Notayên Saadipour ji me re dibê çi?

Çaxê notayên Sabir Saadipour tê Noteya Heştan dengek rastîn û evîndar bêguman xwîner hîs dike. Hesret û bîranîn îmgeyên sereke, neheqiyên ku çav dîtiye û dil hîs kiriye daniye ber me.

Google Haberlere Abone ol

Çend meh berê li Stenbolê li taxa Beyoxliyê helbestkarek dildar û evîndar hat serdana min û bi naskirina wî gelek kêfxweş bûm. Her peyva ku ji dev derdiket di bêjinga hest û dil da digîşt guhê min. Ev helbestkar Sabir Saadipour bû. Meriv yekcarî fem dike ku li ser helbest û poetîkaya helbesta cîhanê gelek xurt e. Yeko yeko behsa helbesta farîsî û demogojiya ku tê da derbas bûye raxist ber me.

Bi rastî wext baz dida, li ser helbesta kurdî û farisî şevbihêrkek tije li pişt xwe hişti bû. Lê tehma şevbihêrkê hê jî xwe didomîne. Her wiha nivîsa min a li ser Ferûx Ferûxzad hê nû hatibû weşandin, li ser nivîsê nîqaşek têr û tije me axaftina xwe dawî kir. Sabir dibêje helbest heste û di helbestê deye. Şa’rek dilzîz e, dilşewate û nêrina wiya li dijî dinyayê wek ş’irên wî hestbar e. Notayên ku şa’r bi hêza hevok û dengê xwe yê resen li ber guhê me dixe: Geh li çiyayên Kurdistanê li ser pişta kolberek xemê tîne, geh ji kolanên Tehranê evînên ku roj ne dîtî dide ber dil û çav. Şa’r ne kurê bavê xwe ye, helbestkar kurê dayika xwe ye û wiya eşkere dike. Pirtûkê de şa’r bervî bav da naçe, piranî li ser dayik û biranînên wê diçe. Dayik wijdana şa’r hêma dike, bi îmgeya dayik/bûnê hestên xwe yê saf dide pêş.

'TIŞTÊN HÊSA TIŞTÊN HERİ ZEHMET E'

Pirtûka Sabir Saadipour ji heştê û heft helbestan pêk tê. Helbest bênav in, her helbest bi rekaman diherike. Ji van heştê û heft helbestan tenê bîst heb helbest li gor helbestên din dirêj in. Pirtûka şa’r bi navê “Noteya Heştemîn”[1] hatiye weşandin. Emê hem hêla mînîmalîzmê va binêrin, li aliyê din jî hestên saf û di bingeha xwe de lihevhatin/aştîxwaziya wî hûr bibin. Helbestên: 2, 6, 8, 14, 32, 41, 57, 62, 63, 70, 73, 77, 78, û 87an li ber xwe raxin. Çend nivîs berê min nivîsandi bû; “tiştê hêsan/basît tiştê herî zehmete”.

Di nav xwîneran de -bi taybetî xwînerên helbestê- berhemên kin gelek hêsan tê hesibandin. Hegel mînîmalîzmê wisa pênase dike; “Zelal lê ne hêsan/basît, fêmbar lê ne ji xweşikiyek ji bêtehmê dûr”. Li gor Kant jî; “ne tenê xitabê aqil, xitaba aqilê saf û bi coşbûna xweşikiya wê”[Islakoğlu, 2004, s.4]. Sabîr di helbesta xwe ya şeş/6an da; “û ez zanim/ji gorîstanê gulek bê jêkirin/ew naçe malê”.

Hem zelalbûna risteyan hem bi “gul” a ser goristanê di hiş de noteya “nehatiye jibîr kirin” ê hêma dike. Helbesta duyemîn da jî risteyên jor xurt dike; “tam weka hestê recmê ye/li ber çavê te sekiniye/te zindî zindî/perçe perçe/dide jibîr kirinê!”. Vegotina qad bi qad û kinbûna berhemê li dijî fîzîkê deriyek bêserûbin vedike, xwediyê vegotinê ji destê xwe direvîne û qaliba ku tê daye bêhemdê xwe diqelişe. Helbestkar ji xemlê, peyvên nekêrhatî û ji hevokên tevlihev/tîrbûyî helbesta xwe dûr xistiye.

Xweşikiya esasî di zelalbûnê da hatiye veşartin, armanca mînîmalîzmê ji aliyekê viya destnîşan nake? Helbest bi hêza kinbûnê ji xwîneran re pencereyek vedike ew jî difikirîne/dihizirine. Jixwe helbestên kin bêhtir li ser fikr û ramanê nîne? Ma di berhemên edebî da kinbûn di bingeha xwe de “bibîrxistandin”ê venaşêre? Tesarûfa peyvan û peyvên ku hatine hilbijartin taybetin, çimkî li cîhek kêmbûna peyvan hebe, bo maneyê/watebûnê jî bixwe re tîne.

Sedsala bîstemîn/20emîn de peyva mînîmalîzmê pêşî di polîtîkayê da hatiye bikaranîn, piştî wextek navlêk/terima mînîmal di edebiyatê de û hunera plastîkê de hatiye bikaranîn. Sala 1929an de Dawîd Burlîûk bo wênesaz/ressam û kok Ûris ê Emerîkî John Grahamê (Îvan Dombrovskîî, 1881-1961) li ser resma wî çaxê nirxandine dike navlêka “mînîmal” bikartîne[Marcia Epstein Allentuck, John Graham’s System and Dialectics in Art, The Johns Hopkins University Press, Baltimore, 1971]. Di edebiyatê de sala 1970an de meriv dikare bêje şahê “mînîmale” nîvîskarên Fransî ne -jê şeş- û xwe dane pêş: Pascal, La Rochefoucauld, La Fontaîne û La Bruyêre. Çîrokên/falb La Fontaîne di nav wan nava da herî naskiriye. Em nivîskarê Îrlandî Samuel Beckett jibîr nekin. Beckett di berhemên xwe de sade û di bingeha metnên xwe de mînîmalîstek serkeftiye. Warren Motte derheqa wêjeya îngîlîziyan de “mînaka mînîmalîzma kokdar/radîkal” leystika ‘Breath’ dibîne û wisa dibêje; “leystikek tenê bîst û penç çirke/saniyedidome.”[Motte, s. 24].     

Li ser mînîmalîstbûne Frederick Barthelme bi heft maddeyên bingehîn dinirxîne: (a) Tinê bûna fikrên felsefî (b) ji feraseta hestên dîrokî û ji dîroke kêmbûn (c) ji helwesta polîtîkbûn û helwesta politikaya xelat (d) kêmbûna karaktera kûrbûyîn (e) pêşdariyên/ teswîrkirinên jirêzîriye û bi navê markayan zêdekirina baredayî (f) nediyarbûna uslube (g) ji ehlaqê bêpar[New York Times, April 3, 1988]. Vêga em nirxandina Barthelmê weynin roja xwe û bi helbestên Sabir binirxînin. Bi her heft maddeyên wî jî ewê pûç bibe. Bi temamî çaxê em dosyayê dinêrin, felsefeya helbestan li ser aşitîyê û dawxaza aşitiyê rabûye ser xwe. Daxwaza aşitiyê jî bi îmgeyên leşker, dadgeh, penaberî, tifing, gulle û mirinê ve hatiye bibîr xistin. Vêga emê çend helbestên cur bi cur bixweynin û felsefeya ku daye pêşiya were dîtin.

“li destek tifing/dane ber dîwar/hê bernedanê/dimre”, “zarokên xwe/li deryayên bêbal û pal weynin/heta ku yek leşker/bo sînoran/bila neyn hingaftin”, “çend metre wê da/bi tifingere li bedenek man heyîrî/seriye jêkiri!”, “xwe daliqand/tifingek/ji şer revî!”, “ji wê roje vê da/bi her selawat/gulek/li bexçeya me şîn da” û hwd. Risteya dawî bi aliyek xwe vê “bibîrxistinî” hêma dike. Ne derbirîneriyek/ekspresyonizmek bi derva re vedibe an tê girêdan. Di hindir de ji xwe re cîh û bi vê rêye bibîrxistina xwe daye eşkere kirin. Barthelme li ser usluba mînîmalê weka mij û nediyarî daye ber me, ka em dîsa ji berhemê çend helbestên cur bi cur bixweynin.

SAADÎPOU POLÎTÎKBÛNA XWE EŞKERE DIKE

“helbestkarek baş/guliyek çaxê gazî pênûszrêçe bike/kulîlk vedike/ji şer ra bêje hezkiriya min/ji şerme direve/xwe li quncikek vedişere!”, “ne peyxember im/bi destek/miriyek rakim ser xwe/û destê din/heyvê ji gomleke xwe derxim/bikim du felk!”, “zarok/çirayê şikand/şevê/rijand nav odeyê!” . Usluba zelal û pak. Dîsa Barthelme di maddeyên xwe de behsa helwesta polîtîkbûna kêm û helwesta polîtîkaya xeletî kiri bû. Lê Saadîpour hem bi helbestên xwe yê kin hem jî bi ê dirêj polîtîkbûna xwe dide eşkere kirin. Em baş zanin ku li Komara Îslam a Îranê de îdam heye û ji dijberiya polîtîk heta jiyana rojane kê û kî li hemberî devlete derkeve têqez tê cezakirin. Divê de bikaranîna qanûnê li ser Kurdên Rojhilatê bêhtir bi gef û gur jiyan didome. Şa’r ji vê bûyerê xwe dûr nexistiye û xwe nekiriye ker û lal. Wek helbestkarên civakî û rasteqînî qelama xwe daye xeberdanê, li dijî neheqiyê dengê xwe di berheman da bilind kiriye. Azadîxwazên Kurdên Rojhilatê di dadgehên tewş, ji edaletê bêpar û dûr di dadgehên serdestan da tên cezakirin. Gelek caran bi cezayên îdamê tên qetilkirin. Her roj kolberek li ser ax û welatê xwe bi gulleyan tê kuştin. Şa’r li ser cîrane xwe yên kurd helbestan neqiş kiriye, derd û kulên wan bi hestbariya xwe gîhiştandiye qada helbestê. Helwesta wiya polîtîkê li dijî neheqiyê û dijî şer e. Serdema ku em dijîn serdemek penaberiyê ye, koç ên kom bi kom, şerên li welatên derdore diqewîmin bixwe re gelek tiştan tînin û dibin. Kul û keser, xem û bêhntengî, neheqî û erişên li ser penaberan şa’r gelek di helbesta xwe de cîh daye ev meseleya sosret û nûjen. Vêga em polîtîkbûna Sabîr derxin rojê. “dayê!/xwe/bo mêvana amade bike/sibê ezê azad bibim/û ewê bêjin ku:/‘hebsî-girtî bi alîkariya mangaya îdame reviyan’ ”, “nobedare kampê:/‘hey penaberên ku derbas dibin/hemû arzûyên we yên curbecur li vî welatê qedexeye’ got.”

Îran jî ji Asyaya navîn gelek pênaberan dihewîne. Di helbestê da eşkereye ku devleta Îranê bi çi awayî tevdigere û helwesta wiya li dijî penaberan şa’r deşifre dike. Kîjan devlet be bi çi awayî tê kontrolkirin, sîstema wî çi be li dijî penaberan bêwijdani hatiye tomar kirin. Li ser malperên dijîtal vîdeoyên hatine belav kirin penaberên her tişt destnîşan dike. Şa’r risteyên xwe li ser drama û trajediya penaberan honandiye. Ka em risteyên hilbijartî ji helbestkar bixweynin. “her yekî/ê me navên wî penaber bû/me li wargehê xewnan vediguhirand/yan jî hinda dibûn”, “li dûrî/çalek heye/deryayê dirijîne esman/her şev/çend lotke penaber/distirin bi heyvê”, “li bin darek/em rûniştin/bi dengên gulleyan/sivik bûn em/û xew/heta bi hetayê/bêhay em hatin girtin”, “dîsa bêhna barûtê tê/xwe dirêj kiriye, li bendene/ajansên nûçeyan/ewê îstatîstîqa rojê agahdar bikin”, “roja kedkaraye/lê kedkarên mûhîmate/dixebitin heta nîveşevê/bo çavên tifinga li rê nemîne”.

BELENGAZÎ Û BÊDENGBÛNA WAN DERXISTIYE PÊŞBERÎ ME

Felsefeya dijî şer, polîtîkaya ku devletê li ser kurdan dimeşîne bi wêrekî li dijî wî derketiye û dengê şa’r olan daye. Li ser penaberên şer û xwazaye, belengazî û bêdengbûna wan, tehdayên ku tê kirin derxistiye pêşberî me û mijara sereke jî li derdora vana diçe û tê. Sabîr bi maddeyên Frederick Barthelme vala derxistiye bi helbestên xwe. Li ser ciranên xwe –kurdan- şa’r helbestek dirêj neqiş kiriye, ezê vê helbestê di dawî nivîsê bidim. Evîn li ser helbesta şa’r xwe gelek caran veşartiye, wek zarokek şermok, wek ciwanên sevdaserên ku rojhilatanavîn dijîn hêma kiriye. Evîna helbestkar wek risteyên wî saf û pak e. Şi’r dildarek nazdar hêma dike, ne bi bazdan diçe ne jî bi xwendine acis dike. Nake borebor û qeraqar sivik û hêdî meşiyaye. Rîtma helbestan hin caran dikeve û ranebe. Sedema rîtma şikestî kinbûna risteyan û bi taybetî ji risteyên yek peyvî de em wiya dibînin. Sabîr neketiye “endîşeya” mane/vegotinê, me di serî de diyar kiribû, helbest bi hestan niqûtiye an bi dawerandinê hatiye honandin. Geremola peyvan û şidandiyek qelandî hin caran xwe bide hîs kirin jî tesîra wê em dikarin bêjin ku nay xuya kirin, Şa’r bi rihetbûna xwe û ji xwe bawer rabûya ser xwe. Pirtûk ji pevxistinê/kurgu dûr nîne, hin helbestan pevxistinek xurt em dixweynin. Jixwe dibingeha mînîmalîzmê de “pevxistin” cihek wiyê taybet heye. Hin helbest ji serî heta dawî bi hest hatiye rêz kirin. Çend mînakan em bixweynin li ser vê mijare; “xwezî dayika min hebûna/û dîsa perdeyê vekişandina kêlekê/bêhna nan/li pey min bişanda/bo razem!”, “xwoşewist/gulan daye postayê/ji sînor wêde/bêhna mêrê xwe/bo seknê bide ber dilê xwe”.

Li aliyê din weka helbesta haîku de bi forma minyaturê bi hêla zimanê madî/daringî vê nişana balkişandinê ye û vegotina helbestkî de çaxê em hûrbûnê bidin ber çav ne tiştek ecêb e, kinbûna çarîn, sê riste, bend yan jî di beytan de meriv gelek caran leqayên wan tê. Lê helbestên yek riste di nav rastnivîs û helbestê da diçe û tê. Ahenga helbeste destxistin di vê da geridayê. Ne afirandina di hindir da radibe ser xwe, afirandina di hiş de diherike û di bêjinga dil da tê ser rûpelan. Bo vî yekî riste an du risteyan de -em zêde bikin bila sê riste be- bêhtir rihê helbestê di nav m’ne de ji xwe re cîh dibîne. Li wir dijî û li ber me lêkolîna wate vedike. Bi vê encamê hişê -bivenevê- me bi ser wateyê dizivrîne. Piştî maneyê helbest bi ahenga xwe dide xuya kirin. Lê mane û hest bi du alî diçin, yek ji yekî bêhtir an kêm nîne. Mîsal ezê li vir ji helbestek şeş riste binivîsim, maneya ku li pêş xuya dike û berxwedana hestê li dijî maneyê dide em bixweynin; “helbestkarek baş/li dijî dîktatoran/raperandinê bike/bo emrên ku mayî/bila bi bexçevanî derbas bikin”. Di berheme de ‘wext’ demaborî da dijî, bi derbasbûnên sivik û bi dîroka nêzî va jî pişta xwe xurt kiriye. Wext hebe dibe ku em mekanan jî bigerin. Mekanên di berhemê de hatiye destnîşan kirin, lê mekanên me nedîtbar/soyut in.
Bêguman destpêkê da ‘mekan’ geometrî bûn, paşiyê bi hest û hiş vê maneya hetahetayî li ser xwe barkir. Di berhemê da peyva sînor pêşiyê bi hêla geometriyê va xwe diyar dike paşiyê wateya bêdawiyê daye ser pişta xwe. Seymour Chatman behsa du wextan dike, “wexta gotinê” û “wexta çîrokê” dide nasîn. Di pirtûke da şa’r zêdetir “wexta gotinê” dide pêş, helbet ji jiyana kesan çîrokên wan bi “wexta çîrokê” hatine vegotin. Bi taybetî jî li ser penaberan û îdame sekiniye. Li ser îdamê hem wext hem jî mekan di hiş de ji xwe re avahiyek ava dike, bûyeran ji xwe re çêdike. Yekcarî çaxê peyva îdame em seh dikin çar tişt xwe bi bîr dixe: kindir, tabûre, ser dar û laş, ev jî wextek dirêj li ber berhemê vedike. Mesafe bi hest xwe kin kiriye. Yanî ji hevûdin ne dûr in, gav bi gav li ser hev diçin. Valahiya berhemê hem kûr e hem jî nêz e. çimkî herdû bûyer wiya dide destê me. Çaxê meriv Dostoyevskî dixweyne û dinêre şêmûga/eşik berhemên wî, bi xala werçerxê va tê veqetandin. Ev jî me dibe kronotopê ya Mikhail Bahtinê. Berhemen Dostoyevskî da em li wexta wusata/uzam kronotopê dinêrin bi gelemperî: derence, hol, koridor, kûçe û meydanê dibînin. Wext di seyra xwe ya normal derdikeve û meriv dibêje qey ev ‘wext’ bê gav didome. Sabîr di berhema xwe de kronotopa sînor, penaberî, îdam û gulê va wexte bê gav domandiye. Mekan û wext ji demaborî li ser rêya serdeme da dimeşe.

Çaxê notayên Sabir Saadipour tê Noteya Heştan dengek rastîn û evîndar bêguman xwîner hîs dike. Hesret û bîranîn îmgeyên serekene, neheqiyên ku çav dîtiye û dil hîs kiriye daniye ber me. Vêga ezê helbesta heft û sêyan/73 li wir bi giştî bidim. Fermo:

dîwar
pişt bîranînan qet vala nebiye
kalê ku tizbiya wî diheje
zikirê dikşîne
tiving ziviriyaye diya min
dengê teqînê
hê jî li radyoya kurdistane da belav dibe
qur’an a ku li ser rafê ye
kurmancî diaxive
tu dibêy qey risteyên rojname li ber pencerê
dengê Hesen Zîrek li ser weşandinê
bi ser de jî peq ên Serdeşt û Helepçeyê
dane girînê 
tenê çend xulek bêhayî mam
kurê min nexşeyê xwar kir
xweyna Kurdistanê 
li dîwar reşiya

Jêrenot:

[1]Notayên Heştemîn/W. Îmgenin Çocukları/ Sabir Saadipour/Wergêr: Donya Mîrzaeî/2021