Sêwiyê Dêrsimê

Yusuf Kaynak di kesayetiya Hesenê sêwî ya jî Kemal Öztürkê bêkes da, eşa sêwiyên ku piştî komkujiya Dêrsimê bêxwedî bêxwedan mane, bi hevgirêdaneke baş, bi zimaneke zelal û herikbar aniye ziman.

Google Haberlere Abone ol

Îkram Oguz

Xwendin û nivîsandin bi tena serê xwe karên pîroz in. Ger ku kesê dixwîne û dinivîsîne kurd, karê xwendin û nivîsandinê jî bi zimanê kurdî be, pîrozî û girîngiya wan jî bêtir zêde dibe.

Nivîskarê vê pirtûkê Yusuf Kaynak jî kurd e û karên pîroz dike. Min navê Yusuf Kaynak di salên 1990î da bihîstibû. Ez wê demê li Stenbolê berpirsiyarê giştî yê rojnameya Azadî bûm. Pirtûka wî ya “Bi Kurdî Navê Zarokan“ hatibû weşandin û di wan salan da gelek dê û bavên kurd navê zarokên xwe ji wê pirtûkê hilbijartibûn. Çend sal berê romana wî ya bi navê "Warê Nû“, dû ra jî lêkolînek wî ya ku ji du cîldan pêk tê, bi navê "Guldesteyek Ji Edebîyata Cîhanê“ hatin weşandin û di nav pirtûkxaneya kurdî da bi giranî cîhê xwe girtin.

Birêz Yusuf Kaynak piştî weşanê, hersê pirtûkên xwe jî ji min ra wek diyarî şandibûn, min jî ew xwendibûn û derbarê wan da nêrîna xwe jî nivîsandibû. Ji bilî van du pirtûkên wî yên hatine çapkirinê jî hene û ew jî "Jînenîgarîya Cegerxwîn û berhemên wî“ û "Neteweperestîya Kurada“ ne. Ev romana wî, "Sêwîyê Dêrsimê“ jî, berî çapê ji min ra şandibû, ku ez bixwînim û binirxînim. Jibo vê yekê jî divê mirov bi çavê rexnegiriyê lê binêre, bixwîne û bi berfirehî binirxîne, ku ew jî bi tena serê xwe kar û barekî giran e. Jiber ku nirxandina berhemeke wêjeyî karê rexnegiran e û jê ra pisporî pêwîst e. Ez jî ne rexnegir im. Loma, divê ev nirxandina min jî wek nêrîna xwendekarekî bê dîtin.

Heta roja îro min gelek çîrokên derheqê "Sêwîyên Dêrsimê“ da hatine nivîsandin, xwend, ku pirraniya wan ji serpêhatiyên zarokên qîzîn pêk dihatin. Bi taybetî li ser navê "Dêrsim’in Kayıp Kızları - Keçên Wenda yên Dêrsimê“ gelek lêkolîn hatine kirin û belgefîlm hatine çêkirin. Derbarê zarokên lawîn da qasî ku dizanim rojnamevan Yavuz Semerci, di nivîseke xwe da qala serpêhatiya bav û apê xwe kiribû û sêwîtiya wan bi kurtayî nivîsandibû, serpahatiyeke bi êş û kelem û bi kul û derd… Ez bawer im ev cara yekemîn e, ku Yusuf Kaynak serpêhatiya sêwiyekî Dêrsimê ji xwe ra mijar hilbijartiye û wek roman nivîsiye.

Sêwîyê Dêrsimê… Lehengê romanê, çar sal berî Komkujiya Dêrsimê, di sala 1934an da çavê xwe li dinyayê vedike. Diya wî Emoş, bavê wî Huseyinê Pulumurî, bi bûyîna lawê xwe şa dibin û navê wî Hesen lê dikin.

Huseyîn ji malbata Seyîdên Qureyşiyan e, ku ew malbateke ji şer û pêvçûnê dûr e. Rojek xeberek tê û jiyana malbatê jî bi wê xeberê ra duguhure. Ew jî wek niştecîhên herêmê dibihîsin ku Paşayek bi navê Huseyîn Abdullah Alpdoxan berê xwe da ye Dêrsimê, di nav gundan da digere, ku çek silehên gundiyan berhev bike. Huseyînê Pulumurî jî mîna her gundiyên xwe ditirse û dixwaze zar û zêçên xwe ji şer û alava şer dûr mezin bike.

Lêbelê tirsa wî ji xilasbûna wî ra nabe çare û komkujî dest pê dike. Hesen hê çar salên xwe neqedandiye, dê û bavê wî di komkujiyê da tên kuştin û ew bi tena serê xwe, bêxwedî û sêwî dimîne.

Murteza Paşayê ku wek qumandanê alaya 16an di komkujiyê da cîh girtiye, Hesen digre, demek şûnda jî wî dibe li bajarê Nixdeyê teslîmî sêwîxaneyê dike. Hesen zarokeke çar salî ye û tirkî nizane, Murteza Paşa jî navê wî... Dema qeydkirinê da Murteza Paşa gor dilê navê wî 'Kemal‘, paşnavê wî jî 'Öztürk‘ lê dike. Hesenê Pulumurî di çar saliya xwe ne tenê sêwî dimîne, navê wî jî tê guhartin û li ser navê du kesên xerîb tê qeydkirin. Bi wî awayî Hesen di her xalî da ji koka xwe tê qetandin û dibe Kemal Öztürk… Di sêwîxaneyê da, bi 40 zarokên ku ji wî mezintir û bi zimanêkî cûda qise dikin ra, mezin dibe. Ji bûyerên ku li serê wî qewimîne, bêhayîdar, şev û roj digrî û dinale. Jiber ku, ji kuderê ye, dê û bavê wî kî ne, ew bixwe jî nizane.

Di nasnameya wî da navê wî Kemal, li şûna navê bavê wî navê mudurê sêwîxanê Cafer, şûna navê diya wî da jî navê suxrevan a sêwîxanê Sumbul hatiye nivîsandin. Ji paşnavê xwe jî roja ku dest bi dibistanê dike, hayîdar dibe. Di heft saliya xwe tere dibistana seretayî. Wek hemû sêwiyên li ber destan mezin dibin, jiyana wî jî di nav rişk û spiyan da û bi tî û birçîbûnê derbas dibe. Rewşa wî di nav hevalên wî dibe sedemên qilf û henekan. Loma ji dibistanê hez nake, ji xwendinê sar dibe û bi zor û zehmet dibistana seretayî diqedîne. Kemalê sêwî di 12 saliya xwe da ji sêwîxanê teslîmî Saziya Parastina Zarokan dikin. Sazî wî ji Nixdeyê dişîne Aksarayê û ew li wir di xaniyeke dewletê da û bi zarên mîna wî sêwî û bêxwedî mane ra dijî. Heta 18 saliya xwe jî di bin baskê wê Saziyê da dimîne. Di dibistana çandinîyê da tê qeyd kirin, lêbelê Hesenê ku navê wî bûye Kemal guh nade dersan û naxwîne. Li ber destê terziyan çiraxtiyê dike, di otêlan da dixebite, lê li tu derekê nasitir e. Her çiqas xwe veşêre jî, sêwîtiya wî jê ra dibe serhevde û lê vedigere. Ji kesên derdora xwe heqaretê dibîne û nayê hezkirin. Sedem wê yekê ew jî birayara xwe dide, cihê ku lê neyê hezkirin, nasekine, berê xwe dide bajarê Konyayê û li wir di otelekê da dixebite. Dem dema serdestiya Partiya Demokratê ye.
Konya jî bajareke mihafazakar e. Rojên Kemal yên ewil li Konyayê baş derbas dibin, dû ra bi kesên berdoş ra dibe heval û rewşa jiyana wî jî duguhure. Şev û rojên wî di bar û meyxaneyan da derbas dibe. Rojekê tê girtin, sêwîtî û qaçaxiya wî ya ji leşkeriyê eşkere dibe û tê darizandin. Çend meh şûnda ji hepsê derdikeve û ji bo leşkeriyê berê xwe dide Stenbolê, piştî sê mehên ecemîtiyê, li Etimesqût a Enqerê leşkeriyê dike. Ji alî hevalên xwe va wek "kiro“ tê bi nav kirin, lê ew nizane wateya wê peyvê çî ye û çima bi wê peyvê tê tawanbarkirin.

Kemalê sêwî mirovekî ji siyasetê dûr û ji jiyanê jî xeyîdiye. Efserên wî çi karî bidin ber, ew wî karî dike. Piştî 20 mehan leşkeriya Kemal diqede, êdî ew di nav bajarê Enqerê da kesekî bê mal û bê kar e. Di nav çend rojan da li taxa Ulusê di otelekê piçûk da ji xwe ra cîhê razanê dibîne û karê hemaliyê dike. Piştî demeke şûnda di otêla ku tê da radizê, dest bi kar dike û li wir dixebite. Bi demê ra li Tirkiyê rewş duguhure, hilbijartin tê li dar xistin, dema serdestiya leşkeran diqede û dema serdestîya Demirel dest pê dike.

Deweletên Europayî ji bo ku li welatên wan bixebitin ji Tikiyê karkeran dixwazin. Kemal jî ji bo ku xwe bavêje welateke Eurpayê dixebite û pere berhev dike. Di wê niyeta xwe da bi ser dikeve û weke karker diçe Belçîkayê. Li wir di karê derxistina komirê da dixebite. Karê ku dike, karekî giran, derê hemû welatên Eurpayê jî jê ra vekirîne. Loma ji wir xatirê xwe dixwaze û berê xwe dide Hollandayê. Tere li bajarê Den Haqê di nav karkerên tirk ta bi cîh dibe. Bi çend kesên tirk ra, di malekê da dimîne, ku ji wan yek jî, Elî Rizayê ji Dêrsimê ye.

Elî Riza piştî hevnasîna xwe ya bi Kemal ra, nêzikî wî dibe, pê ra hevaltiyê dike û di derbarê pêşeroja wî da pirsan lê dike. Çawa ku Elî Riza ji pêşeroja Kemal dikeve şikê, Kemal jî ji pirsên Elî Riza yê bêdawî eciz dibe û wan bêbersiv dihêle. Kemal ji Elî Riza dûr bikeve jî, Elî Riza li şopa jiyana Kemal digere. Bi salan şûnda dema ku Elî Riza ji bo betlanê vedigere Dêrsimê, tere Aksarayê bi awayek şopa Kemal sererast dike, ku ew di sêwîxaneyê da mezin bûye. Piştî vegerê her çiqas Elî Riza çîroka Kemla a ku ji herkesî veşartiye, yekoyek jê ra vebibêje jî, ew wê çîrokê red dike û lê xwedî dernakeve. Dem diherike, jiyana Kemal jî bi demê ra derbas dibe û duguhure. Ji xwe ra hevalên nû, keç û jinên Hollandî dibîne, bi wan ra hevaltiyê dike û di nav malekê da dijî. Kar û barê xwe duguherîne û bi wê guhertinê ra, jiyana wî ser û binê hev dibe.

Dem tê şev rojên wî di bar û pavyonan da derbas dibe, pere qezenc dike, di nav jiyaneke rengîn da dijî, alîkariya sêwiyan dike û wek bavê sêwiyan tê bi nav kirin. Dem tê bê pûl û pere, bê dost û heval dimîne û di wî temenê xwe da jî xwe sêwî dibîne. Di jiyana xwe ya li koçberiyê da jî, ji astengiyên ku dibêjî qey li ser rêya wî hatine danîn, kêm nabin. Şevek ji şevên wî yên rengîn da, bi nîv kîlo haşhaşê va tê girtin. Dikeve hepsê û di hepsê da bi Emoyê Êzdî ra dibe heval û bi wê hevaltiyê ra careke din jiyana wî tê guhartin.

Cezayê wî diqede, ji hepsê derdikeve û wek şirîgê Emoyê Êzdî dibe karmend. Dîsa peran qezenc dike, di bar û pavyonan da vedixwe û dibê tiryakiyê madeyên hişber. Dem tê careke din bê pul û pere û bi tena serê xwe dimîne. Ji bo ku dest ji alkol û madeyên hişber ber bide, biryara xwe dide û tedawî dibe. Hesenê ku di sêwîtiya xwe da dibe Kemal, bi leqeba Quto nav û dengê wî li seranserê Hollandayê belav dibe û di nav jiyaneke bê pergal da dijî. Ji dema zarokatiya xwe heta dawiya emrê xwe, di dilê xwe da pirsa "ez kî me?“ ji xwe dike. Lêbelê ne bixwe li bersiva wê pirsê digere, ne jî dixwaze ji kesekî din wê bersivê bibihîze. Hesenê ku wek lawê Emoş û Huseyînê Pulumûrî çavê xwe li dinyayê vekiriye û sêwî maye, piştî jiyaneke tevlihev, li welateke xerîb û di rewşeke xirab da wek Kemal Öztürkê bêkes dimire. Li goristana bêkasan tê binaxkirin û gelek pirsên bê bersiv li pey xwe dihêle.

Yusuf Kaynak di kesayetiya Hesenê sêwî ya jî Kemal Öztürkê bêkes da, eşa sêwiyên ku piştî komkujiya Dêrsimê bêxwedî bêxwedan mane, bi hevgirêdaneke baş, bi zimaneke zelal û herikbar aniye ziman. Komkujî, wek wateya xwe peyveke sar û tirsnak e. Kuştin û qelandina ji kokê va ye. Loma kesên ku komkujiyê difilitin û sêwî dimînin, du car tên kuştin.

Carekê bi kuştina dê û bavê xwe ra, careke din jî bi qetandina ji koka xwe va, du caran dimirin. Wek mirina Hesenê Emoşê û Kemal Öztürkê koçber.
***
Sêwiyê Dêrsimê ji alî Weşanxaneya Na va hatiye çapkirin û ji 254 rûpelan pêk tê. Herçiqas di warê rûpelsaziyê da kêmasî hebûn û çavên meriya biêşînin jî, çîroka Sêwiyê Dêrsimê bi naveroka xwe hêjayî xwendinê ye.