YAZARLAR

Ger kurdî tirkî be, tirk çima me fêm nakin?

Baş e, em wisa bihesibînin ku zimanê kurdî tune ye. Ger kurdî tirkî be, tirk çima me fêm nakin? Naxwe hûn çima bi kûrdî fêm nakin? Ma zimanê we tune ye? Wisa ferz bikin ku sedan 80ya zimanê kurdî bi tirki ye û ya mayî jî bi erebî û farsî ye. Em bêtir biçin û wisa jî ferz bikin ku bi tenê peyvek, hevokek kûrdî ya orîjînal jî tune ye. Bi tenê carekê û cara dawî em bibêjin: Çi ji te! Ev çi tişte ku di zimanekê te ewqas ditirsîne? Merd bibe û ya kû te di bin zimanê xwe de veşartî eşkere bibêje!

Ji gundê cîran, Zehra Xanim, 60 saliya xwe de ye lê ji ber êşa pişta xwe nikare bi ser derencan bikeve. Dema ji Geverê hatî, min nekarî wê û kurê wê yê şermok li mala xwe ya zêde derencên wê hene mêvan bikim, û min ew li otêlekê bi cîh kirin.

Ev nêzîkî bîst sal in ku ez refaqata nexweşên ji welat tên dikim. Nexweşên ku tên, herî zêde, ji ber ku bi tirkî nizanin alîkariyê ji min dixwazin.

Pêvajo wisa dest pê dike: Nexweş an jî nasên wan hêj nehatî li min digerin u pirsa doktorekî nas dikin.

Ez jî ji hogir û hevalan dipirsim heta ku bijîşkêkê peyda dikim. Paşî mêvanê nexweş ji balafirgehê digirim û dibim nexweşxanê.

Pêvajoyên herî zor, yanî birina nexweşxanê, lêgerîna doktoran, sekinîna di rêza nexweşan de, qeydên fermî xilas dibin û ez jî wan teslîmî “hekîmên tirk” dikim û vedigerim ser karê xwe.

Piştî pênc rojên bi zehmet yên ku li nexweşxanê derbas bûyî, bi saya doktorekî ku betlana xwe betal kirî û bi telefonê hatî alîkariya me, di dawîyê de me karî xwe bigihînin doktora ku wê Zehra Xanimê muayene bike.

Doktorê got divê xalet di nexweşxanê de bê razandin. Xeberekî baş e! Lê mixabin wê nikaribin xaletê bi razînin. Ji ber ku “zimanê wê tune ye”!

Me Zehra Xanim di nav êş û azarên wê de hişt û em çûn odeya doktorê ya ku asîstanên wê jî li bendê ne. Min jê re got: “Mamoste, Zehra Xanimê ziman heye, lê tu wî zimanî nizanî.” Pêşî wisa bersiv da: “Madem ku li Tirkiyê dijî, divê zimanê tirkî bizane.”

Piştî ku min got, da ku nexweşek bê tedavî kirin ne pêvist e ku tirkî bizane, tiştekî wisa di qanûn û zagonan de jî tune ye. Wisa bersiv da: “Helbet divê bi tirkî bizane. Derengiya şevê nexweşiyek wê derkeve, derdeke wê hebe wê çawa ji me re bêje?”

Min got: “Kurê wî jî wê li vir, wê li cem diya xwe be.”

Bersiva bijîşkê: “Zilam nikarin li odeyên jin tê de radizên bisekinin.”

Min got: “Kurê wê wê heta sibê li korîdorê bisekine”

Wê bersiv wiha da min: “Lê nexweşên li vir wê yekê qebul nakin.”

Ez bêçar mam û min formûla hevalê me yê doktor jê re got:

“Telefona xaltîkê heye. Dema pirsgirêkek wê hebe wê li kurê xwe bigere û kurê wê, wê derdê wê ji we re bêje.”

Doktorê wiha bersiv da: “Na, em wisa nakin. Ma keçek wê an jî xwîşkek wê tune ye ku tirkî bizane?”

Kurê xaletê tevlî axavtinê dibe: “Xwîşkeke min heye, dikare biaxive lê nikare bimeşe, seqet e.”

Ez di nava axavtinê de dikim kû bînim bîra doktorê ku ew doktor e û divê li gorî qanûnan û etîka bijîjkîyê hereket bike. Herwiha ez jê re rave dikim ku heke nexweşek lal û bê xwedî jî hebe divê bikaribe li nexweşxanê bê razandin û tedavî kirin…

Ez ji doktorê re bêjim ku “ev kiryara te bi temamî nijadperestî ye û sûç e” û ez bêjimê ku ez rojnamevanim û ezê vê kiryara wê îfşa bikim, an jî ezê dozê li ser vekim dibe ku çavê doktorê hinekî bitirse, lê hingê jî emê nekarin Zehra Xanimê li wê nexweşxanê de bi cîh bikin. An jî dibe ku hingî, Zehra Xanimê bi tedavîyeke sivik û vala bişînîn mala wê…

Min bi çend car din, ji doktorê ku gotî “zimanê vê tune ye” re got ku “na, zimanê wê heye û kurdî ye. Ew ne mecbur e ku tirkî bizane, lê dewlet mecbur e ku li her nexwaşxaneyê wergerek kurdî, erebî, farsî, ingilîzî hwd. dizane amade bike.”

Doktor xanim helbet li gel dewleta xwe ye! Di serê axaftinê de ruyê wê aloz bibû, di dawiya axaftinê de ruyê wê hinek jî bi geş bû û wisa dawî li axatina xwe anî: “Dewletê mecburiyeteke wisa tune ye!”

Baş bû ku hevalê me yê doktor dîsa alî me kir û nexweşxanê razandina Zehra Xanimê qebûl kir. Bi şertekê: Keça Zehra Xanimê ya ku di weledbûnê de felca mêjî derbas kirî û seqet e, wê ji bo du rojan ji Geverê were û wê refaqata diya xwe bike.

Dibe ku hinek bêjin: “tiştên wisa carna diqewimin.” Bi tecrubeya xwe ya bîst salan ya refaqat kirinê, ez dibêjim ku ne carna, hemû caran wisa ye, wisa diqewim e. Buyerek wisa, di Sibat a 2011ê dîsa hatibû serê nexweşeke din, û min li ser wê jî nivîseke wisa nivîsî bû: Navê wê nîvîsê dibû ku biba navê vê nîvîsê jî: “Xalet Rojhilatî ye, zimanê wê tune ye.” http://www.radikal.com.tr/radikal2/teyze-dogulu-dili-yok-1039215/

Lê zimanê xaletê heye. Zimanê kurdan heye.

Ya rast ne hewce ye ku mirov ispata hebûna zimanê kurdî ji bo, yên ku di şopa nijadperestên 1930an de diçin, yên ku zimanekî cuda tune dikin û qesta canê yên ku wî zimanî diaxivin dikin, yên ku her roj eletewşiya “zimanê kurdî tune ye” dîsa û dîsa tedawûle dikin bike.

Baş e, em wisa bihesibînin ku zimanê kurdî tune ye. Ger kurdî tirkî be, tirk çima me fêm nakin? Naxwe hûn çima bi kûrdî fêm nakin? Ma zimanê we tune ye?

Wisa ferz bikin ku sedan 80ya zimanê kurdî bi tirki ye û ya mayî jî bi erebî û farsî ye. Em bêtir biçin û wisa jî ferz bikin ku bi tenê peyvek, hevokek kûrdî ya orîjînal jî tune ye. Bi tenê carekê û cara dawî em bibêjin: Çi ji te! Ev çi tişte ku di zimanekê te ewqas ditirsîne? Merd bibe û ya kû te di bin zimanê xwe de veşartî eşkere bibêje!

Ji bo tirkî vê lînkê bi tikînin


İrfan Aktan Kimdir?

Gazeteciliğe 2000 yılında Bianet’te başladı. Sırasıyla Express, BirGün, Nokta, Yeni Aktüel, Newsweek Türkiye, Birikim, Radikal ve birdirbir.org ile zete.com web sitelerinde muhabirlik, editörlük veya yazarlık yaptı. Bir süre İMC TV Ankara Temsilciliği’ni yürüttü. "Nazê/Bir Göçüş Öyküsü" ile "Zehir ve Panzehir: Kürt Sorunu" isimli kitapların yazarı. Halen Express, Al Monitor ve Duvar'da yazıyor.