'Avesta 1: Gāthā’yên Zarathuštra' çap bû

Kitêba zimannas Beyhanî Şahîn 'Avesta 1: Gāthā’yên Zarathuštra' çap bû. Xebata Şahîn ya 31 salan bi 12 cîldan pêk tê. Şahîn vê xebata xwe diyariyê Evdalê Zeynîkê kir.

Google Haberlere Abone ol

DUVAR - Îndo-cermenîst, îndo-îranolog, avestolog û kurdolog Beyhanî Şahîn piştî 31 salan beşek ji vekolînên xwa yên li ser Avestayê ji bo çapê amade kir. Weşanxaneya Nayê jî cîlda yekem 'Avesta 1: Gāthā’yên Zarathuštra' çap kir.

Şahîn, cîlda yekem diyariyê Evdalê Zeynikê kir û dixwaze her cîldekê diyariyê dengbêjekî kurd bike. Beyhanî Şahîn ji bo xebata xwe wiha got: ''Jixwe Zarathushtra bi xwe manthrayê (dengbêjê) destpêkê bûye, loma jî em hêvîne ku ew pireya poetîk ya destpêkê dîsa bikaribe bigêhije xwadiyên xwa yên îro, dengbêjan''

Weşanxaneya Nayê û nivîskar Şahîn dixwazin cara yekem li Kurdistanê bingeha 'avestoloji'yê li ser bingeheke zimannasiyî bi awayekî akademîk daynîn. Şahîn got ku her çiqas li Kurdistanê çend wergerên Avesta û Gāthāyan hatibe çap kirin jî, ti muhteveyeke wan ya zmannasiyî û akademîk tune. Ew werger wekî hewldanên ezoterîk in.

Cîlda yekem ji 3 beşan pêk tê:

- Destnivîsên orîjîn yên Gāthāyan, ku di sala 1323yan da hatine nivîsîn ango kopye kirin, wekî wêne di cîlda yekem da yek bi yek hatine bicîkirin.

- Di beşa duyem da îcarê tevahiya Gāthāyan bi fonda Avestî hatiye nivîsîn.

- Di beşa sêyem da hemî Gāthāyên Zarathushtra yek bi yek hatine trenskrîpte kirin, bi tevî nîşeyên zimanî yên girîng.