Feleknas Uca: Em hê jî xemgînin, ew wêne li ber çavên me ne

Parlementerê HDPê Feleknas Uca, salvegera komkujiya Êzdiyan de got: “Aqûbeta 2 hezar û 700 jinên Êzdî nediyar e.”  

Google Haberlere Abone ol

Semra Yansît

DIYARBEKIR - DAIŞê di 3yê Tebaxa 2014an de êrişî Şengalê kir. Di wê êrîşê de gelek jin û zarok hatin qetilkirin. Bi hezaran jin û zarok jî hatin windakirin. Piştî vê fermana 74emîn Neteweyên Yekbûyî vê bûyerê wek ‘Komkujî’ pênase kir. 

Li ser komkujiyê re 8 sal derbas bûn. Kesên ku ji aliyê DEAŞê ve hatibûn revandin hemû hîn nehatine dîtin. Ji bo kesên windabûne bên dîtin jî xebat didomin. Parlamenterê HDPê Feleknas Uca, derbarê komkujiya Şengalê pirsên me bersivand.

 Êzdî heta niha gelek komkujiyan re rû bi rû mane. Herî dawî bi fermana 74emîn jiyan. Sedema van komkujiyan çi ye?

Ji ber ku Êzdî wek bawerî bi ola xwe ve, bi erdnîgariya xwe ve û bi zimanê xwe ve girêdayne. Em qala olekî dikin ku ji hela dîrokî ve kevneşopiyeke herî kevnare li ser axa Mezopotamyayê. Ji hêla bawerî de xwedî derketina zimanê kurdî heye. Ji ber vê sedemê hedef tê nişandan. Hemû jiyana civaka Êzdiyan bi ziman, çand, nasname û xwedî derketina ola xwe hatibû kirin. Ji ber vê çiqas jî ferman li ser civakê pêk hat jî civaka Êzdiyan çog nedanî û li hemberê fermanan da bersiva jiyanê da û xwe bi rêxistin kirin.

‘AQÛBETA 2 HEZAR Û 700 JINÊN ÊZDÎ NEDIYAR E’

Di wê êrîşa DAEŞê de gelek jinên Êzdî an hat bindestkirin an hat qetilkirin an jî hat windakirin. Derbarê qan jinan de çi agahî heye?

Di fermana 3yê Tebaxê de navbera 5 û 7 hezar jin ketin destê DAIŞê. Ew jinên Êzdî li bazaran hatin firotin. Bazarên Urdunê, Misirê, Suudî Arabîstanê, Rojhilata Navîn û gelek welatin din hatin firotan. Îro em dibînin ku li peytaxta Tirkiyê li Enqereyê gelek malbatên Êzdiyan keçê xwe ji destê DAIŞê distînin. Îro aqûbeta 2 hezar 700 jinên êzîdî nediyar e. Gelek gorên komî li Şengalê de hene lê hê nehatine vekirin. Ji ber vê yekê pirsgirêka herî mezin ne tenê êşa van jina ye (Jinên ku aqubeta wan nediyar), ji bo jin xwe biparêze û nekeve destê DAIŞê li ber çavên zarokên xwe, xwe li ser zinarên Şengalê avêtin.

‘NE ÊSİL QEBÛLKIRINA FERMANÊ YE, PEWISTE KU XWEDÎ DERKETINA WAN MIROVAN E’

Dewletên navnetewî ji bo vê yekê tiştek kirin?

Gelek welatên navnetewî Fermana Şengalê wek komkujiyek qebûl kirin. Li Belçika, Hollanda û niha jî parlementoya Elmanyayê jî hat qebûlkirin. Lê ne êsil qebûlkirina fermanê ye. Pêwiste ku mirov xwedî derketina wan însana bike. Îro carek din xetereyek li ser Şengalê heye. Ku bikaribin ê qirkirinekî din jî pêk bînin. Hewcêye ku em li hemberê vî tiştî dengê xwe zêde bikin.

’33 HEZAR ÊZDÎ HATIN BAKURÊ KURDISTANÊ, LÊ STATUYA PENABERÎ NEHATE DAYÎN’

Piştî komkujiyê gelek Êzdî hatin Kurdistanê. Niha rewşa wan di çi astê de ye?

Gava ku Fermana Şengalê bû wê gavê Şaredariyên me, DBP (Partiya Heremî ya Demokratîk), HDP (Partiya Demokratîk a Gelan) û rexistina jinan (Tevgera Jinên Azad) TJA ji bo krîzê koordînasyonek ava kirin. Nêzî 33 hezar kes hatin Kurdistanê. Ji Şırnex, Cizirî, Silopî, Amed, Êlih, Wêranşehir û Mêrdînê hatin bicihkirin. Wê demê şaredariyên me kamp ava kiribûn. Di wan kampan de ji aliyê tendûristiyê û ji aliyê derûnî û pêdiviyên fizikî hat dayîn. Hê jî gelek malbatên me yên Êzdî li Bakurê Kurdistanê ne û nezivirîne. Lê gelek jî an berê xwe dan Şengalê an jî berê xwe dan Ewropayê. Êzidiyên li Tirkiyê dimînin hê jî statuya fermî ya penaberî nehatiye dayîn. Demek Tirkiyê xwast ku Êzdiyên ku li vir dimînin wana bişînin Şengalê. Rewşek wiha jî derketibû holê. Di rewşa wê demê de xwedî derketinek hebû. Lê niha gelek malbat dixwazin biçin Ewropa yê.

‘AVAKIRINA ŞENGALÊ BIXWERE RÊXISTBÛNEK JÎ ANÎ’

Komkujiya Êzdiyan bandorek çawa li ser Êzdiyan kir? Gelo bûyera Şengalê bi xwere yekitiyek anî?

Bandorek derûniyek xirap bi xwere anî. Ji ber ku li ber çavê hemû dinyayê ev ferman hat kirin. Di şexsiyeta jinên Êzdî de li hemberî hemû jinan ev ferman pêk hat. Ew wêneyên ku şerşêkirina bava û tecawizkirina jinan birîneke mezin bi xwere anî. Erîşa ku DAIŞê li Şengalê kir gelek tirsê jî xist nava gel. Ew bûyerên ku bûne êdî travmayê û êdî kes nikare van travmayan jibîr bike. Niha 8 sal li ser vê fermanê derbas bûye. Lê em he jî bi xemgînin û ew wêne li ber çavên me ne. Tiştê ku li wê fermanê bû kesek nikarî bi hêsanî ji bîr bike. Îro hê jî ev birîn û êş nehatiye derbas kirin. Windabûyîna jînen Êzdî di civakê de travmayek ava dike. Demek nêzdê jinek ji destê DAIŞê hat rizgarkirin. Ewqas sal derbas bûye lê dîtina van jinan hem keyfxweşiyeke û hem jî hêviyeke. Em hêvîdarin ku jinên hemû mayî rizgar bin. Tiştê herî girîng di avakirina Şengalê de, êdî civaka Êzdiyan xwe rêxistin kirin û bi vê rexistinê xwe diparêzin.