Performansa şoreşgerekî têkçûyî

Berhema nû ya Ozmen hema bi vexwarina maccihatoke re tê xwendinê. 'Kurê Dêlê' ye navê wê. Ji bilî navê xwe bi berga xwe jî herwekî ku ji pêşangehekê firiya be hatibe pêşî deqa xwe nişan dide.

Google Haberlere Abone ol

Serdema em tê de dijîn dem û dewraneke bilez e. Di vê serdemê de dem çawa bilez be herwiha teng û kin e. Kinbûn û kurtbûn daxwaza sereke ye. Kin û kûr! Karakterên twîtekê bi biryara dawîn hinek zêdetir jî bûbin dîsa jî pêdivî bi floodê heye lewra dîsa jî kin e. Çiqas diçe dirûbê têaseran li her tiştî dikeve. Metn jî kintir dibin. Ta û derzî ye dîsa helbet. Lê ta bi derziyê ve jî bibe êdî derzî ya hûr e û ta rengîn be jî gelekî kin e. Berê ji bo romanekê bi sedan rûpel şert bû belbî; romanên bi cîldên xwe di bin çengan de bi cih nedibûn hê jî li refikên pirtûkxaneyan cihê xwe naterikînin hatin ber çavên me! Rast e, çilhezar peyv ne hindik e lêbelê ne hindik be jî eger em romanên qerase bînin bîra xwe wê çilhezar û şêsthezarpeyvbûna wan bi hindikahiya xwe bala me bikişînin.

Lewma ji romanên mezin hin beş tên bijartin û bi tena serê xwe weke berhemên nû tên weşandin. Novelaya Şener Ozmen bi pêncîrûpelbûna xwe vê rewşê anî bîra min. Belê xwendina berhemên kin rihet e, çavê meriv gava wan dibîne natirse. Berhema nû ya Ozmen hema bi vexwarina maccihatoke re tê xwendinê. Kurê Dêlê ye navê wê. Ji bilî navê xwe bi berga xwe jî herwekî ku ji pêşangehekê firiya be hatibe pêşî deqa xwe nişan dide: min efû bikin lê qamçiyê xwe dişidîne û bergê jî pişta dîtin û nedîtinê jî sor dike: Xelata Edebiyata Bêdewlet A Cîhanê!

Bi mohr û deqa xwe hîn berga wê ya pêşî nehatiye qelaptin xwendineke seyr li dar dixe jî: Ez he me û li vê dere me! Şener Ozmen bi Kurê Dêlê progresîvbûna xwe didomîne. Çi roman çi çîrok alegori û îronîsazî xaleke sereke ya şêwaza Ozmen e (Helbet ne tenê ya wî, meriv dikare bibêje ya edebiyatê kurmanciyê û helbet bi silava Ferederic Jameson. Aijaz Ahmed jî bi rexne û tespîta xwe ya di vî warî de ne neheq e bi raya min lê bila ev bibe para nivîseke din).

Dilrehetî ji bo karakterên wî ne pêkan e û jixwe ya tê dîtin bîr û çavkaniya wê dilnerehetbûnê ye. Metnên wî bi xwe re gelekî metnên din tînin bîra xwendekarê xwe. Xwendina îro piranî ji metnê û ji ser metnê ye û bi vê pîvanê bibe nebe zimanê wê, teşeya wê, bedla wê bi awira mozaîka jêgiranê, intertextuality re li nûbûn û nûjeniya wê tê nihêrtinê. Ev cure xwendin, tar û tarîşkên metnê nîşanî xwendekarê xwe dide. Vêga li ser rehleya me Kurê Dêlê heye.

Bereksê gelek berhem û nivîskarên dema xwe Ozmen, ji mamostetiyê û ji dersdayînê dûr disekine. Lehengên wî dibe hahanka li hev bikevin dibe ku hişê wan li hûrgiliyeke piçûçik jî bialiqe. Çimkî ne normal in. Ji henek û qerfokiyê ew jî nisîbê xwe hiltînin. Belê ji bo metnên Ozmen meriv nikare bibêje gazin-okî ne heta Ozmen henekê xwe bi vê şêwazê jî dike lê balkêş e dilê meriv bi karakterên wî dişewite. Di vê berhema wî de jî lehengê wî ne xwediyê derûniyeke saxlem e. Em hemû hevalên lehengên wî, karekterên din bi navên wan bibînin jî navê leheng ne diyar e û bi vê terha xwe Kafka tîne bîra me. Îşkenceyeke xedar lê hatiye kirin. Li qereqolê, li leşkeriyê, li taxê, li hundirê malê! Gava dayika wî behsa kurê xwe dike dibe kurkura wê: “Ne bînboşî gelek tehdoyî lê kiribû Xolîse, birine ovêtine binê zindono tobûrê ne tu dêşîro kurê min bî, te şîrê xwe dobiyê, ne eybe ne şerm e, piştî hot molê nexweş bî, ne mejî nemobî Xolîse, mêjî nemobî, nizo çi diki, mo kurê min ev bî!?”

Lehengê wî di temsîla civaka xwe de nexweşokî ye. Bi tena serê xwe ye. Jîr û jêhatî ye lê weka meczûban jihevdeketî ye jî. Ne ku karakterê wî pirr sempatik e lê sempatiyeke resen fena mizicînekî weka sîya wî xwe bi pey wî dixe. Bi dengên xwe bi monologên xwe ji mijara xwe re xav û xavikî namîne. Kurê Dêlê li Amedê diçe Îskanevleriyê jî diçe Ofîsê jî, Dîrekxaneyê jî dizane. Digel wê tundiya veşarî ya di bin metnên wî de diherike bîzê lehengê wî ji Dîrekxaneyê naçe lê ji negihîştîbûnê; ji ka’liya li Payiz Kafeyê diçe. Digel hemû xerîbiya xwe ji tirovirobûna tîpên di nava civakê de bi qurretî digerin pirr acis e. Ji Rojnivîska Spînoza, Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî, Gramera Bêhizûr,.. jî tê bîra me, ecelokeke karakterên Şener Ozmen û vegotina wî heye. Ew herka ecele ya binhişî kaotiyekê jî dide metnên wî. Bi îhtimaleke mezin ev ji kerba nebûnê ji sorbûna bicihnehatinê ya ku ew li hêviyê wê ye. Min behsa bênderên wî yên berê kir di hevoka pêş vê de. Ozmen, bi Yasîn, Sertac (ne Sertaç), Bozo,…  Zex û Hezexê çîroka xwe ya nîvcomayî didomîne û di guloka Kurê Dêlê de rengê venaşêre loma li ser cilêta di destê Kurê Dêlê ew kod niqirandî ne.

Di eslê xwe de Kurê Dêlê, performanseke jixweber ya evîna şoreşgerekî têkçûyî ye. Di serşokê de jî li mîraca bixwe jî ev zelalî heye: “…feqîro eskeriyo xwe jî kiribî, ne ti’d zonî, digu dewleto tirko mirûvo dîn dike, erê’b bi serê te… Xeyolo ji xwe re çê dikir Xolîse, Biyûn û Biyûn, hema digo Biyûn, ko kî ye Biyûn! Ko te ev nov bihîstiye?” haya me ji zanîna Xolîse ya meta lehengê me tune ye lê em dizanin ku Biyan kî ye! Belbî ji xelkê re xerîb were lê ev heqîqeteke şilfîtazî ye.  Kurê Dilê bi navê xwe, bi mijara xwe vê bengîbûnê jî diselîmîne. Carekê li serşokê ceryan pê digre. Di cara duduyan de derketiya mîraca xwe û ji qewlê dayika wî ve li hafa Biyûnê ceyran wiha pê digire: “Gava ez derketim hafa Yezdên –yeqîn ew bû!-, cara duduyan ceryanê ez girtim. “Min ji te hez kir, kurê dêlê!” got û dubare kir…”

'LA FEMME QUİ PİSSE YA REMBRANDT'

Kurê dêlê, Şener Ozmen, 64 rpl, Avesta, 2022.

Bi otobêseke keskêtarî di şeveke havînê de bi qewlê Pakiyan ve li ser motorwayeke qîr û qetranî ji Zaydanê ber bi Quettayê ve diçûm. Sînor weka sînorên erdên mexerê bûn. Yanî çi? Yanî ne gelî û newal ne dar û daristan çoleke çolistan. Ziwa, germ, xemîs û şelwar. Wêneyên li ser dîwarên dergehên gumrikên li ser sînor ji hev cuda bûn. Dergeh dişibiyan xaniyên Şemamiyê. Li wir jî li Wagah a Lahorê û Amrîtsar a Hîndûyan jî ji bin per û baskên leşkerên li ser sînoran bêhneke genî ya qurretiyê dihat. Çi bi serê wan perikan de hatibe di stûyê xwediyê wan şivikên terr yên li ser pişta belengazan weka tîreke sor şopa xwe dihiştin be. Lê ya bi bîra min de hat ne newala xirxorê û ya jî çewlîka çem bû.

Ro li ber êvarê gava otobêsa keskêtarî ji bo qasekê sekînî, ti ilm û agahê min ji La Femme qui pisse ya Rembrandt tune bû. Lê heçîgava ew wêne di rûpelê 54 an ê Kurê Dêlê ya Şener Ozmen de li ber çavê min ket ha min dît ez nêzî Quettayê li wê rawestgeha çolistanî me. Li wir Pakî li ser serê hev siwar bûn û li wê çolistanê belav bûn. Qelevîskî rûniştibûn û yek du ji wan bi hev re xeber jî didan. Ez… ha dikir bi serê min de bihata heta min xwe gihande otêla her tiştê wê ji derva. Sorkahiya êvarê, qûm û xemîsên wan ji wan re bûbûn pişt. Performanseke jixweberî bû. Ji nişka ve dest pê kir û li pey xwe sil û şilahiyên performansên xwe hiştin. Performansên jixweberî li Lahorê, li Rawalpindiyê li Cialkotê jî ji hev ne dûr bûn. Dengê muawinê Multanî dihat di ber guhê peştûn û pextûniyan de: pelên hêjîrê nabin digo bila kevir bin kevir!