Xwendina Duyem: Karamazov

Romanên Dostoyevskî de romantîkbûn û hêrsbûn jî heye. Hem hez dike hem jî dikuje. Dildar û dilketiyên romanên Rûsan her tim diqîrin, her tim bi hêrs in û ji bo şer amade ne. Ev jî kodên civakê ne.

Google Haberlere Abone ol

Di serdema sedsala 19emîn de Wêjeya Ûris bi dengeke xurt û bi berhemên xwe yên giranbiha/kult li tevahiya cîhanê olan daye. Vê sedsalê nivîskarên mezin ên Rûs jiyane meriv dikare bi dilek rihet werçerxa zêrîn bi nav bike. Puşkîn, Gogol, Dostoyevskî, Turgenyev, Çernîşevskî, Tolstoy li qada edebiyata cîhanê berhemên nemir û hêja ji mirovahiyê re hiştin.

Îro em behsa civaka Ûris û rewşa wê bikin. Ji bo me rêya herî baş û destpêk bêşik wêjeya wan e. Roman, helbest, ceribandinên cur bi cur, çîrokên wan û gotar, tekstên ku bi konteksta bi her aliyê civakê va hatiye girêdan karekî girsegir e/muezem e. Fîlm, mûzîk, resim jî bêguman bo nasînê çavkaniyên girîng in.

HER TIM BI HÊRSIN Û JI BO ŞER AMADE NE

Wêjeya sedsala 19emîn a Rûsan hem di helbestê de hem jî roman û çîrokan de di bandora forma Fransiyan de berê xwe daye civaka xwe. Ev bandor gelek caran bi romantîzmê va xwe dest nîşan kiriye. Ne romantîzmek ne teqlît e. Gernas û karekterên roman û çîrokan ji malê ne. Bi hal û wextên civakê hatine çêkirin. Mîsal di romanên Dostoyevskî de romantîkbûn û hêrsbûn jî heye. Hem hez dike hem jî dikuje. Dildar û dilketiyên romanên Rûsan her tim diqîrin, her tim bi hêrs in û ji bo şer amade ne. Ev jî kodên civakê ne. Hişk in, her tim nakokiyên ku çeraseriya wan zehmet e di nav wan de digevizin. Çiqas karekterên romanan hêrsokî bin jî bi merhemeta olî va jî ewqas xurttir in. Di romantîzma wan de hiyerarşiya tinazî û biçûkbûyin jî heye. Nivîskarên Ûris, di civakê de ji rengên cur bi cur honandine, lê wan karekteran jî tîpên rasteqîn di berheman de hatiye vegotin.

Di serdema moderniteyê de Puşkîn, bajarê ku Petroyê Dîn avakiribû li ser tepikek bi nêrîna siwariyek helbesta wiya bi navê “Siwarê Bronz” ve bi Petro re ketibû hesabek, Gogol berhema “Miriyê Zindî/Ölü Canlar” de rexneyên ku li ser serfbûnê/gundîtiye kiribû tund bû û di serî da arîstokrat ji vê acis dibûn. Di berhemên Çernişevskî û Turgenyev de şopa nîhîlîzm, meteryalîzm eşkere ye. Karektera Turgenyev Bazarov nifşê nîhîlîsta li Rûsyayê temsîl dike. Dostyevskî û Tolstoy di berhemên xwe de rexneyên polîtîk û civakî didin ber çavan. Ev berhem bo fehmkirina wê serdemê û karekterên wê demê çavkaniyên bêhempa ne.

REXNEGIR Û NIVÎSKAR ÇI DIBÊJIN?

Dema em wêjeya wê sedsalê dixwînin, çi helbest, çi roman, çi çîrok be tê da jiyana rojane li ser rûpelan tê dîtin. Bandora aboriyê, meseleyên siyasî, şahîdiya sancoyên civaka ku dikşîne û qat bi qat tecrûbeyên di nav civatokan da tevlîhev bûye hem jiyînê hem jî temaşeyeke dûrûdirej kirine. Dostoyevskî jî yek ji wan e ku bi berhemên xwe bi nivîsên xwe li dinyayê nav û dengê xwe belav kiriye. Di destpêke de dema navê nivîskar di nav sohbetek de derbas dibe teqez berhema wî ya dawî “Biraderên Karamazov” tê vegotin. Di “Biraderên Karamazov” de her karekter temsîliyetek daye ser pişta xwe. Berhema ku wek şaheser tê qebûlkirin, di bin bandora modernbûna Rojavayiya Rûsan de û siyaseta wê serdemê radixe ber çavan: Li hemberî hevûdin rabûn, komplo, îfşa û şerên burokratîk rexne dike. Di romanê de “Bav Karamazov” karekterek kirêt, bêrûmet, despot, xwedî dek û dolab, çavçilûsiye peran, bo mal û milk, bo desthilatiya xwe ya nav hindir û civakê her tişt bo wî destûr e. Hin rexnegir û nivîskar “Bav Karamazov” bi “Çar Petro” va girê didin.

Bav Karamazov bi zarokên xwe re her tim di nav şer de ye. Ji hêla exlaqê ve riziyayî, li hemberî civakê tu qedr û qiymeta wî nemaye. Du jinên Çar ji henin, lêkolinêr û dîroknas dewra Petroyê bi jinên wî dikin du çax. Beriya Petro û piştî Petro analîzan kirine. Sê kurên wî hene, Dîmîtrî, Îvan û Alyoşa. Yekî din jî heye ew jî kurê wî ye, ne rewa/derî zewacê Smerdyakov e. Kurê mezin êrîşkar, ji xwe ne razî, Dîmîtrî gelo Ûris temsîl dike? Ger em hemû biraderan li aliyekê Rûsan û sîstema wan bidin rûniştandin bêguman meriv dikare Dîmîtrîyê êrîşkar bi hersbûna Rûsan ve hêma bike. Dîmîtrî her tim li pey coşbûn û hereketê ye, bi hişê ferasetê wî zift kirin ne hêsane.

KÎJAN KARAKET ÇAWA HATIYE NIVÎSANDIN?

Meriv di hêmakirina Dîmîtrî de wêrekbûn, rûmet, dilpakîjî jî dibîne. Dîmîtrî li her deran behsa kuştina bavê xwe dike, mîrasa ku ji dayika wê maye ji bav dixwaze. Her tim li meyxaneyan qala kuştina bavê xwe dike, hemû planên xwe li orta meydanê tîne ziman. Hişk e her tim rih û hişê wî di nav şerek dijwar de diçe û tê. Ev tevgirtina Dîmîtrî jî dilsafokiya wî dide destnîşankirin. Biraderê navîn Îvan Karamazov hişê civaka analîtîk hêma dike. Ateîst e, gotaran dinivîse, rojnamegeriyê dike û hesapkarek ji hindir/zik diaxive. Bi pê ra bawerî nayê, her tim di nav hesabek qirêj de ye. Rih û hişê wî bi îdeolojiya nîhîlîzmê ve girê daye û temsîliyeta Rojavayiyan dike. Li gor hin rexnegiran navê Îvan ji Îvan Turgenyevê tê. Jixwe di romanê de wek Rojavayiyên mêtinger û dagirker tevdigere. Alozî dibîne, xirecirê hîs dike û wek guran li benda êrîşekê ye. Biraderê biçûk Alyoşa Karamazov nefsbiçûk e, bi wijdan e, aştîxwaz e, saf e û her tim di kîjan rewşê de be destê alîkariyê dirêjî derdora xwe dike. Nivîskar li Alyoşayê kirase îdealbûna Rûsan lê kiriye. Smerdyakov ê ji destdirêjiyê hatiye dinyayê gelê neçar, kedkar û reben temsîl dike.

Smerdyakov xizmetkarê malê ye, bêdeng e wexta rabûne were radibe û her tiştî serûbin dike. Mîsal Îvan bi rihetî li ser Smerdyakovê bi fikrê xwe bandorek dijwar lê dihêle. Di romanê de di navbera Îvan û Alyoş da gengeşiyên felsefîk heye ku destnîşana binketina modernbûnê hêma dike. Nivîskar daxwaza binketina modernbûnê hêvî û dest nîşan dike. Tevgirtina Smerdyakovê di vê meseleyê de gelek girîng e. Çimkî karekterê me gelê kedkar, reben, feqîr hêma dikir. Smerdyakov alîgirê Îvanê, piştgîriya Rojavayiyan dike. Di dawî romanê da Îvan aqil diavêje, Dîmîtrî ji zindanê direve û berê xwe dide Amerîkayê. Smerdyakov xwe dikuje û tenê Alyoşa dimîne. Dostoyevskî nakokiya modernbûna Rojavayiyan di nav xwe de ew ê xwe dawî bike û bi karektera Alyoşayê pêşeroje îdaelîzê dike. Nivîskar, Îvanê temsîlkare çanda rojavayiyên honandiye.

OLDARÎ BI KARAKTERÊN XURT VE HATINE HATINE HONANDIN

Dostoveyskî û Tolstoy romana Ortodoksê nivîsandine. Meriv dikare bêje ku di hemû romanên wan de ol, oldarî bi karekterên xurt ve hatine honandin. Di berhema “Biraderên Karamazov” de nivîskar gelek caran propagandaya oldariyê û kêrhatina olî neqiş kiriye. Her tim nebaşiyê bi Îvan û Bav Karamazov ve girê dide. Gundî û karkerên Ûris jî bi karektera Smardyakovê daye pêş û dema li hemberî efendiyê xwe bi komplovarî radibe hêza xwe ji fikrên Îvan distîne. Paşê Îvan li dijî Smardyokvê rexneyan û heqeretan dike, Smardyavok dibîne ku bi tena serê xwe ye û biryara xwe ya kuştinê dide. Peyama nivîskar, di navbera her du karekteran de tiştê ku qewîmiye bi mêtingeriya Rojavayiyan û bêbextiya wan meriv dikare bi cîh bike. Karektera Dîmîtrî jî çanda Rûsan û derûniya gel bi objektîfî raxistiye. Çimkî Îvan û Dîmîtrî car caran qirıka hevûdin digrin lê çavê Îvan Dîmîtrî nabire. Îvan deq û dolaban xwe bi rêya Smardyakovê dixwaze pêk bîne. Li gor Dostoyevskî Ewropa ji Romayê pê va îxanet bi Îsa re kirine. Ûris, dereng deng dane ola Mesihiyê. Bi vê pêwendî û têkîliyê dibin bandora dînê Romayê va nehatine jehrkirin. Dîroknas E.H Carr li ser vê bûyerê wiha dibêje; “Hêmakirina Xwedayan bi hemû safbûna xwe parastine.” Dîroknas Carr, derheqê nivîskar, nêrîna wî, exlaq û baweriya netewperweriya wî de formûlasyonekê wiha dike: “Li aliyek xweperestî=Katolîkbûn=dijmintiya Îsa=Rojava; li aliye din jî Biratî=Ortodoksî=Îsa=Rûsya.”

Em werin ser naveroka berhemê. Dostoyevskî di romana xwe de çîrokek kuştinê û kûjerek honandiye. Ev berhem piştî “Suç ve Ceza”yê hatiye nivîsandin. Pirtûka Biraderên Karamazov hêz û şiyana xwe ji karekterên romana “Suç ve Ceza”yê girtiye. Ew jî çîrokek “kuştin û kûjer” bûnê ye. Dîmîtrî û Raskolnikov çiqas ji hevûdu dûr bin jî di hin noqtayan de dişîbin hevûdu. Dostoyevskî, bi berhema xwe, “Gelo îlhamekê daye berhema Marquez a bi navê “Duşema Sor?” Di destpêka romanê de atmosfera nivîskar ava kiriye me gav bi gav dibe mêrkuştinê. Bav Fyodor Pavlovîç Karamazov ji jina wî ya ewil kurê wî Dîmîtrî -bîst û heşt salî ye- li pey mîrasa ku ji dayika wî maye bi bav Karamazov re dikeve nav şerekî.

ŞEVA TARÎ JI ÊVAR DE KIFŞ BÛ

Dîmîtrî bi sê hezar rubleyê qayîl nabe, li kîjan civakê rûnê, êvaran li  meyxaneyan dema dest bi vexwarinê dike, teqez behsa qetilkirina bav dike. Bi vê rewşê re têkîldar biwêjekê wiha tê ser ziman: “Elameta baranê ba ye ya mirinê ta ye.” Şeva tarî ji êvar de kifş bû. Bo nivîskar êdî her tişt amade ye. Îvan jî bîst û çar salî ye, perwerdehiya xwe ya derva temam kiriye, vegeriyaye bajêr. Dostoyevskî, Alyoşa li ser rûyê erdê wek temsîlkarê Îsa nîşan dide. Alyoşa ciwanekî temen bîst salî ye. Hemû îradeya xwe teslîmî dêrê kiriye. Di bin bandora azîz û şîfakar Zosîmayê de maye. Ji bo lihevhatinê sê kur û bav di dîwana Zosîma de li hev dicivîn. Bav Fyodor Pavloviç li hev dicivînê ku Dîmîtrî wek çavsor, xwînxwar û kujerek dide pêş. Bav rihê kur Dîmîtrî baş dizane û dicivînê da bo pere nede tiştên ne tişt dike. Û di dawiya civînê de bav bi ser dikeve. Bi vê serkeftinê di esasa xwe de gora xwe dikoland. Her ku beş bi pêş ve diçe destgirtiya Dîmîtrî, Katerîna Îvanovna derdikeve pêşiya me.

Katerîna jineke kubar, bejndirêj, delal û şanazşikestî ye. Paşê em hîn dibin kurê navîn Îvan jî dildarê Katerîna ye. Dîmîtrî evîndarek sosret e, ketiye pey Gruşenkayê, li deverê jî Gruşenka wek dilbaz-dilkoçer tê nasîn. Sileyan ji civaka mêran xwariye, neheqiyan lê kirine wek Dîmîtrî nexweş e. Di nav kûrahiya xwe de bi nakokiyên dijwar re rû bir rû ye, alozî bûye rîtueleke wê ya rojane. Wek li ber bayê payîzê her tim pel diweşîne.

MIRIN, LÊDAN, KUŞTIN Û HÊRS XWE DIDIN DER

Bayê biharê ji hiş û rihe wê dûr e. Bav Karamazov jî dilketiya Gruşenkayê ye. Gruşenka ya bedew di navbera hişek tevlîhev û dilê xwe de diçe û tê. Fyodor Pavlovîç Karamazov, dîsa bi hêviya bi kevirekî du gûz xistin bû. Hem ji Dîmîtrî xelas bibe û ew ji mîrasê bêpar bihele di ser de jî Gruneşkayê bi dest bixe. Yek lingê bingeha romanê hezeyanên arîstokratbûnê ye. Dema meriv li ser gernasên Dostoyevskî hûr dibe li dijî dagirkirina Rojavayiyan parastinekê dibîne. Temsîlkarê Rojavayiyan nîhîlîst û ateîst Îvan xwe wek kezîka bizmik dihêsibîne. Çimkî civaka Rûsan li ser esasa çanda xwe mezin bûye. Êrîşên Rojavayiyan di dawî de bi sûretê Îvan têk diçe. Îvan bi hişê Rojavayiyan çiqas li pey deq û dolaban be jî nivîskar wî nagihijine armanca wî. Ew jî Dostoyevskî tîne ser dijî mêtingeriya çanda Rojavayiyan. Di romanê de şîddet, lêdan, kuştin, krîzên hêrsê destnîşana şîddetperweriye xwe dide der.

Vêga ez ê behsa nivîskar Firat Aydınkaya bikim ku li malpera Kurd Araştırmaları nivîsekê wî bi navê “Xwendin Ji Bona Çi: “Eğitim Bize Toprağımızı Geri Verecek Mi?” de wisa dibêje; “Ji aliyê encamê ve Dostoyevskî metafora bin erdê nexweşxaneya Ewrûpayê bi meriv bide nasîn ew ê pêk bê. (…) Dostoveyskî jî tê da romana kevneşopiya dijî mêtingeriya ramangêr a Prometeusperest meriv dikare rêbereke şermok bi nav bike û ji edebiyeta wî meriv dikare şewq bistîne. Bila neyê jibîrkirin; Dostoveyskî ramanên Prometeusperest piştrast nake û ew mehkûm dike.” Aydınkaya didomîne: “Di edebiyeta Rojavayiyan de mexdûr û dîke, bi metafora Dostoyevskî ger em bêjin ‘ji şayiyê derkirin’e herî zêde. Di berhema ‘Kumarbaz’ de Aleksiy xwe wek kurm dihesibîne, di ‘Notên Binerdê’ de acizbûna karekterê û bi pê re muameleya mêşe kirinê derdikeve pêşiya me, dîsa Îvan Karamazov xwe wek kêzik dibîne (…) Axirê Raskolnîkov, Ez ne kêzik im însan im û ji bo qebûlkirina xwe, xwîn dirêjîne.''

Îro çi tiştek biçûk be çi tiştên mezin be di dawiya dawiyê de xwe qebûlkirin bivê nevê xwe di asta şer da derbas dike. Ev şerê xwe qebûlkirin çiqas bo gelên bindestan kuştin, xwîn, îşkence be jî di şerên ferdî de jî ev xwîn û kuştin tê dîtin. Şîddeta ku Fanon û Dostoyevskî diparêze di esasa xwe da wek hev bin jî yek di nav civaka xwe de daxwaza qebûlkirinê dike yê din daxwaza sifreya xwe dike. Çimkî gernasên Fanon daxwaza ser sifre nakin, sifreya xwe dixwazin. Yani xwebûna xwe. Aydınkaya; “Wisa be ew ên ku ji şayiyê hatine derkirina psîko-patolojiya û dibin mêtingeriyê da çîroka bindestan ti car wek hev nabin. Ew ê ku ji şayiyê derkirine ji xwe re lêgerîna efendiyek nû dike, ê bindest jî efendiyê xwe dixwaze li erdê bixe û bextê xwe tayîn bike.” Gernasên Dostoyevskî dicivin û di civakê de pêwendiya wan bi eleqedarî dimeşe yên Fanon jî azadiyeke dijwar û ji binî daxwaz dike.