Dewlet bi kêrî çi tê?

Pirsa ku di fona sohbeta me de min mijûl dike ev e: Gelo çima ev zarok çand û muzîka xwe nas dikin û zewqê jê digrin, lê yên Kurdan muzîk û çanda xwe nas nakin û jê direvin?

Google Haberlere Abone ol

Abdullah İncekan *

Dîmen I

Ez li sinifê di dersê de me. Tevahîya zarokan Tirk in û li Almanyayê hatine dinê. Ji ber ku roja dawîyê ya dersê ye, şagirtên 17-18 salî ji min destûr xwestibûn ku çiğ kofte çêbikin. Min jî gotibû temam û wê rojê em li wir rûniştibûn. Wan bi awayekî hostane kifte çêdikirin û di ber re jî mûzîk guhdarî dikirin. Muzîka ku lê guhdarî dikirin, xêncî perçeyên modern ji stranên cîhanî (bi Îngilîzî û Almanî) yên kevn yên bi Tirkî jî bûn. Ji Ferdî Tayfur bigre hetanî Tatlises, Ahmet Kaya û gelekên din, ku min texmîn nedikir ew navê wan dizanin. Di sohbeta bi Tirkîyeke zelal de em li ser klasîkên muzîka Tirkî qise dikin.

Pirsa ku di fona sohbeta me de min mijûl dike ev e: Gelo çima ev zarok çand û muzîka xwe nas dikin û zewqê jê digrin, lê yên Kurdan muzîk û çanda xwe nas nakin û jê direvin?

Dîmen II

Ez ji dersa min li jorê behs kiribû, derdikevim. Lê ji ber ku destên min tije ne, xortekî ku ez wî wek yekî Tirk dizanim, dibêje: "Mamoste, ez alî we bikim?" Ez bi memnunîyet alîkarîya wî qebûl dikim û em di rê de bi hev re sohbet dikin. Piştî ku ez bajarê xwe dibêjim, em dikevin sohbetê. Gava ew jî bajarê xwe dibêje, ez sohbeta xwe bi Kurdî dom dikim. Lê xuya ye, ew ne ji zimanê xwe û ne jî ji hebûna xwe bi bawer e û serê carê bi Kurmancîyeke kulek dibêje, ku ew nikare xwe îfade bike.

Pirsa ku di fona sohbeta me de min mijûl dike ev e: Çima zarokên li jorê behs bû, bi serbilindî bi zimanê xwe behsa muzîka xwe dikirin, çima ev xortê han ewqas zêde ji ziman û hebûna xwe direve?

Dîmen III

Di rê de em rastî mamosteyeke Kurd tên, ku bi nav û hebûna xwe bûye wek Almanan û dixwaze îsbat bike, ku ew entegre bûye û êdî Alman e. Ez li xortê kêleka xwe û li jinika pêşîya xwe mêze dikim û dibînim, ku yek bûye Alman, yê din bûye Tirk; lê herdu jî wek 'xwe' nemane. Herdu jî ji hebûna xwe direvin.

Pirsa ku îcar min mijûl dike, ev e: Gelo çima Kurdek dixwaze bibe Tirk yan jî Alman yan jî tiştekî din, lê naxwaze wek Kurd bimîne?

Dîmen IV

Êvarê em li malê rûniştine. Ez bi xwarzîyê xwe yê sê-çar salan ji yên li jorê behsa wan bû mezintir e, rûniştime û jê re behsa Dîmen I hetanî III dikim û dibêjim: "Xwarzî, salê te nêzîkî yên wan e. Gelo li gorî te cewaba van pirsan çî ye?"

Ew kin û kurt dibêje: "Bê dewletbûn e."