Bo girizgehek helbesta Mizgîn Ronak

Li ser bergan em navan rakin û berheman wek anonîm bixweynin ew ê encama xwendinê çi be? Gelo haya me ji xwediyê berhemê û jiyana ku li pişt xwe hiştiye tinebûna me yê bi çi awayî nêzikatî bikirina?

Google Haberlere Abone ol

Li ser ziman sivik tê. Bi lez û bez di nav du lêv da derdikeve û hinda dibe. Ji bêhna biharê sî sal bêparbûn. Sî car rojbûnên ji azadiyê dûr di nav betonan da li pişt xwe hiştin. Sî sal ji pelên payîza rengî dûr. Sî sal li bin şeva tarî bêmeş. Sî sal ji deşt û newalên welat dûr. Sî sal ji dengê çem û robarên bêpar. Sî sal ji dê û bav dûr. Bi bira û xwişkan re ji xweşbêjiyê dûr. Sî sal li bin siya darek hesreta rûniştinê. Sî sal çavên ku ji deryayên bêserûbin bêpar. Sî sal li bin esmanek çargoşî da jiyanek. Sî sal bi gavên sînorkirî çûndin û hatin. Sî sal ji hezkiriyên xwe dûr, li ser belîfek serîdayînek ji serbestbûn û azadiye dûr…  

Ronak bi zimanê xwe nivîsî, bi peyvên xwe yê ku hezar salan li hemberî serdestan liberxwe dide, ji xwe re kir rêheval û dost. Hêvî û hesretên xwe neqişkir. Bi risteyên xwe deriyan li ber xwe hûlohor kir û derket gerê. Dîwarên bilind û xedar bi melodî û herikbariya zimanê xwe wek derenceyê da ber xwe û derket. Di risteyek xwe da wisa bang dike; “Jiyan azad e gerok e/li dinya û aleman digere/şûn û şopek nahêle/bi destan nayê girtin/bi çavan nayê hepiskirin.”[Gerok, r.68]. Sî sal bi nivîs û xebat li hemberî her tiştî belkî li hemberî xwe jî liberxwe da. Demek dirêj e ku li ser berhemên Mizgîn Ronak xwendinan pêk tînim; riste bi riste li ser berhemên wê re dimeşim. Û bi her gavî min dibe biharên welat, çemên ku dike guregur, ajalên ku di nav newal û li ser çiyan dijin, li bin esmanê şîn da kevok û bazên xwe ber didin ser geliyan, tîne ber çavan. Mizgîn Ronak hêjayê xwendinê û nivîsandiye, çimkî meseleyek wê heye ev mesele girane û bi ewqasî giranbûna xwe serfîrazî jî bexşkiriye, pişta xwe spartiye azadiyê û hezkirina welate xwe…  

Wêjeya hepsê çi ye? Min kir û nekir dernexist. Edebiyeta girtîgehê ji me re behsa çi dike? Mabest û helwesta ev “wêjeya girtigehê” balkişandina ser girtiyên nivîskar û azadiye ye? Di nav çar diwaran da bi qelem û peyvan liberxwe didin. Çiqas dengê wan em seh dikin?  Birastî dengên wan em seh nakin. Wek bayê ku ji nişkava rûyê me dixe û diçe, bivîne û dewamke! Îro digirtigehan da hepsiyên kurd 78 roj in greva birçîbûnê dane. Em çiqas dengên wan dibihîsin? Eleqayê me ya li ser girtiyên azadiyê di kîjan rewşê daye? Barê ku dane ser pişt qim nake ew ên ku li dervane û dibe ku bar hilgirin di cihê xwe da tevizine, lê di her rewşa xirap da wextên dijwar da dayikên kurdan her gihîştine hawara welat û zarokên welat, îro bi nobeda adeletê dîsa bi hemû wêrekbûna xwe li orta rastine. Wêjeya hepsiyan heye an tineye mijara nivîsek din e lê berxwedana vana bêhempa heye û ji hindir feyz û ferasatê belav dikin, ê ji derva re…

Li ser helbesta xeberdan ne hêsane. Bi qaliban nirxandin, şîrovekirin tehma xwendinê li erdê dixe û “sarbûna” ku Zeraq destnîşan kiriye û wek têgehek li ser sekiniye diqewime. Bi vê mebest û helwesta ku derdikeve pêşî di dawiya dawî da rexneyên poetîk xwe vedigerîne sûdbûnek bi êş. Bo pêşerojê ew ê çi bîne û bibe. Ji kederê ra hiştin korbûn e, têkçûn e. Heta ji destê min hatiye ji gelên cur bi cur helbestên wan dixweynim, li ser form û li ser forma ku watederiya helbestê bilindbûye, jihevdixim û tînim ber helbesta kurmancî. Ka em ji têgeha Goetheyê ku bi navê “Weltliteratur/Wêjeya Cîhane” ku daye ber me dîsa bibîrbixin. 

Hem dostê Goethe hem jî di heman demê da jî şagirtê wî nivîskar Eckermann re[Conversations On World Literature] di sohbetên xwe da cara ewil Wêjeya Cîhanê wisa bikaraniye; “Lê, bi rastî, em alman, civaka ku em tê dane buyerek wê bi çevçeveyek teng va çaxê em nenirxinin em ê nekevin nav rûmeta şewşewokî. Ji bo vê sedemê netewên biyanî çi danîne ortê bixwendina wan feyz digrim; û ji hemû kesan re wiya pêşniyaz dikim. Di van wextan da wêjeya netewî êdî bêwate dimîne; em ketine serdema wêjeya dinyayê û herkes dibe ku piyê xwe lê bîne/here ser kurm û kirasê xwe. Rêzgirtina li hemberî wêjeya biyaniyan nay ev wateyê ku em wan li ser serê xwe bigerînin û mînaka tikûtenê deynin pêşiya xwe.”[1827].

Goethe çaxê van hevokan dinivîsî destpêka salên 1820an da Îtalî [Tasso], Îranî [Hafız-î Şirazî], helbesta Îspanyolî û romana Îngîlîzî [Samuel Rîchardson] leqedar dibû. Bi bandora Hafiz-î Şîrazî Dîwana Rojhilat-Rojava weşandibû. Goethe hay jê hebû ku êdî nivîskarên biyanî bi çandên cur bi cur di dem ên cuda da dest li hev digerandin. Wiya bi hemû hêza xwe hîsdikir. Vêga em helbesta kurmancî dixweynin têkiliya wiya bi wêjeyên miletên din re daniye ne bi hêz e, yan em dikin bin piyên xwe yan jî li ser serê digerînin. Têkiliya me ya li hemberî wêjeya cîhanê bi vê esasê hatiye meşandin. Piştî berhemên salên 2000an ev nêrîn cihê xwe guhartiye û li ser nirxên xwe rabûye.

Meriv çiqas dikare helbestkar ji helbestên wî/ê derxe an ji hevûdin biqetîne? Çend roj berê ji xwînerek maîlek hatibû. Di maîlê da çend pirsên sergirtî hatibû pirsîn. Meriv dikare helbestkar ji helbestên wê/î azad bixweyne û analîzan bike? Helbestkar çiqas ji berhemên xwe, xwe parastiye û berhemên ku nivîsandiye bi çi rengî daye ber dagirkirina hest û nêrînên xwe? Xwediyê maîlê bersiva xwe jî dabû û digot meriv nikare ji berheman bi temamî xwedî berhem ji hevûdin dûr bixe. Belê pirs û bersiva xwîner heta cihek bo min jî erê bû. Piştî ev maîle di hiş da çend pirs peyda bûn. Li ser bergan em navan rakin û berheman wek anonîm bixweynin ew ê encama xwendinê çi be? Gelo haya me ji xwediyê berhemê û jiyana ku li pişt xwe hiştiye ti agahiyek di destê me da tinebûna me yê bi çi awayî nêzikatî bikirina? Bandora xwedî berhem û naskirina –biyografiya- wî di esase xwe da li ser berhemên wî hem doneyan dide hem jî rê diyar dike. Kêm-zêde destpêkek dide meriv.    

Li ser helbesta Mizgîn Ronak çaxê hûr dibûm ev pirsên li jor di hişê min da ji xwe re cih amede dikir. Meriv ji kû va dest bi xwendinê bike û bi nêrînek çawa nêzî berhema wê bibe? Bêguman xwendina helbestên Ronak ji çar dîwarên zordestan û zilmkaran ew ê bêpar nîn be. Rastiya nivîskar û berhemên ku ji xwîneran re hiştiye şopên jiyanek nejiyayî tê dîtin. Gelek caran li hemberî jiyane notr bimîne jî dev ji gazînên hestî/însanî jî bernedaye. Ev gazînên heq û bi bingeh bi dîtina fînala jiyanê va jî motîveyek geş daye destê helbestkar. Bo vî ev motîvasiyona hêzî em behtir bi îmgeya “bihar”e va dixweynin. Bi du encamî em diçin serî -di esas xwe da ji encamê encamek derdikeve- yek em rastiya nivîskar zanin ku bi destên dadgehên mêtingeran sî sal li pişt deriyan da jiyanek nîvco, yên din di nava ev wextê dirêj da tiştên ku qewimine û li ser rûpelên hatiye dayîn. 

Jiyan, jixwe ji serî heta binî têkoşîn û liberxwedayîn nîne. Lê hin jiyan henin ku ji xeynî têkoşîne fedakarî û bi hişek jîr li hemberî zordestan û zilmkaran şûrê xwe bênavber weşandine. Yek ji yekî re gotiye em wisa bi rihetî nehatine van rojan! Bersiva ku Apê Mûsa dabû em bibîrbixin, heta ku me ev meseleya giran ji sifirê anî quş li me ketiya. Pirsgirêka welat û mêtingerbûna wî nifş bi nifş heta roja me xwe domand û neferên ku ev barê giran hilgirtine ser milên xwe bêguman cihek vanên taybet di dîroka welat da ew ê were behskirin, nivîsandin. Bi şoreşgerên xwe, bi nivîskar û helbestkarên xwe, bi lêkolînerên xwe, bi zimanzanên xwe, bi rojnamegerên xwe, bi dêrneherên xwe, bi stranbêjên xwe, bi wêrgerkarên xwe, bi weşenxaneyên xwe, bi serok û siyasetmedarên xwe… Kin û kurtasî bi hemû kedkarên ji bo azadiya welat milên xwe kirine bin bar; bi ziman û hişek afîrînerî dîrokê jinûva dinivîsin. Kî zane belkî  “Xençera” Celadet Bedirxan bi formên cuda cuda bi her serdem xwe daye xuyakirin.    

Bo wêjeyê digotin tu li kovarên matbu da tinebî tu tineyî, îro dibêjin tu li ser medyaya civakî tinebî tu tineyî. Çi tê pêşiya me em wan dibînin, tiştên ku dixwazin werin dîtin em dibînin, feqên ku serdestan bi rêya dijîtalîzmê va ji me re amede kirine dibe ku em bi nezanî ketibin û tê da zêde mijûl bûne. Ev feqa ku hatiye amedekirinê ji bo bi avê de biçe dibe ku em rûyê xwe bêhtir bizivirînin xwe, vegerînin hindir. Gelek nivîskar û helbestkar di nav çar dîwaran da bi îmkanên kêm û di ser da jî astengiyên xêrnexwazan bi metnên xwe derdikevin derva. Bi helbestên xwe, bi hevokên xwe jiyana ku bi fîzîkî hatine dorpêçandin. Qederek bêjî bi risteyan bibask dibin û li esman difrin. Rabûn û rûniştinên helbestkarek di girtîgehan da ji serî heta binî helbest nîne? Di deste wê/î de çi heye ji bilî peyvan û hişek ji xwe bawer? Di nav diwarên bilind û beton li pişt deriyên hesin, maltayên teng û dirêj, qawîşên bêhnteng û hewşên ku bi çend gav dawî dibe û ji betonê pêkhatiye çi heye? Hêvî heye, xebat heye, piştevanî heye, rêz û hezkirin heye, daxwaza serbestbûnê heye… Helbesta Octavîo Pazê bi navê “Hinartî/Gönderi”yê da du riste em bixweynin; “hatiye girtin, di nav çar dîwaran da (…) peyamên ku bersivên wan tineye dinivîsim”. Bi salan peyamên bêbersiv ji girtigehan da hat nivîsandin. Ji rewşa fîzîkî bêhtir li hemberî berxwedana/dijraberiya hiş va liberxwe didin û gazî wî û raste dikin…

Çaxê em ji roja xwe binêrin û ji hev bixînin helbest/an li hemberî me tabloyek bi kelacanî xuya nake. Em ji wiya fem dikin ku helbest di her zimanî da diwerime, ji xwe re derzên nû digere. Belkî her serdem wisa bû lê sancoyên wî ewqas giran nînbû. Li dijî têkçûnê û sûdbûna poetîk xwendin dermane. Hem bo zindîbûna ziman hem jî bazara wî li ser linga bimîne, guhertina ku ew ê ji xwe re bi cîh bike, bi eleqadariya civakê re, li ser wê hûrbûnek pozîtîfî ew ê derxe pêş. Lê li gor do em baştir in û bi aliyê pêşvaçûnê va jî ji do em bihêztirin. Firat Cewherî bîst û heşt sal berê li kovara Nûdemê da; “Bi kêmanî ev bîst sal in ku ez ji şoreşger û têkoşerên kurdan zehmetiya zimanê kurdî dibihîzim. Ew hem gazinan ji zehmetiya zimanê kurdî dikin, hem jî gazinan ji nebûna xwendevan û nivîskarên kurdan dikin. Ji bo Kurdistanê têdikoşin, ji bo rakirina qedexeya li ser ziman û edebiyata kurdî Ii ber xwe didin, tên girtin, îşkenceyên nedîtî dibînin, bi salan di girtîgehan de radizên, lê belê ew bi xwe ji bo vejandina zimanê xwe, ji bo naskirina kultura xwe, ji bo ji mirinê rizgarkirina ziman û edebiyata xwe zêde serê xwe naêşînin”[1]. 

Cewerî eynî nivîsa xwe da wisa domandiye û bo demê destnîşanek daye me; “Çi bigire hemû weşanên me kurdan bi zimanê tirkî ne, di rûpelên kulturî û edebî yên weşanên kurdan de ji berdêla danasîna berhemên bi zimanê kurdî, mirov gelek caran pêrgî danasîna berhemên bi zimanê tirkî tê; carina mirov pêrgî danasîna hin berheman tê ku nivîskarên wan an Kemalîstên tûj in, an jî gelekî dûrî pirsgirêk û rastiya kurdan in. Gava mirov ji hin weşanên kurdan gazinan dike û dibêje çima hûn weşanên xwe bi kurdî dernaxin, ew dibêjin ku kes bi kurdî naxwînin,”. Meqseda me ya em ji do çêtir û bihêz in bi vê armance min nivîsandan. Do nerasterast pirtûk hebûn ne jî girseya xwîneran li gor roja me mezin hebû. Nivîs wê bidome.

Binêre:

[1] Nûdem/F.Cewherî/Giringiya Ziman Kurdî/Hêjmar-18, Havîn-1996// https://bnk.institutkurde.org/images/pdf/7FUHM8VWZS.pdf

Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.