Platforma Zimanê Kurdî: Kurdno, 2022an de kurdî bikin beşek jiyana xwe

Platforma Zimanê Kurdî bo sala 2022an daxuyaniyek belav kir. Platform, di daxuyaniya xwe de wiha bang li kurdan kir: “Kurdno, zimanê kurdî bikin beşek jiyana xwe. Sersala hevdû bi kurdî pîroz bikin.”

Google Haberlere Abone ol

DUVAR - Platforma Zimanê Kurdî(PZK), daxuyaniyek belav kir û sersala kurdan pîroz kir. Platforma Zimanê Kurdî, di daxuyaniya xwe de bal kişand ser zimanê kurdî: “Mebesta vê pîrozkirinê hertim bi daxwaza aşîtî, bextewarî, dadwerî, aramî û kêfxweşîyê bi dawî dibe lê daxwazên ku tên pêşkêşkirin û rastiyên civakan qet li hevdû nakin. Bi taybet ji bona miletê kurd ev daxwaz û bendemayên kurdan heta niha bicîh nehatine. Sersal ji her gav xwe weke salên berê dubare dike û pirsgirêkên kurdan yên ziman, kultur û nasnamê jî her sal girantir dibin. Pirsa ziman û nasnama kurdan li welatê me îro bûye pirsa man û neman e.”

'HETA KU XEBATA ME BIGÎHÊJE ARMANCA XWE WÊ HER BERDEWAM BE'

Platforma Zimanê Kurdi, ji bona ku zimanê kurdi (kurmancî û kirdkî) bibe zimanê perwerdê û zimanê fermî kampanyayekî îmzeyan destpêkiribû. Di 21 ê Sibata 2021 an de Platforma Ziman û Tora Ziman kampanya îmzeyan destpêkir û xwest ku kampanya xwe di 21ê Sibata 2022 an de bi dawî bînin. Platform dixwest ku di hundirê wê dema dîyarkirî de kurd pirsgirêkên zimanê kurdî di nava civaka xwe de baş niqaş bikin, fikir û ramanên xwe pêşbixin û girêdana xwe bi zimanê kurdî re xurtir bikin. Daxuyaniyê de ev hatin gotin: “Em baş dizanin ku pirsgirêkên zimanê kurdî têra xwe di nava salekê de nikarin werin çareser kirin. Em vê yekê baş dizanin û xebata xwe jî li gorî vê rastiyê dimeşînin. Ji ber vê yekê jî xebata Platforma Zimanê Kurdî, heta ku em bigîhêjin armanca xwe wê her berdewam be.”

'SERSALA HEVDÛ BI KURDÎ PÎROZ BIKIN'

Platform, ji bona ku hişmendî û hestyariya zimanê kurdî bilind bibe, geş bibe û bibe beşek ji nasnama kurdan, bangî hemû kurdan kir: “Bi mebesta pîrozkirina sersala 2022 an ya Miladî de bila her malbateke kurd bi kêmasî ferhengeke kurdî, romaneke kurdî, pirtûkeke helbest û çîrokên kurdî, lêkolînên zanistî û dîroka kurdî di mala xwe de vehewînin. Bila di pirtûkxana malbatên kurdan de tekez pirtûkên kurdî hebin. Bila şênber li ber çavê mezin û piçûkan pirtûkên kurdî hebin. Bila her kesekî kurd malperekê, ajansekê, kanalekê an ji rojnameyekê kurdî bişopîne. Bila zarokên ku ji sersala 2022 û pêde ji dayîkên xwe re çêbûnê, navên wana bi kurdî bin. Bila bi kêmasî her kurdek çend gotinên pêşiyên kurdan di nava axavtinên xwe de bikarbînin. Bila xelatên we yên sersalê ji heval û dostan re pirtûkên kurdî bin. Xwe tekez fêrî qerf û henekên kurdî bikin. Stranekê kurdî jiber bikin, li filmeke kurdî temaşe bikin. Sersala hevdû bi kurdî pîroz bikin.”

'WEKE HER SAL, SERSALA WE PÎROZ BE'

Platform, bi van peyvan hem bang li kurdan kir hem jî sersala 2022an pîroz kir: “Kurdino! Weke her sal, sersala we pîroz be lê bila zimanê kurdî ji malbata we qet dûr nekeve! Ji ber ku zimanê kurdî hebûn û rûmeta kurda ye, roniya çavê me ye, taca serê kurda ye. Bi dildarî û baldarî li zimanê Kurdî miqatebin, zimanê Kurdî bikin beşek jî nasname û jiyana xwe!”

Etiketler zıman platform kurdi