Jan, li koka xwe ya veşartî digere

Di hestên merîya da hevî û xemgînî dikevin berebezîyê. Xemgînî carcaran zede bibe û derbikeve pêş jî, hêvî xurt dibe û merîya li pey xwe digerîne. Jiber ku heta çiqilek zindî bimîne, kok namire, ji nû va jîndar dibe û şax dide.

Google Haberlere Abone ol

İkram Oguz

'Zer' navê filma Kazim Öz e. Film di sala 2017an da hatîye çêkirin. Mixabin, çend roj berê min li ser înternetê lê temaşe kir. Ji destpêka fîlmê heta dawîyê, qasî 2 saetan ez di cîhê xwe da wek kerr û lal bûm û di dilê xwe da bi serlîstikvanê filmê Jan (Nik Xhelilai) ra ketim rêwîtîyê. Jan, li koka xwe ya veşartî gerîya, ez jî di kUrahîya dilê xwe da girîyam.

Heta roja îro min di derbarê Komkujîya Dêrsimê da bi dehan pirtûk, bi sedan gotar xwendin û ji gelek kesên Dersimî li serpêhatîyên bav û kalên wan guhdarî kir. Bi xwendina her pirtûkek û gotarek, bi guhdarîkirina her serpêhatîyek ji êş û jana ew kesên ku di wê komkujîyê da hatibûn kuştin, ew zarokên ku sêwî mabûn, ew qîzên ku wek berdestî hatibûn girtin û ji koka xwe hatibûn qetandin, xemgîn dibûm.

Piştî xwendin û guhdarîkirinê, gotin difirîya, xemgînîya min jî kêm dibû. Piştî temaşekirina 'Zer'ê girîyên min hatin birrîn, lê xemgînîya min çend roj e didome. Mîna serlîstikvanê filmê hê di rêwîtîyê da me. Ne rêwîtîya min diqede, ne jî xemgînîya min...

Ji sedeman yek, cudahîya ji dîtin û xwendinê be, ya din jî hunera çêkerê filmê Kazim Öz e. Ji saya wê hunerê ye, dema ku mirov fîlmê temaşe dike, xwe di nav fîlmê da dibîne û dibe hevparê kul û keserên Zerîfe ya 80 salî. Dibe hevrêyê Jan û bi wî ra li ser koka xwe vedigere û bi hêvîyek xurt dibe şopînerê êş û jana veşartî.

Kazim Öz di fîlma xwe da ne tenê êş û jana 70 sal berê qewimîye, bi hunera xwe jîndar dike û dide ber çav, ew di heman demê da di kesyetîya Dêrsimîyan da rewşa civaka Kurd ya îroyîn jî li ber çavan radixe û merîya dinuquçîne. Bi çirûskek hevîya merîya jî xurt dike. Ew çirûsk jî Janê 19 salî bixwe ye. Jan li Firansayê hatîye dine û mîna êş û jana dapîra xwe ji rastîya navê xwe jî bêhayîdar e. Navê xwe navekî Fransî û lêdanîna wî navî jî bi bûyîna xwe ya li Fransayê va gire dide. Li Newyorkê dijî, qasî ku ji alîyê xwe yê Kurdî bêhayîdar, ewqas ji alîyê xwe yê Tirk jî dûr e. Xwendekarê beşa muzîknasîyê ye.

Di odeya nexweşxaneya li Newyorkê da refaqetvanê dapîra xwe ye. Dapîra wî Zerîf e, dixwaze ji Jan stranek guhdarî bike, ew jê ra stranek bi îngilizî distirê, dapîra wî tu tiştek jê fam nake. Dûra ew daxwaza stranek ji dapîra xwe dike, dapîra wî strana Zerê jê ra distirê. Jan zimanê stranê meraq dike û ji dapîra xwe dipirse.

Zerîfe, mîna êş û jana xwe Kurdbûna xwe jî ji nebîyê xwe vedişêre û jê ra dibêje, stranek kurdî ye û ji hevalek xwe ya Kurd hînbûye. Dûra çîroka hevala xwe jî Jan ra vêdibeje. Melodîya stranê bala Jan dikişîne û dixwaze careka din li dapîra xwe guhdarî bike û stranê jî jiber bike. Mixabin dapîr dinya xwe diguhêrîne. Rêwîtîya Jan jî bi termê dapîra wî va ji Newyorkê dest pê dike. Li Afyonê piştî merasima definkirinê, Jan ji kesên ji malbatê strana 'Zer'ê dipirse. Bavê wî bi bertekek tund, “te hişê xwe xwarîye kurê min, Zer û strana Kurdî çî ye, te ev ji ku derxistin” dibêje û şîrmaqek li bin guhê Jan dixîne. Dûra ji meta xwe ji surr a dapîra xwe ya veşartî hayîdar dibe û ji Afyonê bere xwe dide warê êş û jana veşartî.

Di rêwîtî û di nav bajarê Dersimê da li şopa strana 'Zer'ê digere. Bi pirs û axaftina xwe rûbirû qilf û henekan dibe. Yek dibeje, “dîn e, ji Amerîkayê rabûye, heta vir li pey stranek ketîye”

Yekî din dibêje, “dibe ku, ev casûsek ji casûsên CIA yê be?”

Dema ku qala çîroka dapîra xwe dike, ew kesê ku qilf û henekên xwe pê kiribû; “min ji we ra negotibû, dînek ji dîn ên me yê Xozatê ye” dibêje û rîya Xozatê nîşanî Jan dide. Jan ku ji Newyorkê rabûye û ketîye şopa strana 'Zer'ê, ne ji qilf û henekan ne jî ji astengên ku derdikevin pêşîya wî, bêzar nabe û gera xwe didomîne. Di encamê da Jan digihîje armanca xwe û strana 'Zer'ê ji pîrejineka gundî guhdarî û jiber dike. Ew pîrejin ku, mîna dapîra Jan di dema komkujîya Dersimê da sêwî ma ye, bûye berdestî û salan şûnda bi dizî vegerîya ye warê bav û kalên xwe.

Dema ku film diqede, qasî ku mirov bi çîroka Zerîfe ya sêwî û keça wendayî ya Dersimê ya bi êş û jan, ewqas jî ji xemsarîya Dersimîyan jî xemgîn dibe. Civat ewqas hatîye çilmisandin, ku ne tene ji stranek, ji bîra xwe ya dîrokî jî hatine dûrxistin. Loma kesên ku li bîr û bawerîya xwe xwedî derkeve, wan mîna Jan dîn dibinin û qilf û henekên xwe pê dikin. Lê bi şopenêrîya Jan va, ku bi melodîya stranek va li ser koka xwe vedigere, ji bo pêşerojeka ronahî bi hêvîyek xurt mirov şad û dilşa dibe.

Di hestên merîya da hevî û xemgînî dikevin berebezîyê. Xemgînî carcaran zede bibe û derbikeve pêş jî, hêvî xurt dibe û merîya li pey xwe digerîne. Jiber ku heta çiqilek zindî bimîne, kok namire, ji nû va jîndar dibe û şax dide.