Zewaca serdest û bindestan

Zewaca serdestan a bi bindestan re stratejiyeke qirkirina bindestan e. Ev zewac pir masûmane û mirovane û evînane xuya bike jî karekî çandkuj e, pir xetere ye, planeke fisek û genî ya pergalê ye.

Google Haberlere Abone ol

Di kurdî de du têgehên gelekî baş hene ku pê “zewce” tê nimandin; “hevjîn” û “hevser”. Hevjîn dibe jin (wife), û hevser jî dibe mêr (husband). Ji van her du têgehan jî xuya dibe bê di zewacekê de raman û giyanên hevbeş çiqasî girîng in. “Hev-jîn” dibe “jiyan”ên wekhev, û “hev-ser” jî dibe “ser”ên wekhev. Heke giyan û ramanên mirov ne wekhev bin gerek nezewicin: Ji ber vê, zewaca bindestan bi serdestan re ne tiştekî rast e, gerek nebe.

*

Gava serdest û bindest bi hev re dizewicin ew zewac nabe zewac, dibe mêtingeh û mêtingerî, dibe koletî û desthilatdarî; bi wê zewacê ê/a bindest, çand û zimanê wî/wê, ji alî ê/a serdest ve tê tunekirin û hebûna wî/wê tê înkarkirin, ew zewac dibe zewaceke ruhkuj; ji ber vê divê serdest û bindest bi hev re nezewicin.

Zewaca serdestan a bi bindestan re stratejiyeke qirkirina bindestan e. Ev zewac pir masûmane û mirovane û evînane xuya bike jî karekî çandkuj e, pir xetere ye, planeke fisek û genî ya pergalê ye. 

Gava mirov bala xwe dide van zewacan zarok giş asîmîle dibin û dibin tirk; kurdî û kurdbûn tê kuştin. Gava dê kurd û bav tirk be jî zarok asîmîle dibin, û gava bav kurd û dê tirk be jî zarok asîmîle dibin; hetta di van zewacan de ne bi tenê zarok, hevjîn û hevserên kurd jî tên asîmîlekirin û dibin tirk.

Ev, rêbazeke din a tunekirina kurdan e. Divê kurd hay ji vê hebin û xwe bi rêya zewacên kurmî tune nekin. Heta di navbera tirk û kurdan de wekhevî çênebe û kurd azad nebin divê kurd bi tirkan re nezewicin. Jixwe heke zewacek li ser azadî û wekheviyê ava nebe nameşe û kêfxweşî û dilxweşî jî jê çênabe.

*

Lê divê ji vê ramanê neyê famkirin ku jin û mêrekî ji du miletên cuda pevre nezewicin; na, du kesên neteweya wan ji hev cuda helbet dikarin bizewicin, di vir de qet pirsgirêk tune ye, pirsgirêk serdestî û bindestî ye, ne netewe. Kurd û tirk jî dikarin bizewicin lê divê yek ji wan ne serdest û yek ne bindest be. Gava çand û hebûna mirov bê qebûlkirin û zarok neyên asîmîlekirin tirk û kurd, kurd û ereb, kurd û faris, û her wiha her netewe dikarin pevre bizewicin. Di zewaceke biyanî de ne bila kurd zarokên ti kesî asîmîle bikin û ne jî bila ti kes zarokên kurdan asîmîle bikin. Pirçandî û pirzimanî her tim baştir û zêdetir e.

Jixwe gava kurd bi miletên ne serdestên xwe re dizewicin pirsgirêka asîmîlasyon û qirkirinê dernakeve, ji ber ku ew milet ne serdestên kurdan in ji çand û zimanê kurdan hez dikin û fêr dibin û fêr dikin, lê gava ew milet dibe serdestên kurdan ev pirsgirêk derdikeve.

Di zewacekê de du armacên sereke hene; yek jê dilxweşî ye û a din pirbûn e. Lê di zewaca bindest û serdestan de ev her du xal jî pêk nayên, hem bindest pir nabin û qir dibin û hem jî ji şer û pevçûna zewceyan ti dilxweşî bi dest nakeve.

*

Serdestî û bindestî bi tenê ne têkildarî miletbûnê ye, her wiha têkildarî zayendê ye jî. Wek çawa zewaca navbera miletên serdest û bindest ne rast be, wiha zewaca jineke bindest û mêrekî serdest jî ne rast e. Di vir de jî mêtingeh (jin) û mêtinger (mêr) heye. Vê gavê bi piranî jin bindest û mêr jî serdest in, ji ber vê di gelek zewacan de jin tehde û neheqî li wan dibe. Divê di navbera jin û mêran de wekhevî hebe û jin azad be, wê çaxê ew zewac baş û xweştir e.

Lê ev ji bo mêran jî derbasdar e, gava jin serdest û îcar mêr bindest be dîsa ew zewac ne rast e. Jin û mêr gava ji kategoriyên serdestî û bindestiyê rizgar bûbin wê çaxê zewaca wan rast û xweş e. Zewaca di navbera jineke azad û mêrekî azad de aramî û bextewarî ye, dijberî wê derew û şer û nexweşî ye. 

*

Aborî jî di zewacan de diyardeyeke girîng e; ew, çîna mirov diyar dike û çîn di zewacan de pir dibe pirsgirêk. Ji bilî etnîsîte û zayendê, di çînayetiyê de jî serdestî û bindestî heye. Zewaca kesên yek ji çîna jêr û yek ji çîna jor pirsgirêk e. Helbet xizanî û gewîtî parametrên diyarker in lê em di vir de nabêjin bila xizan bi dewlemendan re nezewicin ya jî dewlemend bi xizanan re, em dibên divê di zewacê de xizan ne bindest û dewlemend ne serdest bin, em dibên bila di zewacekê de zordestî, çavsorî, hiyerarşî û desthilatdariya serdest û bindestiyê tune be. Serdestî û bindestî têgehên polîtîk in, zewaca ku veguhere polîtîkayê dibe jehr û dere.

Lê a balkêş, kurd di mijara çînayetiyê de gava gewî bin û bi xizanên tirk re dizewicin jî asîmîle dibin, û di mijara zayendiyê de gava mêr bin û bi jineke tirk re dizewicin jî asîmîle dibin…

Lê a xerab ne ev e, a xerab gava kurd pevre dizewicin jî asîmîle dibin. Jin û mêrekî kurd gava dizewicin zarokên xwe asîmîle dikin û wan bi çanda tirkî radikin. Helbet sedema vêya cehalet e, bêrûmetî ye, bêhişî ye, xwenenasîn e.

Gava kurd xwe qir dikin xwe pir hêja, xurt, jêhatî û mezin hîs dikin. Lê zewacên baş û resen jî di nav kurdan de hene divê mirov vêya jî ji bîr neke.