Seyidxan Anter: Divê meriv li ser şopa Mûsa Anter bimeşe

Seyidxan Anter: "Di nava kurdan de Mûsa Anter xwedî rêzgirtin û hezkirinek ber bi çav e. Kurd qedrê Apê Mûsa digirin, jê hez dikin. Lewra ew bi xelkê re radibû û rûdinişt, digiriya, yek ji wan bû."

Google Haberlere Abone ol

Semra Yansît

DIYARBEKIR - Mûsa Anter ji bo mafên gelê kurd gelek xebatan dikir. Xebatên ku Mûsa Anter dikir hinek kesan aciz kir, jiber vê 20ê îlonê di sala 1992an de li kolanên Diyarbekirê ew bû hedef û hat qetilkirin. Me derbarê jiyana Mûsa Anter, bi biraziyê wî Seyidxan Anter re axivî. Anter qala kesayetiya apê xwe Mûsa Anter kir.

ji çepê: Seyîtxan Anter, Mûsa Anter

Tu biraziyê Mûsa Anter î, ji aliyê civakî û siyasî ve Mûsa Anter apê miletê kurd e. Ev hîseke çawa ye gelo?

Di nava kurdan de, Mûsa Anter xwedî rêzgirtin û hezkirinek ber bi çav e. Kurd qedrê Apê Mûsa digirin, jê hez dikin. Lewra ew bi xelkê re radibû û rûdinişt, digiriya, yek ji wan bû. Mijarên ku der û dorê wî dihizirîn, Apê Mûsa digot û dinivîsî. Îro jî li Amedê û cîhên din, gelek caran min ji wê rêzgirtin û hezkirinê sûd verdigrim û wergirtiye. Bi xêra Apê Musa min gelek kesayetî naskirin. Li her qorzî û warî nas dost û hogirên wî hebûn û hene. Di xortaniya min de li Amed û Farqînê û Mereşê sînorê vê sûdê bêhemdî hinekî firehtir dibûn. Bêşik mervantiya bi Apê Mûsa re xweş e û nabe para her kesî ku bikaribe ji nêzîk ve bibe şahidê û hin caran qasidê, jiyaneke wisa dewlemend û piralî. Erê, mervantiya bi Apê Mûsa re barekî giran e. Carna jî neheqî li mirovan dibe. Bi devê xwe çukan bigrim ez nikarim xwe ji siya Apê Musa rizgar bikim. Li derveyî van tiştan xwestek û hêviyên xelkê, nemaze ji birazî, xwarzê û lawên Mûsa Anter hene. Îcar di civaka kurdan de, ger te bersiva xwestek û hêviyên xelkê neda, nexwezî bi dilê te, biryarên xelkê gelekî dijwar in.

Em dikarin ji dayikbûna Apê Mûsa dest pê bikin? Apê Mûsa li zemanekî çawa, li gundekî çawa û li nav malbateke çawa hatiye dinê?

Di sala 1991an de, di dema ku jinên Kurdistanê li ber Ava Bîrmixidir serê generalekî şikandin, di germahiya şerê di navbera kurdan û dewletê de, dema bersivên nezanan sixêf û lêdan bûn, ez çûm Kurdistanê. Li wir bi Apê Mûsa re me li hev kiribû ku em çîrokekê li ser Darê binivîsin. Me dest pê kir jî lê di wê navê re tîma ku fîlmê Mem û Zînê kişandin li me bûn mêvan. Dûre jî ez zû ji Tirkiyê derketim û karê me nîvîda ma. Destpêka çîrokê bersiva hinek ji pirsa te ye. Vêca, Fesla Hisênê Sarê diya Apê Mûsa û bapîra min e. Bapîra min berê dergistiya Hesenê Humer bû. Hesenê Humer ji gundê Kurka Çeto bû. Binyatkî bû. Di şerekî bi mala Eliyê Himed re, li navela Qurdîsê 19 kes hatine kuştin. Yek ji wan Hesenê Humer bû. Dûre, Xelîlê Xezala bela xwe ji Feslayê venedikir. Loma jî Hisênê Sarê ji ber zilma mala axê, qîza xwe Fesla şandibû cem Şêx Smaîlê mala Bavê Kal. Ji ber ku wê demê kesekî îşê xwe ji şêxan netanî. 

Kalikê min Anterê Şêxo ku bidesthilanîn û xwediyê xencera zîv bû, bi sê mirovan ve diçe ku Fesla ji xwe re bixwaze. Ji malbata axayên Mehmûtkiyan Xelîlê Xezala jî bi koma Qurdisyan ve digrin ser Kaniya Şêx ku Fesla Hisênê Sarê bi darê zorê ji xwe re bibe. Ji bo kuştin çênebe Hesenê Sarê (birayê Hisênê Sarê) Anter û hogirên wî ji gund derdixin Kevreza. Xelîlê Xezala jî destvala vedigere Qurdîsê. Li ser riya xwe, gûz, hinar, hêjîr û dar û berên Mala Sarê dibirin. Îca, Anterê Şêxo diçe gundê Darê, Fesla Hisênê Sarê li pişt xwe dike û dibe gundê Koçeka, Bamidê. Wê demê malbata Anter xwînî bûn, ango ji gundê xwe derketibûn. 

Em qala salên destpeka qirnê 19an dikin. Dema Şerê Yekemîn, berfa sor, xela û fermana xiristiyanan. Apê Mûsa jî piştî vê fermanê hatiye dinyayê. Her çiqasî dubare jî be, di pêşgotina serpêhatiyên xwe ya bi navê “Hatiralarim” de Mûsa Anter derbarê gundê xwe de wiha dibêje: “Li Tirkiyê herêma herî paşdemayî Kurdistan e. Mêrdînê bajarê herî paşdemayî yê Kurdistanê ye. Nisêbînê qeza herî bi kul û derd ya Mêrdînê ye. Stilîlê nehiya herî feqîr a Nisêbînê ye. Zivingê gundê herî neçar ya nehiya Stîlîlê ye… û li gor nasnameya gund ez li şikefta duyan hatime dinê…”

Apê Mûsa di sibata sala 1927an de, li Kercewsê dest bi dibistanê dike. Sala duduyan li Nisêbînê û dûre jî li Mêrdînê diçe dibistanê. Piştre Mûsa Anter li Edenê dixwîne ew xortekî şûm û xwedî hest e. Di vê demê de du bûyerên siyasî gelekî bandorê lê dikin. Yek jê qirkirina  kurdan li Dêrsimê û ya din jî teşqeleya Hatay ya sala 1938an in. Wek ku hûn dibînin, Mûsa Anter bûye şahidê “Dinya bû hikumet, kurmancî rabû.” Ew bûye şahidê avabûna Komara Tirkiyê. Wî bi çavên xwe dîtiye, ka Komara Tirkiyê çawa rêxistinên xwe pêk anîne, cendirme, tahsîldar û memûrên xwe li Kurdistanê bi cih kirine. Û Çima gotina “bextê romê tune ye” di nav netewa kurd de belav bûye… Bêguman giranî ya Musa Anter û hogirên wî 50 kesan ya herî mezin, ew bûne hoya ku bêdengiya li Kurdistanê, ya piştî qirkirina li Dêrsimê, têk here. Loma jî para Mûsa Anter her di zindanan û di bin îşkencê de bû. 

Gora Apê Musa li gundê Stilîlê ye. Gelo tu dikarî têkiliya Apê Mûsa û Stîlîlê hinekî şîrove bikî?

Em jibîr nekin, qesra ku Huseyîn Denîz tê de çê bûye, di destpêkê de bi salan Mûsa Anter li wê qesrê maye. Piştî sala 1984an Mûsa Anter heta 1991ê Stîlîlê ji xwe re kiribû war û lê dima. Sê cîhan bêhtir reng dane jiyana Mûsa Anter. Yek jê li nav tirkan Stenbolê, yên din li Kurdistanê bajarê Amedê û helbet gundê Stîlîlê, ku wateya wê Bûka Xemilandî ye. Apê Mûsa ev bûk bi cihanê ve bi naskirin daye. Me berê jî gotibû, ku Apê Mûsa û Stîlîlê bê çawa Melayê Cizîrî bêyî Cizîrê û Medreseya Sor nabe, Stîlîlê û Mûsa Anter jî bêyî hev nabin. Wek mînak, gava mirov nivîsên Mûsa Anter dixwîne -Weşanxaneya Aramê hemû çap kirine- materyal, aktor û serpêhatiyên Mûsa Anter de Stîlîlê ciheke berfireh digire. Ji henekên wan bigire heta fîlozofên nexwendî (karkerên fabrîkayên Stîlîlê) qeraşên aşên Stîlîlê, Şêxê Kûtê û jinên nexwendî yên zanyarên kurdî Hilwa, Zîno û Şema, mînakên balkêş in. 

Apê Mûsa rewşenbîrek çawa bû?

Dibêjin ne ji yê xwende lê ji yê dinyadîtî bipirsin. Îcar ez bi rehetî dikarim bêjim Mûsa Anter hem xwendibû û hem jî dîtîbû, lewma jî yek ji leqabê wî Pîrê Kurdan e. Pîr, di lîteratura elewiyan de kesên ku xelkê ew hilbijartine û rêberiya xelkê dikin e. Pîr li hember xelkê xwe serbest û azad in, her wiha azadiyeke entelektuelî. Bêguman Mûsa Anter ewqasî li xwe û li dora xwe xwedî derket -çi li zîndanê, çi li derve, Mûsa Anter hem di nivîs hem jî di gotinên xwe de, ne adeta wî bû ku xwe deyne ser masê û dinya li dora wî bizivire. Xwedî hest û helwest bû. Ji nakokiyê bê wate û êrîşên yektir yên nav ronakbîr û rêxistînên kurdan gelekî xemgîn bû. Lê biser her tiştî de jî, li hember êrîşên ser pêşeng û rêxistinên kurdan, eniya wî vekirî û singa wî mertal bû.    

Li ser navê Apê Mûsa her sal xelatên rojnamegeriyê tê belavkirin û merasim tên lidarxistin. Li Stîlêlê Mala Apê Mûsa wek muzexane tê bikaranîn. Wekî din divê ji bo ked û armanca Apê Mûsa çi were kirin? Wek endamê malbata Anter tu çi difikirî?

Tevgera azadîxwaziya kurd, di xwedîderketina Apê Mûsa de kêmasî nekiriye. Lê divê mirov ji xwe re bike kar û li ser şopa Mûsa Anter bimeşe. Şopek bi rumet e. Mûsa Anter tiştekî dibêje; ez ne malê çi kesî me, ez weqfa miletê xwe me. Îcar her yek ji me, yên ji malbata Anter ger ev gotin ne di hişê wan de be û ji xwe re nekin guhar, wê heqareteke mezin, neheqiyeke dîrokî li Mûsa Anter bikin. Min soz dabû Apê Mûsa ku ez pirtûka "Hatiralarim" bikim kurdî û swêdî. Bi kurdî ya wê ez gihaştime heta Stenbolê ku di kovara Bîrnebûn de hatine weşandin. Karê min didome. Têr dike? Na. Lewra em çiqasî xwedî li Mûsa Anter derkevin û bi nêrînek rexnewarî lê bikolin, emê hewkasî xwedî li xwe derdikevin. 

Îro Apê Mûsa li hember te bûya, te yê jê re çi bigota?

Bersiva vê pirsê baş e ku her kes ji xwe bipirse. Lê em ji xwe dest pê bikin. Bêşik bi qasî ez Apê Mûsa nas dikim û min pê re nan xwariye û li çola Zivingê pê re kevir ji nava erd daye hev. Ev pirs dê alîkariya law û keçên kurd bike dema ku ew bi xwe jî hinekî li beriva vê pirsê bigerin, li  mercên ku Apê Musa di nava wan de mezin bûye bikolin û bi hev re parvekin. Mîna Bahoz Şawata, Guney Aslan û kesên din. Lewra agahdariyên li ser Mûsa Anter, naskirina diroka modern ya miletê kurd a Kurdistanê ye.