Celal Ekîn: Cihê ku zext û zilm hebe, wê berxwedan jî hebe

Heftekî de du konserên kurdî hat qedexekirin, çend hunermend jî hat binçavkirin. Ekîn, bal kişand qedexeyan û wiha got: "Gel wê her tim bertekên xwe yên nerehetiyê li hemberî vê pergalê nîşan bide."

Google Haberlere Abone ol

Semra Yansît

DUVAR - Li bajarên Tirkiyê konserên hunermendên kurd têne astengkirin. Konsera Mem Ararat ji aliyê Şaredariya Keçîorenê, konsera Metin-Kemal Kahraman ji aliyê walîtiya Mûşê, konsera Aynur Dogan jî ji aliyê Şaredariya Derînceyê hat qedexekirin.

Dengbêj Xalîde hatibû binçavkirin, piştî Xalîde, hunermend Zelal Gokçe jî hat binçavkirin. Bi minesebeta vê mijarê me bi Hevserokê Navenda Çanda Firat Dîcleyê xebatkarên çand û hunerê hunermend Celal Ekîn re axivî.

‘SAZÎ BÛNE ÎQTÎDAR’

Celal Ekîn di axaftina xwe de anî ziman ku her şaredarî û her walîtî bûye îqtîdar û wiha got: “Di sala 90an de jî gelek astengî li ser huner û çanda kurdî hebû. Hemû stranên kurdî ji aliyê Wezereta Çand û Hunerê ve dihat kontrolkirin. Rastî jî di wê demê de hebûna kurdan gelek pirsgirêk bû. Gava ku înkar kirina kurdan vala çû wê demê jî piştî sala 2000an de hinek tişt li Tirkiyê guherî lê ev guhertin tenê li ser nivîsî ma. Dibêjin tu qedexe li ser ziman û çanda kurdan tuneyê lê ev ne rast e. Îro li Tirkiyê her şaredarî û her walîtî bûye îqtîdar. Hunermend Xalîde, Aynur, Metîn Kemal li vî welatî têne qedaxekirin. Ev sazî, li gorî hişmediya xwe nêzik dibin û biryaran digrin. Dixwazin ku di nava gel de nîjadperestiyek ava bikin.”

‘GEL WÊ BERSIVA VAN NEHEQÎYAN BIDE’

Ekîn wiha berdewam kir: “Îqtîdar niha ne dikare çand, huner û zimanê kurdî tune bike ne dikare pêşve bixe. Ji aliyekê de TRT Kurdî heye û ji aliyekê din de jî qedexekirina çand û hunerê heye. Li hemberî van qedexeyan gel, stranbêj, nivîskar û her wiha kes helwestên xwe nişan dide. Pêşketin wê bi van helwestan pêk bê. Ji ber vê yekê dixwazin ku di nava gel de nîjadperestiyê û nakokiyan xurt bikin û gel bînin li hemberî hevdû. Ji ber vê yekê hunermendan bi taybetî jî hunermendên jin li gorî hişmendiya jiyana xwe bi şekil bikin û ê ku di vê çerçoveyê de dibîne jî ‘bêexlakî’ pênase dike û hunera wan qedexe dike. Her tim jin û ziman û çand ji bo iqtîdar bûye pirsgirêk. Gel wê bersiva van neheqiyan bide.”

‘PEYVA KURDISTAN ÇIMA QEDEXEYE?’

Ekîn di dawiya axaftina xwe de van tiştan anî ziman: “Helwest nîşandan tenê ne karê rewşenbîra ye. Gel hewceye ku nerehatiya xwe li hemberî vê pergalê bilêv bike. Ji ber peyvekê huner û çand tê qedexekirin. Cihê ku dar lê hebe jê re dibêjin daristan, cihê ku gor lê hebe jê re dibêjin daristan û cihê ku kurd hebe jê re jî dibêjin Kurdistan. Ev peyv çima qedexeye? Hewceye ku gel cihê ku dijî bi afirandinê xwe û bi zimanê xwe dengê xwe bilind bikin. Êdî rewş ne rewşa dema borî ye. Li kuderê zext û zilm hebe li wê derê berxwedan jî wê hebe. Qedexekirin kîjan zimanî bibe bila bibe ne raste û em li hemberî vî tiştî ne. Ez bawer dikim ku gel dê van rewşên giran jî derbas bike.”