Şairê dubeytan: Baba Tahirê Uryan
Feylesofekî ji dewra xwe ye. Hemû dewlemendiya wî ya dinyayê mesînek şikestiye. Ev mesîna şikestî daye destê Siltanê Selçuqî Tuxrul Beg. Tuxrul Beg jî di her şerî de mesîna şikestî daniye kêleka xwe.
Êdî qayîl im Tahirê Ûryan, Tahirê Hemedanî, Baba Tahirê Kurd bi diyalektîka kurdî nivîsandiye. Sofiyê Yarsanî, derwêş û nefsbiçûk. Pîr e, rêber e. Her wiha ji xwe re “Uryan” gotiye, bi hêmakirina rût û vekirî. Wî ev nav ji xwe re bijartiye. Taziye li hemberî xwedî şûr û destxwîn; zelal û pak e li hemberî cîhanê. Ji Baba Tahir re Hemedanî jî gotine çimkî ji bajarê Hemedanê ji dayik bûye û li vir koça dawî kiriye. Ji serî heta binî av û hewaya wir mijiye, li ser xweza û çanda wir rabûye ser xwe. Bi bawere, bi bawerbûna xwe rihê xwe gihiştandiye her qadê. Rû nedaye mal û milkê dinyayê. Wek derwêşek tevgeriyaye û dubeytan neqiş kiriye. Feylesofekî ji dewra xwe ye. Hemû dewlemendiya wî ya dinyayê mesînek şikestiye. Ev mesîna şikestî daye destê Siltanê Selçuqî Tuxrul Beg. Tuxrul Beg jî di her şerî de mesîna şikestî daniye kêleka xwe. Ev bûyer Tahirê Uryan di kîjan sewiyê daye dide destnîşankirin.
Prof. Dr. Marûf Xeznedar berhemek giranbûha, wek şîrê dayikê helal kîte bi kîte an kêlî bi kêlî “Dîroka Edebiyeta Kurdî” kolandiye. Pênci sal li ser dîroka edebiyatê xebitiye. Ev berhema dîrokî û yekta jixwe dibistanên Başûr û Rojava da tê bikaranîn. Berhem ji heft cildan pêk hatiye û bi navê “Dîroka Edebiyata Kurdî” ji Weşanxaneya Nûbiharê hatiye weşandin.
Bi wergera Ziya Avci di kurmancî daye. Di cilda yekem a berhemê de, di beşa “Baba Tahir” de li ser Baba Tahir gelek doneyên girîng hene. Di vê cilda yekem de bêguman beşên din jî balkêş in û divê meriv li ser wan jî bisekine, lê beşa Baba Tahir bo min girîng bû. Piştî xwendina her cildî ez ê li vir qala berhema giranbûha bikim. Jixwe ev heft cilda pak û zelal dibe ku piştî ava ber serî di rêza duyem de bê. Xeznedar bo Baba Tahir û xebatên wî bide naskirin, bi bîst û sisê sernivîs nirxandiye. Li gor Xeznedarî Baba Tahir di navbera nîvê duduyan a sedsala dehan û nîvê yekê ya sedsala yazdehan de jiyaye. Zimanê fermî yê dînê Yarsanî lehçeya goranî ye û li gor dînê Yarsaniyê dibe ku kesek nehêniyên wan jî fehm nekin.
Ev agahî mihime û dudiliyek dide ber me ger dînek an felsefeyek çima bi nehênî tevdigere? Bêguman ewilî di hiş da li hemberî êrîşên serdestên wê dewrê xwe biparêzin û baweriya xwe bidomînin. Yên din dînê Yarsanê bi îslamiyetê re wek terîqetek birêva çûye û xwe parastine. Pêşiya îslamiyetê gelek terîqet û ol bi hatina îslamiyetê û ji bo bi zext û zordariya wî xwe mihafaza bike bi rêya nehêniye xwe parastiye. Piştî demek an belkî serdemek ew terîqet dibin bandora îslamiyetê têkçûne.
Baba Tahir şiirên xwe bi gelek diyalektên kurdî yên têkel nivîsandiye. Destpêka edebiyata kurdî em dikarin bibêjin ku di destpêka sedsala dehan de destpê kiriye. Vêga zanîna ku di destê me daye me dibe wir. Belkî jî ji wir wêdatir e dîroka me ya nivîskî. Sibê an jî dusiba li cihekê metneke bi zimanê kurdî derkeve bêguman ew ê ji nû ve bê destpêkirin. Heta Baba Tahirê Uryan û Hemedanî miheqaq metnên din ên kurdî jî henin. Tahirê Hemedanî bi dubeytên xwe hem ziman tomar kiriye hem jî dînê Yarsanî ve xwe gihiştandiye astekê bilind.
Baba Tahir gotiye; “ez ew noqte me ku ji herfê hatime”. Meriv ji lêkolîna Xeznedar derdixe ku Baba Tahir nefsa xwe ya li hemberî jiyanê heta ku ji dest hatiye biçûk kiriye û pasaja ku me xwend delîla wî ye. Ji xwe me li jor diyar kiribû ku li ser rûyê erdê ji bilî mesîna wî ya şikestî ti tiştek wî tune bûye. Li hemberî jiyana beşerî û maddî xwe spartiye jiyana manewî. Ev yek ji xwe bi helbestkarên wê serdemê re jî bûye û xwe ji hemû jiyana beşerî qut kirine û rûyê xwe vegerandine jiyana manewî. Bi serdema modern ve helbestkar li pey jiyana beşerî bêhtir meşiya ne.
Serdema Baba Tahir serdemek nehêniye û gelek ol, cemaet, terîqet, kom veşartîbûne. Gelo xwe ji çi veşartine? Bêguman ew kesên ku bi êrîşên xwe di serdema xwe da serdest in û bi hêz in xwe ji wan veşartine. Yanî xwe ji wan hovan, kujeran û ê ji çolan hatine û di rihê wan de tenê talan û hovîtî dihewînin parastine.
Naveroka dubeytên Baba Tahir bi dînê Yarsanî ve bêguman girêdayî ne. Bingeha dubeytên Tahirê Hemedanî bi dînê Yarsanî ve hatine neqişkirin. Vêga em guh bidin Xeznedarî ku bo naveroka şiirên Baba Tahir çi gotiye; “bi giştî Baba Tahir di şiîrên xwe de mijûlê ‘yekîtiya hebûn’ê ye, li pey digere. Di rê de rastê ‘şewq’ û ‘wicûd’ê tê. Baba Tahir di hemî ‘tiştekî’ de ‘spehîtî’ dibîne, şiîrên xwe bi awayê xezelê neqil dike û ew rengdana nav dilê hemî spehîtiya bawermendekî/ê ye, vêca bila şair hîç cihêtiyek di navbera wê keçê û guleka spehî de tunebe, ji ber ku her du jî wêneyên afirîner in, lê ya keça spehî hez dike, ew keç her keç e li ba wî, çi heye yê ji gulê hez dike keçik jî li ba wî dibe gul, bi vî awayî Afirîner, keç û gul ‘yekîtiya hebûn’ê dirust dikin”[r.136].
Komek şiirên Baba Tahirê Hemedanî di kitêbxaneya Mûzeya Konyayê de, li aramgeha Celaleddînê Romî hatine dîtin, ew destnivîsa şiirên tê de hatiye tomarkirin, di sala 848k/1444z hatiye tomarkirin. Vêga em ê şiîrên kurdî yên bi destnivîs hatiye nivîsandin çend dubeyt bixweynin;
Bila di cihê herî erd de qesrek ji zêr ava bike
Ji gul û binevş hewşa sênckirî jê re çeke
/
Bila di binê siya wê dara şimşadê de rûne
Bila ji hemî milekî ve bilbil bixwîne
/
Di netîceyê de çûn û nemane
Cihê te gor û maddeya te ax e
Di wan dubeytan da Tahirê kurd jiyana ser rûyê dinê kurt e û jiyana duyem nemir û timî ye[r.148]. Jiyana ruhî bi qiymet e, ê maddî/meteryalî wek derbaskokek, derbasbûnek kurt e. Ev hişmendî û sofîzm bi dînê Yarsanî ve girêdana wî îspat dike. Her wiha di dubeytên Baba Tahir da îmgeya gul û xwe bi edakirina Xwedê daye pêş. Xweşikbûna rûyê erdê bi gul û pirsên metafîzîkî dide der. Jiyan, navberkek kin û kurt e ser rûyê erdê. Helbestkar guh dide evînê, qala sewdayê dike, behsa xweşikbûnê dike, dil û dilber e tehamula jiyana dide dest. Baba Tahir di rêya baweriyê de ji şikê dûr jiyaye. Baweriya wî ji dil û dilber heye, bi gul û yar re mebesta xwe vegotiye. Di çepera dînê Yarsanî ve viya di manewiyatê de bicîh kiriye. Yarsan û felsefeya wî nefsbiçûkî bexşê Baba Tahir kiriye; Tahirê Hemedanî bi beytên xwe gihiştandiye jor. Di helbestên Baba Tahir ên derbarê “dûr”bûn û “nêzîk”bûnê de, di esasê xwe de kêlake hevûdin in. Bi dîtina dilber çiqas nêz be ew qas jî ji re dûr e. Gihîştina evîna dilber ji her tiştî mezintir e. Ev yar yarek ne kesekî ye; yar û dilbera rêya Ehlê Heqê ye. Maşûqa hemî aşiqan e. Dîtina maşûq di rê de peyda dibe li ser rêya ku bi sebir û bawer tê meşandin, tê dîtin. Di vê de peyamek jî meriv dikare bixweyne, ev peyam jî zehmeta rê ye. Sebra dila ne, êşa ku tê hîskirin, dîtina ronahiya manewiyatê ye. Gelek bûyer û çavkanî henin li ser Baba Tahir. Armanca min ya vê nivîsê balkişandina ser berhemê bû. Ji bo Baba Tahir ne nivîsek cildên qirase werin nivîsandin, ew ê dîsa jî têr neke. Çimkî deryayek li hemberî me heye û bo viya soberiyek xurt daxwaz dike. Li ser klasîkên kurdî analîz cureyek din e. Lê du beytên ku di cilda yekem dane bi tena serê xwe wek li fezayê gerandine. Kûr, dûr û ewqas jî nêz e. Tahirê Hemedanî risteyên giranbiha ji gelê xwe re hiştiye. Ev berhema seyda Xeznedarî bersivek bêhempa ye ku Baba Tahir ji bilî kurd dikirin her tiştî. Vêga em nivîsa xwe bi du beytên Tahirê Uryan ve dawî bikin:
Bê te rondik ji çavên min tên xwarê
Bê te dara hêviya min bêber e
/
Bê te konca tenhayiyê me şev û roj
Wiha dimînim heta temenê min derbas dibe
Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.