Semyanî Perîzade: Qibleya min Prenses Leyla Bedirxan e

Semyanî Perîzade, derbarê stran û klîba xwe ya nû de axivî. Perîzade ji bo kesên ku wê rexne dikin wiha got: “Ez neviyê prenses Leyla Bedirxan im. Qibleya min jî Leyla ye. Xwedê kiriye Leyla heye.”

Google Haberlere Abone ol

DUVAR - Klîba strana Semyanî Perîzade ya nû ‘ALO’ hat weşandin. Sîngila Perîzade ya ewil îngîlîzî bû, paşê bi sîngila xwe kurdî ya 'xewna berevajî' derket pêşberî gohdarvanan. Sîngila Perîzade ya nû ALO li ser hemû malperên dîjîtal hat weşandin.

Li gorî Perîzade di muzîka kudî de gellek valahî heye. Ji ber vê Perîzade wiha dibêje: “Ez jî kilamên me yên berê, dengbêjan gohdarî dikim. Lê meriv hergav nikare gohdarî bike. Meriv her roj nikare di vê modê de bijî. Divê enerjiya meriva hinekî bilind bibe. Divê meriv piçekî gorî rihê vê demê bijî.”

Me derbarê sîngila Semyanî Perîzade ya nû, klîba wê, rexneyên li Perîzade tê kirin, 'prototîp' a ku wê daniye pêşiya kurdan, xeberda...

Wekî ez dizanim, heta niha kes xebateke wiha bi kurdî nekiriye. Sîngil ên te ji aliyê gel ve çawa tên nirxandin?

Di nav civakê de yên ku min hez dikin heye. Bi van berhemên min ên nûjen re kêfxweş dibin. Ez jî bi wan bextewar dibim. Yên ku ji ber xebatên min acizin jî hene. Stîla min hez nakin. Mala wan ava be. Ez dizanim ku ez karekî qenç dikim ji bo gel, ziman û çanda xwe. Ji ber ku pêdiviya me bi xebatên nûjen heye. Em kurd tenê kevneşopî najîn. Hin kurd hene mîna min, kurdên bajêrî ne. Û pêdiviya wan heye ku ji xwe re reqs bikin, muzîkê klaba gohdarî bikin. Yan jî dema erebên xwe dajon, bila jixwe re modekî hênik bijîn. Ez jî kilamên me yên berê, dengbêjan gohdarî dikim. Lê meriv hergav nikare gohdarî bike. Meriv her roj nikare di vê modê de bijî. Divê enerjiya meriva hinekî bilind bibe. Divê meriv piçekî gorî rihê vê demê bijî. Ez naxwazim herim muzîkên biyanî gohdarî bikim, ez dixwazim çi reqs be, çi muzîkên klaban be, kurdî gohdarî bikim. Van berhemên xwe pêşî bo xwe diafirînim. Çimkî ez dilê xwe pê xweş dikim. Kêfxweş dibim. Ez dizanim ku hebûna xwe bi berhemên kurdî dinexşînim. Ewil bo xwe û hebûna xwe, dawî jî bo hebûna gelê xwe ku vê demê bijîn. Dilê min çi dixwaze ezê wisa bistêrim. Di muzîka kurdî de gellekî valahî heye. Kurdî gellek dewlemend e. Ji aliyê metaforan jî gellek xurt e. Em dikarin bi her stilê bi zimanê xwe berheman biafirînin. Loma ezê berdewam bikim. Ên ku hez dikin ser sere min, ên heznakin jî dîsa ser sere min.

'EM KURDÊN VÊ DEMÊ PIÇEK WINDA BÛNE'

Jiyana te, kilamên te, stîla te rexne dikin. Ev te nawestîne?

Carna diwestîne lê motivasyona min çi ye? Xwoşevîsta min jî dipirse, dibêje ka tu ewqas têkoşîneke xurt didî û dibêjî ezê bo gelê xwe, bo zimanê xwe, bo hebûna xwe van xebatan berdewam bikim lê yekî ji te re tiştên nebaş dibêje herkes jî li pey wan diçe. Çawa sebir dikî? Mi go; ez travmayên xwe, êşa xwe bi berhemên zimanê xwe derman dikim. Dema ez kurdî berheman çêdikim, ez zarokatiya xwe hembêz dikim. Ez pêşî êşên xwe derman dikim.  Ez dizanim gellek kes mîna min hene. Berhemên min hevaltiya wan kesan dike. Ez çima wan bê hevaltiya xwe bihêlim. Xwe jî bê hevaltiya wan bihêlim. Em kurdên vê demê piçek winda bûne. Tenê mane. Divê em destê hevdû bigirin.

Kurdên vê demê di nava çi de winda bûne?

Di nava hebûn û tinebûnê de winda bûne. Jiyaneke ku em bi zimanê xwe najîn, bi zimanên milletên dina mecbur mane, destê me girêdayî maye, em bi zimanê wan dijîn. Jiyana xwe didomînin. Ev windabûn nîne çi ye? Eger ez di kolanan de bi hevalên xwe re di kafekî de werin cem hevdû û bi kurdî nikaribin biaxivin yan jî nikaribin herin jixwe re partiyekî, nikaribin herin sinemayeke kurdî, ev jiyan, jiyan nîne.

'KESEKÎ BI ZIMANÊ XWE JIYANA XWE NEJÎ, WEK KUÇIKA DIJÎ'

Civaka kurdan hinekî hevgirtî ye. Hîn eşîrin. Zarên xwe jî hîn li gor van edetan mezin dikin. Tu pêşî jineke zewicîbûyî. Paşê tu zewacê berdidî. Tu radibî, porê xwe kurr dikî, bi xoşevîsta xwe jin re dijî. Mineta xwe jî kesî nagiri û ti carî paşve gav navêjî. Her tiştî li ber çavan raste rast dijî. Semiyanî çi jiya hat vê astê?

Semiyanî keçeke bi çaveke cûda li jiyanê dinêrî di zarokatiya xwe de. Jiyana ku min jiya, min vê fehm kir. Kesekî ku bi zimanê xwe jiyana xwe nejî, wek kuçika dijî. Di jiyanê de ya ku min tecrube kiriye, eger ez van tiştan bi zimanê xwe parve nekim, ji bo min ev tiştekî qenc nabe. Ez ji bo xwe û ji bo xatirê ciwanên me hewl didim ezê vê têkoşînê bidomînim. Ez dizanim gellek kes nikare bi vê awayî helvesta xwe biparêze. Li hemberî civata xwe bisekine û bibêje ez kesekî tenê, ez dikarim kurdî ya xwe jî bi vî awayî bidomînim. Qewlî H. Kovan Baqî ku analîza min kir u got; “Semyanî Perîzade prototîpa xwebûn û serxwebûna kurdbûnê ye. Di tunebûna welatekî serbixwe de jî. însanên bêwelat dikarin serxwebûna xwe îlan bikin. Semyanî nimûneya vê yekê ye” Min ev xwendin û tespîta wî ji xwe re armanc hilaniye. Barê min dijwar û giran e lê ez jî ji xwe tiştên hêsan û sivik hez nakim. Ez prototîpekî datînim pêşiya wan. Bo min berhemên min têrî dinyayê dike ji ber ku kurdî ye. Semyaniyek heye kurd e, Semyaniyek heye jin e lê bi jinekê re dijî. Evîndarê jinekê ye. Semyanî heye jineke bajêrî ye. Semyanî hez dike. Reqs dike. Semyanî hez dike evîndar be. Însan e û kurd e. Dixwaze van hemû tiştan kurdî bijî. Herkes wekî min dikare bijî. Ez civata xwe hez dikim. Pir kêfxweş dibim dema yeke kurd dibînim. Ez ti carî bi zimaneke din napeyîvim. Ez dixwazim zimanê min bibe zimanê bazirganî. Zimanê min bibe zimanê çandê, zanyarî. Ên ku ji min razî bibin jî nebin jî ez dizanim ku zarokên wan wê bi min razî bin.

'MIN MÎNA MIHENDISAN VÊ STRANÊ ÇÊKIRIYE'

Her çiqas bo te ‘marjînal’ bê gotin jî, te xebatên xwe daye qebûlkirin? Berhema te ya nû çawa hat nirxandin?

Dema tu stranên cîhanê dinêrî, pop starên Amerîkî dinêrî, ew hemû cîhanê domîne dike. Hemû kes qebûl nake lê gellekî tê gohdarîkirin. Ez sedî sed bi kurdî dikim ji ber vê min gohdarî dikin. Ez her çiqas xebatên nûjen dikim jî fonetîka kurdî dixim stranên xwe. Ên ku şiklê min jî hez neke, nava deynîn ser min, ez gorî nêrîna wan ên estetîk nînim. Lê gorî min ez pir estetîk im. Jixwe razî me. Pêdiviya min bi por nîne lê sibê dilê min bixwaze ez dîsa dikarim porê xwe dirêj bikim. Gotineke me heye. ‘por kurr bûn’. Dibêjin jinên me bûyereke xirab bijîn, yan jî kesên ku hez bikin û bimire, porên xwe kurr dikin, şîna xwe digirin. Hinek jin jî nîvê porên xwe kurr dikin, dema yên hatiye jêkirin dirêj dibe, paşê şîna xwe xelas dike. Jinên Êzîdî jî porên xwe kurr dikin û heta hetayê şîn girê didin. Jiyan jî tedayî da min. Em kurd me hemû jiyana xwe tedayî de heta niha anî. Tiştê ku min winda kiriye, dilê min şewitandiye, loma min xwe ji por azad kir. Ji aliyê por ve gellek bar li ser milê jinên kurda bû. Min xwe wisa hîs dikir. Wê gellekî ji xebata min hez bikin. Ên ku min rexne dikin ewê jî hez bikin. Çima wê hez bikin? Ji ber ku gotinên dayîk û dapîrên me hene. Di bîra me hemûyan de heye ku dayikên me dema bi telefonê diaxivîn, pirî cara digotin ‘elo, dengê min tê gelo’, ev di bîra me hemûyan de ye. Ev fonetîk, deng, reng, di bîra me de ye. Ji min hez bikin nekin jî wê dilê wan wê bi vê kilamê germ bibe. Min mîna mihendîsan vê stranê çêkiriye. Ez jî di nav we de mezin bûm. Ez jî li gund bûm, paşê ez bûm kurdekî bajêrî. Ez jî fonetîka zimanê me dizanim. Kîjan deng xweşî me diçe ez jî dizanim.

'MIN ŞÎNEK DOMAND, PAŞÊ BÛ STÎLA MIN'

Te çi jiya ku te porên xwe kurr kir û xwe ji por azad kir?

Ev tiştekî taybet e. Loma min demek ji por nefret kir. Ji ber ku ewqas bar ser por û li ser milê jina ye. Min jî porê xwe ji serê xwe avêt. Min paşê du heb kulîlk çêkir û jinetiya xwe xemiland. Hevalekî pirsî got te çima van deqan çêkir. Min jî got jinên me berê jî deq çêkirine. Ji min re dibêjin marjînal lê eger wisa be, jinên me ên berê jî marjînal bûn. Eger por kurr kirin qedexe be, jinên me ên berê jî dema tişteke mezin dibe, porên xwe kurr dikin. Min jî şînek domand. Paşê jî ev bû sîtîla min. Çîrokeke min hebû.

'KARÊ MIN JI HUNERMENDÊN KURD RE ECÊB TÊ'

Ji bilî civakê, hunermendên kurd jî te rexne dikin… Ji te re nabêjin ev çi ye?

Mafê wan jî heye ji ber ku heta niha melodî dişibîn hev. Ya rast stranên min ên nûjen de dîsa melodiyê me hene. Ewqas jî ji me dûr nîne. Karê ku ez dikim, heta ew hîn bibin, ji wan re ecêb tê. Amade me ji bo wan. Erê ez dizanim min karekî pir bi îddîa kir. Min destê xwe avêt asteke wisa, bi rastî jî yekî ku were xebatê radîqal bike nîne. Ev gavê min bangeke. Werin em hev re bikin. Ev ne reqabet e. Ez dixwazim bila hevalên min ên hunermend jî bila bi stîlên xwe werin. Ez dixwazim xebatekî bikim bila hemû hunermendên me beşdarî wê xebatên min bibin. Herkes li gorî rengê xwe, stîla xwe, herkes di wî stranê de gotinekî bibêje. Ji me re yek hewce bû ku bi wêrekî tevbigere. Min jî fikirî. Ez ewqas tişt jiyam, tiştên ku min ji vê jiyanê fehm kir, ez dizanim ku jinên kurd cesûr in. Wêrek in. Eger ez cesûr bim, ên din jî wê cesûr bin. Divê yek gav bavêje, min jî gavên xwe avêt. Prenses Leya Bedirxan jî gavên xwe avêt. Ew pisûlaya min bû. Dema ez diketim tengasiyê, min digot lixwe bê. Prensesa te Leyla heye. Çend dem berê bû. Wê demê tiştên ku wê kir, ji min marjînaltir bû. Hîn ez negihîştime asta leyla. Ew ji dema xwe bêhtir jiyaye di nav kurdan de. Loma ez pisûla xwe ti carî winda nakim. Prenses Leyla qibla min e. Hêviya min ewe ku ez jî bibim qibleya ciwaneke me. Bila gaveke wisa bavêje, bila em herin xelatên Grammy bistînin. Carekî min di klabekî de kesên ku dansên polê dikirin, parve kir. Yekî min re got nizam em neviyê kîjan şêxin, ji te re şerm nîne got. Min jî got ez jî neviya prenses Leyla me, xêr e? Min go qibla min ew e. Xwedê kiriye Leyla heye. Ez dikarim bi dilxweşî bêjim prensesa me heye. Binêre eger wê demê Leyla bi cesaret tevnegeriya, îro min nikaribû ez wê mînakê bidim. Û dawî lawik fikirî û lêborîna xwe xwast. Ji ber ku em ji mînakên xwe yê jin ên bi rûmet hîn nebûne. Me her tim mêra referans stendiye. Lewma ji mînakên jin ên me yên ku di dema xwe de gellek xebatên qenç xebitîne û bi cesaret tewgeriyane nayên hişê me.

'HINEK MIN WEK TEHDÎT DIBÎNIN'

Prenses Leyla ne tenê ji bo jinan, bo mêran jî bûye mînak…

Ne wisa? Bo azadî tenê referanseyeke me heye. Loma bo min prenses Leyla wek qible ye. Min ji wî lawikê re got ‘prensesa mîn a Leyla heye, Ji te re xêre bavê min. tu çima min wisa rexne dikî’ Paşê ji min re peyam şand. Go bibore ez gellek ji te hez dikim. Min nizanibû ku ez çawa xwe îfade bikim. Got tu yeke pir başî, em te nasnakin. Ji ber vê em nizanin bi te re çawa têkevin têkiliyê. Me kurdekî wekî te nedîtiye. Min jî go gav bi gav emê hev nas bikin. Li ser LGBTyan jî gellek keç û lawên me peyam şandine. Dibêjin em di nav civakê de xwe tene hîs dikin. Xwedê kiriye ku tu heyî, em referanseke wek te dibinin. Ev tişekî pir baş e. Dema ez zarok bûm, min di nav civakê de keseke LGBT bidîta, minê jî xwe normal hîs bikira. Hinek min wek tehdit dibînin, qey dibên ezê wan xirab bikim. Ma kê/î dikare xera bike dê ku di siruştiya wî/ê de tune be.

'EZÊ LI KURDISTANÊ BI DANSÊRÊN XWE BI ŞOVÊN XWE KONSERÊ BIDIM'

Tu yê bi van xebatên xwe li Amedê, konsertekî bidî? Yan jî planeke te wisa heye?

Ez hez dikim û dixwazim li Kurdistanê konsertekê bidim. Lê piçekî wext heye. 5 stranên min ên din jî heye. 6 stranên din jî li gorî xwe şîrove bikim, wê gavê ez dikarim derkevim konsertan. Ezê li Kurdistanê bi dansêrên xwe bi şovên sehneyên xwe konseran bidim. Kesên ku werin konsertê, ez bawerim wê qet konsertê ji bîr nekin. Ewê pir baş bê nirxandin. Binêre dema ku bikevin têkiliyê, tu bi avê re biaxivî, av wê te fehm bike. Eger ez xwînsar bim û xwe dûr bixim, di navbera xwe û gel çênekim, wê min nasnekin. Ezê ji wan re gellekî biyanî bim. Ezê nebim keça wan. Amademe ez bi wan re têkilî xurt bikim. Werim cem wan, civata me wê gellekî germ bibe.

'EM POPSTARÊN KURDAN GODARÎ DIKIN'

Te di hevpeyvîneke xwe de gotibû ‘Ciwanên me ên ku li pey Demet Akalin diçin, ezê wana dîsa vegerînim. Di vir de mabesta te çi bû? Kurd çima li pey wan diçin?

Min îronî kiribû. Hinek fehm kirin lê hinek jî fehm nekirin. Gotin Demet Akalin ji xwe re refrans girtiye. Tiştek wisa nîne. Min got me keç û xortên xwe winda kiriye, çûne wan gohdarî dikin. Emê wan jî vegerînin malê. Ji ber ku valahiyek gellek mezin heye. Dema em diçin klabên Beyogluyê, herî kêm çar kilam ên Demet Akalin in. Ên gohdarî dikin jî hemû ciwanên me ne. Ev rastiyeke me ye. Em popstarên tirkan gohdarî dikin. Çimkî di aliyên pop kultur gellek valahî heye. Eger em berhemên pop kultur çênekin, wê herin wan gohdarî bikin.

Berhemên te ê nû amade kiriye şêweya wê çawa ye?

Funk e u Pop e. Gellek deran de kêmasiyên me hene. Bila kurd rock, caz, çêkin. Ên ku çêdikin, ciwanên me naçin wana jî gohdarî nakin. Emê vê çi bikin? Stranbêjin me ewqas karên baş çêdikin, van kesan nasnakin. Li ser medya civakî şopînerên stranbêjên me dinêrim, pir kêm e. Eyb e ji me re, ew kes çend sal in rock dikin. Him jî rock ên çawa xweş çêdikin. Bavê rockê dikin. Tirk ewqas xweş rock nakin. Ez van berheman bi hevalên xwe ên biyanî yan jî ên tirk didim gohdarî kirin, şaş dibin û dibêjin haya me çawa ji wan tine. Ez dibêjim ev eyba we ye. Lê eyba me ye jî. Tu pop heznakî, here ewê rock çêdike, wan gohdarî bike. Ên caz çêdike wan hez bike.

Di van salên dawî de, muzîkjenên kurd hinekî xitimiye. Kilamên berê bi formên nû dixwînin. Tu çawa dinirxînî?

Nikarin cesaret bikin. Gellek hunermendên me wellehî billehî dikarin ji hemû milletan bêhtir stranên xweş biafirînin. Waye tu min dibînî. Ez berhemên nûjen çêdikim, êrîşê min dikin. Ji ber wê newêrin. Ez bawerim, eger hunermendên me gavekî bavêjin, ji her aliyê ve rexne tên. Kincên wan, şiklên wan, fikrên wan, baweriya wan tê rexnekirin. Em hê ji şiklê derbaz nebûne. Kêfa xwe binêrin, em jî wekî milletên din relaks bibin. Êdî hewce nake em xwe bixitimînin. Her yek li gorî şêweya xwe tiştên efsane diafirînin. Hemûyan re jî rêza min heye. Tiştên nûjen ji destên wan jî tê. Dibe ku tiştên heta niha ji dest xistine, naxwazin winda bikin. Lê tiştê ku ez winda bikim tineye. Karekî pir bi îddîa dikim lê ne hewceye bo min ku yek were pişta min mizde. Ez di nav networkekî de nînim ku grêdayî wan jî bibim. Loma ez azad im.