Bi teleskoba fezayê ya Hubble li gerstêrkekê dîtina avê

Astronomên Teleskoba Fezayê Ya Hubble bi kar anîne li derveyî pergala rojê (tavê) di gerstêrkekê de buxara avê dîtine. Lê belê ev gerstêrk ew qasî germ e dikare qerqeşûnê (zirêç, qurşun) jî biheline.

Google Haberlere Abone ol

Me mirovan gelek şariştanî, gelek dewlet ava kirine lê belê bêguman meraqa me ya ji bo gerstêrkên din her hebûye. Em dixwazin gerstêrkên din keşf bikin. Di hişê me de pirsên wekî ew gerstêrk çawa nin, gelo jiyan li wan deran pêkan e an na, pirsên me mirovan e.

Di rojeva cîhanê de jiyana li gersterkên din meseleyeke grîng e. Gelek tişt tên gotin lê belê çûyîna gerstêrkên din ew qasî zehmet nebe jî jiyana li wan deran zehmet e. Ji bo em bikarin li gerstêrkekê bijîn hin tiştên wekî av, zexta atmosferê û germahî hewce ne. Av ji bo hebûna mirovan gelekî grîng e. Ji bo avê jî zexta atmosferê pîvanek e. Germahiya wê derê li gorî hebûna gazên mîna karbondîoksît metan, ozon, nitrooksît, kloroflorokarbon û buxara avê diguhere. Ji xeynî van tiştekî din jî heye tê bîra me, gelo em mirov bikarin li wan deran bijîn, em ê hînî wan deran bibin an na? Eger em hînî wan deran bûn, em ê di çi demê de hîn bibin. Ev hemî pirs ji bo vê meseleyê bêbersiv in yan jî bersivên van pirsan ne li ser dilê me ne.

Astronomên Teleskoba Fezayê Ya Hubble bi kar anîne li derveyî pergala rojê (tavê) di gerstêrkekê de buxara avê dîtine. Lê belê ev gerstêrk ew qasî germ e dikare qerqeşûnê (zirêç, qurşun) jî biheline. Ev jî tê vê wateyê, ev gerstêrk ne li gorî jiyanê ye. Divê germahiya gerstêrkê li gorî laşê me mirovan be û giyayên lê hêşîn bibin jî zirarê bibînin. Navê vê gerstêrkê GJ 9872d e. Di rastiyê de ev eksoplanet e. Ji ber ku li derveyî pergala rojê ye jê re wisa dibêjin. Germahiya wê jî 752 Fahreinheit (400 °C ) e. Ji aliyê germahiyê ve taybetmendiyeke mîna Gelawêjê (Venus) nîşan dide.

Heta niha gelek eksoplanet dîtine, buxara avê lê hebûye. Lê belê cudahiya vê eksoplanetê ev e, di nava wan eksoplanetên heta niha astroman dîtine, ya herî biçûk e. Rêvebira tîma beşa Fîzîka Atmosferê ya Eksoplanetan a Enstîtûya Astronomiyê ya Max Planck Laura Kreidberg dibêje "Dîtina eksoplaneta GJ 9872d ji bo me kelecaniyeke mezin e ji ber ku gerstêrka herî bûçuk e me lê atmosfer dîtiye. Berahiya wê ji berahiya Dinyayê bi du qatan mezintir e û li dora gerstêrka GJ 9872d a bi leza 97 ronahiya salê durî me ye digere. Ev gerstêrk bi dîtbariya xwe rengê Dinyayê jî dide."

Endamekî vê tîmê Björn Benneke bi xwe ji Enstîtûya Fezayê ya Trottierê a li Zanîngeha Montréalê ye. Ji bo vê xebatê dibêje "Ev xebata me di lêkolîna dîtina atmosferê ya li gerstêrkên kevirî gaveke mezin û grîng e." Mezinahiya vê gerstêrkê ji Dinyayê bi qu an jî sê qatan mezintir e. Xwezaya wê nediyar e lê ev gerstêrk li ser xwedî atmosferê ne û belkî dikarin bibin Dinyayên Sûper an jî bibin tiştekî cuda. Li gorî astronomên vê tîmê belkî ev gerstêrk dikare bibe dinyaya avê. Astronom jî bi vê yekê nizanin. Dîsa nediyariya vê gerstêrkê kelecaniyeke  mezin e ji bo me.

Em gerstêrka GJ 9872d dikarin wiha pênase bikin. Girseya wê ji Neptûnê kêmtir e xwedî atmosfereke ji Neptûnê stûr(qalind) e. Ji hîdrojen û helyûmê çêbûye. Em dikarin jê re bibêjin Neptûna biçûk. Birêz Benneke dibêje: "Dibe ku ev gerstêrk nîvî kevir nîvî jî av be.``  Piştî vê xebata li ser gerstêrka GJ 9872dê ji bo astronoman dibe armanc bi Teleskoba James Webb ji bo li molekûlên din jî binêrin û bigerin li ser bixebitin û çavderiyê bikin."

Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.

Etiketler feza gerstêrk