Û helbesta nivîskî za

Enheduanna bi piranî helbestên xwe ji bo Xwedaya evînê Înanna xwendiye û nivîsandiye. Nivîsên wê heya roja îro hatine û li gelek zimanan hatine wergerandin.

Google Haberlere Abone ol

Gulgeş Deryaspî

Şevên dirêj, zivistana sar, bêdebarî, bêxewî, şîn û şahî, şert û mercên jiyana bêceribandin; çîroka devkî, stran, hêlan (şano) wek tovek fiktîvî xiste nav jiyana însanê û şîn kir. Ev tova huner û çandê di nav demek fireh de şîn bû, zîq da, mezin bû, çiqil da, belg da… Carna belgê wê weşiya, carna şîn bû. Gelek caran jî çiqilê wê şikestin û ji cihê şikestî va zîqên nû da.

WÊJEYA DEVKÎ Û NIVÎSKÎ

Edebiyata kurdan jî wek hemî neteweyên dinê cara yekem bi devkî dest pê dike û piştî nivîs li şaristaniya sumeriyan da tê emilandin, wek her tiştê edebiyat jî derbasî nivîsê dibe. Niha jî gelek wêjewan di nav gel da hene ku hînê nivîsê nebûne û bi devkî hunera xwe dirêsin. Mixabin ev jî dibe sedem ku tenê kesên ew nas dikin dikarin sûdek ji hunera wan hil bidin. Nivîs ew tişte ku gotarvan (bêjevan), helbestvan, li wir nebe jî, bimire jî dengê xwe dikare bide bihîstin. Nivîs bi aweyek dinê kopiya deng û hunera çîrokbêj û helbesthonan e ku di hemdemî û demên cûda da dikare dengê xwe bi mîlyonan bide sehkirin.

NIVÎS Û ŞARISTANIYA SUMERIYAN

Tê zanîn ku cara yekem nivîs ji aliyê sumeriyan va hatiye emilandin û ji ceribandina wan hatiye famkirin ku nivîs bi gelek aliyan ve, wek têkîlî (name), bazirganî (hesap girtin), nîşe girtin (dîroknîvîsîn), hesapkirin (tevgerên çerxa felekê) kêrhatiye, gelek karan hêsantir kiriye. Herweha derbasê civak û neteweyên dinê bûye. Îro jî jiyana heft mîlyar însanê di bin bandora nivîsê da dimeşe. Nivîs di nav jiyana sumeriyan da dibe amurek serbixwe û bi vî amurê gelek karên xwe bi pêş dixin. Hunermend, çîrokbêj û helbestvan jî vî amurê bikar tînin û li ser qalibên ku bi destê xwe çê dikin, çîrok û helbestên xwe dinivîsin. Çîroka Gilgamêş û çîroka Înanna yek ji wan çîrokan in ku sumeriyan nivîsandine. Gelek helbest jî di nav qalibên wan da hene ku armanca vê nîvîsê parvekirina helbesta yekem e, kêngî û ji aliyekî va hatî nivîsîn e.

ENHEDUANNA

Li gorî gelek çavkaniyan nîvîskara yekem ya cîhanê Enheduanna ye. Di pirtûka 21. Yüzyılın Eşiğinde Kadınlar, Değişim ve Güçlenme da ku ev pirtûk ji kongreya zanîngeha Dokuz Eylûlê beşa wêjeyê va hatî avakirin da wiha dibêje "helbestên Enheduanna ên ku heya roja îro hatine, ew kiriye helbestvana jin a yekem û heya ji aliyê hin çavkaniyan va jî tê gotin ku helbestvana yekem a cîhanê ye". Di sala 1925an da Sîr Charles Leonard Woley ku bi erdkolojiya Mezrabotanê va navdar e hîn metnên dîrokî derbarê Enheduanna da bi dest dixe. Pişt ra jî sumerologê navdar Wîllîam W. Hallo û J. A. Van Dîjk dîsa di sala 1925an da ji pîncî qalibên sumeriyan helbesteka Enheduanna derdixin û biheva datînin. Enheduanna keça qralê sumeriyan a Sargon e. Bavê wê Sargon ew kiriye keşejina sereke ya dêra bajarê Ûrê. Enheduanna li vî dêrê da bi gelek aliyan va xwe pêş dixe dibe pêşengê civakê. Helbestên wê bi piranî teolojîkbin jî dîsa li gorê dema xwe pênûsxwirt bûye. Bi piranî ji bo Xwedayên xwe îlahiyan nivîsiye, Înnana jî favoriya wê bûye.

Enheduanna keşejina heyvê bûye. Samoel Noah Kramer jî di pirtûka xwe da cih daye tekiliya şaristaniya sumeriyan û stêrknasiyê. Em li virda jî dibînin ku Enheduanna jî navekî gerstêrkan hildaye û xwe xistiye sembola heyvê ya li ser ruyê axê. Di stêrknasiyê da karê heyvê ‘hest’ in. Hesta hezkirinê, xwedîkirinê, xwedîlêderketinê, parvekirin û makebûnê ye. Heyv temsîliyeta dayîkbûnê ye. Enheduanna jî ji civakê ra, di dema xwe da bûye dayîk. Lê em dibînin ku bûye dayîka helbestê û ê gotina xwe, dengê xwe, hişê xwe, zanîna xwe rêtiye ser qalibên demê û rûpelek nû li helbestê vekiriye. Piştî helbseta devkî, helbesta nivîskî jî ji aliyê jinekê va bûye diyarî ji cîhanê ra.

ÎNANNA

Enheduanna bi piranî helbestên xwe ji bo Xwedaya evînê Înanna xwendiye û nivîsandiye. Nivîsên wê heya roja îro hatine û li gelek zimanan hatine wergerandin. Mixabin ez leqê wergera bi kurdî nehatim, ji ber ku ez bi sumerî nizanim tenê dikarim ji wergera tirkî wergerînime kurmancî. Ez wergerkar nînim, wergera helbestê jî karek hêsan nîn e. Tenê ji bo xwîneran ezê hewl bidim.

Ey Înanna
Bila bê zanîn! tu wek asuman mezin î
Bila bê zanîn! tu wek erdê fireh î
Bila bê zanîn! tuyî li welat a ku dimirije
Bila bê zanîn! Tuyî a ku li seriyan dixe
Bila bê zanîn! Tu cendekan wek seyê paqij dikî
Bila bê zanîn! Te gelek serfiraziyan bi dest xist

MEZRABOTAN

Erdnîgariya ku şaristaniya sumeriyan li wê jiyaye axa Mezrabotan e. Wek tekelê, wek bajarvanî û şaristaniyê, teqwîma rojê, nivîs jî wêjeya nivîskî jî bi destê sumeriyan va ketiye nav jiyana cihanê. Piştî ku tibetxaneya Girê Mirazan a Rihayê ji aliyê erdkolokan va hat dîtin, pê zanîn ku genetîka însanên ku dozde hezar sal berê li wê axê da jiyaye û însanên ku niha li wê da dijîn yek e. Gelê Rihayê niha kurd û ereb in (bi piranî kurd). Dîroka hatina xelqê ereb tê zanîn lê dîroka hatina neteweya kurd nayê zanîn. Ev jî tiştek wiha derdixe holê ku kurd dozde hezar sale ku li ser axa Mezrabotanê da dijî û îro jî dijî. Şaristaniya sumeriyan jî di nav vê dozde hezar salî da qewimî û tiştên ku hate avakirin jî dîsa li ser axa Mezrabotanê hate avakirin. Helbet ez nabêjim dozde hezar sal e tenê kurd li ser vî axê da dijîn lê kurd dozde hezar sal û zêdetir e ku Mezrabotan ji xwe ra xistine welat. Çanda ku ji aliyê şaristaniyan va hate avakirin helbet bêhaya kurdan nebû an jî bi destê kurdan ava bû. Ev jî rastiyek dinê derdixe holê ku Enheduannaya helbestvana cihanê ya nivîskî a yekemîn a kut ê zanîn li ser erdnîgariya kurdan de bû.

Di nav dîrokê da destpêkên bî vî aweyê ku berê jiyanê guherandinê û nûjeniyek ava kirine gelekin. Lê em navên wan kesên ku mijarek li jiyanê ava kirine ne di nav jiyana rojane da dibînin, ne di perwerdeyan da, ne di ezmûnan da, ne di belgefilman da… Kedkar û kedên ku hatî weşartin, navê wan bi zanîn ji nav dîrokê hatî jêbirin gelek in û tev jî ji yek zayendek in. 

Min xwest qala wan kesan û keda wan bikin. Di vî nivîsê da me cih da dayîka wêjeyê Enheduanna û keda wî ya hatî weşartin, erdnigariya ku lê jiyaye, neteweya wê, karê ku kirî, perwerdeya wê… Me xwest ku hûn jî nas bikin, bi aweyek dinê li dîrokê navê wê dubare binivîsin. Bi hêviya ku her tim bê bîranîn.   

Çavkanî
-Mezopotamya Mitolojisi, Samuel Noah Kramer-Jean Bottero, 2006. İst. İşbankası Kültür yay.
-Ahmad-i Daî. Çengname.
-21. Yüzyılın Eşiğinde Kadınlar - Değişim ve Güçlenme, Uluslararası Multidisiplinler Kadin Kongresi, Dokuz Eylül Üniversitesi, İzmir, 2010.
-Gazete Duvar, Tarkan Tufan, Akadin Büyük Rahibesi.
-Eski Yakin Doğu’da Rahip ve Rahibe tasvirleri, Ankara Üniversitesi Dil ve Tarih-Coğrafya Fakültesi dergisi.(44.2.2004) 
-Dünyanın ilk yazarı ‘’Ay Rahibesi’’ Enheduanna. Gündem arşivi.com.
-https://tr.m.wîkîpedîa.org).
-Dünyanin İlk Kadin Yazarı ve Şairi Enheduanna, Nazan Şara Satana, Milliyet.

Etiketler Înanna helbest