Rastîhevhatina du waniyan: Feqiyê Teyran û Yaşar Kemal

Yaşar Kemal di romaneke xwe de cîhekî taybet û fireh dide nivîskarekî kurd yê dîrokî. Hemû romana Yaşar Kemal ne li ser Feqiyê Teyran be jî, li ber çavê min wek romana Feqiyê Teyran xuya dike.

Google Haberlere Abone ol

Şaxeke edebî ya serpêhatiya Feqiyê Teyran di romaneke nivîskarê navdar Yaşar Kemal de cîh girtiye.[1]  Ev cara yekeme ku Yaşar Kemal di romaneke xwe de cîhekî wiha taybet û fireh dide nivîskarekî kurd yê dîrokî ku di sedsala 17an de jiyaye. Ev romana wî cara yekem di sala 2002an de hat weşandin, cildê duwem yê rêzeromaneke wî ya bi 4 cildan pêk tîne. Mijara Feqiyê Teyran di beşê 8an ya vê romanê de cîh girtiye. Bi taybetî rûpelên 334-374an de mirov naxwaze vê berhemê ji dest berde, ji xwe-xwe re dibêje xwezî nivîskar ev beşa bikira romaneke piçûk. Hemû romana Yaşar Kemal ne li ser Feqiyê Teyran be jî, li ber çavê min wek romana Feqiyê Teyran xuya dike.

YAŞAR KEMAL CIHEKÎ FIREH DIDE KURDÊN ÊZDÎ

Yaşar Kemal wî wek ”Fakiyê Teyran” bi nav dike, carina jî di romanê de bi kurtî wek ”Fakî” derbas dibe. Paşê wî wek ”Dengbêjê Teyran” ji nû ve dinavîne. Dema ez di salên 1990yî de rastî wî hatim, wî gelek caran qala projeyên xwe dikir û digot ewê romaneke bi navê ”Mezopotamya û Botan” binivîse.[2] Dema mirov vê romana wî ya ku paşê hatiye nivîsîn û ji çar cildan pêk tê dixwîne mirov dibîne ku Yaşar wê demê çi xwestiye bêje. Di cildê yekem yê vê romanê de jî Yaşar Kemal cîhekî fireh dide kurdên êzdî û komkujiyên hatine serê wan. Ez di nivîs[3] û pirtûkeke[4] xwe de jî bi kurtî li ser vê romanê û mijara Fekiqê Teyran disekinim.

Yaşar Kemal mijara Feqiyê Teyran ji devê lehengê romana xwe Uso vedibêje, ew dengbêj e, carina jî wî wek ”Dengbêj Uso” bi nav dike. Uso serpêhatiya Feqiyê Teyran bi rojan dibêje, naqede. Geh bi bilûrê geh bi gotinê 3 rojan distrê. Dema diqede hemû guhdar bi dilşa û bi kêfxweşî diçin malên xwe. Mirov dikare bêje ku dengbêjek jiyana dengbêjekî vedibêje. Di dawiya beşê de dema êdî Feqiyê Teyran ber mirinê ye, ji xwe re wekîlekî tayîn dike ji bo piştî mirinê cîhê wî bigre, navê vî dengbêjî jî Xelîlo ye. Belê hejmara dengbêjan di vê beşê de zêde dibin. Em dikarin nivîskarê romanê Yaşar Kemal jî wek vebêjekî ku destanan hez dike û diafrîne li van dengbêjan zêde bikin. Yaşar Kemal berî ku di beşa 8an de dest bi serpêhatiya Feqiyê Teyran bike, çend gotinên ku wecîzekê yan jî dişibin gotinên pêşiyan pêşkêşî xwendevan dike: "Xwedê tu qewmekê ji dengbêjan bêpar nehêle“ (Allah hiçbir kavmi dengbêjsiz bırakmasın”.[5] Ev gotin bi zimanekî din hebûna dengbêjan, giringî û rola wan di civatê de xweş nîşan didin.

Navenda Miksê
(Wêne di destpêka sedsala 20an de hatiye girtin)

Cara pêşîn mezinahiya dengbêjiya Feqiyê Teyran, mîrê Cizîra Botan keşf dike, gelek kêfa wî ji dengê Feqî re tê, mîr hertim li ber çoga wî ranabe, dibe heyranê wî, li gorî nivîskar kilama Feqî ya here kin heftekî dajo. Têkiliyên mîrê Cizîra Botan û Mîrê Miksê, dostaniya wan jî her berbi başbûnê ve diçe yan jî nivîskar Yaşar Kemal van têkiliyan pêşda dibe. Şêniyên Cizîrê wê zivistanê Feqî bernadin, dikin dengbêjê xwe.

Ew qala her tiştî dike, teyran, kulîlkan, hêşnayê, hemû reng, tam û lezeta wan: “Dengbêj hemû cîhan anîbû Cizîrê”. Li vir em rastî dîtinekê tên ku balkêş e: “Mirov bibûn mirovne dine, bi kêmanî dilşatir bûbûn” (r.335). Hemû şênî qala çivîkekê dikin ku dengê wê hatiye bîhistin, lê belê heta niha tu kesî ew nedîtiye. Tenê kesên ku dilê wan wek yên ewliyan pak bûne dengê wê bîhistine. Kesên ku ev çivîk dîtine jî gîhiştine mertebaya nemiriyê, bûne ewliya. Li Cizîrê yek ji wan kesên yekem ku xwestiye dengê vê çivîkê bibihê Feqiyê Teyran bûye. Ew derdikeve gereke dûr û dirêj cîhekî neçê namîne, herêmên dîrokî ku kurd li wan deran peyda bûne wek Cudî, Zagros û Şengalê digere, bi sedan mirov û çandan nas dike.

“Feqiyê Teyran dîroka êzdîyan baş zanibû. Êzdî kurd bûn. Kurdîke gelek dewlemend dipeyivîn, destanên ku li ser komkujiyan hatibûn efirandin li hemû Mezopotamyê li ser zarên cihê belav dibûn” (r.341). Ew zilm û zordestiya ku kurdên êzdî li vê coxrafyayê dîtine bê hed û bê sînor e. Berê wisa nîn bûye. Nivîskar li vir derseke piçûk jî dide xwendevanan. Yaşar Kemal li vir diyar dike ku berê aşîtî, xweşî û aramî hebûye, paşê mirovên ku ji van nîmetan bêpar bûne, ev coxrafya wêran kirine:

“Di demên qedîm de mirovên li ser axa Mezopotamyê qet nizanbûne şer çi ye. Ji dema qedîm virda sîte, dewlet û gelên li vir bêî ku bizanibin şer çi ye, bêî ku şer dîtine li van deran di nav hebûn û bextewarîyê jîyana. Mirovên li dîyarên din dema ev dilşahî, dewlemendî û aşîtîhezî bîhistine, ser Mezopotamyê de meşiyane, kevir li ser kevir, qaf li ser bedenê nehîştine” (r.341).

ÇI BAŞ BÛYE BI KÊMANÎ YAŞAR KEMAL Û FEQIYÊ TEYRAN RASTÎ HEV HATINE

Nivîskar li vir dixwaze hin aliyên mirovahiyê yên bingehîn wek şer û aşîtiyê niqaş bike û hewl dide bi rêberiya vê ger û lêgerîna Feqiyê Teyran ji van pirsan re bersivekê bibîne. Xwedê aqil jî daye mirovan, lê belê dîsa him çê dike û him jî paşê xirab dike! Yan jî beşeke mirovahiyê bi destê xwe welatekî çê dike, paşê hewl dide bi kêfxweşî wê xirab dike û navê wê datîne serketin (zafer). Yaşar Kemal dema bersiva van pirsan tam nikare bide, tîne nasiya Feqiyê Teyran û Lokman Hekîm dide hev, bi vî awayî dixwaze pirsgirêkên mirovên bêgav re bibe alîkar û derman. Nivîskarê ku di warê fauna (cîhana heywanan) û flora (cîhana hêşnayan) vê coxrafyayê de xwedî gelek zanyarî û agahiyan e bandora xwe li ser vegotina vê romanê de jî nîşan dide. Ji ber vê yekê mirov dikare bêje ku çi baş bûye bi kêmanî Yaşar Kemal û Feqiyê Teyran di vê rastî hev hatine! Divê em li vir diyar bikin ku herdu jî ji herêma Wanê ne, dîroka çanda vî bajarî bi kesayetiyên xwe yên biriqî dixemilînin. Paşê Feqiyê Teyran bêriya Miksê û malbata xwe dike, berê xwe dide wî alî. Demekê gotin tê li ser mijara wê “çivîka ku dengê wê mirova dibe cennetê”.

Dema hemû çivîk (çûk) teyr-tuyên herêmê dibihîsin wekî Feqiyê Teyran bedhal e, li ber mirinê ye, ew tavilê berê xwe didin Miksê, welatê Feqî. Bi hezaran, deh hezarn çivîkên cuda cuda ref bi ref, kom bi kom berbi ezmîn bilind dibin, ezmanê Miksê bi çivîkan ve tijî dibe. Hatine bi awayekî xatirê xwe ji vî ewliyayê xwe bixwazin. Demekê li jora ezmên wisa disekinin ji bo qedrê Feqî ango Feqiyê Teyran  bigrin. Normal çivîk nasekinin û her difirin. Lê belê nivîskar di romanê de bi awayekî vegotinê ji vê “sekna hurmetê” peyda dike, wan dide sekinandin. Di vê teksta Feqiyê Teyran de bêgûman beşa here zêde mirov bi hewaskarî dixwîne, kela canê mirov bilind dike, ev seferbûna teyran e ku heta Miksê hatine ji bo ji Feqiyê xwe xatir bixwazin. Yaşar Kemal serpêhatiya vî mezinê kurd wiha diqedîne: “Ji avabûna cîhanê virda zimanê çivîkan yek Silêman zanibiye, yek jî Feqiyê Teyran”.[6] Ev teksta Feqiyê Teyran ku Yaşar Kemal nivîsiye wek teksteke edebî dema ligel tekstên din yên di heman mijarê bên rûberîhev kirin, lêkoler dikarin xwe bighînin encamên balkêş. Ev beşa romana Yaşar Kemal di derbarê çanda Miksê û dîroka wê de jî çavkanîke edebî ya giring pêk tîne. Bi kurtî ev romana Yaşar Kemal di warê xebatên danberhev (muqaseyeyî) de dikare gelek kêrî lêkoleran bê.

Jêrenot:

[1] Yaşar Kemal, Karıncanın Su İçtiği, Adam Yayınları, çapa 5an, 2003.
[2] Yaşar Kemal dikeve 70 saliya xwe, Nûdem, nr 7/1993, rûp.20-37.
[3] Kürt Tarihini Yaşar Kemal Üzerinden Okumak, Kürt Tarihi, nr 16/2015, rûp.8-15.
[4] Rohat Alakom, Yaşar Kemal’in Yapıtlarında Kürtler, Avesta Yayınları, 2013. 

[5] Yaşar Kemal, Karıncanın Su İçtiği, rûp.305.

[6] Yaşar Kemal, Karıncanın Su İçtiği, rûp.374.