Vegotinek lîrîk: Ehmed Huseynî

Tabloya hemberî me ji derva hatine hindire lê helbesta Huseynî her tim çavek wî li derva ye; pirek avakiriye bo danûstandina derva û hindir.

Google Haberlere Abone ol

Helbestkarekî kurd ji axa Rojava dilê xwe vekir û qêrînekê mafdar, xurt li ser esmanên welatê xwe oland. Dilekî her roj tije evîndar, hêvîdar û xembar. Di bin esareta mêtingeran da bervî banên rojavayiyên sipî ve jiyanekê xêz kir. Bi kû va here, li kîjan welat bi cîh be, welatê xwe û gelê xwe jî bi xwe re derxistiye rêwitiya dûr û dirêj. Xeribiyek li kêleka xwe bêhnfirehiyek bigerîne jî êşên xwe bi aşê welat derman kiriye. Di her risteyên wî de welat û çîrokên gelê xwe derxist pêş. Wek ev sê risteyan ku banga gelek tiştan dike: ''Zengil di dest wan de/kevok di mil wan de/dîrok di dev wan de''. Her roj ji dilê xwe yê nizm-şewat dixwar. Herê ji dil dixwar ji hestên xwe yê hêrsokî û sebir bi dest pir dikir jiyanê. Destekî dida jiyanê li hemberî wê jî destê din kom dikir heftrengan û heftbêhnên jiyanê. Danûstandinek çi ji dil çi bi zora jiyanê bênavber bi lîrîkbûna xwe ya xweser dilorand. Helbestkar nas dikim jê re jehr e helbest, her riste piçek piçek jehr xwarine di nav qedehek da. Min helbest xwend tik û tenê rihê helbestî hêma dikir. Her roj çavekî li rêya welat yê din jî ji dûr va menzaraya welat ditanî bo li ser risteyên xwe ye rengewr.

Encax menzareya welat dikare risteyan şîn bike; feyz û arzu jiyanê nefs û feraseta xaka berxwedêr dikare hesretê bide rawestandin. Dermana sereke car carna peyvek ji dayikên welat sehkirin bû.  Dîsa di helbestek xwe da wisa bang dike ji dilên hevpar re: “Û dema ku bilûrên destê te/dest bi êşên jiyanê dikin/ez dest bi hezkirina te dikim!”

HELBESTKAREK HEYE SERÎ HETA BINÎ HELBEST E

Em bi qewlê Rênas Jiyan bêjin û teswira xwe bi gotinekê bidin der: “Helbest nasnameya wî ye, ew nasnameya helbestê ye.” Yanê li hemberî me helbestkarek heye ji serî heta binî helbest e. Di wêjeya me ya modern da du helbestkar henin ku ji serî heta binî helbest in. Yek nemir Arjên Arî ye yê din Ehmed Huseynî ye. Yek ji binxetê bang kiriye yê din serxetê bersiv daye. Her du helbestkar di rêya helbestek wisa meşiyane ku meriv dikare bêje, li ber kendalên bilind meşiya ne. Çimkî ji serî heta binî helbestkarî rêyek gelek bi tahlûke dide ber me û hêma dike. Li hemberî barek wisa ne dil ne jî rih dikare ber xwe bide? Barê helbestkariya dilî ne hêsane; wisa di ber xwe peyvan rêzkirin nîn e. Heta dawî bi hemû mûyên canê xwe hîs kirine. Li ser peyvek bi salan hatin û çûne. Helbestkar li ser rêyên bi tahlûke dimeşe. Tahlûke ev e: Xwe dubarekirin, îmgeyên her tim hatine bikaranîn, lîrîzmek her tim di astek da hatiye domandin, rêzkirina peyvan û risteyên bi tehmek va her tim hatiye ajotin. Ez ê di vê nivîsa xwe da berhemên Huseynî raxim ber xwe û xwînerên wî. Di bin destê min de helbestên Huseynî “Berhemên Giştî-I-II” bi xwendinek wext fireh û yek bi yek hat dawî kirin. Kuliyeta helbestkar gelek berfireh e. Ne tenê helbest henin nivîsên wî hevpeyvînên wî jî di berhemên giştî de cih girtine. Em ê bi sê awayî herin ser helbestan. Ziman, dem û îmgeyên wî. Ger em helbestan di nav wext da beş bi beş ji hev biqetînin ew ê di destê me da sê beş peyda bibe.

Helbestkar di sala 1955an de li bajere Amûde ji dayik bûye. Sala 1989an da berê xwe da Swêdê û piştre li Îngîlîstana bêbav û xwînmij bi cîh dibe. Hê jî li wir jiyana xwe didomîne. Piştî şoreş û rizgarkirina Rojavayê vegeriya ser erdê xwe. Mixabin îro helbestkar Huseynî bi nexweşîna pençeşêrî ketiye. Ji bo dermankirinê berê xwe dîsa da Ewropaye. Hêviya me ew e ku bi lez û bez rabe ser xwe û vegere jiyana xwe ya rojane.

HER HELBEST XWEDÎ ÇÎROKEK E

Di Berhema Giştî-Ian da yazdeh pirtûk henin. Bi tamamî ji sed û bîst û çar/124 helbestan pêk hatiye. Ji vana bîst û penç helbest bi navê “Rono” hatine nivîsandin. Dîsa bi navê “Gulanê” bîst û dido/22 helbest henin. Ev her du helbest di nav wextek da nehatiye nivîsandin, kronolojiya wan ji hev cuda bin jî helbestek robarî/çemî ye. Helbestên beşa yekem ji salên 80î heta salên 90î bi dirêjbûnên xwe ketine hemberiya hevûdin. Di berheme da kronolojiya helbestan yekrêzî nehatiye rêzkirin. Huseynî ji nifşa salên heştêyî/80î ye. Li gor pirtûka helbesta wî ya ewil sala 1984an bi navê “Bûka Êgir” e. Belê, em ê krîtîka hemû helbestên wî li vir nekin, çend helbestên wî yên destpêke bidin nirxandin. Jixwe helbestên Huseynî dane şopa hevûdin. Wek jiyanekê girêdayî hevûdu. Di pirtûkê da her helbest xwedî bîranînek e, dîrokek e, çîrokek e.

Dema helbest hatine nivîsandin, li qada helbesta cîhanê de bayê ku diweşiya ev bû: Bîranîn, dîrok, çîrok û sloganên bo jiyanek rûmet bû. Ev her sê tema di bin xwe da cur bi cur meseleyan dihewand. Nakokiyên civakî yên wî dem û dewranê, kedkar, azadî, zindan, berxwedan hwd. Li Rojhilata Navîn hema em bi çavek serdevkî dîrokê bixwînin tiştê ku ew ê derkeve pêşiya me şoreş, zindan, têkoşerî û sloganên antî-emperlayîst bin. Vegotina epîk bi uslûba lîrîkî helbesta salên 80î bayek sivik weşandiye. Lê ev îdîa bo gelên ku têkoşîna hebûn û nebûnê dane ne rast e. Em baş zanin û me ji xwe tecrube kiriye gelên bindest melankolîk, romantîk û her tim di destê wan de hêviyek şikestî jiyana xwe domandine. Bi hestên derbeder, nîv birîndar, di dest da navgîn/hacetên kêm î, di nav arê ku tê da şewitîne û hê jî dişewitin. Rêyek efsûnî, rûmet jî bexşa me kirin. Lê ji xwe bawer rabûna ser lingan bedelên mezin jî daxwaz dikir û ew ê bedel jî bihatina dayîn. Ehmed Huseynî jî bi qelema xwe alîgiriya netewa xwe kir. Dengên wan bi dilek hêrsî, romantîk û li ser esasa têkoşeriye risteyên xwe weşand.

Berhemên Giştî-I-II, Ehmed Huseynî, wşn. Aram, 2015

“Bihar mêrkuj e/Cûdî diponije/ro bi qîrîn hiltê/şûrê Yezdan nû dike”. Ev her çar riste û yên din her tim di xizmeta gel da hatiye bikaranîn. Dema ev helbestên lîrîk-polîtîk dixwînin ger dîsa hestên me yên netewperwerî tê da peyda bibe serkeftî ye. Jixwe bi aliyek xwe va nivîsandin ji dîrokê re ne diyariyekî ye? Vêga em helbesta salên 80î baş fem bikin dibe ku em herin salên 70î jî. Serdema 70an de li bajaran şerên çepgir û rastgir salên 80î diyar kirin. Zayîna 80an bi avisbûna salên 70î yê. Îda ku helbesta salên 80î apolîtîk e; kêm zêde gelek kes daye pey ev îdayê. Bo helbesta tirkî yan jî ya eraban meriv dikare vê yekê bîne ser zimên. Jixwe helbesta 80an li Tirkiyê destpêkirina apolîtîkbûna wêjeyê ye û ji wê rêyê heta niha jî derneketiye. Lê ji bo wêjeya kurdan em heman tiştî nikarin bêjin. Çimkî salên 80î têkoşeriyeke dijwar û dev bi xwîn e. De ka bila tu kurdî binivîsî jixwe ev ji serî heta binî polîtîkbûn e. Ne tenê helbest her tişt polîtîk e: Ji stranan bigirin heta govenda ku hatiye gerandin ji wir em xwe bigihijînin fîka Apê Musa… Her tişt polîtîk e. Heta heta rabûn û rûniştandin ji wir heta awirên serdest û nêrînên wan ên dijmin…

HER TIŞT POLÎTÎK E

Her tişt polîtîk e. Civakek her tim û bênavber rastî polîtîkayên dijmin bê ew ê çawa nebe polîtîk? Heta welat rizgar nebe polîtîka ew ê di nav kepçiyê me da be. Lê reng û teşeya wê cur bi cur e. Herkes bi dilê xwe erê nake polîtîkbûnê jî şert û mercên dem û serdema çavsoran meriv tîne vê astê. Lîrîzma polîtîk bi rêya nerm û romantîkbûna veşartî/nepenî va balê dikşîne ser xwe çimkî li gor her kesî maneyekê tê da heye. Çimkî lîrîzm xebata dil dike piştre hiş û bîr hûr û hûr dike. Helbesta Huseynî jî helbestek lîrîk-civakî yê. Kodên xeyalên ferdî û fantaziyên şexsî jî em jê dixwînin. Lê hemû derî li ser rûye welat û li bindestiya gel vedibe. Rê beriya aqil û siya wê ji helbestê dest nakşîne. Kevnşopiya risteyan û şopên foklorîk jî têra xwe heye. Dema helbestkarê me risteyan rêz dikir li quncikek dinyayê helbestek çawa dihat nivîsandin? Bêguman salên helbesta 80î SSCBya ku li ber belavbûnê, bi taybetî jî li Kurdistan û Rojhilata Navîn tevgerên polîtîk, leşkerî û civaka ber bi sîstema neoliberalîzmê va dimeşiya bêşik ew ê bandora xwe li ser helbestan jî bidana destnîşankirin. 

Helbesta salên 70an li gor helbesta salên 80î rûye xwe zêdetir ber bi derva zivirandiye. Piştî zordestiyên dîktatoran, dorpêçandina civak, gefxwarinên sîstema cîhana yek alî atmosfera vegerandina hindir jî da destpêkirin. Tabloya hemberî me ji derva hatine hindire lê helbesta Huseynî her tim çavek wî li derva ye; pirek avakiriye bo danûstandina derva û hindir. Helbesta 80an bi parastina civakê û bi parastina ferdbûnê li ser xetek dijwar ji hev qetiyane. Ev her du blok hê jî encamek xurt nedabin jî di dest da helbesta piştî 2010an heye. Ev jî li ser riste meşandin û helbesta post-modernizmê daye pêşiya me. Madem helbest cîhanek bêserûbin e kê dikare helbeste homojen bihele. Nivîs dê berdewam bike…