Deriyê dil: Şevbuhêrka şiîrên kurdî-almanî

Li bajarê Almanya Bochumê roja yekşemê li şanoya bajêr şevbuhêrkeke helbesta kurdî-almanî bê sazkirin.

Fotograf: Thomas Robbin
Google Haberlere Abone ol

DUVAR - Li Almanya li bajarê Bochumê, yekşemê saet 18.00an de li şanoya bajêr şevbuhêrkeke helbesta kurdî-almanî tê sazkirin.

Abdullah Încekan û Karîn Moog dê helbestên şairên kurd Rojen Barnas, Abdullah Peşêw, Şikoyê Hesen, Berken Bereh, Arjen Arî, Mueyed Tayib û klasîkên edebîyata Almanî J. W. Goethe, Heinrich Heine, Erich Fried, Ingeborg Bachmann, Rainer Maria Rilke û Friedrich Nietzsche bi zimanên kurdî û almanî pêşkeş bikin. Kemanjena naskirî Nûrê Dlovanî û piyanîst Zelal jî dê bi mûzîka kurdî çalakiyê de cih bigirin.

Ev cara dudiyan e li Schauspielhausa Bochumê şiîrên kurdî li ser sehneyê cî digrin. Di bernameya sala borî de tenê şiîrên Abdullah Încekan ji almanî wergerandibûn kurdî hatibûn xwendin. Vê carê Încekan ji helbestvanên kurd jî hin helbest wergerandin almanî. Lîstikvana Alman Karîn Moog dê wan bi almanî, Abdullah Încekan jî bi kurdî bixwîne.(ÇAND Û HUNER)

Cihê bernameyê.