyarê lûnaparkê depoya mekîneyê tije dike û ew bi xwe jî li dolabokekê siwar dibe û çerxa dolabê dest bi gerîna xwe dike. Tu kes li erdê nemaye ku hêlekanan/dolabokan bide sekinandinê. Gêj û dewxa wan diçe û hinek ji wan vedireşin. Yek ji yekê dipirse gelo wê kengê bisekinin? Ji destûrmendê lûnaparkê dipirsin ka wê kengê ev çerx, ev gerîn bisekine. Bersiv balkêş e:

Kengê mazot/benzîna mekîneyê biqede ê dolabok jî wê çaxê bisekine.

*Nivîsareke min a deh sal berê ye. Di netkurdê de hatibû weşandinê. Bi raçavkirineke nû xwe xemilandiye.