Çîroka 'Heft Îşîyên Tirî' û dayika kurd Şemame

Neqşebendî û lehenga wê Şemamê dixwazin derbîrinên jinên kurd yên dirokê ku kişandine, bi vegotinê, bi nivîsê, bi têkoşînê, bi axaftinê bîne ziman.

Google Haberlere Abone ol

Elîf Gûn

Serfîraz Alî Neqşebendî, di sala 1952ê de li gundê Bamernê, qeza Amediyê ji dayîk bûye. Di sala 1980ê de pişka rêvebirin û aboriyê li zaningeha Silêmaniyê bi dawî aniye. Di sala 1970ê de dest bi nivîsê kiriye û berhemên xwe di rojname û kovarên kurdî de belav kirine û di festîvalên edebî de jî, li Kurdistana Başûr beşdarî kiriye. Endamê Yekêtiya Nivîskarên Kurd e. Niha jî li Kurdistanê ye (Duhokî, 2014, 25). Serfiraz Alî Neqşebendî, ''Heft Îşîyên Tirî'' di antolojiya çîroka kurmancî ya başûr de ku ji aliyê Xelîl Duhokî ve di sala 1995an de hatiye amadekirin, di nava 24 nivîskarên mêr de, tenê ew jin e. Çîrok behsa serboriyên dayîkekê kurd ya bi navê Şemamê dike. Şemamê dayîka heft zaroka ye. Leşkerî Baasî û di dema Enfalê de, gava ku xelk ji ber leşkerên Îraqê direvin, ew û zarokên xwe di nava şikeftekê de xwe vedişêrin. Şemamê, gava ku ji bo zarokên xwe derdikeve derve ku biçe nava rezan û tiriyan ji wan re bîne, ew ji aliyê leşkeran ve tê girtin. Rêya jinên ku ji aliyê leşkerên Baasî vê tên girtin diyar e û vegera wan ji wê rêyê tuneye.

Her çi qas Şemamê li zarokên xwe yên ku di şikeftê de asê mane bifikire jî, ew mecbûr dimîne ku wan di wir de bêxwedî û bêkes bihêle here. Dema ku leşkerên Iraqî wê digrin qet naxwazin li wê guhdarî bikin. Herwiha Şemamê her kêliyê rewşa xwe û ya zarokên xwe difikire, dibêje ku ya baş ku qet leşker bi zarokan nehise wê baştir bibe. Heger haya leşkeran ji zarokan hebe teqez wê wan jî bigrin û li wê derê bikujin. Pirsgirêk ew e ku devê şikeftê bi kevirekî hatiye girtin. Loma her heft zarok, dîsa jî di xeterê de ne. Lewma Şemamê dizane heger ew venegere zarok dê nikaribin ji wê şikeftê derkevin derve. Her çi qas bifikire jî çareyekê nabîne ji xeynî ku wan emanetî Xwedê bike. Herwiha Şemamê ji duayan pê ve tiştek ji destê wê nayê. Di destpêka çîrokê de Şemam di hundirê xwe de diaxive. Ji bo zarokên xwe li çareyekê peyde bike, ji aliyekî weşîyê tirîh dijmerê û dixe tûrikê xwe. Şemam di nava mitalayan de ye. Heger zarok dengê xwe derxin leşker bi wan bibihîsin dê wan bikujin.

''Di qelema Serfiraz Alî Neqşebendî de, em hin hêlên vegotineke pêşketî û avakirina lehengan ya xurt dibînin ku her du jî bi hevdu ve têkildar in'' (Aydogan, 2009, 193). Herweha cudahiya zayendê li ser terza nivîskar, mêr be, di tema û motîfên wî de mêr sereke ye. Li aliyek din nivîskarên jin jî zêdetir wesf û taybetmediyên xwe yên kesayetî di imgeyan de bikartînin. Neqşîbendî, belkî wesf û kesayetiya xwe ya jinane em di kesayeta Şemamê de jî bibînin. Di tirimbêla leşkeran de gelek jin hene û zarok hene. Yek ji wan li hemberî zilm û zordariyê serî ranakin. Lêbelê Şemam dema ku tê girtin, dema ku dibin girtigehê, dema ku îşkencê lê dikin heya mirinê li ber xwe dide. Ji bo zarokên xwe her dengê derdixe, diqîrê. Şemam dixwaze dengê wê bibihîsin. Lê tu caran dengê wê nayê bihîstin. Dema dengê xwe derdixe jineke pîr dibêje bes li ber xwe bide. Dengê xwe dernexe naxwe wê te jî bikujin. Şemam bi sekna xwe ya li hemberî dijmin jinên kurd yên wê serdemê temsîl dike. Jinekeke kurd ku hemû barên giran yên jiyanê di stûyê wê de maye. Neqşebendî, serlehenga xwe Şemamê bi hişmendiyeke jinane afirandiye. Şemam bi tena serê xwe li her heft zarokên xwe xwedî derdikeve. Herwiha dema şer e û mêr ji bo ku herin şerî terka mala xwe kirine.

Ji ber vê yekê jin di bin barekî giran de dimînin û mecbûrî dijîn. Di çîrokê de em ji xencî leşkerên Baasî em rastî tu lehengên mêr nayên. Tevna bûyerê ew qas baş hatiye rêsandin ku em bi lehengen jin re dikevine fikaran. Dema ku Şemam dikeve nava xeyalan de ku çawa wê li zarokên xwe xwedî bike, wê wan çawa li hemberî leşkerên Baasiyan ve biparêze di nav gumanan de diçe û tê. Di van gotinên jor de ji ber neçariyê û mitaleyan de Şemam hewcedarî bi bavê zarokan re dibîne. Lêbelê bav terka malê kiriye û çûye şer. Şemam tena serê xwe maye. Her çi qas Şemamê hewcedarî bi hevalê xwe yanî bavê zarokan re anîbe jî lê tu caran Şemam bi mêrekî re nebûye jin. Nivîskar hebûna Şemamê bi mêrekî ve girênedaye. Bi taybetî jina kurd û dayîkên kurd bi çalakiyên kolektîf zanaveke nû bi dest xistin. “Nasnava dayîktiyê bûye xwedî naverokeke civakî, sîyasî û polîtîk” (Çaêlayan, 2017, 209). Şemam di dinyaya baviksalar de tê dinê, mixabin dinyayeke ku jinê mecbûrî dayîktiyê dike. Bav çûye şer, herwiha hemû tişt li ser pişta Şemamê dimîne. Şemam bi tevgerên wê em dibînin ku jineke xweser e, ne ji bo mêrekî ye. Belê her çi qas nivîskar dayîkbûna wê derxistibe pêş jî ev ji ber ku dixwaze wê bûyera dîrokî bîne berçavan û herwiha jin hingî di çi rewşê de bûn, hingî dewleta dagirker çi tîna serê wan dixwaze bi jineke têkoşer, cefakar bîne ziman. Dema ku Şemam ji aliyên leşkerên Baasî ve tê girtin, dixwaze bibêje ku her heft zarokên wê di şikeftê de girtî mane. Lêbelê ji ber ku Şemam bi zimanê erebî nedizanî, leşker ji wê fêhm nakin, herwiha ji ber zimanê erebî nizanê leşker henekên xwe bi nezanbûna wê dikin. Her çi qas zorê didinê jî ev nabe asteng ji bo Şemamê. Şemam ji ber ku gilî û gazinê xwe bîne ziman diqîre, diaxive, li hemberî zilma wan serî radike. Şemam ji bo zarokên xwe û axa xwe li hemberî leşkeran hiş nabe. Neqşebendî, lehenga wê ya jin Şemam bi xwedî maf e. Belê ji aliyê dagirkeran ve tê pelçiqan, lê dîsa jî heya dawiyê li ber xwe dide.

Şemam di çîrokê de hin pirsgirêkên civakê tîne ber çavê me. Di çîrokê de bi alîkarî û tevgerên Şemamê em rastî mêrên ku wêrekî û hêza xwe ji pergala baviksalariyê û ji pergala dewletê girtine li hemberî jinan tim bi şîdet in, tên. Ligel van tundiyan ku ji nav mekanîzmayên dewletê jî tên heye. Bi kurtasî em dikarin bibêjin nivîskar, di çîroka xwe de şîdeteke pirr alî ya li hemberî jinê xwestiye bîne zimên. Bi xwendina çîrokê em rewşa Şemamê, wê pîrê û jin û zarokê ku di tirembêlê de bûn bi wan lehengên jin re mirov cureyên tundiyê û tesîrên dewleta dagirker û mêrên serdest dibînin. Mêrên serdest di çîrokê de him dewletê him şerên dagirkeran him jî zilma leşkerên Baasî ne.

''Tiştên ku jin dinivîsin, her daîm aîdî jinê ye'' (Woolf, 2012, 185-186). Gotina Beauvoir mirov wekî jin nayê dinê, dibe jin bêhtir watedar dibe. Di derbarê nivîskariya jinê û peywenda bi wêjeyê re Simon de Beauvoir wiha dibêje: ''Rewşa ku jin tê de ye, wê ji bo xilasiyê ber bi lêgerîna huner û wêjeyê ve dibe'' (Beauvoir, 2010, 140). Neqşebendî belkî jî rewşa jina kurd tê de ye bi Şemamê ber bi lêgerînekê ve biriye. Neqşebendî û lehenga wê Şemamê dixwazin derbîrinên jinên kurd yên dirokê ku kişandine, bi vegotinê, bi nivîsê, bi têkoşînê, bi axaftinê bîne ziman. Jin pêdiviyên bi derbirîna xwe dibîne û dixwaze dengê xwe di jiyaneke çêker ya nivîsê de derbixe. Neqşebendî, belkî lehenga xwe ya jin li gor aîdiyetê xwe yên jinane nivîsandiye. Çimkî çîrok aîdî jinekê kurd e. Herwiha rewşa wan ya dîrokê bi zelalî aniye ziman. Tevna çîrokê li derdora Şemamê diçe û tê. Şemam jineke têkoşer e, ji bo xwe, ji bo zarokên xwe di nava têkoşînekê de ye. Çîrok çîroka Şemamê ye. Em dikarin bibêjin Şemam bi tevger, têkoşîn û dema ku li hemberî dijmin serî radike wî wextê jinên kurd temsîl dike. 

Binêr:

Beauvoir, S. (2010). Kadın “İkinci Cins” Bağımsızlığa Doğru. Onaran, Bertan (çev.), İstanbul: Payel Yayınları. 

Aydogan. Î. S. (2014). Guman 2. İstanbul: Rûpel Yayınları.