Bajarê Serheda Romana Kurdî: QERS 

Erebê Şemo xwezaya Qersê tev pel û pincara wê, gîha û kulîlka wê, çem û serma wê, çiya, deşt û zozanên wê gelekî zindî şayese dike li rûpelên romana xwe. Erebê Şemo dikeve nava Kurmanca û çîya û zozanên Kurmanca bi biharekê dixemilîne.

Google Haberlere Abone ol

Ulku BÎNGOL

DUVAR - Di deh salên dawîn da belkî min deh caran, belkî jî jê zêdetir min romana Kurdî ya ewil, 'Şivanê Kurmancan' a Erebê Şemo xwendiye. Her ku dixwînim pêra zemanekî dixwînim, dîrokekê dixwînim, mekanekî dixwînim, welatekî dixwînim, her ku dixwînim pêra bajarekî dixwînim. Mirov dema Dostoyevskî dixwîne û pêra jî Petersbûrgê naxwîne gelo, dema Kafka dixwîne pêra jî Pragê, dema Necîp Mahfûz dixwînê pêra jî Kahîreyê, dema James Joyce dixwîne pêra jî Dûblînê, dema Yaşar Kemal dixwîne pêra jî Çûkorovayê û mirov çaxa wêjeya Fransî dixwîne pêra Parîsê, mirov dema Ehmedê Xanî dixwîne pêra jî Cizîrê  naxwîne gelo? Ez jî wexta 'Şivanê Kurmanca' dixwînim loma pêra bajarê ewîl ê romana me, bajarê Qersê dixwînim. 

Zeman û mekan du stûnên bingehîne bo wêjeyê. Ew zeman û mekanên berhemên wêjeyî, dibe stûn ji berhemê ra û ji hemû mekan û zemanên din diqete û xwe dide alîyekî din. Nivîskar berhemên xwe bi zanebûn dispêre zeman û mekanekî. Berhemên xwirt, di heman demê da zeman û mekanên xwirt in. 

Ev zemanê ku ji romana ‘Şivanê Kurmanca’ ra bûye rikin zemanekî gelek girîng e. Dinyayek nû ava dibe di vî zemanî de. Şerê dinyayê yê yekem, şoreşa bolşevîkîyê, hedimandina imparatoriyan, pêşketina fikra neteweperestiyê çarenûsa neteweya Kurd û hemû neteweyên din ji nû ve diyar dibe di vî zemanî da. A di vî zemanê Kaotîk da, di wê qal û cengê da Erebê Şemo pêşîkêşiya gotina Kurmancî dike, bi hostatî, estetîk, rewşenbîrîyek mezin wî zemanî radixîne pêş çava. ‘Şivanê Kurmanca’ ji 1893 an 1894an dest pê dike û heta sala 1924an tiştên qewimiyê gilî dike. 

Di Romanê da bi qasî zemên, mekan jî bi awayekî zelal û xweşik hatiye şayesekirin. Mekanê romanê yê sereke bajarê Qersê û derdora Qersê ye. Roman bi hatina bavê wî a ji Surmelîyê(Îdir) dest pê dike, Qers û gundên Qersê (Azatê, Komesor, Viladîqers, Novo-mixaylovskê, Kolik, Qereqela Baro, Sûsiz, Dîgor), navçeyên Qersê( Kaxizman, Sarîqamîş) û Sarîbilaxa îdirê, Entab(Eleşgîrd), Çiyayê Sîpanê û Milazgîr heta çûyîna Erebê Şemo a ûrisetê dibe cî û mekan ji romanê re. Ev herêm wê demê di bin hukmê dewleta ûris da bû. 1917an da çend mehan berê şoreşa Oktbyrê lehengê romanê Erebê Şemo derbasî Ûrisetê dibe û nema dikare vegere êdî. Lewra piştî şerê yekemîn, sala 1920an da bajarê Qersê dikeve destê dewleta Osmanî.

Erebê Şemo  di romana xwe da me wiha ber bi welatê Qersê ve, ber bi bajarê Qersê ve, ber bi bajarê romana Kurdî ve dikşîne; "Carekê êvareke zivistanê, em tev dora tendûrê rûniştibûn, pak tê bîra min,-bavê min mera gilî dikir û wa digot: Êvar bû. Baraneke hûr dibarî. Bakî sar jî pêra dihat. Em zarava şil bibûn û serma dikir: Em hatne kêleka gundekî. Ew gund Azat bû. Merekeke tek li kêleka gund hebû. Me xwe li wê merekê girt, çûn kente merekê. Nanê me mera bol hebû. Lê merekê da tu ardû tunne bû, me xwe ra agir dada, xwe pê germ bikira û kincê xwe wiha ziha bikra. Kûre-kûra zara bû digiryan…’’

Û Erebê Şemo bi destê xwînerê digrê li gundê der û dora bajarê Qersê wiha digerîne; “Ew gundê ku em çûnê navê wî gundî hê berê, wexta Romê da, jê ra digotin Komesor, lê teze hatîyêd ûrisa, melegana navê wî gundî danîbûne Alêksandrovsk.”

Navguhertina vî gundê ku 7 kîlometra dûrî bajarê Qersê û bicîkirina meleganên ûris polîtîkaya xerakirina sosyolojiya civakê tîne bîra mirov. Di derbarê zilma meleganên dewletî da wiha dinivîsînê; “Melegana teva hevra digotin bira û xûşkê lê ne anegorî wan gilî gotinêd xwe bûn: Gelle zulm û zelûliya wan hebûn. Melegana xwe hesab dikir ‘Xwedê nas’, lê miletêd mayîn wana hesab dikir çawa ‘Xwedê ne nas’ ne temîz û xirab. Meleganêd kûlak xwe hesab dikirin çawa ‘sofî’, ‘Xwedê nas’, lê ew tev derew bû. Wana sibê heta êvarê, em badilhewa didane xebatê, eksplaotasî dikirin him em gavan, him jî kesîb-kûsîbêd gundê xwe Melegan. Em rêncberê xwe ussa dikutan, danîne halê kuştinê.’’

Erebê Şemo di vê romana xwe ya otobiyografîk da behsa jiyana xwe ya di nava xwezayek tu heta bibêjî xweşik, lê jiyanek jî tu heta bibêjî di nava kesîb û feqîrîyê da di bin qamçiya axa, beg û kûlakan da dike. Xwezaya xweşik wî ber bi gundan ve dikişîne, lê ew qamçiyên axa û bega wî ber bi bajaran ve dibezîne.

Loma jî dema mamosteya gundê Komesorê nameyek dide dest û wî dişîne Qersê di vegerê da, hestên zaroktiya xwe ya di derbarê gund û bajêr da wiha dinivîsîne; “Ezî vegerandinê ra şa bûm, çimku, şeher ji gund xerabtire. Lê vira meriv nikare derkeve, aza xwe ra bigere. Ringe-ringa ereba, faytona û maşeniya serê meriv dibir. Ji wê şûnda meriv nikarbû, lingekî aza xwe ra biçûya, te dinêrî – hindik dima- pêpesî te kin, te têne nav dest-pê hespa yan bavêjne bin maşîneyê, bikujin. Lê şeherlu, qe xema wan nîn bû, wexta dibû girmînîya maşîna, dihatin, min tirê, eynî dajone ser min, ewana gele cara qe ji piş xwe va jî nedinêrîn.’’

Erebê Şemo xwezaya Qersê tev pel û pincara wê, gîha û kulîlka wê, çem û serma wê, çiya, deşt û zozanên wê gelekî zindî şayese dike li rûpelên romana xwe. Erebê Şemo dikeve nava Kurmanca û çîya û zozanên Kurmanca bi biharekê dixemilîne û wisa pesnê wan çîya û zozana dide; “Kurmanc nava çîyadanin, li wan çiya heye çêrê rind. Li wan dera diçêrin û kok dibin kerî suruyên wan. Zivistanê çîyayê wan berfeke kûr lêdikeve, lê gava ku bihar tê berf dihele, şînayî şîn dibe, wan dera cûre-cûre pincar kulîlk, ormex û tiştê mayîn lê şîn dibe.’’

Xwînerê xwe li zozanan bi Kurmancên Koçer ra digerîne; berodan, beranberdan, temezîvekirin û gelek edetê wan bi zimanekî zelal dinivîsîne û xwînerê xwe bi koçeran ra dixe rê “Bihar da Koçer mîna eskerekî, pey berfê dikevin, diçin, hey berf dihele, dewsa hine wara reş dibe, Koçer diçe lê datînin; wexta hine berf dihele, dîsa bar dikin, pey berfê dikevin diçin; wî tiherî ew diçin derdikevne, serê çîya, çîyê dûr.”

Bajarek di 42 salan da, du caran dest biguherîne, agirê şerê cîhanê li wir jî were dadan û jiyanê bide ber xwe û biçe, ma wê çawa nekeve nava Romana Erebê Şemo. Erebê Şemo vî bajarê dîrokî yê kevnar, bajarê Qersê tev hemû netewe û sosyolojîya wê demê, tev gund û zozanê wê, xan û kelehê wê, Kaxizman, Dîgor û Sarîqamîşa wê tîne li romana xwe dihewîne.

“Qers hatiye avakirinê ber çîyayekî mezin, serê çiyê keleke mezin ji zinara hatîye çêkirinê. Qers ketîye bin bandûra Ûrisetê pey şerê 1877-1878 salê. Çewa kum mezin salixa didin, wextê Qers hate standinê, sereskerîyê şer, Lorîs Melîkov, dikir. Çarniqalî Qersê çîyane, serê wan çîya hatne avakirin gele tabîyê ekser. Ew çend sal bûn, min şeher nedîtibû, ez ecêmay dimam ji muxluqetê wê, hatin çûyûna wê. Meriv nikaribû hêsa kûçêda biçûya ji dest faîtona, firguna, ereba û îsanet.’’

Mirov meraq dike Qersê û wê xana penosê ya ku Erebê Şemo wiha qal dike: “Min cîyê xwe li xana penos kir. Du roja min heqê wî dayê; du roja şûnda ez bê heq têda mam, dewsa heqê xanê min tewla xanê paqiş dikir. Her-ro ez diçûm nava şehêr digerîya, her ro jî bê feyde bû, tu xebat dest nediket. Perê min idî hindik mabûn. Merikî maqûl hatibû xanê. Cara êvara dereng ez dişandime nava şeher, min îçke jêra danî. Ewî merî gote min: Here gundê Melegana, Alêksandrovskê, wêderê zavoda pênzê vebûye, xwe ra têkeve ser xebatê’’

Di 19 saliya xwe da Erebê Şemo li Sarîqamîşa Qersê dikeve nava firqa(baskê) bolşevîkî ye û xebatê dike. Erebê Şemo pêvajoya xebatên xweyên firqa bolşevîkîyê a li Sarîqamîşê wiha dinivîsînê di romana xwe da “Ew lozûngê ku firqa me dida, dibû mîna agirekî meriv bide bin sapekî hişk, pêva alav bide, here, usa gilîgotinê firqa bolşevîka nav esker belav dibû. Gelleka gura qumandarê xwe nedikir, daw kirin, wekî şêr kuta bikin, têne levhatinî.’’

Erebê Şemo ji ber xebatê vê firqa bolşevîkîyê 1ê Gulana 1917an li Sariqamîşê di mîtîngê da derdikeve ser dikê axaftinek ajîte dike. Ji ber vê axaftina wî rojek bi şûnda tê girtin û du mehan li kela Sariqamişê tê zîndankirin.

Zîndankirina xwe ya Kela Sarîqamîşa Qersê wiha qal dike: “Ez dame nav xwe, birim, qe nehiştin- ez xeberdim, yan cîkîda bilipitim. Ez dûz anîme ber kelê. Derê kelê vekirin, ez birme heyata kelê. Lê wê derê ez rût-tazî kirim, kincê min nihêrîn- tişte cem min tunne bû, xêncî kêreke rinde serîya, bi wê kêrê carna lawikê me Kurmanca, serî kur dikirin. Min ku kincê xwe xwe kir, ez avîtme nava qamçîya, gellekî kutam, ez birim avîtme kelê. Wexte ez hatme kelê girtî pencerê ra min dinihêrî, çimku kincê min, kincê Kurmanciyê bûn: Fînokî sorî qotikkirî serê mida bû, arxalixekî oymekirî li min bû, cotê sapokê lingê min da bû.’’ 

Piştî ji zîndanê tê berdan Erebê Şemo tê Sûsizê cem malbata xwe û li vir jî xebata bolşevîkîyê di nava Kurmancan da didomîne. Lê ji ber van xebatên wî cî li wî teng dike û loma jî di meha Temmûzê da sala 1917an da di 20 salîya emrê xwe da ji bajarê Qersê derdikeve diçe ûrisetê û nema êdî dikare bê Qersê.

Erebê Şemo êdî dibe şervanekî bolşevîka li ûrisetê. Wiha dinivîsîne şerên li bajaran: “Qîre qîr, zare zareke ûsa ketibû, nava şeher dê ewledê xwe davît.’’ 

Qers bajarê Erebê Şemo, Hecîyê Cindî, Emînê Evdal, Cerdoyê Gênco, Casimê Celîl, Qaçaxê Mirad e. Dîsa divê biçûrise stêrka Qersê di nava roman, çîrok û helbesta Kurdî de. Belkî rojekê pênûsa min jî qala bajarê Qersê bike…

Çavkanî: Şivanê Kurmanca / Erebê Şemo

Çapa Yekemîn/ Gulan 2009 / Weşanên LÎSÊ