Rizgan ji me re çi dibê û hêma dike?

Dibistana ewil di her zarokên kurdan da tramvayên kûr vekiriye. Dibistan tinekirina hiş me yê ewil e. Bi qeyde û pergala li ser sebiyên kurdan hatiye meşandin encamên tinekirina îro xwe eşkere kiriye.

Google Haberlere Abone ol

Nivîsa din da bo lehenga romana Şador me gotibû dengê karektera mêr -Rizgan- çiqas kêm be jî atmosfera romanê dagir kiriye. Belê ez ê di vê nivîsa xwe da biçim ser Rizgan û vegotina wî. Dilawer Zeraq li ser lehenga mêr mesaiyek dirêj û kedek zêde daye û ji karekterê din bêhtir li ser sekiniye û honandiye.

Derûniya Rizgan tevgirtinên wiye li hemberî Besnayê. Helwest û li dijî civaka kevneperestî sekna wî têkîliya ku bi dê û bavê re hatiye dayîn çaxê baş were analîzkirin ewê rojenaya karekterê me Rizgan bê ronîkirin. Çareseriya îro di zarokatiyê da hatiye veşartin. Zeraq, lehenga romanê çi qasî bi kodên veşartî dorpêç bike jî di bîranînên wî da gelek tişt û encama rojaneya wî dide dest. Rizgan li gor Besnayê bi derva re têkîliyên wî yên xurt tine. Bi xwe re radibe û bi xwe re dimeşe. Dil û hişê xwe re bêhtir wext derbas dike. Vedigere hindire xwe çimkî hê jî li pey çareserkirinên xwe û tramvayên xwe ye. Deriyên wî yê li dijî civakê şidandiye, parastinek em dibînin û ev parastin hin caran wisa bi hişkî dimeşe ku li hemberî karekterê bivê-nevê şidandiyek xwe derdixe meydane. Di hişê xwîner da pirsek ji xwe re cih çêdike. Rizgan bi vê helwest û nêzikatiya xwe ya girtî û parastî da, çi tê da hatiye veşartin ku ew qas bi hîs û hêrs tevdigere?

Bi vegotina Rizgan û li ser bîr û bîranînên wî çaxê meriv hûr dibe du tişt derdikeve pêşiya me. Yek têkîliya ku bav bi dê re daniye yên din jî têkîliya bi dibistana ewil va bandora mamosteyên kolonîst re hatiye dayîn em dibînin. Zeraq destpêka bindestî yê ji malê va dide der û bi destnîşanên mînakî û zelalî vegotina xwe xurt kiriye. Diya Rizgan du caran bindestiyê hîs dike; bav û mêtingerên welat. Karektera bavê destnîşana li bin dagirkeriyê hêma dike û piştre pergala ku kolonîstan ava kiriye û di ser da encama leystikên serdestan eyan beyan daye xuya kirine. Bav jî bi bindesta malê va dikeve rola serdestî û dê dibe bindest. Rizgan jî bi dê re hîs a bindestiya ewil dijî yanî rasterast bi serdestê malê va najî bi neyekserî/dolaylı dijî. Hîs a bindestiya duyem di dibistana ewil da bi hemû dijwariya xwe dibîne, hîs dike. Û di dilê zarokek bindest da tirsa ku ji xwe cîh peyda kiriye bi her alîva li derûniya karekterê xwe meşandiye û dorpêç kiriye.

Tevgirtinên wî yê li hemberî malbat û civakê bi vê rêye eşkere dibe. Bi temamî di rihe bav da em teslîmiyet nabîn çiqas rewşên dijwar xwe bide ber jiyana wî jî xwe parastiye. Lê ji kodên mêrbûnê xwe xelas nekiriye. Çaxê Rizgan bi Besnayê re dikeve têkîliyê bi îsrarî pênase dike ku nêrbûna xwe binpêkiriye. Bi her alî va karektera bavê dibe ku were nasîn.

Sosyolojiya civakê, aboriya ji hev ketî, astengiya li ber çand û zimên di derûniya ferdan da hêdî hêdî hêrsbûn û ji xwe nerazîbûnê di honine. Rizgan her tim derbeyan xwariye -yan jî bi her tevgirtin û helwesta jiyane wisa şîrove kiriye- bi wan encaman jî tevgirtina wî bi vê rêye xwe daye nîşandinê. Ji xwe Besna her tim daxwaza dilê Rizgan û li ser bêdengiya wî ji devê wî vegotinek hêvî dike. Têkîliya Rizgan dibe ku ji mal û dibistanê were xwendin, têkîliya di navbera bav û dê da diyalogek em bi vegotina Rizgan bixweynin; “ (…) dêya min ket nav xeberdanê û got, 'Camêr, tu çawa dizanî jê re negotiye û ji zarokên din re gotiye?' Bavê min, li ser van gotinên dêya min, hêrsa xwe ya mezin rakir û bi dengekî birû û qîrdanê pijiqî dêya min û got, 'Nefo, zêdegavîyan neke! Tu ne ya van tiştan î! Çi yê te jê ye, ez çawa dizanim an jî nizanim..! Ez pê dizanim…'. Dengê bavê min û gotinên wî yên ji dêya min re, kiribû ku ez ji pirsa xwe vegerim.”[r.43].

Vêga em pêşiya ev diyalogên ku me xwend di navbera bav û kûr da jî em bixweynin ku xwe pişt rast bikin; “Na kurê’m tu şaş î… Mamosteya te ne yeka wisa ye. Ew tiştekî wisa nabêje.”[r.43]. Em ê dawiya nivîsê da li ser mamosteya Rizgan bisekinin. Bav ji jina xwe û têkîliya wê ne raziye. Ji bo wê her tim pirs û gazînê dê bi helwesta bavê re tê qûtkirin û peyvên dê di dilê wê da dimîne, asê bide. Besna jî çiqas bi ser Rizgan va diçe û zorê dide wî; rihê bav di derûniya Rizgan de derdikeve meydanê. Lê rol di vê da hatiye guhertin, Rizgan nakeve rola nêrbûne. Rizgan di têkîliyên evînê da li pey ahenga serbestbûnê bigere jî tiştê ku xeyal dike û dijî di navbera wê da newalek fireh dibîne û bêhêvî vedigere hindire xwe. Rizgan naxwaze bikeve rola bavê û bi Besnayê re têkîliya wî carcarna bêhemdî xwe be jî dikeve nav nêrbûnê. Bêbersiviya Rizgan Besna daxwaze Rizgan bikeve rola nêrbûnê. Çaxê Rizgan emel û hêviyên Besnayê di dilê wê da dihele şaş û metel dimîne. Rizgan daxwaz û hêviya Besnayê nake çimkî zane di dawiya dawî de ew ê çi biqewime û encam ew ê çi be. Mebesta me ya 'Rizgan li pey ahengeyê' ev bû.

Gelek caran pirsên û helwesta Besna li hemberî Rizgan li hewayê dimîne. Vêga ev hevok rihê Rizgan dide dest û ji xwe dûr xistine (ketine) bi zelalî eşkere dike; “Te çi ji min e, tu çima ew qasî serê xwe bi min diêşînî… Va ye xweşîya xwe bike… Em di hezkirinekê de mane bi tena dilê xwe.”[r.28].

Ev hevoka ku me xwend bi devê Rizgan nîn bû. Rizgan bi Besna re zêde naaxive bi sekna xwe û bi bêdegiya xwe niyet û armanca xwe dide hîs kirin. Besna êdî wisa Rizgan nas dike ew ê çawa û bi çi awayî tevbigere ji kû va dest bi xeberdanê bike texmîn dike. Gelo meriv di hezkirinekê da ew qasî hevûdin nas bike ew ê encamê wî çi be? Bêguman bêkelecanî-rûtînbûn-ji xwe re kurm kirin tesîr û bandora xwe ew ê bide hîskirin. Bi helwest derxistina Besnayê Rizgan dibêje; “Va ye xweşîya xwe bike…”. Ev hevok bo derûniya Rizgan gelek tişt di esasê xwe derdixe meydanê. Rizgan ji Besnayê re dibê va ye ez li vir im vêga û hezkirina xwe bike. Ji vê hevokê tiştê meriv derdixe: Minetek veşartî û qiymet dayîna hezkirinek bêdengî li dar dixe.

Sewdayek li ser lingên serbestbûnê jî ji me re behs dike. Rizgan bi têkîliya xwe ya bi Besnayê re di navbera ego û superegoyê da diçe û tê. Hevok didome; “Çêjê jê hilde. Te çi jê ez çawa guherîme… Bi kartêka kîjan sedeman guherîme. Belkî jî qet ne neguherîme… Belkî jî ew hestpêkirina te ye…”. Rizgan li hemberî Besnayê hişk e. Belkî jî Rizgan dawiya ev evîna travmatîk di destpêke da diyar kiriye. Tecrûbe û jiyana ku Rizgan jiyaye bêhemdê xwe be jî li ber Besnayê ev tevgirtin derketiye holê. Rizgan her tim dudilî da asê maye “Te çi jê ez çawa guherîme” û “Belkî jî qet ne neguherîme”.  

Vêga em xwe bi ber bîranînê Rizgan va direksiyona xwe vegerînin. Dibistana ewil di her zarokên kurdan da tramvayên kûr vekiriye. Dibistan tinekirina hiş me yê ewil e. Bi qeyde û pergala li ser sebiyên kurdan hatiye meşandin encamên tinekirina îro xwe eşkere kiriye. Xwezî rojek neçûma dibistanên wan ku hiş, rih û dilê me ne hatina dagirkirin û heta ku em vegeriyan ser erdê xwe tramvayên ku me kom kir li ser pişta me wek çiyayek bi heybet disekine. Dibistanên ewil qadek dijwar bû û bi zanayî-pergalî hişê zarokên kurdan leystin bû. Hem lêdan hem ifşayên malbatan hem di hiş û dilê zarokan da tirsa kolonîstan peyda kirin bû. Zarokan bi zorê dibirin dibistanan, paşiyê bêdiplomayî li ber her tiştî astengî derxistin: pêşeroja zarokan bi dê û bavên re şandina bi dilî derxist meydane. Îro seranserê cîhanê gelên Dom ji binî zarokên xwe naşînin dibistanan û li bin her dewletî û alên wan çanda xwe parastin li ber xwe dan û bi tembûrên xwe bi zirneyên xwe û bi defên xwe muzîka xwe domandin.

Ji Emerîkayê bigrin heta Kanadayê ji wir devletên ku bi her alîva ji xwe ketî û bêbingeh da xwe parastin. Dîsa li dewletên Ewropayê gelên bindest bi dibistanên dagirker û kolonîstan da têk çûn û hê jî têk diçin. Îro li Bakur û Rojhilatê tiştên ku tê ser serê zarokan têkçûn e û têkçûnek bêvegere mixabin. Sûc û sûcdarbûne bêguman ê kolonîstaye lê em hemû sucdariye bavêjin ser milên wan emê ji rastiye dûr bikevin. Yanî dê û bavên kurdan sedî sed bi dilê xwe nebin jî bi rihetî zarokên xwe şandin dibistanan. Ev “okul öncesi eğitim” armanca wê tenê bo tinekirine nîne? Ji binî rakirin nîne? Belê ew e. Rêber û têkoşerên hemwelatiyên me jî ketin nav ev feqa ku dewlet bikardianî. Her tim ji me re digotin “bixweynin”. Belê me çi xwend yan jî çi dan ber me ku me xwend? Bila ev pirsa bersive ji we re bimîne! 

Dilawer Zeraq ev meseleya heyatî di romana xwe baş honandiye, çimkî êşa ku her zarokên kurdan da qewîmiye nivîskar jî dî ye û jiyaye. Zeraq bi rastiya malbatan û civakê re tiştên ku xuya dike bi wêrekî bi vegotinek xas raxistiye ber çavan. Ka em çend bîranînên Rizgan ji dibistanê bixweynin; “ (…) Lê mamosteya me bi hêrsekê ket hundir û piştî ku bi dengekî behecokî navê me xwendin û yên hatî û yên nehatî diyar kir”. Mamosteya xizmetkarên kolonîstan her tim qiyametê di dilopek av de rakirinê da gelek serkeftî bûn. Lê zarokên kurdan jî xweş di dilopek av da qiyametê radikirin, min dî ne yek car belkî hezar car min dî. Lê memûrên ku ji malê bûn qeweta me ne digihişt wan çimkî ciranên me bûn li sikakê me dijiyan. Her tişt di wê da asê dima, her tişt.

Rizgan didomîne; “Mamosteya me ez wekî berpirsê dolaba pirtûkên polê hilbijartibûm û kilîta dolabê jî spatibûm. Loma jî, gelek caran min xwedîtî li perê xwe nedikir lê li kilîta dolabê dikir (…) min her tim pêşî sehitî li berîka xwe dikir ka kilît tê de ye an na.” Ev destnîşana tirsê ye, Rizgan xwedî berîka xwe dernakeve lê xwedî li kilîta dolabê derdikeve. Mamosteyên dibistanên bi vê rêyê jî bi hişê telebeyan dileystin. Helwesta mamosteyê dibistanê di navbera şagirtan da dijminatî ava kirine. Qiymetek derevîn dide Rizgan yên din xwe bila bêqiymet hîs bikin. Ev leystikek dijware. Li dibistanên rojavayiyan da ev meseleya nobedê armanca wî bo hişê “berpirsî/mesûliyet” pêşbikeve tê kirin. Tirsa Rizgan di dibistanan da destpêkiriye û heta ku ji xwe re mikûr be ev tirs zindî maye, çi veşartî çi eşekere. Mamosteya Rizgan di cihê xwe da natevize çimkî zarokên bindest li hemberî wê henin, zarokên bêdiran û bêdeng henin; “(…) destê xwe hilda jor û bi dengekî birû û hêrsokî, got me hemûyan: ‘Hûn dizanin çi dinivîse div ê pirtûkê da!’ Tu deng ji me derneket. Gelekên me, ji tirsan re serê xwe kiribû ber xwe û belkî jî di hişê xwe de xwe amadeyî lêdanxwarinê dikirin.”

Piştî ev hevoka ku me xwend em çi li serê biaxifin boş û valaye. Lê memûrên kolonîst çawa bi hest û hiş dileyzin mînakek din ez ê bidim; “Binêrin, berstûka spî kermeyên qirêjê girtine. Hûn ne li malan, li şikeftan dijîn…” mamosteya Rizgan wezîfeya xwe ya li ser zarokên mêtingeriyê didomîne û kesayetên “ji xwe ne bawer” ava dike û çaxê roj hat teslimiyeta wan bila hêsan be. Zeraq bi vegotina xwe ya zelal rastiya rastin daye ber me. Di romanê da gelek doneyên wisa henin. Ev çend mînakên ku me ji bîranînên Rizgan xwend rewşa me ya rastiya rastiyên zarokên kurdan ne; di kîjan qad û astên dijwar da derbas bûne di der, ev pergal îro bi vê şiklî û şemalî nedome jî bi rengên cuda didome. Kolonîst pêşî dixin nav çalan paşiyê jî bi heqeret û bi minet tevdigerin “berstûka spî kermeyên qirêjê girtine” di destpêkê da li ber avê bive asteng paşiyê pirsa çima ev (wisa) qirêjê?

Li dijî serdestan çi bav çi pergala kolonîstan be bi “zimanê” xwe hebûna mezin kiriye. Sîstema ku bo tinekirine ferman daye, Rizgan bi peyvên xwe qulek vekiriye. Di destê Rizgan da li dijî ev pergala genî tenê zimanê wî ye dayike û hişê wî ye netewbûne heye. Ev têkoşerî jî leqaye bedelên mezin hatiye û parastina karekter-sekna xwe ya rûmete jî bêşik ji vir hêzê standiye. Piştî ew qas bindestî, zora civakê û pergala ku hê jî tê da dijî; meriv ji Rizgan çawa dikare benda tevgirtinek bêqusir bisekne? Bêguman li benda tiştek wisa seknandin xiyale û ji rastiye gelek dûr e.

Tişte ku Rizgan jiyaye bi Besna re naxwaze bijî. Û Rizgan xwe baş nas dike bive-nevê ew ê rojek tramvayên wî derketin meydane û tiştê ku naxwaze bike û ji wiya tirsê; rojek bêhemdê xwe bejî derkeve orte? Bo vî Rizgan xwe dûr dixe ji gelek tiştan. Besna jî bi eks diçe ser Rizgan û ev têkîliya ku derketiye meydane meriv dikare wisa pênase bike “seqet” “eks” û “hişk”. Rizgan bi temamiya jiyana xwe da her tim birîndar û li bin siya serdestan tava xwe ya hebûne geriyaye. Dibe ku em karektera mêr bi vê çarçoveyê binêrin û binirxînin. Her du karekterên romane jî rûye civaka me ya xwendeyan hêma dike. Xwedî raman in, xwedî feraset û hiş in, dibin zordestiya serdestan da li pey rê û qadan vekirinê ne. Lê wek hemwelatiyên xwe acîs in û her tim di stresa hebûna da liberxwe didin. Şador romanek dibingeha xwe da giran bi vegotina xwe ya zelalbûna rastiye va jî serkeftiye. Şador di atmosferek herikbar û felsefîk da xwe domandiye. Şador hê nû bi dest xeberdanê kiriye û ew ê her tim were xeberdanê jî.