Pervîn Chakar kilama Newrozê ji nû ve xwend: Ez perçeyek ji serhildanê me

Hunermendê navdar Soprano Pervîn Chakar, ji bo Newrozê helbesta Pîremêrd ya bi navê 'Newrozê' ji nû ve amade kir. Chakar bo ji nû ve xwendina kilama Newrozê dibêje; ''Li Kurdistanê yekem car ev helbest bûye kilama Newrozê, bo vê jî helbesta Newrozê, hişmendiyek netewî li xwe de dihewîne. Ev jî bû faktora herî mezin ku min vê helbestê hilbijard. J'xwe ez jî perçeyek ji serhildanê me.''

AnaZambrano, Pervîn Chakar, Song Yî
Google Haberlere Abone ol

DUVAR - Agirê Newrozê 2 hezar 633 sal in, 21ê Adarê aliyê netewa kurd ve tê pîroz kirin. Wê rojê keç û xort, kincên xwe yên rengîn li xwe dikin û diçin cihê agirê Newrozê tê vêxitin. Li wir bi coşeke mezin dikevin destê hev û dîlanê digirin, hinek jî bi eşqa Newrozê ser êgir re baz didin. Helbestvan Pîremêrd jî yek ji wan kesane ku bo Newrozê, bi navê 'Newroz'ê helbest nivîsiye. Ew helbest aliyê gellek kesan ve hat xwendin. Niha jî Soprano Pervîn Chakar, bi awazeke nû, bi amûrên pîyano û vîyaloyê ve ji nû ve distire. 

Ji bo vê kilamê bi pîyanoyê ve muzîkjenê Başûrê Koreyê Song Yî, bi vîyaloyê ve jî muzîkjenê Îspanî Ana Zambrano hevkariya Pervîn Chakar kir. Kilama Newrozê 20ê Adarê li ser hemû platforman hat belavkirin.

'EZ GELÊ KURD RE KULÎLKÊN BIHARÊ DIŞÎNIM'

Muzîkjenê Îspanî Ana Zambrano, bi Pervîn Chakar re bo kilama Newrozê hevkarî kiriye. Zambrano dibêje gelê kurd dişibin gelê me û wiha dewam dike: ''Ez ji Qatalonyayê me. Çand û zimanê me jî heye. Ji ber vê kurd dişibin me. Parastina çand tiştek pir bi qîmet e. Ez alîkariya Pervînê dikim ji ber ku divê ez wekî muzîsyenek piştgirî bidimê da ku muzîka xwe li ser pîya bigire. Ez di jîyana xwe de cara yekem tev li xebata muzîka kurdî bûm û ev jî bo min serpêhatiyek gellek mezin bû. Min di parqekê de Pervîn naskir û bûm heval. Ew pir girêdayî gelê xwe, çanda xwe û muzîka xwe ye. Ev jî pir bandor li min kir. Pervîn, kilama Newrozê min da guhdarkirin û ji min pirsî ka ez dikarim yan nikarim alîkariya wê bikim. Min jî cih de qebûl kir. Ji ber ku min muzîka kurdî pir meraq dikir. Ez dikarim bêjim dengê Pervînê, min bire Qatalonya yê. Hêvî dikim hûnê jî vê berhemê hez bikin. Li vir daristan gulvedan jî. Ez gelê kurd re kulîlkên biharê dişînim û bi dilekî germ Newroza kurdan pîroz dikim.''

'BI DILEKÎ GERM CEJNA GELÊ KURD PÎROZ DIKIM'

Muzîkjen Song Yî jî ji Başûrê Koreyê ye. Ew jî dibêje min bi saya Ana Zambrano ve Pervîn nas kir. Yî, bo muzîka kurdî û gelê kurd wiha got: ''Pervîn, ji min bo du heb kilamên kurdî hevkarî xwast. Yek ji wan kilama Newrozê bû. Salane ez jî ji welatê xwe dûr, karê xwe yê muzîkê dikim. Ev berhem, min bir welatê min. Pervîn, ji me re behsa Newrozê kir, gelê kurd me da nas kirin. Xwînşîrînbûna Pervînê, nêrîna wê ya jîyanê û dengê wê bandorek pir mezin li min kir. Em ji bo hatina biharê pîrozbahiyek nakin lê em jî girêdayî çand, dîrok û kevneşopîya xwe ne. Em demên biharê festîvalan çê dikin. Bawer dikim, gelê kurd jî wekî me girêdayî kevneşopiyên xwe ne. Ez bi dilekî germ cejna Newrozê ya netewa kurd pîroz dikim.'' 

Me bi Soprano Pervîn Chakar re derbarê muzîka kurdî, xebata wê ya nû, destanên kurdan, berhemên gelêrî û cejna Newrozê xeberda...

'EZ PERÇEYEK JI SERHILDANÊ ME'

Ez dixwazim pêşî tu behsa xebata xwe ya nû bikî. Tu jî dizanî, ev agirê Newrozê 2 hezar 633 salin vêdikeve. Her sal 21ê Adarê netewa kurd bi şahî û coşeke mezin dadikevin kolanan, agir vêdixin, dîlanê digirin û vê rojê pîroz dikin. Gellek hunermend, helbestvan û sitranbêjên kurd, ji bo Newrozê helbest û kilam nivîsîne. Te jî helbesta 'Newroz'ê ya Pîremêrd ji bo Newrozê amade kiriye, niha li gorî pîyano û vîyaloyê bi awazeke nû distirî.

Bi min, ji bo têkoşîna neteweya kurd, kilama herî girîng û mezin ew helbesta Newrozê ye ku Pîremêrd li ser pakêta cixarê nivîsiye. Herdû birayên sitranbêj Qadir Dîlan û Muhammad Salih Dîlan, helbesta Newrozê kirine kilam û gotine. Newroz mizgîniya biharêye lê bo kurdan cejna neteweyî, sembola azadî û serhildanê ye. Sedan sal in netewa kurd tekoşîna serxwebûnê dide. Em, ew zarokin ku zimanê me hîn nehatîye zanîn, ji ber vê jî hatina Newrozê bûye wekî serhildanek. Li Kurdistanê yekem car ev helbest bûye kilama Newrozê, bo vê jî helbesta Newrozê, hişmendiyek netewî li xwe de dihewîne. Ev jî bû faktora herî mezin ku min vê helbestê hilbijard. J'xwe ez jî perçeyek ji serhildanê me. Bestekarê kilama newrozê Rohat Cebe ye. Wî ji bo cejna Newrozê vê kilamê arenje kir da ku di qada navneteweyî de bê pêşandan. Bikaranîna amûra soprano, pîyano û vîyaloyê ve jî hanî asteke pir dengî. Bi pîyanoyê ve hunermenda ji Başûrê Koreyê Song Yî, bi vîyaloyê ve jî hunermenda Îspanî Ana Zambrano min re hevaltî kir. Bi rastî wateya ku her amûr li xwe bar kiriye, cûda ye. Pîyano; bayê biharê, Vîyola; îşqa rojê, Soprano jî dengê xwezayê teswîr dike. Berhem, dema bi vê hestê tê guhdar kirin, guhdarvanan dixe atmosfereke wisa ku; bi hatina biharê re hişmendiya netewî bi rih û can tê hîs kirin.

'EZ MUZÎKA KURDÎ JI NÛ VE MODERNÎZE DIKIM'

Em dibînin ku kilamên gelêrî pir bala te dikişîne û pir jê hez dikî. Kilamên gelêrî, ji nû ve formalîze dikî û van kilaman ji bajarên kurdan kaşî rojeva dinyayê dikî, didî nasîn. Ji ber vê, bala gellek kesan jî dikişîne. Eger meriv muzîka kurdî û ya cînahê bîne berhev, muzîka kurdî kîjan astê de ye?

Awaza muzîka kurdî, helbest û mijara wan, min pir kaşî xwe dikin. Hêmanên cihê ku lê hatime, kî me, ji ku me, li xwe de dihewîne û tîne bîra min. Demek dirêj e, ez muzîka kurdî ji nû ve modernîze dikim. Em di qada Muzîkên Klasîk ên Rojava de zêde rastî xebatên li ser berhemên kurdî hatine kirin nayên. Hîn berhemên bi awayekî enstrûmental, vokalî hatine amade kirin tine. Ji ber vê jî, perwerdeya ku min vê qadê dîtiye, dixwazim alîkarî bikim, lê zêde bikim. Ji bo muzîka kurdî cîhanê de cihê xwe bigire, alîkariya dewletê hewceye. Divê zanistên vê qadê zêde bixebitin. Operaya Îtalî, Operaya Çek, Kilamên Gelên Rûs, Polka Polonya û Mazûrkara çawa dinyayê de bi nav û dengin, tên naskirin, bi dewlemendiya xwe muzîka kurdî jî dikaribû têketa nav wan. Pêwîste ku dewlet li ser çand û hunerê zêde bisekine û qîmetê bidê. Divê dewlet ser vê bê avakirin. Ji ber vê Platon gotiye, 'Kilamên me, qanûnên me ne.' Eger dewleta me hebûya, minê jî wekî nêrîna Platon ya dewletê bixwesta. Dibe ku wê çaxê muzîka kurd di nav muzîkên dinyayê ên bi nav û deng de cihê xwe bigirta. Sedsala 8-9mîn de Ziryab û yên pey wî re hatin, muzîka kurd, meqam û dengên teknîkî birine Ewrupayê. Gellek bestekarên Ewrupî, sûd jê wergirtine û muzîkên xwe ji nû ve afirandine. Mixabin şer, asîlîmasyon, komkujî, nehiştiye muzîka me di bin banê dewletê de mezin bibe. Rojavayî di gellek qadan de îcad, vedîtin û tiştên nû çê dikirin, Rojhilatî jî wisa mane. Çanda muzîka kurd ya klasîk ya sedsala 16mîn de maye, em nivşên nû sedsala 20-21mîn de dikin. Rojên me de klasîkên muzîka kurdî de ya herî baş dike Nîzamettîn Arîç e. Dixwazim helbestên Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, Cegerxwîn bi teknîkên operayê ve, bi enstrûmanên cur bi cur ên rojava û rojhilat ve bidim nas kirin. Pir dixwazim di rojên pêş de bi Berken Bereh, Jan Dost û helbestvanên jin re bixebitim. 

'FERQA EVDALÊ ZEYNIKÊ Û HOMEROSÊ TINE'

Gelek destan û çîrokên kurdî hene lê heta niha ti carî nebûne mijara operayê. Ma destanên kurdan li gorî ên gelên din baş nînin? Çima dema tê xeberdan, dibêjin Evdalê Zeynikê, Homerosa kurda ye. Lê ji bo Evdalê Zeynikê bê naskirin, tiştek em bêjin 'erê ev xebateke bo nasandina Evdalê Zeynikê pir baş e' tine... 

Homeros, yek ji wan kesane ku xwediyê zargotinek gellek mezin bû. Evdalê Zeynikê jî zargotina çanda kurda ye. Yaşar Kemal, wî wekî Homerosa kurdan daye nas kirin, nîşan daye ku Evdalê Zeynikê tenê elçiyê çandê nîne. Kilaman de evînên giran û hunerên hîcw jî xwe dide nîşandin. Jîyana xwe bi çevên kor, heta zivistan qediyaye qulingek xwedî kiriye, vêya jî di stranên xwe de behs dike. Çevên Evdal rojekê vedibe, baskên quling jî pak dibe. Dengbêjê me demê xwe de neheqî, bêedeletî, bêwijdanî, bêdewletî, şer û serhildan bi kilamên dirêj gotiye. Evdalê Zeynikê û dengbêjên me ên din, ji ber bêdewletbûnê ve nehatine naskirin. Lê ferqa wî û Homerosê tine. Wênesazê Çek Alphonse Mucha, Destana Slav, 18 salan de 20 destanên gelê xwe yên bûyerên herî girîng xêz kir û dîyariyê gelê xwe kiriye. Alphonse Mucha, di Şerê Cîhanê ya duyemîn de aliyê leşkerên Alman ve hatiye pirsyarkirin, heqeret lê hatiye kirin. Ji ber dagirkirina welatê xwe, biçûkxistina jêpirsînê de, xirabbûna tendûristiyê de xwe ranegirt. Lê wî berhemek bi nav û deng ji gelê xwe re hişt. Eger dewletek me hebûya, belkî kurdek mîna Wagner derketa, destanên me ji bo operayê amade bikira. Wekî Destana Nibelungen, Destana Dewreşê Ewdî, Mem û Zîn, Selahaddîn, Şexê Zirav, operayê me yê bi nav û deng hebûya.

'EZ MUZÎKA SERDEMA XWE DIAFIRÎNIM'

Gelo ji bo pêşeroja muzîka kurdî hêviyeke te heye? Muzîka kurdî rojekê wê di nav muzîka cîhanê de cihê xwe yê layiq bigire?

Ji bo muzîka kurd cihê xwe yê layiq bigire, temamî perwerdeya muzîkê giran bibe û bo bandor li muzîka kurdî bike divê bestekar û aranjorên hêja hebin. Serkeftiyên ji qada navneteweyî de bê girtin pir zor, rêyeke pir dirêj e. Ev serkeftî, muzîka kurdî pêş ve dibe. Lê mixabin serdema dîjîtalê de, hinek ketine ber bayê populîzmê, dixwazin bi lez bên nas kirin. Ev jî muzîkjenên nehêja bi xwe re derdixe. Ji me re muzîkjenên û hunermendên hêja, tiştek nû li çanda xwe zêde bike lazim e. Gotineke helbestvan û nivîskarê Alman Ludwîg Tîeck pir xweş heye, dibêje 'Merivên eleqeya wan bi çanda xwe re nebe, bîyaniyê welatê xwe ne.' Chopîn ji welatê xwe hatiye sirgûn kirin, bi salan li Fransayê jîyaye. Wî jî qet welatê xwe Polonya jibîr nekiriye. Hesreta welatê xwe bi romantizmeke mezin nexişandiye û çanda Polonyayê 'Polka û Mazurkan' bi dinyayê daye nas kirin. Bestekarên navdar Schumann, Schubert, Brahms, Grîeg xwe spartin muzîka gel. Ez jî bi awayeke xwezayî xwe dispêrim berhemên dengbêjan, heyranokan, dîwanan û destanan. Ez muzîka serdema xwe diafirînim. Hêviya min heye, divê hêviya me hebe jî. Bêhêvî pêşiya afirandinê digire. Muzîka kurd wê cihê xwe yê layiq bigire.

'ÇIQLEKÊ ME TINE XWE PÊ BIGIRIN'

Em dibînin ku çend salin muzîka kurdî xwe dubare dike. Yanî tiştên nû zêde dernakeve, yên berê hatine gotin û nivîsandin, ji aliyê sitranbêjan ve tên modernîze kirin û bi wan kilamên berê albûman çêdikin. Yanî em kilamên berê bi formeteka nû ve hatiye amade kirin, guhdarî dikin. Gelo muzîka kurdî bervî mirinê ve diçe?

Divê meriv muzîka kurdî û muzîka kurd ji hev veqetîne. Mixabin dengbêjên kurd ya dawî jî çû ber rehma Xwedê. Dewsa dîwanên dengbêjan, yên dûrî muzîka kurdî, muzîkên sosret dikin cih girtine. Guhdarvanên her kilamê cûda ye. Em dibînin ku blues, jazz, hîp-hop, rap, rock û elektronîk ên kurdî jî derketine. Helbet divê ev tarzên cûda hebin û xwe bigihînin guhdarvanên din jî. Lê mixabin dema em aliyê teorîkê ve muzîka kurd dinêrin, refên toz girtî de mane. Li aliyê pratîkê ve jî em lê binêrin, êdî hatiye rewşeke wisa ku nikare hebûna xwe bidomîne. Mîrên berê piştgirî didan çanda dengbêjiyê, niha ev çand nasnameya xwe winda kiriye. Sedema vê ya herî mezin jî çiqleke serkêşiya me yê kurdan xwe pê bigire tine.

'DIBE KU ÊDÎ HER TIŞT BER ÇEVÊN ME BE'

Bi demê re yan jî bi pêşketina teknolojiyê re gellek guhertin çê dibe. Kilamên zêde dirêj kes guhdar nake, çiqas bê hez kirin jî piştî çend deqan guhdarvan jê direvin. Ev pirsgirêkeke cîhanî ye. Kilamên niha wekî yên berê jî dirêj nînin. Ev tesîrê dengbêjan jî dike. Ew destanên ku dengbêj bi şev û rojan digotin û dîsa jî dawî lê nedihat, niha di 5 deqan de dawî lê tînin. Tu çawa vê meselê dinêrî?

Wekî min jor de jî got, me endama çanda dengbêjiyê ya herî dawî binax kir. Nivşên serdema 21an, mixabin dûrê çanda xwe ne. Zêdetir tiştên hêsa, pratîk û civakeke dixeritîne derdixe pêşiya me. Pisporên teknolojî ên dîjîtal me bi rê ve dibin, sepanên cur bi cur çê kirine. Ji aliyekê ve bûyerên pozîtîf, aliyê din ve jî yên negatîf bi xwe re tîne. Ev him xeyalên merivan sînordar dike him jî deriyeke din vedike. Caran zorê dide sînorên tehemilê, caran ji meriva kaşî fikra çawa meriv ji axtê teserûf bike dike. Dibe ku êdî her tiş ber çev me û bin destên me be. 

'GUHERANDİN DESTÊ ME DE YE'

Jineke kurd, dinyayê de xelatên pir girîng digire, tê nasandin, jê rêz tê girtin û pir jî tê hez kirin. Tu, dema li ser wan sehneyên 'hunera bilind' tê kirin, hunera xwe dikî, di nav wan çepik û rêzgirtinan de welatê xwe, rewşa netewa xwe dinêrî, çi hîs dikî?

Bi rastî tişta ku herî dixwazim bikim, tiştekî çê bikim û biafirînim. Heta destêm bê, ezê muzîka kurdî bi lihevanîna awaza wê ya mihteşem dinyayê bidim nasîn. Ez dixwazim netewa min muzîkên herî baş guhdar bikin, layiqê tiştên herî başin û mafê wanin jî. Ez perçeyek ji vê gelê me. Ti carî naxwazim di bin banê kesî de bimîne, dixwazim awazên vê dinyayê yên herî baş jî diyariyê gelê xwe dikim. Guherindina her tiştî destê me de ye. Wekî navdarên Îtalî, bestekarê Operayê Giuseppe Verdî jî gotîye: 'Dibe ku jêgirtina rastiyê baş be lê afirandina rastiyê baştire, gellekî baş e' Rewşa ku em niha tê de ne, bi afirandina rastiyekê ve emê lê xilaz bibin.

Hûn dikarin li ser van platforman kilama Newrozê guhdarî bikin:
Spotify: 

Youtube: