Parêzer Şemdîn Kurt: Di daneşînan de parêzer dibin wergervan jî

Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê Prz. Şemdîn Kurt, derbarê di dadgehan de bikaranîna zimanê zikmakî de axivî û got ku "Carinan wergervan nikarin wergerînin an jî wergervan nayê dîtin parêzer bi serê xwe werdigerînin. Ango di daneşînan de parêzer ji bilî nasnameya parêzertiyê dibe wergervan jî." 

Google Haberlere Abone ol

Mîr Alî Koçer

DUVAR - Di pergala hiqûqê ya Tirkiyê de parastina bi zimanê zikmakî her çiqas mafekî qanûnî be jî di daneşînan de gellek caran pirsgirêk tên jiyîn. Ji ber ku her dadgeh vê qanûnê li gorî xwe digirên dest. Taybetî jî girtiyên ku li girtîgehên rojavayê Tirkiyê dimînin û dixwazin bi zimanê kurdî parastina xwe bikin, an ji wan re derfet nayê dayîn an jî bi hinceta ku 'werger tune ye' parastina wan bi nivîskî û tirkî tê xwestin. Her wiha di asta lêpirsînê de jî kesên ku di binçavan de ne vê pirsgirêkê zêdetir dijîn. Lê belê ev maf, di makezagona Tirkiyê de bi xala 202'an de hatiye nasîn. 

Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Parêzer Şemdîn Kurt, derbarê vê mijarê de axivî û nirxandinên hiqûqî kir. 

'BI GIREVA BIRÇÎBÛNÊ EV MAF HAT DESTXISTIN'

Prz. Kurt, anî ziman ku parastina zimanê zikmakî piştî sala 2013an ket nav pergala hiqûqa Tirkiyê û wiha berdewam kir: "Ev yek jî bi çalakiyên gireva birçîbûnê ya girtîgehan destpêkir. Di sala 2012de girtiyên siyasî bi du armanca dest bi greva birçîbûnê kirin. Ji van du armancan yek jê cîh girtina zimanê Kûrdi ya qada giştî bû. Piştî çalakiya 68 rojan hikûmeta wê demê vê yekê qebûl kir û zagona darizandina cezayî de guherîn pêk anî. Her wiha bi darizandinên KCKê jî ev mijar di rojeva Tirkîyê de cîh girt. Kesên ku ji doza KCKê hatin darizandin bal kişandin ser vê mijarê û parastinên xwe bi zimanê kurdî kirin. Piştî darizandinên KCKê, ev mijar di nav civakê de cîh girt." 

'HER DAXWAZ NEHAT QEBÛLKIRIN'

Prz. Kurt, diyar kir ku her çiqas wê demê armanca girevê bikaranîna zimanê Kurdî ya tevahîyê qadan be jî ev daxwaz ji hêla hikûmetê ve nehat qebûlkirin. Prz. Kurt, wiha got: "Pêdiviya parastina zimanê zikmakî ji damezirandina Komara Tirkîyê hetanî îroyîn bi kêmasiyek mezin xwe nişan dide. Rastî jî ji kêmasiyek wêdetir ev tişt binpêkirina mafekî mirovî bû. Bihesibînin, bi deh salan kurd bi zimanekî biyanî hatin darizandin û rastî neheqiyen gellek mezin hatin. Ev tişt bû sedama girtin û ceza kirina wan. Ji bo vê yekê em karin bêjin ev pêdivî ji bo darizandinek dadmendtir û rêk û pêktir hewce bû."

'EV MAF BI AWAYEK PROFESYONEL NAYÊ CÎH'

Prz. Kurt, derbarê bikaranîna mafê parastina zimanê zikmakî de jî axivî û ev tiştan got: "Pergala hiqûqê di vê mijarê de pêdiviya girtiyan bi awayekî rêk û pêk û bi nêzikatiyek dadî pêşwazî nake. Ji ber ku ev maf ji hêla zagonê ve ji girtîyan re hatiye nasîn bi awayek profesyonel nayê cîh. Her çiqas zagonê de ev maf hati be naskirin jî, pirsgirêkên vê rêya hiqûqî ji hêla dadgeh û rêveberan ve nayê çareserkirin. Kesên ku di listeyên wergerwaniyê de cîh digirin xwediyê tu pisporiyek nînin. Ji ber ku wergerî bixwe karekî zehmet û pisporiyek mezin dixwaze, kesên vî karî dimeşînin di her du zimanan de jî hewceye xwediyê têrbûnek mezin bin. Hewceye serdestê mantiqa her du zimanan jî bin. Heke wergervan ev wesfan di xwe de nehewîne hewceye xwe neke bin vî barî jî. Lê mixabin di pratîkê de ev tişt wisa nameşe û kesên ji rastiya vî karî durin jî radibin wergervaniyê ji bo berjewendiyên xwe yên aborî bi cîh tînin." 

'WERGEREKÎ JI HESTÊN GIRTIYAN DÛR HEYE'

Prz. Kurt, destnîşan kir ku ew dikarin bêjin di navbera kesên gumandar/bertawan û dadger de têkiliyek rasterast çênabe û ev agahiyan da: "Dadger qasê ku wergervan werdigerîne derbarê parastinê de fikrek wî çêdibe. Ku wergervan ne têr be, ev jî dibe sedama neheqiyên mezin. Kesên ku di dadgehan de wergerê dikin zêdetir xwediyê tu dîploma û pîsporiyek nînin. Pêşiya vê yekê jî despêkê de zagonê vekiriye. Her çiqas zagonê de ji bo cîh girtina lîsteyên wergervaniyê dîploma an jî belgeyek bê xwestin jî ev tişt wisa nameşe. Kesên ku bi niviskî bêjin em vî karê dikarin bikin jî di lîsteyan de cîh digirin. Herî tiştên şênber di hêla mantiqa zimanî de rastê mirov tê. Wergerek motomot hest û daxwazê kesên ku parastina xwe dike nagihijîne dadgehê."

'WERGERVAN, GELEMPERÎ ŞAŞ WERDİGERÎNİN'

Prz. Kurt, axaftina xwe bi ev mînakan domand: "Kesek gumandar parastina xwe de got ku 'Ez parastvanê mafê mirovan me û ji ber vî nasnameyê xwe sed û pencî car hatim darizandin'. Wergervan jî ji dadger re got ku 'Gumandar dibêje sed û pêncî sale ez di vî warê de têdikoşim'. Tiştên wisa absûrt derdikevin holê. Ji bilî şaş wergeriyê jî girtiyên siyasî piranî pêşiya parastinê bal dikişînin ser pirsgirêkên girtîgeh û yê civakê. Lê mixabin piranî wergervan vîna wan bin pê dikin û wernagerînin. Ya din gumandar, bertawan deh deqîqe diaxive, wergervan du-sê deqîqê de nîvê wî werdigerîne. Nîvê wî jî wernagerîne."

'PARÊZER BI DU NASNAMEYAN LI DANEŞÎNAN CÎH DIGIRIN'

Prz. Kurt, helwestên hiqûqnasan ên di ev mijarê de ragihand û wiha got: "Hiqûqnas piranî wergervanên ku di vî warî de pisporin bi xwe re dibin daneşînan. Ev wergervan bi piranî heval û nasên wan in. Hin dadgeh ev tişt qebûl dikin lê hin dadgeh jî ber ku ev wergervan ne di lîsteyê de ne qebûl nakin û an bangê wergervanekê di lîsteyê de ye dikin an jî bê wergervan ew kes tê darizandin. Hin dadger jî dibêjin ev kes tirkî dizane bila bi tirkî parastina xwe bike. Parêzerên ku kurdî dizanin ku werger kêm an jî şaş tê kirin mûdaxile dikin û şaşiyan rast dikin an jî cîhê nehatibe wergerandin werdigerînin. Carinan jî ku wergervan nikarin wergerînin an jî wergervan nayê dîtin parêzer bi serê xwe werdigerînin. Ango di daneşînan de parêzer ji bilî nasnameya parêzertiyê dibe wergervan jî. Lê ku wergervan ne pispor bin û parêzer jî kurdî nezanibin ew werger dibe sedema girtin û ceza kirina kesên ku bertawan û gumandar in."

'NEHEQIYEK JI NEHEQIYÊN SERDESTAN'

Prz. Kurt, axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Beriya her tiştî parastina bi zimanê zikmakî mafekî mirova ya giştî ye. Em jî Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê parastina bi zimanê zikmakî mafekî ji mafê mirova dibînin û em dibêjin ne tenê her mirov bi zimanê xwe bê darizandin, divê her kes bi zimanê xwe bikaribe bijî. Li dewleteke wek Almanya gava ku kesekî bixwaze parastina xwe bi zimanekî din de bike dosye bi tevahî, çi belge û delîl hebin werdigerînin. Lê mixabin li Tirkîyê tu belge an delîl wernagerînin. Tenê kesên ku tên darizandin bi zimanê xwe dikare xwe biparêze û ev parastina bi zimanê zikmakî jî bi hezar pirsgirêkan re rû bi rû dimîne. Ev jî neheqiyek ji neheqiyên serdesta ye. Ango desthilatdar bi awayekî dibêje 'Tu zimanê xwe di nava sînorê ku ez diyar dikim de dikarî bi kar bînî'. Her wiha dibêje 'Ez li ku der an jî çiqas destûr bidim tu yê ew qas karibî zimanê xwe bi kar bînî'. Sedsala bîst û yek an de ev astengî û sînorên li dora ziman ji hêla tu saziyên mafên mirovan ve nayê qebûl kirin û wekî êriş, tunekirina zimanekî tê hesibandin."