Refluya mîdeyê - berşoşkî bûn 

Kesên refluya wan heye divê rojê pir caran û hindik hindik xwarinê bixwin. Bi carekê de hewceye mîde neyê tijekirin. Dema razanê divê serê wan hinekî bilind be û li aliyê çepê razên.

Google Haberlere Abone ol

Berşoşkî bûn hem wekî nexweşiyekê û hem jî di nav re wekî gazinc û nîşaneyekê em di jiyanê de dibihîzin. Ji bo pênasekirina wê di kurdî de pir tişt tê gotin. Li ser meselê; ava tirş li ser dilê min ket, ava tirş tê devê min, ez berşoşkî bûm û hwd. Bi tevahî ji bo vê nexweşiyê  refluya mîdeyê ango berşoşkîbûn tê gotin. Di vê nivîsê de bêtir ez ê reflu an jî refluya mîdeyê bikar bînim ku bêtir hevpar û tibî ye.

Em xwarinê bi rêya dev û bi alîkariya diranan dixwin û ji sorsorkê jî xwarin derbasî mîdeyê dibin. Halêhazir di navbera mîde û sorsorkê de sfînkterek heye. Em dikarin bibêjin deriyek heye. Demên asayî de ev derî piştî ku xwarin derbasî mîdeyê dibe tê girtin û nahêle xwarin û asîda mîdeyê şûn de vegere sorsorkê. Heke ji ber sedemekê ev derî sist bibe, xera bibe û ev derî nikaribe kar û peywira xwe bîne cî naveroka mîdeyê û asîda wê tê sorsorkê û wê diêşîne, çermê sorsorkê dişewitîne. Ev asîda mîdeyê hêdî hêdî wê dişewitîne û pir î caran jî ev asît heta dev jî tê. Ji salê mehê carekê bûna vê yekê weke gazinek demkî ye lê heke ew rewş mayînde bibe û pir î caran bibe dibe nexweşiya refluyê û hewcedarî bi çûna ser doktor û stendina tedaviyek rêk û pêk çêdibe.

NÎŞANEYÊN REFLUYÊ

Êşa mîdeyê, dilxelîn û vereşîn, di mîdeyê de tirşbûn, di texma sorsorkê de li paş hestiyê sîngê şewat û ava tirş hatina dev, carinan di refluya demdirêj û kronîk de êşa qirikê û kuxika ziha çêdibe û… hwd.

TEŞHÎS-NASKIRINA NEXWEŞIYÊ

Bêtir bi anamnez (çîroka nexweş) û muayeneyê ev nexweşî tê naskirin û teşhîsa wê tê danîn. Lê teşhîsa teqez bi endoskopiyê stendina perçe û bi awayê monometrîk pîvandina ph’ê tê danîn.

PÊŞNIYAR Û TEDAWΠ

Di serî de mirov hewce ye bi ya doktorê xwe bike. Guherînên jiyanê û baldariya xwarin û vexwarinê pir girîng e lê dikare têr neke. Bi taybetî jî di asta cîddî de teqez divê derman jî bên xwarin. Heta doktor derman betal nekir divê nexweş bi xwe dev ji dermanan bernede. 

Kesên refluya wan heye divê rojê pir caran û hindik hindik xwarinê bixwin. Bi carekê de hewceye mîde neyê tijekirin. Dema razanê divê serê wan hinekî bilind be û li aliyê çepê razên. Xwarinên wekî tirşî, sîr, pîvaz, xwarinên hevîrokî û rûnê wan zêde divê neyên xwarin, karbonhîdrat û rûn divê bên kêmkirin û proteîn bên zêdekirin. Hewce ye paşîv neyê xwarin. Divê mirov alkol û cixarê ji jiyana xwe derxe. Herwiha stres û qehirandin jî asîta mîdayê zêde dike û nexweşiyê proveke, har dike. Mixabin paşîv bixwe ne tiştekî baş û bi tendirist e lê di çanda kurda de heye. Hewce ye ji xeynî pêşniyarên ji bo refluyê bi tûmerî ev adet û elimandin ji holê rabe. Bi kurtasî paşîv ji bo tendutistiyê jî ji bo refluya mîdeyê jî ne baş e.

Şirûb an jî hebên doktor dane nexweş jî hewce ye bi awayekî rast bên xwarin û kontrol bê kirin. Heke mirov lê miqate be dikare ji refluya mîdeyê pak bibe. Lê ne wisa be wê jiyana mirov bi refluyê bi awayekî zehmet bidome. Mixabin refluya mîdeyê dikare bibe sedema kuxik, farenjîta kronîk, astim, qansêra qirik û sorsorkê û hwd.