Stresa wêjeyê ya mêran

Tiştê em seh dikin, dibînin, pê re dijîn, dimeşin, pê re dikevin xirecirê, aciz dibin, radizên û radibin, xulek bi xulek stres bi me re mezin dibe û piştî demek te dixwe û hildiweşîne…

Google Haberlere Abone ol

Me çavên xwe di sosretbûna mêtingeriyê da vekir. Me çavên xwe di nav stresa êrişan da vekir. Em rabûn ser linga, me stresa malbatê hîs kir. Çiqas bejin dirêj dibû, li ser milan stresa jiyanê zedêtir xwe dida xuyakirin. Hêdî hêdî li dibistanan de stresa dagirkirina hiş dest pê dikir, bi dagirkirina rih û bedenê bênavber xwe domand. Gelek caran bi kêrên ji kû va hatin ser me û weşandin hemû dijminiyên xwe, di zindan û kûçeyan da, li meydanên welat, li ser deşt û çiyan, li ser erdê xwe yê pîroz stresa hebûna me heta mûyên xwe hîs kir.

ME PIŞTÎ SALÊN 2000Î PEYVA STRESÊ BÊHTIR SEHKIR

Pevçûn û şerên navxwe me dibir ser dagirkeriya hiş û rih û ji wir stresek kêm bi kêm me nexweş dikir. Hêrsbûn êdî rastiya me ya rojane bû. Me çiqas xwe da ber vegotina ferd; geh ji malbatê geh ji gelê taxê geh ji mêtingeriyan vegotina me ya helal û pak pirî caran hat astengkirin. Bêguman her ferd û kesayet di bin bandora stresê da dijî. Lê stresa gelê bindest û yên serdest bêşik ji hev gelek cuda ne. Çimkî di nav rojek da sê roj li pişt xwe dihele. Em ê di vê nivîsa xwe de li ser stresa helbestkar, nivîskar ku bi çi rengî xwe xistiye nav riste û hevokan bisekinin.

Me her hal piştî salên 2000î peyva stresê bêhtir seh kir. Salên 90î de peyva stresê nedihat bikaranîn. Ez dikarim bi dileke rihet bêjim ku bidestpêkirina dibistanê stres li min peyda bû. Ti car kêfa min ji dibistanan re nehat. Her tim ji dibistanê direviyam, heta bidawîbûna dersên li dibistanê min li îstasyona Amedê wext derbas dikir. Carna kûçikên bêxwedî didan pey min carna jî min dida pey wan. Min digot qey stresa min a ewil ji dibistanê revîbû, lê ev fikr şaş bû, stresa me di zikê diya me dest pê kiriye. Jinên kurd di kîjan merhaleyan da derbas dibin li ortê ye. Min da pey şopa stresê, bi xwendinên cur bi cur gelek encam derketin pêşiya min, dîroka ev peyva me digîhije sedsala 17emîn.

HÊZ, BANDORA ZORDESTIYÊ, KES, WESLE Û RIH...

Peyva me di vê sedsalê de dihat ev maneyan: Felaket, bela, derd û kul, azar û şemet. Di sedsala 18emîn û 19emîn da jî bi van maneyan va hatiye bikaranîn: Hêz, bandora zordestiyê, kes, wesle û rih. Bandora stresê yan jî zora stresê li ser ferd û ji wir jî xwe digîhine ser civakê. Hilweşandinek hem derûnî hem jî fîzîkî heye. Li ser stresê herî jîr û serê xwe bi vê meseleyê êşandiye Hans Selye re ye (1907/1982) ku stresê wek têgeheke stresorê bi nav kiriye. Li ser ferd tiştên ji derva tê û reaksiyon/bertekê nîşan dide jê re stresor; li ser kes jî bi hişyarkirina ev cureyên ku ji derva tê destnîşankirina bertekê re jî stres gotiye.

Tiştê em seh dikin, dibînin, pê re dijîn, dimeşin, pê re dikevin xirecirê, aciz dibin, radizên û radibin, xulek bi xulek stres bi me re mezin dibe û piştî demek te dixwe û hildiweşîne…

Di risteyan da stres xwe çawa vedişêre û dihewîne? Stres an şidandîbûn xwe di nav peyva da gelek caran vedişêre, meriv çawa ku metnekê û nivîskarek metnê ji hev sedî sed nikaribe ji hevûdin biqetîne, bi tena serê xwe jî peyv têr nake bo destnîşanê.

OMERÎ ZORÊ DIDE HELBESTÊ, NEMIR JÎ ZORÊ DIDE ZIMAN

Helbestên ku di van salan da hatine weşandin her hal helbesta herî bi stres bi min Mehmet Zahir Kayan e. Kayan stresekê ji jêr va honandiye, li ser peyvan risteyan bilind kiriye. Ger em herin dawiya salên 90î em Rênas Jiyan dibînin. Ji Kayan heta Jiyan di vê navbere da jî em stresa Kawa Nemir dibînin. Pirtûka Yehya Omerî ê dawî “Nêrgiza li defterê bişkivî” de gelek riste hene ku weke stresa helbestê û helbestkar tê xwendin.

Stresa Nemir û Omerî balkêş e û kodên helbestan dişibin hevûdin. Şibandina wan ne wek hevûdin in; Omerî zorê dide helbestê, Nemir jî zorê dide ziman.

Em pêşî ji Nemir berhema wî ya dawî “Soneyên Sewdaser”ê çend risteyan bixwînin:

kap biqetanda ji vê bêdesthilanîniyê”, “Xan-man û saman dêris kirî li vê dêrane”, “tevî koxatên xwe yên li şargehên peritî/biyên mehkem xwe girtî b’pêlên te yên anîzaz”.

Vêga em çend riste jî ji Omerî bixwînin: “tu yê bêjî qey verişiyaye bi ser gerdûna elemyon de, kîret/ dibêm ji xweliya nihêrînekê pêk hatime”, “ditirse ji vazoyê û şewqa xerabiyê ku gazî jibîrkirina pakiyê dike/lê belê ezê şûm”.

Risteya me xwend stresa helbestê û şidandina helbestkar di risteyan da xwe daye der. Peyva ku Nemir di helbestê da bi kar aniye “bêdesthilanîniyê” destnîşana helbestek lihû/şidandî dike. Peyvên ku bi ser hev hatiye weşandine tabloyek dilnerihetî an herikbarî û rîtma qutbûyî ber çavan radixe. Dîsa risteya din da ku peyvên “koxatên” û “biyên mehkem” de helbestê bêrevajî dike.

Lê helbest bi tamamî xwe şidandiye. Risteyên ku me ji Omerî xwend bi dirêjbûna xwe jixwe stres e û şidandîbûnek dide der. Nemir, li ser xwîneran jî stresê derdixe meydanê. Di helbestên Soneyên Sewdaser da hatiye honandin kêm-zêde di her helbestê da agresîf, stresbûn û xitimandin xwe dide pêş.

HUNERMENDÊN KURD, DU CARAN DIKEVIN NAV STRESÊ

Uslûba Nemir, rêzkirina risteyan û peyvên ku bikaraniye helbestê diwestîne. Mînakan meriv dikare zêde bike, lê cihê me teng e. Dîsa helbestkar Omerî di pirtûka xwe ya ewil de helbestên neqiş kiriye bi her aliyê xwe va di cîh de ye, wek bayê zozanan hênik û fireh e. Pirtûka wî ya duyem da em dibînin ku lîrîzma xwe qut kiriye û ji pirtûka xwe ya yekem coşbûnê deyn standiye. Omerî, helbesta xwe ber bi hermetîkbûnê ve qelaptiye, risteyên em dixwînin geşbûneke çilmisî di xwe da hewandiye.

Hunermendên kurd di esasê xwe de du caran dikevin nav stresê. Yek berhema herî kûr û bibingeh were honandin -ev stres di hemû hunermendan de heye- ya din jî û herî taybet bindestî û êrîşên li ser ziman û hebûna xwediyê berhem dike nav stresek dijwar.

Ev stres bivê-nevê nivîskaran derdixe rojê yan jî berevajî dike. Çimkî keda ku hunermendên bindest dide li jor nêrinek qureyî jî derdixe meydanê. Uslûba ku hem di risteyan da hem jî rastnivîsên wan de em vê yekê bi rihetî dibînin. Yanî hunermendên me, helbestkarên me û nivîskarên me birîna bindestiyê di hindirê xwe de dihewînin, ev êşa hunermend derdixe roj, xwe wek pîroz dihêsibîne. Stresa di helbestê da, romanê da, çîrokan da û rexneyan da tê dîtîn “pirsgireka hebûnê” giran tê, ev jî li aliyê nivîskaran tengasiyekê derdixe meydanê.

HER TIM ALIYEKÊ DE XWÎN DIHERIKE

Berger dibê; “Bi rastî jî di navbera du wextan da meriv diçe û tê; gewde û hiş.” Stresa ku hiş derdixe meydanê û bi vê rêyê bandora ser bedenê derdixe me dibe navbera du wextan wek Berger dest nîşan kiriye. Nietzsche, aciziyeta mirovê modern li dijî ketina heqîqate rêya huner û muzîkê dest nîşan dike. Foucault û Heidegger rêya ku nîşan daye wêje û bi taybetî jî sîtavka wê di helbestê xwe dipêçe. Ji bo vê helbest gelek tiştên veşartî bi hurbûn û xwendina şîroveyî qalikê wê radibe meriv xwînê, hêviyê, binketiyê, êşê dibîne û bi van doneyan hemû bûyer di destê me de streseke mezin peyda dike.

Di bin tehdeya desthilatan da nivîskarê bindest çiqas xwe bi nivîsan, risteyan birîna xwe derman bike jî her tim aliyekê wê de xwîn diherike. Desthilatdar ji xwe re heqîqatan ava dike, teşeya ku daye ber civakê bi zimanekî otorîter û fermandariyê, li jor diaxive. Sîtava ev tevgirtina desthilatdar li ser wêjeyê û uslûba wî jî bandora xwe dide eşkerekirin.

Li gor Foucault, kirde êdî di nav neçariyê de ye. Di vê rewşa tirş û tehl de deriyekî heye bo derketinê; ev jî rêzkirina estetîka hevokê ye, rêya ku desthilatdar dest nîşan kiriye û bi normên civakî zordestiya xwe pêçaye/veşartiye, kirde bi rêya hunerê dikare xwe jê dûr bixe. Ev bila neyê wê manayê ku bi normên civatê û bi pergala wî bê meşandin.

Disîplîna zimanê rojane aliyê pergala retorîkbûnê dide eşkerekirin. Di esasê xwe de ev leystik dîsa bi dev û nêrîna serdestan ve hatiye avakirin. Yanî “xweşkirin” feka erkê ye, di rêya azadiyê da kes an civat yan jî civatok xwe ji retorîka hestên çelepeyî xelas kiribe berhem bêhtir bi bingeh be û behna azadiyê ewê jê bê. Çawa ku me di berhemên Nemir û Omerî de stresa hestbûne dît, di helbestên Abdullah Peşêw û Rojen Barnas da stresa azadiyê, neheqiyê, şoreşê dibînin. Her du helbestkar jî civakî ne û pirsgirêkên bindestbûnê derxistine pêşiya xwîneran. Helbesta Barnas bi navê “Xaçerê” de wisa dibêje; “Ma doza Îskender çi bû li Dara/Mebesta Cengîz û Tîmûr ma çi bû? /Ku ne talan û tajan bû gelo/Xalîd ibnî Welîd çima hatibû?”

HELBEST NE HÊSAN E, JI XWÎNERAN RE WEXT DIVÊ

Vêga em ji Peşêw çend risteyan bixwînin: “Sedan sal e/Di mala xwe yî wêran de/Ez pisîka kor î kuncikê midbexa siltan im/Sedan sal e/Hewş û ber hewşa min vala ye/Li ber deriyê dizên xwe pasewan im/Sedan sal e/Weke çengek dan/Aşê dîrokê ez avêtime/Her çar dorê’m qulên gêrika ne û/Mûrî dev dane nava min/Sedan sal e”

Pirtûka M. Zahir Kayan bi navê “Hîç” gelek balkêş e. Ji her aliyê ve balkêş e û zorê dide xwîneran. Helbest ne hêsan e, ji xwîneran re wext divê. Bi ezmûna xwe, bi zimanleystina xwe, bi mane û ji tîpan yeko yeko risteyan derxistin. Stresa li ser xwîneran helbestkar weşandiye ne tenê stresek xwendinê ye, famkirin, şîrovekirin û di dawiya dawî da jî li ser leystika zimanê. Di helbesta Kayan de wisa stresekê heye ku ji serî heta binî hem bi uslûp hem jî bi sembolên ku di risteyan de bi kar aniye zorê dide.

Ev ji bo xwîneran zehmet be jî pêşaroja helbestê dest nîşan dike. Kayan bi awayeke ji xwe bawer diçe ser helbestê, helbest naçe ser wî. Wek ahenga jiyanê helbestkar ahenga helbesta xwe bi dest xistiye. Em, ji helbestkar çend risteyan bixwînin: “Gewdeyê bêsûret/sûreta bêdil, dilê bêderûn, dilê bêkesayet/kesayeta bêferaset, feraseta bêesalet, ne tu ‘tişt’ e”.

STRESA DIL

Stresa wêjeya Kayan de streseke hişî heye. Barnas û Peşêw çawa ku helbesta xwe li ser civakê û hişyarkirina gel bi kar tîne, Kayan jî li ser zimanê keda ezmûnê dide û hê jî berheman dide ber xwîneran. Kayan di pêşaroja helbestê de ew ê gelek bê şîrovekirin, bê rexnekirin û bo mînakek li ser vê hêjayê axaftinê ye jî.

Di helbesta Şêrko Bêkes de stresa em dibînin ji hiş û felsefeyê gelek dûr in. Helbestên wê yên li ser civat û gel hebin jî helbestên wî zêdetir hestbar in. Di helbestan de em leqayê stresa dil dibin. Stresa hindakirin û negîhiştina sewdayê ye, kî zane belkî sewdaya wî welatê wî bû. Çend riste em ji Bêkes bixwînin; “Guveguva bayê, deştê dixwîne û/nefes bi nefes, bêhna min jî bêjna te dixwîne”, “ez yek kes im û du sî bi min re ne/laşeke min heye û du sî”.

Vêga em ber bi şahê lîrîzmê Ehmed Huseynî ve herin. Meriv li ser helbesta Huseynî dikare beje; wek çemên kurdan bi coş û destanî diherike, bi vê herikbariya xwe pişta xwe zêde dabe lîrîzmê jî ahenga helbestan bi dest xistiye û xwîneran digerîne. Meriv carna bi helbestkar re derdikeve gerê di rê da stres û derûniya wî bêhtir kişf dike.

“Nema dikarim her tiştî/di sînga xwe de veşêrim/cih di sînga min de nema!”, “tu destên min/bi stranên xwe girê didî!/dilê min goristana peyvan e/û xewna min bilûrvana ewran e!...”. Nivîs li ser berhemên jinan dê dewam bike…

Etiketler helbest stres