Êşa kincan

Dema êşa kincan zêde be, ew kes di jiyana xwe de pir nebaş dibin. Hin kes ew qas êşê dikêşin ku ji ber wê ne tenê zikê wan, heman demê de serê wan dêşe, dilê wan li hev dikeve, vedireşin.

Google Haberlere Abone ol

Bi taybetî di nava gelên zêde pêş neketine de ev mijar pir nayê ziman. An jî di nava civakê de bi awayekî veşartî û tenê di nava jinan de tê axaftin. Mixabin pirî caran wekî tiştekî eyb be û mirov ji ber fedî beke tê dîtin. Lê hewce ye em vê şaşiyê ji holê rakin. Ji ber vê jî ez dixwazim ev mijar jî normalîze bibe û zilam jî vê mijarê baş bizanibin ku bikaribin ji halê jinê, ji êşa wê fêm bike û bikaribe xweştir nêzikî vê mijarê bibe.

Berî ez qala êşa kincan bikim hewce ye ez qala ketina kincan bikim. Di kurdî de ji bo Menstrual Sîklusê Ketina Kincan, Ketina Cilan, Serê Mehê, Bênimêjî û hwd… tê gotin lê ezê wekî ketina kincan qal bikim.

Di binê kontrola hormonan de hin guherîn di laş de çêdibin. Di jinan de jî bi hişyarkirina hormonên wekî FSH, LH ku ji Hîpofîzê (navendek girîng di mejî de ku metabolîzmaya hormonan bi rê ve dibe) tê pijiqandin di hêkdankan de çêkirina Ostrogen û Progesteronê çêdibe. Di vê Periyod û siklûsê de bi guherînên van hormonan jin dikevin kincan û ev periyod kêm zêde 28 rojan berdewam dike. Hefteyekê kêm an jî zêde jî dikare bibe. Yanê ji 21 rojan heta 35 rojan ketina kincan tiştekî asayî û normal e. Ji aliyê derûnî bigire wekî derketina pizikan, bi wendakirina xwînê re bêqawetî, bêhalî, kêmxwînî, êşa kincan û hwd… gazin û nîşan di jinan de tên dîtin. Ez bi taybetî dixwazim qala êşa kincan û ji bo tedaviya wê, li ser tiştên ji bo êşa kincan dikare bibe alîkar hin tiştan bibêjim.

Dema jin dikevin kincan bi navê Prostaglandin madeyek tê pijiqandin û ev made jî malzarokê (uterus, rahim) dişidîne ku wê xwîna kincan bavêje derve. Dema şidandina masûlke û kasên malzarokê jî êş çêdibe. Bi piranî ev Prostaglandin rojekê bilind dimîne û êşa kincan bi piranî roja ewilî çêdibe û hêdî hêdî bi kêmbûna vê madeyê ya di nava xwînê de jî êşa kincan kêm dibe. Lê mixabin wekî pir tiştan di vê mijarê de jî her kes ne wekî hev in û di hin jinan de ev rewş dirêjtir dajo û asta madeya Prostaglandinê dereng dikeve. Loma jî êşa hin jinan bêtir dibe û berdewam dike.

Ez naxwazim bi hûrgiliyan mijarê zêde termînolojîk û giran bikim. Loma jî bi kurt û kurmancî pê de diherim. Dema êşa kincan zêde be ew kes di jiyana xwe de pir nebaş dibin. Hin kes ew qas êşê dikêşin ku ji ber wê ne tenê zikê wan ê biçûk di heman demê de serê wan jî dêşe, dilê wan li hev dikeve, vedireşin, bêhal dibin, moral û motîvasyon bi wan re namîne,  nikarin razên û hwd… bi hin dermanan êşbir ev êşa kincan dikare derbas bibe. Lê êşa ku ji 3 rojan zêdetir ajot divê mirov hişyar bike û ew kes herin cem doktorê jinan, jînekolog.

Çend pêşniyarên ji bo kêmkirina êşa kincan;
🔸Egzersîz, meş, ajotina pisqilêtê, aerobîk, yoga, plates, medîtasyon
🔸Girtina vîtamîna B1ê û Magnezumê
🔸Masaj, heccama ziha(kupa), akupunktur
🔸Pêkanînên tiştên germ. Li ser meselê torbê ava germ dînin ser zikê biçûk
Xewek baş û vehesîn, istrehet
🔸Nexwarina tiştên şêrîn û bi taybetî jî çiqulatayê

Min bi tevahî mijar nirxand. Ez hêvî dikim wê kêrî mirovan bê. Herî dawîn ez dixwazin balê bikşînim ser xwarina tiştên şêrîn û çiqulatayê di dema kincan de. Wekî tê zanîn kesên dikevin kincan dilê wan diçe tîştên şêrîn û bi xwarina wan kêfxweş dibin û xwe baştir hîs dikin. Lê belê ev yek ji bo kesên êşa wan a kincan hene re tiştekî ne baş e. Dema çiqulata û tiştên şêrîn tên xwarin Prostaglandîn di nava xwînê de zêde dibe û êşa kincan pirtir dibe, dereng diqede. Ez bi xwe ji nexweşên xwe re bi taybetî vê pêşniyarê dikim. Kesên ciwan û xwendevan jî hişyar dikim ku vê zanînê ji her jinê re, ji her kesî re bibêjin. Jin û mêr hemû li ser van mijaran bisekinin û êşa jinê, êşa jiyanê, êşa li jiyanê kêm bikin.