Dr. Eser Çetin: Pîrozkirina cejnê bi telefonê bikin

Şewba koronayê cara pêşîn li Çînê derket holê û bi lez û bez belav bû. Bi milyonan kes pê ketin, 600 hezarî zêdetir kes jî mirin. Dr Eser Çetîn derbarê şewba koronayê û parastinê de hişyarî da û wiha got: “Mirov xwe ji nexweşiyê biparêze û tevdîrên xwe baş bigire wê berbelavbûna nexweşiyê jî bê astengkirin.”

Google Haberlere Abone ol

DUVAR - Heta niha ji bo şewba koronaye ti derman nehatiye çêkirin. Dr. Eser Çetîn dîyar kir ku "şewba koronayê nexweşîyeke têger û vegir e. Yanê mirov ji hevdu vedigire. Bi taybetî bi dilopan, bi rêya hilm û nefesê ji mirovan derbasî hev dibe. Ji ber ku parzaya(aşî) wê nehatiye dîtin û ji bo tedawiyê jî dermanê wê yê taybet tune ye. Ji ber vê jî pêşîlêgirtin û xweparastina ji şewba koronayê pir girîng e."

Dr. Çetîn bal kişand ser çend xalên girîng ên bo meriv çawa dikare xwe ji koronayê biparêze û wiha da zanîn: “Em xalên girîng ên ji bo parastina ji şewba koronayê dikarin wisa rêz bikin;

1- Ya heri giring derneketina derve û îzolasyon e. Heta ji mirov bê hewce ye ji mala xwe dernekeve. Heke mal qerebalix be jî divê mirov di malê de jî zêde neyên cem hevdu û hewl bide ku di odeyên cuda de bimînin.

2 - Divê maske bê bikaranîn. Maske ne ji bo dîtbarî û forsê, lê ji bo parastina ji nexweşiyê bi awayekî rast û dirust bê bikaranîn.

3 - Navbera fizîkî divê bê parastin. Herî kêm di navbera mirovan de hewce ye 1,5 mîtro navber hebe.

4 - Paqijiya dest jî pir girîng e. Divê dest zêde li derûdorê nebe û rind bê şuştin. Divê mirov destên xwe nebe ser çav, dev û pozê xwe. Hewce ye herî kêm 20 sanîyeyan dest bi sabûnê bê şuştin.

5 - Lazim e mirov pergala parastina laş( sîstema bergiriyê, îmmunîte) bihêz bike. Ji bo vê jî xwarinên bi proteîn û vîtamîna Cyê divê zêdetir bixwin. Xwe ji xwarinên pir birûn û sorkirî û şêrîn dûr bixin. Fêkî û sebzeyan û hêşinahiyan bixwin. Herî kêm 2-3 lître avê vexwin. Malê têra xwe hewadar bikin. Li paqijiya malê jî miqate bin. Kêm zêde heşt saetan razên. Heta hûn dikarin ezgersîzan bikin û bimeşin. Ji tiştên neyînî û stresê dûr bikevin.

6 - Divê cixare neyê kişandin an jî were berdan. Lewre cixare, rîska pêketina şewba koronayê pir zêde dike. Kesên bi nexweşiyê ketibin jî ji ber cixareyê nexweşiyê girantir derbas dikin.

7 - Klîma jî ji bo nexweşiyê rîskek e. Her çi qas havîn û germ be jî divê em baldar bin. Bi taybetî jî dema li malê di odeya klîmayê de pir kes hebin an jî di wesayetê de pir kes hebin, ev rîsk zêdetir dibe. Pir ji neçarî mirov klîma şixuland jî divê derî û paceyan vekin ku hewaya paqij derbasî hundir bibe.

8 - Ciyên qerebalix rîskê pir zêde dike. Loma jî divê mirov ji derên qerebalix dûr bikeve. Pîrozkirina cejnê bi telefonê bikin, neçin mêvandariyan û şîvên komî li dar nexin. Dawet, şîn û şahî, bi komî çûna goristanê û hwd... jî rîskek pir mezin e bo nexweşiya koronayê."

Dr. Çetin, derbarê yên nexweşîyên wan ên kronîk hene jî wiha got: "Bi taybetî kesên temenê wan dirêj û yên nexweşiyên wan ên kronîk hene û yên sîstema parastina laşê wan qels û lawaz in ji bo şewba koronayî rîska wan zêdetir e. Loma jî hewce ye ew bêtir li xwe miqate bin. Mirov xwe ji nexweşiyê biparêze û tevdîrên xwe baş bigire wê berbelavbûna nexweşiyê bê astengkirin. Ev jî tişta herî girîng e. Mirov hêdî hêdî bi nexweşiyê bikevin û nexweşxane tije nebin, wê sîstema tenduristiyê nerûxe û wê tedawî û venêrînek baştir ji bo nexweşan bê kirin. Bi vî awayî jî wê civak û hemû mirovahî kêmtir xisarê ji koronayê bibîne."