Bibîrxistin

Ew tim li wir, tam li wir bûn. Ew her li vir, tam li vir in… Lew ew ne bi rewşên awarte hebûn, ne jî dê bo rewşên awarte hebûna. Ew em bûn, ew em in, ew ê tim em bin.

Google Haberlere Abone ol

Mizgîn Ronak Aydin

Bibîrxistin, ji şik, texmîn an jî tesbîta jibîrçûyînê tê. Loma jî xwediyê armanc û fermanek e; dema yek ji yekê/î re dibêje; ''Ez bibîra te bixim', an jî ''jibîr neke'' û hwd… Em fêm dikin ku an îhtîmal an jî hal û ehwalê jibîrkirinê heye, an jî yên ku xwe bi van gotinan wek ''şiyarker'' wezîfedar dikin wiha difikirin. Loma jî zû bi zû ev gotin ji dev dernakeve, gere dernekeve jî. Ji ber ku ev gotin bi kurtasî dibe ''jibîr neke'', gulleyek e ku dipeke û ne tenê li ên ku bûne hedef, lê ên ku dibin şahid jî dikeve.

Her wiha ji bo ku ev gulle bi tu awî ji namlûya xwe nepeke jî mirov li gor xwe tevdîran digrin, tevdîrên jibîrnekirinê… Carna tiştên daringî (madî) ne ew tevdîr, carna jî dubarekirinên devkî ne. Ku we jî dîtibe, kal û pîrên me berê ben bi destên xwe ve girê didan, niviştan didan çêkirin an jî hin tiştan bi dîwarên malan ve dadileqandin û bi wê awê digotin; ''Min jibîr nekiriye, li bîra min e, wê ji bîra min neçe.'' Helbet niha navê van tevdîr û rêbazan tev bûye yek tiştekî; ''Alarmên telefonan'' . Ferqa wan a ji hev û feyde an jî bêfeydeyiya wan ji kîsê xwediyên wan in, loma jî em bêyî ku ''alarmek'' bidin lêxistin, ji vir derbasê wê gotina dilsoz a bo Qudûsê bibin; ''Eger ku te jibîr bikim ey Qudûs, bila destê min ê rastê hunera xwe jibîr bike, zimanê min bi ezmanê devê min ve bizeliqe…'' Wek piraniya metn û nivîsên Cihûyan zelal û bîrewer e, li zengilên hişmendiyê dixe. Û ya herî girîng, bi xwe re dipeyîve, ji xwe re dibêje, xwe hişyar û amade dike, ne yên din… Her wiha bi xwe bawer e jî. Jixwe ku her kes ji bo xwe şiyarker û birêketî be, dê berê ber mala her kesî/ê û dû re jî her der pak be ne; rastiya ku wek çandek kevnar hêj ji dema gundewariyê maye, hê jî ''rast'' û baş e.

Belam di pêvajoya hilbijartinê da jî di nava bi sedan rewşê de hal û rewşek bala min kişand; gelek kes û belavokan, bi awayên cûr bi cûr ferman didan, fermana jibîrnekirin an jî bibîrxistinê. Devê min nagere ku bêjim, lê mesela digotin; ''Ku hûn çûn ser sandiq/sindoqê, Dayîka Taybet bînin bîra xwe'' û nîrx û birînên me yên din jî rêzdikirin… Her carê mirov vediciniqiya, şerm dikir û xemgîn dibû.

Ma qey ew hêja û ezîz ên cangor, jibîr çûbûn, dihat gotin ku gere win wan bînin bîra xwe? Ew; ne ew dîrok û menewiyat bûn, tevlê zanîna me, tevlê hest û bîra me, tevlê xwîna me bubûn? Ma qet hewce dikir we wan wêneyên dilsoz, wan sûretên bi stêrkên welat xemilandî, wan sirûdên ku dilê me helandî, bidaya ber çavên me û wek hatibin jibîrkirin li me û li wan bikira? Ew qet ji ber çav û dilan, qet ji ronahiya nasnaman neçûbûn. Ew tim li wir, tam li wir bûn. Ew her li vir, tam li vir in… Lew ew ne bi rewşên awarte hebûn, ne jî dê bo rewşên awarte hebûna. Ew em bûn, ew em in, ew ê tim em bin.

Helbet ev rewşa goya ''polîtîk'' bê ku were fikirîn û lêpirsîn, wek bertekek bû û ji bertekên (reaksiyonên) dîjîtal (gelo ''dîjîtal''a ku ji ''dîgîtus'', ango ''tilî''ya Latînî tê, tenê di bin hukmê tiliyan de ye û nahêle hiş û aqil bikeve dewrê?) dihat, qaşo ji bo serkeftinê bû. Ji lew re wek pêşbeziyek çêbû û wêneyên me yên herî pir dema veşartî bin, sûretên me yên herî baş dema em çavên xwe digrin, dikarin û dizanin wan bibînin; bi hestên balkêş, hatin pêşkêşkirin. Wek ku bêjin; ha vê jî bibînin, ha vê jî bînin bîra xwe, ha ji bo vê jî bêjin ''erê'' an ''na''. Baş tê zanîn ku mesele çi dibe bila bibe, dema mirov hin tişt û nîrxan ''Ji bo hin tiştên din'' bîne rojevê, ''Ew tişt û nîrx'' armanc çi dibe bila bibe, ji bo xizmet û serweriya ''wan tiştên din'' tên bikaranîn.

Lew tu dibêjî ''Em vêya wiha bikin da ku filan tişt wiha bibe''. Ya ku agir bi malê dixe jî vêya ye. Lew tu nikarî wiha xwe serdestê her tiştî bibînî û ji bo xizmet an jî ''pêşveçûna pêvajoyan'' cîhên tiştan biguherînî û hinan bidî pêş, an paşê hinan. Ji ber ku nîrx û pîroziyên nasnameyî, ji siyaset û konjokturan bilindtir in, loma jî heyfa xwe distînin û bi awayek didin zanîn ku kes nikare muemeleyên seranser û li gor hişê xwe li wan bike. Loma jî lazim e mirov hay ji hemû bertek û kiryarên xwe hebe û tu car bê çira tev negere. Lew di roniya rojê de jî, çira û ronî lazim e.

Bila bi vê çarîna min (Ji Kirasê Heyvê) wexta we tim ronî be.

Cîhê Saetê

Me li cîhê saetê

Dilê xwe derdixist

Lê dinêrî

Wext tim şefeq bû/nav: jibîrkirin mumkun e?

Etiketler tiştok jibîrkirin