Di çîrokên Lorîn S. Dogan de tabûya keçaniyê: Xwîna doşekê û lênûsk

Lorîn S. Dogan, bi lehengên xwe yên jin û vebêjerê sembolîk çîroka xwe radigihîne xwendevan. Kirasê Teng pirsgirêk û êşên ku keçên ciwan dibe ku rûbirû dimînin tîne zimên.

Google Haberlere Abone ol

Elîf Gun

Femînîzm him wek tevgereke têkoşînê him jî wek qadeke zanistî û teorîk ji destpêkê ve li ser daxwaza wekheviya zayendî rawestiyaye. Her çiqas di destpêkê de daxwaza wekheviyê zêdetir bi warên siyasî û aborî ra sînorkirî mabe jî, bi demê ra ev daxwaz ji bo her qadên jiyanê belav bû û li gorî serekebûna mijarên daxwazkirî femînîzmên cihêreng derketin holê. Bi taybetî di salên dawî yên femînîzmê de û bi derketina teoriyên wek queerê mijareke ku bû mijara sereke ya nîqaşê “beden” bû, an jî bi gotina lîteratura femînîzmê, “avakirina civakî ya bedenê” bû. Bêguman di vê avakirinê de, ku wek zordestî û tehekumekê xwe nîşan dide, mijara têkiliya cinsî û bekaretê (qîzanî) di çarçoveya têgeh (iştin)a “namûs”ê de ji aliyê hişmendiya baviksalariyê ve wek qad û amûrên herî bikêrhatî, raçavker û rewaker hatin bikaranîn.

Bi gelemperî mijarên di derbarê zayendiya civakî de û bi taybetî mijarên wek bekaretê çawa bûn nîqaşên fikrî û teorîk ên femînîzmê, herwiha di berhemên wêjeyî de jî cih girtin. Ev mijar çi bi kesayetiyên wek Simone de Beauvoir, Virginia Woolf û Charlotte P. Gilman di (teoriya) wêjeya rojavayê cîhanê de çi jî di wêjeya neteweyên cîran ên kurdan de bi gelemperî di berhemên nivîskarên jin de hatin nivisîn. Ev mijar û temayên di derbarê rewşa civakî ya jinê de çend salên vê dawiyê di berhemên wêjeyî yên kurdî de jî ji xwe ra cih dibînin. Lê bêguman divê were diyarkirin, ku ev mijar û tema di wêjeya kurdî de jî, wek ku “qederek” be, tenê ji aliyê nivîskarên jin ve tên nivisîn. Nivîskareke sereke ya ji wan nivîskaran jî Lorîn S. Dogan e, ku bi sê pirtûkên xwe yên çîrokan di nav wêjeya kurdî de cih daye xwe. Ji wan pirtûkên wê pirtûka bi navê Kirasê Teng berhema wê ya yekem e. Du çîrokên di vê berhemê yên bi navê Xwîna Doşekê û Lênûsk bike mijar û di çarçoveya van çîrokan de temaya bekaretê (qîzanî) cihê nîqaşe ye. 

Di çanda baviksalariyê de yên ku li ser jin û bedena wê xwedîgotin in, mêr in. Jin di bin stareya bav, bira û mêr de tên dîtin û biryarên li ser jiyana wan jî ew didin. Bi awayekî parasvaniya jinê û bedena wê dikin. Jin di nav çanda baviksalarî de herwekî ku tenê ji bedena xwe pêk were xuya dibe. Jin ji aliyê zayendî ve jî di bin kontrola mêran de ne û encax biryarên li ser zayendîtî û bedena xwe, di nav pîvanên ku jê re hatine dayîn de dikarin bide. Bi vî awayî jî mêr, xwe wek xwediyê jinê dihesîbîne. Di mekanîzma û rejîma zayendiya civakî de kontrolkirin û raçavkirina cinsî û bedenê wek berdewamkirin û rewakirina pergala heyî ya baviksalariyê li ser kar e. Ev rejîm û pergal li gorî dem û mekanê têkiliyên cinsî û bedenî yên jinan (û helbet yên mêran) didirûvîne û bi rêk û pêk dike. Jin dê li kû û kêngî çawa tevbigere, çawa rabe û rûne, wekî cil û berg çi li xwe bike, kengî û li ku bi kê ra, heta çawa têkeve têkiliya cinsî û hwd. ji aliyên vê pergal û rejîmê ve tê diyarkirin, birêvebirin û kontrolkirin. Di van salên dawî de di warê teoriyên femînîzmê de û bi taybetî jî bi pêşketina teoriyên wek queerê ev mijara kontrolkirin û birêvebirinê bi gelemperî wek “avakirina civakî ya bedenê” tê nîqaşkirin.

Ev mijara bi navê “avakirina civakî ya bedenê” gelek caran xwe di ser têgeh(iştin)a “namûsê” ra dide der. Namûs, rasterast bi mijara bedenî û têkiliya cinsî ra, ku du fenomenên ji hev nayên cudakirin, tê têkildarkirin. Ev yek jî bi awayekî şênber, berbiçav û sereke di mijara keçaniyê de tê dîtin. Di warê dîrokî de, bi gotina Hanna Blank, her çi qas em nizanibin ku ev fikra keçaniyê çima û çawa derketiye holê jî, ji şopandina çavkaniyên niviskî em dikarin koka vê fikrê heta serdema Kevnare û civakên wek Cihû, Romayî, Yûnanî û Misrîyan bibin (Blank, 2012:193). Blank, keçaniyê wek sêwirandin û îcadeke mirovî dibîne û diyar dike ku, wek edalet û dilovaniyê (merhametê) tenê gava em rastî bandorên wê dibin, em ji keçaniyê haydar dibin. Lê nivîskar di berhema xwe ya bi navê Bekaretin El Değmemiş Tarihi (Dîroka Destnedanê ya Keçaniyê) de dîsa jî tarîfeke wisa dide: “Keçanî pozîsyoneke cinsî ya aîdê mirovan e û him niha him jî di raboriyê de wek pêkneanîna têkiliya cinsî ya bi hinekên din ra tê pênasekirin” (Blank, 2012: 49). Wek sêwirandineke mirovî fikra keçaniyê ji aliyê partîkên çandî, dînî, pergalên qanûnî, berhemên hunerî û xebatên zanistî ve her tim tê belavkirin. Fikra keçaniyê wek parçeyeke têgihîştina me ya di derbarê beden û kesayetiya mirovan de li ser kar e. Lewma di civakekek baviksalarî de, keçparêzî têgehek pir girîng e, heta ji têgehekê wêdetir tabû jî tê hesibandin. Bi taybetî dema ku dor tê ser jinan. Keçanî mezintirîn tabûyên cinsî ye û zextek mezin li zayendiya jinê dike. Lewra pir jin û mêr bi girîngiya keçaniyê bawer dikin.

Di çarçoveya kontrolkirin û birêvberina civakî ya jinê de, mijara keçaniyê di pergala baviksalar ya kurdan de jî cihekî sereke digire û wek li jor jî hat ragihandin, rasterast bi têge(hiştin)a namûsê ra tê têkildarkirin. Ev mijar çawa di berhemên edebî yên gelek neteweyan de cih girtiye, di van salên dawî de, bi taybetî bi zêdebûna nivîskarên jin di berhemên edebî yên kurdî de jî tê hûnandin. Nivîskareke sereke ya wan berheman jî Lorîn S. Dogan. Lorîn, di çîrokên xwe de pirsgirêkên jinan, tabûyên ku li ser jinê hatine afirandin û avakirin tîne zimên. Tabûyên wekî bekaret, têgehên wekî namûs hwd. Lehengên çîrokên Lorîn, gelemperî jin in û di çîrokên xwe de her gav dixwaze, dengê jinên ku di civakê de hatine çewisandin bide bihîstin. 

LORÎN S. DOGAN: KIRASÊ TENG

Lorîn S. Dogan di sala 1975an de li Nisêbînê hatiye dinê. Zanîngeha Dîcleyê beşa Biyolojîyê qedandîye. “Kirasê Teng” kitêba wê ya yekem e. Lorîn S. Dogan, Kirasê Teng di sala 2007an de ji alîyê weşanxana Avestayê ve hatiye çapkirin (Dogan, 2007). 

XWEÎNA DOŞEKÊ

Kurteya çîrokê: Hesen û Dilşa li ser doşekê ne. Hesen ji bo ku hîsên xwe li hemberî Dilşayê bîne zimên helbestan li ser laşê wê dinivîsîne. Herwiha dema hevşabûnê Hesen dixwaze keçaniya (bekaret) Dilşayê carekê bi dest bixe. Lêbelê Dilşayê ji bo vê ne amade ye. Bêdestûra Dilşayê, Hesen daxwaza xwe pêk tîne û heta dawiyê diçe. Di wextê hevşabûnê de Dilşayê ne bi dil pê re dibe, ji ber ku Hesen wê diêşîne. Dilşa ji ber xwîna ser doşekê û ji ber ku keçaniya xwe winda dike, debar nake xwe ji şibakê diavêje kolanê.

Dogan, di çîroka xwe de li ser tabûya keçaniyê radiweste. Nivîskar, bi lehenga xwe ya jin Dilşayê vê yekê bi me dide nîşan. Wêneya jina ya di hişê mêran de ew e ku; jin hewceyê (mecburê) parastinê ne û amade ne xwe teslîmê mêran bikin. Lê belê haya wan ji tevgerên mêran tunenin. Jin her çiqas provakatîf bin jî ji bo mêran wek provakasyon tên dîtin. Di pergala baviksariyê de modela jina biçûk û wêneya mêr ji bo îmaj û rolên zayendî ya panîka mêraniyê ye (Süzük, 2013: 133). Civaka baviksalarî li dora jiyana jinan, zayendê û keçaniya navendî hatiye damezrandin. Her çend kodên cuda yên rûmet û namûsê hebin jî, ya herî girîng parastîna keçanîyê ji bo jinên nezewicandî ye. Ma jin zewicî û jinên nezewicî de ferqek girîng nîşan dide. Gava ku peyva “keç” ji bo jinên nezewicandî tê bikaranîn, peyva “jin” piştî zewacê tê bikaranîn. Têkiliya cinsî bi kesek din re berê yan di dema zewacê de ji bo jinan belgeyeke sernavê ya mutleq e (Hassanpour, 2005: 238).

Hesen ji Dilşayê re helbestan dinivîse. Helbestên wisa dinivîse ku Dilşa ji bo wan helbestan ji xwe diçe. Mijara helbestên Hesen li ser laşê Dilşayê ne. Hesenî, helbestên xwe li ser laşê Dilşayê diafirîne. Di civaka baviksalarî de perdeya keçantiyê safîtî û paqijiya jinan e. Kesa ku vê yekê winda kiriye ew lewitî ye, ne paqij û kêm e; nikare bizewice. Carna jî sebebê kuştinê ye, ji ber ku bi namûsê ve girêdaye. Em dîbînin ku windakirina perdeya keçantiyê, di derûnîya Dilşayê de û êşên biazar vekiriye. Bi destdirêjiya li ser Dilşayê ku ji aliyê hezkiriyê wê Hesen ve çêdibe bandorî li derûniya wê dike. Windakirina perdeya keçaniyê ji bo Dilşayê windakirina tapoyekê ye û ew dibe sedema mirina wê. Ji bo Dilşayê “bekâret” tepoyeke civakî ye û ew wisa dibîne. Ji ber ku nikare vê tapoya xwe hilweşîne ji hemû hêvîyên jîyanê mehrûm dimîne. 

Dilşayêji aliyekî bandora vê tapoyê li ser xwe vedibêje. Nivîskar jî ji aliyekî ve civaka xwe û feraseta civaka baviksalariyê rexne dike ku çawa jin bi perdeyekê ve ye. Di vir de em rastî ramanên nivîskarê tên. Jineke ku di civakê de dema ku êdî ne xwedî perdeya keçanîyê ye û keçaniya xwe winda dike, di derûniya wê de qulekê vedike. Nivîskar vê yekê di nav qalibê zimanê civakê de bi helbestên Hesen yên li ser laşê Dilşayê aniye ziman. Hemî zagonên civakê li ser vê feraseta baviksalarî, li ser jinê ava dike. Helbestên li ser laşê Dilşayê balê dikişîne ser mesela perdeya keçanîyê. Wateya ku ji peyva xerakirinê tê famkirin, dîsa keçanî ye. Ger ku perdeya keçanîyê ji holê rabûbe, êdî Dilşayê hatîye xerapkirin. Peyva xerapkirinê di xwe de wateya herimandinê û piçûkxistinê dihewîne. Di civakê de dema ku jin bekareta xwe dide mêrê xwe aîdîyata xwe jî dide wî. Loma winda kiribe keçanîyê jinê wekî ku hatîye xerapkirin tê hesibandin. Nêrîna serdest ya civaka baviksalar, çawa ku jintî û mêrîtîyê bi kategorîyên çandî û çêker ji hev veqetandîye, wateyan bi qîma dilê xwe li zayendiya wan jî bar kiriye.

Ev wateye wekî ku sirûştî bin bi aliyê wan yên biyolojîk ve bi mane kiriye. Di hevokên jêr de vebêjêr piştî bihevşabûna Hesen û Dilşayê nêrîna li ser zayendê û bekareta jinan û mêran vedibêje. Heman tişt ji bo her du zayenda çawa berevajî ye, tîne ber çavê me. Zayendek pê serbilind û yek jî pê stûxwar e. Armanca nivîskar di vê çîrokê de çiye? Herweha em dikarin bibêjin, nîvîskar bi vê vegotinê bal kişandîye ser vê dîtina civakê ya newekhev. Lorîn S. Dogan di vegotina têkiliya Hesen û Dilşayê de, nêrîna civaka baviksalar û mêrserwer ya li ser jinê, bi awayekî eşkere radixe ber çavên me. Tenê ev nîne civakên ku kevneşopîya baviksalarîyê lê xurt dimeşe, cihê jinê, tiştê ku jin dikare bike û yên ku nikare bike, ji aliyê vê nêrîna serdest ve tê dîyarkirin. Nivîskar helbestên Hesen ku dinivîsê bi perdeya keçanîyê ve girêdaye. Lêbelê ev pîr û pakîya bekâretê, ji bo mêran ne derbasdar e, berevajî vê yekê ew cihê mêranê yê û şanaziyê ye. Di civaka kurdan de keçanî mijareke girîng e. 

Dogan, mijareke sergirtî ya zedê li ser nayê axaftin tîne zimên û tapoya bekaretê çawa bandoreke mezin li ser jiyana jinan çêdike, balê dikeşîne ser vê gelemşeyê. Têkiliyên cinsî ji bo avakirina saziya patrîarkî gava yekemîn e. Yanê têkiliya cinsî îqtidarê dimeyîne. Bi têkiliyên cinsî tevgerên jinê di vûlvayê de tên astengkirin. Yanê civak, her tevgera jinê tîne li ser zayendê ava dike û li gor vê yekê wate dide tevgera jinê. Tevgerek ku hate kirin, zayenda vê tevgerê ji bo civakê gelek girîng e. Heke ku xwedîyê vê tevgerê mêr be, tu pirsgirêk tuneye. Lê ku ne mêr be, wê demê nirxên civakê hegemonyaya xwe nîşan dide. Di çanda kurdan de laşê jinê ji bo zirîyeta mêran wek amûrekê tê bikaranîn. Ev yek jî li ser laşê jinê rolên çandî û civakî dide barkirin. Hesenî di vir de Dilşayê wek amûreke cinsî bikartîne. Dixwaze ku heya dawî here, qesta wî ya heta dawiyê bidestxistina bekaretê ye. Ger laş û keçaniya Dilşayê nebe ya Hesen hingê Dilşa nabe ya Hesen. Bekaret û laşê jinê ji bo ku mêr jinê bi dest bixe xaleke girîng di xwe de dihewîne. 

Dogan, li ser lehenga xwe ya jin Dilşayê dixwaze çi bîne ziman? Dogan, di çîroka xwe de dermankirina xisleta taybetî ya cinsiyeta jinê wekî têkiliya ku jin bi zimên re saz dike vê yekê bêtir eşkere dike. Ger rêza zimanê ku cinsiyetparêziyê li dora hêmana zilam saz dike, an jî berbiçavkirina hêmanên nêr ên ku nîşan didin ku zayendê di nav zimên de sazkirî ye, wê hingê pirsgirêka hem vî zimanî hem jî têkiliya bi vê zayenda jinê re bi hev re derdikeve pêş. Pirsgirêka laşê keçikê (ya ku ew di derheqê laşê xwe de çi dizane an nizane) dibe pirsgirêka laşê jinê (ya ku li ser vê laş dikare were sembolîzekirin) wekî zimên. Armanc ew e ku jin di heman demê de hem ji serdestiya hêmana falîk û hem jî ji zimên were paqijkirin. Ev tê vê wateyê ku jin berî vegotina cudahiya sembolîk û qanûn, nokteyekê û jêderkeke tête destnîşankirin. Têkiliya bijarte ya jinan bi wê rehberê re dide wan ku ew derbasî forma bingehîn ya derbirînê dibin li derveyî gera danûstandina zimanî. Ev xala jêderkê laşê dayîkê ye; ji cudahiyê bêpar e, lê dîsa jî ew cihek e ku tê de keç hay ji xwe dibe.

Wê hingê keçik dê neçar bimîne ku vê dilxweşiya ku ji hêla naskirinê ve hatî peydakirin bişkîne yan devaluze bike da ku bi hêmana phalîk re bibe yek. Dema ku behsa parêzvaniya jinbûneke xwerû dike, ew eşkere ye ku têkiliyek safî, refleksîf ya di navbera dayîk û zarok de tête fikirandin (zarokek yek-keçik bi tevahî xwe di dayîkê de nas dike). Ev, careke din têgeha daxwazê ​​paşguh dike. Wekî encamek, di mêyitîyê de bi têgihiştina rasterast ve, têkiliya yekser ya koka xwe tête pênasekirin. Di encamê de ev înkara dabeşbûnê ye ku dihêle jin bigihîjin zimanekê cuda - xalek ku peyv û tişt neyên veqetandin û cihê ku laşê dayîkê gihîştina qedexeyê yan qanûnê tehdît bike yan bide sekinandin. Ger jin wekî ya din tête pênasekirin, ne ji ber ku xwediyê cewherek din e, lê ji ber ku ev pênasîn bixwe wê wekî ya din çêdike. Lacan cudahiyê înkar nake. “Cudahî tunebû, ez çawa dikarim bêjim tiştek wekî têkilîya cinsî tune?” Lê ya ku divê bê pirsîn "domdariya” eşkere ya vê cudahîyê ev laş an tiştek din e, dabeşkirina ku ew ferman dike û pênaseyên jinan e.'' (Rose, 2010: 91-92-93-94). Ew hîpotez dike ku “hêviya girtina cîhana impulsiv bi vî rengî” li ser fantazîyekê ye “ku ji hêla sazûmanek ve tête piştgirîkirin” Ew fantazî ye ku dihêle em bihuşteke ku me winda kiriye, di dewleteke sûcdar û şermok de, di rewşa dilovaniya ne-zayendê, dilovaniya bê-impulsivity de xeyal bikin… Ev jiyanek bêserûber e, hezkirina berî zayendê, hebûna berî impulsive her tiştî xerap dike (Godfrind, 2014: 60). Dilşayê ew qas paqij e ku ji helbestên Hesen qet fam nake. Dema ku Hesen helbestên ji wê re dixwînî kêfa wê ji wan helbestan dihat. Hesen her dibêje ger tu yanî laşê te nebûya min nedikarî helbestên xweş binivîsiya. Di çîrokê de Dogan, lehenga ya jin Dilşa zelal û paqij afirandiye û di helbestên Hesen de tiştên xerab nabîne û nafikire. Her dem ji Hesen hez dike. Lêbelê li vir tênegihiştina hîsên cinsî hene. 

Dilşa qet fam nake çima heta cihekî dikare bi Hesen bibe. Lêbelê Hesen heta dawiya çîrokê jî dixwaze di hevşabûnê de heta hetayê bi Dilşayê re herê. Ev tişta bêsînor helbet keçkaniya Dilşayê ye. Ji bo ku keçkanîya wê bi dest bixe Hesen dixebite. Herwiha keçkaniya wê bi dest dixe û ew serbilind dibe. Dilşa matmayî dimîne. Loma keçkanî ji bo wê tapoyek e. Ji bo ku tapo hate hilweşandin ji alîyê derûniyê ve tesîreke mezin di Dilşayê de çêdike. Radibe diçe ber şibakê xwe diavêje kolanê û dimire. Hesen bi wê xwîna li ser doşekê helbestên wisa xweş dinivîse, dibe sedem ku Dilşa bimire.

LÊNÛSK

Selma ji bo ku hezkiriyê xwe bibîne, diçe Rihayê. Herweha Selma, hîsên xwe û hezkirina xwe ji bo hezkiriyê xwe re dinivîse lêbelê nameyên wê bêbersiv dimînin. Dema digihîşe ba hezkiriyê xwe xebereke nebaş ji wî dibihîse. Hezkiriyê wê yeke xwe din ditiye, pê re nîşan çêkiriye. Selma hêviyên wê hemû di carekê de hildiweşin. Hevalê wê yê ku saleke zêdetir pê re bûye, ji ber ku Selma jê hezkiriye û pê re razaye, tiştên nebaş jê re dibêje. Selma debar nake, di wê kêliyê de jê vediqete. Hezkiriyê Selma ku navê wî di çîrokê de tuneye belkî bênavbûna wî temsîliyeta hemû mêran dike, ji ber ku Selma pê re radizê û hemû tiştê xwe dide wî dibe sedema jihev-veqetînê. 

Di civaka baviksalarî ji bo mêrekî nebûna perdeya keçaniyê, nepakî û kêmasiyeke mezin e. Ev yek ciyê riswabûna jinê ye. Di nav civakê de herweha carina dibe cihê kuştinê jî. Paqijiya jina berî zewacê ne tenê vebijarkeke takekesî ye di heman demê de mijareke malbatî ye jî. Ji ber vê yekê, laşên jinan ji hêla malbatê ve têne kontrolkirin. Pardariya jinê ne pirsgirêkeke kesane ye lê diyardeyeke civakî ye. Bîrbûna jinên nezewicî ji bo gelek çandan yek ji mijarên herî girîng e. Tê payîn ku jinên nezewicî di şeva zewacê de “bêpar” bin. Keçaniya keçik an jinê paqijbûn û dilsoziya jinê ya ji bo malbata xwe û mêrên xwe dide der. Keçiktiya bûkê, bi wateyekê hem ji bo malbata wê û hem jî ji bo malbata zavê nirxek e yan sermaye ye. Zayendê ya berî zewacê bûye tabûyek bi hêz. Ev xema civakê ya li ser keçaniya jinê di tabûyan de, herî dawî di adetên şeva dawetê de hate xuyangkirin. Hîmena bêhempa ya jina nezewicandî delîleke berbiçav ya “ne-qirêjbûna” wê ye (İlkkaracan, 2003: 115-116-117). Pirî caran, şeva zewacê ji jinan re dibe kabûsek. Xemgîniya wan bi zindîhiştina kevneşopiyeke kevnar ya malbata zava ku hem li keçanîya (bekaret) bûkê û hem jî “cawê xwîne” a ku dê zilamtiya zavê bide îsbatkirin û xurt bike xaleke pir girîng e. Ji bo pîraniya jinan, bi taybetî jî di civakên kevneşopî yên ku baviksalarî de, bi sedsalan e ku xwedî wateyek taybet e. 

Di navbera siyasî û zayendê de têkiliyeke zexm heye: Wêneyên laşê mirovan û wêneyên xweser mixabin qertên ku çînên serdest di seranserê dîroka mirovahiyê de bikartînin, ku ew dîroka xebitandinê ye û di çarçoveyek dîrokî de tête hesibandin, têkiliyên zayendêqadek e ku tekoşîna çîn li ser wê tê sûd digire û xwe îfade dike. Di vê çarçoveyê de, ji xeynî têkiliyên hilberandinê, pirsgirêka ne xwendewariyê ya di nav jinên hejar de, nemaze yên li gundan ve, dûrxistina wan ji perwerdehiyê û sektora nûjen û ew hemî fuhuş, ku li welatên xwedan bêkariyek mezin sektoreke mezin ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê, karûbarên zayendê yên ji hêla jinên çînên jêrîn ve divê wekî malên li sûka aboriya baviksalarî ya ku ji hêla hêzên emperyalîst yên navneteweyî û hevkarên herêmî ve tê de serdest in, werin nirxandin (İlkkaracan, 2003: 113). Zanîna kêm jinan ya li ser zayendperestiyê timûtim li gor dezenformasyon û efsaneyên ku piştgiriyê didin kodên reftara hişk yên ku ezmûna zayendê ya jinan bi tundî sînordar dikin û herweha dibingeha wan de cih digire. Pêdivî ye ku avahiyên civakî û çandî yên zayendparêzîyê di çerxa civakî ya baviksalarî de were danîn ku ji hêla newekheviyên zayendê ve di her du qadên taybet û giştî de dîyar dibe. 

Têgihiştina cinsîyetparêziyê ya ku li gor rolên zayendê teşe girtiye di gelek efsaneyên civakî û bêjeyên hevpar de tête xuyakirin: “Jin ji hêla xwezayê ve pasîf in, mêr ji hêla xwezayê ve çalak in”, “tevgera cinsî ya jinan ji ya mêran kêmtir e” û “cinsiyeta jinan piştî menopozê diqede” û hwd. Encama vana ew e ku zilam çi dibe bila bibe, hewceyê ejakulasyona zayendê ne û ji bo jinan zayendê bargiraniyek e ku divê bi bêdengî were qebûlkirin, berpirsiyarîyek ku tenê armanca dayîkbûna zarokan e, ji têgehên kêfê bêpar e. Ev avahiyeke civakî ye ku armanc dike ku zayenda jinê bi sînor bike, tune bike, kontrol bike û bişkîne. Rêgezên hişk yên ku tevgera zayendê ya jinan bi rê ve dibin, jinan wek amûrekê bikar tîne da ku “jinên xwe” di bin kontrola bav, mêr û birayên xwe de bigire ku ew wek berpirsiyarîya xwe ya domandina paqijîya xwe qebûl bidin; xeletîya jinê ya di parastîna giramîya xwe de wekî sedemeke rastdar ya tundîya li dijî xwe dibîne. Bi gelemperî kodên reftara zayendê gihîştina qada giştî ya jinan teng dike û ev sînorkirinên hanê paralel bi rolên jinan yên civakê têne hesibandin, hemî di nav sînorên qada taybetî de, ji zewac, xwedîkirina zarokan û danîna xanî pêk tê (İlkkaracan, 2003: 196-197). Virginîtî (bekaret an keçanî) di nav mêran de pirsgirêkek e, jin di vê mijarê de tenê rola navbênkarê yan amûreke bêdeng de cih digirin.

Mîna namûsê, ew diyardeya dilşikestinek safî ya ku mêr bi keçantiyê ve girêdayî ye û di avahîyên civakî de tê dîtin ku newekhevî bi kêmasiyê tête nîşankirin, ku hin kes ji xwe-rûmetê bêpar in, hêza tekane ya mirovî, ya rasteqîn, ji ber ku hin kes ji hêla hinên din ve bi rûreşî têne serwerkirin. Têgînên namûs û keçaniyê rûmeta mêr di navbera du lingên jinê de bicih dike. Mêr ew e ku statûyê bi destverdana tevgerên jinên ku xizm in an meriv in û qedexekirina têkiliya bi mêrên biyanî re, ne bi serdestkirina xwezayê yan dagirkirina çiya û çeman e (İlkkaracan, 2003: 100). Civaka kurdan civakek bi simbêl û nêr e. Jin di civaka baviksalarî de tenê wek “pirsgirêk” derdikevin pêş. Dema ku em li wêjeya kurdî jî dinhêrin mixabin ew jî wisa ye. Berhemên nivîskarên jin pir kêm in û wêneyê wêjeya kurdî wêjeyekî bi xwedî simbêl e. Civak û mêr kirasekî li jinê dike her diçe wî kirasê lê teng dike. Lorîn S. Dogan ne tenê neynikê dide ber civakeke derengmayî, bi cesaret, pê li wê pergalê dike, dixwaze hilweşîne. Nivîskar qala rojên xweş dike ku karakterên jin û mêr di çîrokê de bi hev re derbas kirine. Wê di çîrokên xwe de bi xeyalekê dest pê dike, herweha bi wê xeyalê di çîrokên xwe de rastiya civakê diafirîne. Di çîrokê de em hundirê jinê dibihîsin.

Kontrola baviksalarî li ser laşên jinan bi kodên namûs û şermê tête hilberandin. Rûmet bi giranî bi rewabûna bavtiyê re eleqedar dibe. Daleney destnîşan dike ku di hin civakan de laşên jinan wek tov têne dîtin. Di vî warî de “hêjahîya jinê” bi wê ve girêdayî ye ku ji hêla mêran ve nayê qirêjkirin. Gumanbareke piçûk bi xwe re gumanên mezin çêdike ku tovên mêr ewledar e. Ji ber vê yekê pejirandina civakî ya paqijiya jinê bi zilamên ku ew diparêze ve girêdayî ye û tê nîşandan. Virginîtî nirxek e ku ne tenê ya jinê wekî kesek dihesibîne herweha amûrek e û ji bo parastinê ye. Lewre namûs û keçaniya jinê gelemeşeya tevahîya malbatê û civaka baviksalarîyê ye. Têkiliyên malbatê pir xurt in û ji hêla malbatên mezin yên kesane ve di çandek wekî Tirkiyê de ku formên têkiliyên baviksalarî ne, mêr serdest in (Daleney, 1978. Duben, 1982. neql ji İlkkaracan: 2003:116). Dema hezkiriyê Selmayê dibêje destgirîya min tenê bi paş ve bi min re dibe. Lêbelê xwedê dizane berî min tu bi çend mêran re bûyî. Ez dê çawa ji te bawer bikim. Lêbelê destgirîya min ji xencî min bi tu kesî re nebûye. Gava bi min re dikeve têkiliyê jî têne dihêle em ji pişt ve bi hev re bibin. Em ji hezkiriyê Selmayê vê fam dikin “Lewre keçanî di navbera mêran de” gelemşeyek e. Loma Selma tu car keçanîya xwe ji xwe re nekiribû pirsgirêk. Lewre keçanî ne ji bo jinan lêbelê ji bo mêran pirsgirêke mezin e. Selmayê bi hîsên xwe tevdigere û tu car tiştê xerab ji bo hezkirîyê xwe nafikire.

Nivîskar, di çîroka “Lenûsk” de nav li lehengê xwe yê mêr nekiriye. Di her du çîrokan de jin di nav tenêtiyekê de ne. Tiştên ku di hişê jinê de derbas dibin têne vegotin û haya jinan jê nabe. Di dawiya çîrokan de em dibînin ku mêr xwedan karakterekî kûr û serwer in. Ew qas serwer in ku fahm nakin ku jinekê çawa diêşînin an bala xwe bidine êşa jinan jî lêbelê xemeke wisa dixuye ku ev xem jî piçûkxistina jinê ye. Li vir, di xala hezkirinê de, rastîya ku jin nikare xewna xwe pêk bîne xaleke din e ku di çîrokê de tê destnîşankirin. Tenêbûn, serxwebûn, takekesî, têkoşîn, lêgerîn, hewldana xwe îspatkirin, pirskirina zayendê ji bo lehengên jin faktorên girîng in. Lêbelê ew hîn jî hewcedarîya xwe bi zilamek, ango dişibiya bavê xwe û ku ew bav e, tîne ziman. Di çîrokê de nivîskar pirsa hundirîn ya lehengên jinê pêşkêşî xwendevan dike. Di çîrokan de lehengên jin rola ku jinbûna ku civak pê re ferz dike dilsozî û bêçaretiya zilam digire û jin di hişê xwe de semboleke mêr ya rizgarker heye. Di çîroka “Lenûsk” de lehenga jin ya nêrînên xwe li hember lehengê nêr tîne ziman. Dogan, bi saya kesayeta jinan ên di çîrokên xwe de tenêtî, dilşikestin û bêwateya ku mirovên nûjen di cîhana xwe ya hundirîn de bi rengekê dilêş û bi bandor vedibêje, îfade dike. Di çîrokê de, di derbarê navên karekteran mêr de zêde agahî tunebûn û di çîrokê de cih yanî mekân bi xanî ve hatîye sînorkirin. Em di her du çîrokan de perçebûna gîyanî, westîn û bêhêvîtiya karakterên jin dibînin.

Lorîn S. Dogan, bi lehengên xwe yên jin û vebêjerê sembolîk çîroka xwe radigihîne xwendevan. Kirasê Teng pirsgirêk û êşên ku keçên ciwan dibe ku rûbirû dimînin tîne zimên û jinên wisa afirandîne ku jin zaroktî û ciwanîya xwe li pişt xwe dihêlin. Nivîskar, bi karakterên xwe yên jin re qirêjîya civaka baviksalarî li dû wan dihêle û destûrê dide ku jin gav bi gav ber bi jinbûnê ve pêşve diçin. Herweha jin di çîrokê de bi tevgerên “Xwîna Doşekê” de lehenga jin têkîlîya xwe ji bo dawî bîne xwe dikuje û di çîroka “Lenûsk” de jî jin mêr dihêle û diçe. Selma ji hezkiriyê xwe vediqete. Karaktera jin ji kesayeteke naîf ya ku ji zarokatîyê ve veguherîye jinbûnê, wekî kesayeteke ku bêgunehiya wê derbas dike bi guhdarîya tiştên ku mêr di dawîya çîrokê de dixwaze, nîşanî xwendevan dide. Di civakên kevneşopî de, keçparêzî û paqijîya jinan pir girîng e. Lê ji paqijiya mêr re girîngî nayê dayîn. Lêbelê tenê ji bo jinan wekî xaleke girîng e û şehrezayî ye, divê bi exlaq û rûmet be. Nivîskar di çîrokê de dîyar dike ku “keçbûn û paqijî” di civakeke baviksalarî de girîng e. Di çîrokvanîya kurdî de çîroknûsên jin pir kêm in. Lorîn S. Dogan, belkî bi nivîsandina van çîrokan dixwaze bi hişmendiyek jinanê tevbigere û dixwaze kod û tesîrên mêrane yên di nava wêjeyê de deşifre bike û wêjeyê ji bin vî barî derxîne. Me bala xwe da fikr, nêrîn û ramana civaka baviksalarîyê ka herdu çîrokan de bandorek çawa kiribû. 

Çavkanî:

Blank, H. (2012). Bekaretin “El Değmemiş” Tarihi. (Çev) Emek Ergün. İstanbul: İletişim Yayınları.

Godfrind, J. (2014). Kadınlık Kadınlara Nasıl Gelir. İstanbul: Bağlam Yayıncılık.

Hassanpour, A. (2005). “Kürt Dilinde Ataerkilliğin (Yeniden) Üretilmesi.” (ed.) Shahrzad Mojab. Devletsiz Ulusun Kadınları Kürt Kadını Üzerine Araştırmalar. (307-350). (Çev. Fahriye Adsay, Sema Kılıç, Ekin Uşaklı). İstanbul: Avesta Yayınları.

İlkkaracan, P. (2003). Müslüman Toplumlarda Kadın ve Cinsellik. (Çev. Ebru Salman). İstanbul: İletişim Yayınları.

Rose, J. (2010). Görme ve Cinsellik. İstanbul: Metis Yayınları.

S. Dogan, Lorîn. (2007). Kirasê Teng. İstanbul: Avesta Yayınları.