Pêşnîyazek bo navê çîroka kurdî ya nûjen: Nûzar

Çîroka nûjen a ewil kurteçîroka ji alî Fuat Temo ve di 1913an de bi navê 'Çîrok' di kovara 'Rojî Kurd' de hatiye weşandin. Ger vê çîrokê em wek destpêka çîroka modern a Kurdî hildin, dîroka çîroknûsiya nûjen a kurdî ji sed salî zêdetir e. Lê sed sal derbas bûye ser wê çîroka me ya ewil a nûjen re, me hê jî çîroka gelêrî û çîroka nûjen bi awayekî zelal ji hev nedaye alî.

Google Haberlere Abone ol

Ulku Bîngol

DUVAR - Ji bo pêşketina wêjeya neteweyekê, berhêmên wêjeyî çi qas girîng be, têgih û termînolojîya ji bo wêjeyê tê bikar anîn jî ew qas girîng e. Ger têgih û termînolojîya wêjeyê şêlî be, ne zelal be, pêşketina wêjeya wê neteweyê wê qels bimîne. Têgih û termînolojîyek wêjeyî a xwirt û rûniştî, wêjeyê xwedî dike û xwirt dike. An jî wêjeyek xwirt, têgih û termînolojîyê xwedî dike û xwirt dike.

 MESELEYA HERÎ ŞÊLÎ MAYE NAVÊ 'ÇÎROK'A NÛJEN E

Ji alî têgiha wêjeyî bi ya min meseleya herî şêlî mayê navê 'Çîrok'a nûjen e. Çîroka Kurdî a nûjen heye lê navê wê tuneye. Ne ku nav tuneye, navê heye vê janra wêjeyê bi awayekî tekûz nahewîne. 'Çîrok' wek tê zanîn di nava zargotina kurdî de ciyekî wê yê taybet û bêhempa heye. Di her mal û binemalek Kurdan de berê çîrokbêjek hebû. Bi piranî ev çîrokbêj jin bûn. Çîrokbêjan her roj bi wan çîrokên digotin ziman, dîrok, çand û zargotina Kurdî ji nû ve distrand, xweşik û kûr dikirin û nifşên nû bi mîrateya neteweyê ya kevnar xwedî dikirin. Her çîrokbêjekê her malek Kurd xistîbû wek fêrgehek çand û zimên, ew jî bi xwe di her malekê de wek hawarî, mamoste û zanayên wan fêrgehan bûn.

Nivîskarê me yê mezin, mîrê zargotina Kurdî Heciyê Cindî ji bo peywira zargotinê û bi taybet ji bo peywira xewroşk(fabl) çîroka gelêrî (Hîkyat-Hîkaye)wiha dibêje; “Çawa nava her nimûneke zargotî da, ûsa jî nava hikyata da, pirsêd terbet-torekirina silsileta, helaliyê, hunermendiyê ciyê xweye laîq girtine. Zargotina cimaetê, hikyatêd wêye pircûreye-pirnav hîmlî zemîn ra xeber didin, tên dikevine nava zemanê teze. Her silsileteke teze diqaqice wêya ûymîşî dewr-zemanê xwe bike. Hinda xwe da ser dixebite, çawa dibêjin, parzûn û çir dike, ruhê zemanê xwe dike nav, bi xwe ra pêş da dibe û paşê dispêre silsileta tezehatî, ku ew jî hê teze bike, bispêre silsiletek din.’’

Çîroka nûjen a ewil kurteçîroka ji alî Fuat Temo ve di 1913an de bi navê 'Çîrok' di kovara 'Rojî Kurd' de hatiye weşandin. Ger vê çîrokê em wek destpêka çîroka modern a Kurdî hildin, dîroka çîroknûsiya nûjen a kurdî ji sed salî zêdetir e. Lê sed sal derbas bûye ser wê çîroka me ya ewil a nûjen re, me hê jî çîroka gelêrî û çîroka nûjen bi awayekî zelal ji hev nedaye alî.

'ÇÎROK' DI NAV NIVÎSKARÊN KURD DE BI MANEYA 'NOVELÊ' TÊ BI KAR ANÎN'

Li ser vê mijarê nivîskarê delal Enwer Karahan di 22.06.2007an de bi nivîskarê me yê hêja û mezin Hesenê Metê re hevpeyvînek gelek hêja kiriye û di malpera Nefelê de ev hevpeyvîn hatiye weşandin. Bi tevahî hevpeyvînek gelek hêja ye. Lê ezê ji vê hevpeyvîna hêja beşekê bigrim. Rêzdar Hesenê Metê li ser vê meseleya têkelbûn û şêlîbûnê wiha dibêje; “Ez dizanim ko ev navê 'çîrokê' di nav nivîskarên Kurd de bi maneya 'Novel'ê tê bi kar anîn û çi xwenda û çi jî bêsewad ev 'çîrok' di nav xelkê Kurd de jî tê bi kar anîn. Lê bi du maneyên cuda. Bi qasî ko ez dizanim tevahiya xelkê Kurd bi maneya 'saga'ya swêdî yan jî masala tirkî de bikar tînin û nivîskarên Kurd jî bi maneya 'novelê'. Îja ez jî û ew nivîskarên hemû novelan dinivîsînin jî bêguman em novelîstin, nivîskarên novelan in; em ne çîroknivîs in. Ji ber ko vî navê 'Çîrok'ê maneyeke xwe ya din heye, bi hezar salan e ko her bi maneya xwe ya 'saga'ya swêdî û 'Masal'a tirkî di ava xelkê de cîhê xwe girtiye. Cîh, wext, qehreman û vebêjerê çîrokê anonîm in. Lê ev xalên vegotina hunerî ne welê ne, mişexis in. Ji ber vê yekê divê em navekî ji vî navê ‘çîrok’ê li vî babetê edebîyatê bikin.’’

Wek nivîskarê me yê hêja çardeh sal berê bi awayekî gelek zelal û xweşik gotiye, rastî jî ev navkirin, çîroka gelêrî û ya nûjen ji hev nade alî û şêlî dihêle. Piştî van gotina ezê pêşniyaza xwe ya ji bo navê 'Çîroka Nûjen'a di Kurdî de bikim. 

EZ PEYVA 'NÛZAR'Ê PÊŞNIYAZ DIKIM

Ez peyva 'NÛZAR'ê pêşniyaz dikim. Ez hêvî dikim xwendeyên Kurdî, zimanzan û nivîskarên Kurd li ser vê peyvê hinekî serê xwe biêşînin. Peyva 'Nûzar'ê di dewsa çîrokê da hatiye bikaranîn. 'Bizarkirin' wek teqlîta dev û gotinê di Kurmancî da tê bikaranîn. Min jî xwe spart vê peyva 'Bizar' a ku di nava gel da tê bikaranîn, û têgiha 'NÛZAR' ji bo çîrokê bikaranî. Lewra dema ku 'Çîrok' tê gotin çîroka gelêrî tîne bîra me ra. 'NÛZAR' a ku bi wateya xwe 'Teqlîta nû, ya gotinê' ji bo çîroka Nûjen hatiye bikaranîn.

 
Etiketler çîrok nûzar hîkyat