Nivîskarê 'Koronatopia' Adem Warnas: Em dikarin felsefeyê li ser edebiyata kurdî ava bikin

Berhema Adem Warnas, 'Koronatopia' derket. Warnas dibêje, “Em dikarin felsefeyê li ser edebiyata kurdî ava bikin. Grek û almanan jî ewilî bi çîrokan ve destpê kirine paşê xwe gîhandine astên bilind.”

Google Haberlere Abone ol

DUVAR - Nivîskar Adem Warnas, di rojên pandemiyê de bi navê 'Koronatopia' kitêbek nivîsî. Weşanxaneya Avestayê jî 9ê Adarê berhema Adem Warnas çap kir. Sê kitêbin Warnas bi zimanê tirkî hatine çap kirin. 'Koronatopia', berhema Adem Warnas ya yekem e bi zimanê kurdî nivîsiye.

Nivîskar Warnas, 2020an de ji Zanîngeha Semsûrê hat avêtin. Ji ber ku 2014an de hevpeyvîna hevseroka Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê‎ (MGRK) wergerandibû. Piştî ji zanîngehê hat avêtin, mala xwe bir Swîsrê û niha li wir dimîne.

Me bi nivîskar Adem Warnas re derbarê demên pandemiyê de felsefe, peyva ku ji nû ve afirandiye, bi zimanê kurdî felsefe û pirtûka wî xeberda...

Dema em pirtûkê dixwînin, dibînin ku te peyvek afirandiye. Ev jî 'Koronatopîa' ye. Ev bûye navê kitêbê jî. Yanî te navê mijara korona û cîhanê kiriye 'Koronatopîa' û tu dibêjî; 'Edî ti tişt wekî berê nabin'. Tu dikarî hinekî behsa Koronatopîayê û cihana wî bikî?

Bi rastî serê min de nivîsandina pirtûkekê tune bû. Wek tê dîtin jî gotara min a yekem Koronatopia ye bes min wek ceribandinekê nivîsî bû. Min ne zanî ew dê bibe çirûska pirtûkekê. Min ev gotar ji bo Gazete Duvarê şand ku bê belavkirin bes bersiva wan neyînî bû. Ez jî hêrs bûm û min biryar da ku vê gotarê berfireh bikim ango berhemek mijadî (tematîk) bi kurdî binivîsim. Jixwe min heta vê demê qet bi kurdî berhemek nenivîsî bû lewma korona bû sedema vê. Ez dikarim bejim pandemî, kêr min hat. Têgiha 'koronatopia' çêkiriye; bi rastî min îcad kir. Li ser pandemiyê û pêkaniyên pêşerojê dihewîne. Mijara doktoraya min mekan/cih/der/şûn bû ango min li ser mijara 'topos'ê teza xwe nivîsî. Aliyê din, min derbarê koronayê tiştek ne dizanî; ez hêj jî nizanim bes tişta bala min kişandî bandora vê ya li ser me hemû cîhanê bû. Niha 'topos' xwediyê du wateyan e: yekem, 'cih, der, şûn' e; ya din jî, 'mijar', 'koma gotinan ji bo zanistiya mantiqê' ye ku, hevokên feylesofî bên afirandin ku ew jî girêdayî retorîkê ye. Ew her du wate cuda xuya dikin; bes li gel pirsgirêka koronavîrusê, ciyawazî holê radibe. Gava mijara koronayê tê niqaşkirin, cih jî têne girtin; gava cih tên girtin, gotinên li ser jiyanê zêde dibin û berdewam dike. Ev tiştek gellek girîng e ji bo yên ku li ser arîşeyên gerdunî serê xwe diêşînin. Min gote xwe “êdî tu tişt wekî berê nabe” ji ber ku min hêj mijarek wisa hevpar li hemû cîhanê bûyî rojev, nedîtibû. Bo min gellek provakatîf hat encamê de min, xwe nav nîqaşên koronayê de dît. Çima wekî berê nabe? Min pirtûka xwe de bi awayek dirêj qala van xalan kiriye lewma ez tenê dikarim bêjim ku divê em herî kêm dîroka vê sedsalê wek beriya koronayê û piştî koronayê dabeş bikin. Nava berhema min da felsefe, wêje, sînema heye û têgihên min yên nû afirandî hene. Bes divê ez serî de bêjim ku nivîsên min hinek mîna çiyayan in, divê hinek bi ser bikevin; hinek wekî deştan in ku tenê geriyanekê di hundir de bikin û hinek jî xwediyê bergehê ne ku li ber rûnin. Min Koronatopia nava çar heyvan da qedand; taybetmendiya vê eve ku embara peyvan û têgihan û ramanên curbecur in. Armanca min ev bû ku, ewê pirtûka min bixwînin bi coş û kelecanî be, lewma binê peyvên min de kêfxweşî heye. 

Nêzikî du sed sal in, mirovahî bi şev û roj dixebitîn. Gellek kes, şanzdeh-hevdeh saetên xwe li derve derbas dikirin. Rojên betlanê jî di malên xwe de nedisekinîn. Piştî şewba koronayê derket holê, hertişt 'serûbino' bû. Di vê 'kaosê' de felsefe çi kir? Cîhana felsefê de ev rewş çiterî dihat nirxandin?

Ez ewilî behsa xwe bikim. Min ev pirtûkê nivîsî. Fîlim temaşe kirin û geriyam. Min pandemî Ewropayê derbaz kir û hêj jî li vir im. Lewma pêvajoya pandemiyê a Tirkiyê min bi saya tora civakî dizanî. Bi rastî tu kesî nikarî tiştekî bike. Feylesof û felsefevan jî wek hemû kesên malên xwe derneketin û bûne perçeyek pandemiyê. Feylesofên wekî Agamben, Esposito, Zizek, Nancy û hwd. gotinên xwe kirin bes referansa wan jî feylesofên wek Foucault, Hobbes û hwd bûn di heman demê de yên min jî ew in. Lewma taxa felsefeyê de tiştek nû tune bû. Bes niha hêdî hêdî berhem tên nivîsîn. Bi rastî min demek kurt da ev berhem nivîsî bes bazara kurdî tune wek zimanên serdest lewma gellek balkêş nîne ev agahiyê. Her çend felsefevanan berhem nivîsî bin jî, nabe çareseriyek bi tenduristî bes ji bo bandora civakê girîng e. Her wiha pêvajoya koronatopiayê de zêdetir rola bijîşkan û biyologan û hwd. derkete pêş. Bes yên hem bijîşkê hem jî haya wan felsefeyê, zanistiya teorik heyî tiştên balkêş anîn ziman. Bo nimûne Didier Raoult. Min berhema xwe de qala wî ne kiribû, niha ev heypêyvîn dibe wesîle. Mirovên xwediyê taybetmendiyên wisa pêwist in ji bo şaristaniyê. Ez hez dikim destnîşana yeke din bikim. Ev jî Bruno Latour e. Berhemên wî li ser arîşeyên ekolojiyê, zanistiyê, siyasetê, teknolojiyê û hwd e. Berhemek xwe de dibêje ku qada zanistiyê (Robert Boyle) û ya siyasetê (T.Hobbes), di zanistên civakî de wekî 'du kultur' tên pejirandin. Ev her du qad tenê bi wesiteya laboratiwarê ve pêk tê. Zanyariya li vir hatî hilberandin, di pêşerojê de dibe şêweyekî desthilatiyê. Bi rastî Foucault pê niqaşên bîyopolîtîkayê ve vê xalê destnîşan dike bes hezkirina min ev e ku ez, girîngiya lihevhatina 'du kultur'an destnîşan bikim. Ji bo çareseriya karesatên ewqas bihêz, divê qadên teorik û pratik pêk bên. Her wiha felsefevanê vê têkiliyê bikare ava bike, rêyên çareseriyê jî dê xwe pêş bêxin. Aliyê din derbarê pirsa te ez bejim ku, kaos tiştek xirab nîne ji bo fikir û ramanan. Her wiha dibe sedema rêyên nû û curbecur. Jixwe bo feylesofan nebe jî, erdnigariya Rojhilata Navîn herroj kaos heye. Bê kaos jiyan derbas nabe. Ji nav wan de bawer im ya herî sivik jî korona ye. Bes gumana min ev bû ku, vê pêvajoyê çawa bînim zimên îcar bibe tiştek hetahetayî. Ev jî bû nesîbê kurdî. Ev kêfa min vê berhemê standî, bêpayan û bêhempa ye. Ez carek din li gel zimanê xwe vegeriyame jiyanek kelecanî. Lewma koronatopia bo min xwediyê cihek taybetmendî ye tu caran nayê bîrkirin.

Dîroka mirovahiyê de rojeke wiha tinne. Erê nexweşî derdiketin, bi mîlyonan kes jî dimirin lê kesî ji wan re nedigot ji malên xwe dernekevin. Û ewqas jî nedihatin tirsandin bo derketina derve. Piştî pandemî hat îlankirin derketina derve qedexe bû, cîrantî sekinî. Ne kes diçûn, ne jî kes dihatin… Yên ji ber şewbê dimirin, aliyê malbata xwe ve jî nedihatin binaxkirin. Ev wiha bidome, wê çi bibe?

Gellek spas ji bo vê pirsê ji ber ku mijara gotarek min derbarê mêvanperweriyê ye. Ev jî 22 rûpel in. Sernivîs jî 'Mal, Kozmepolîtîzm, Derrîda û Mêvan-perwer-î' ye. Min gellek ked da vê mijarê ji ber ku em kurd gellek qedr didin mêvanperweriyê. Derrida jî li ser vê arîşeyê du gotarên xurt hene. Min ev mesele bi wateya navê wî (derî-da û derr-i da) ve girê da. Di heman demê de xwediyê du wateyan e. Ev kêr felsefeya wî jî tê. Lewma dema min ev beş nivîsî, bo min wekî tiştek pîroz hat. Hundir vê gotarê da mal, malbat, bîyanîbûn, hemwelatî, panebarî û mêvaneyarî û hwd. heye. Û pirtûka Yaşar Kemal a 'Ağrı Dağı Efsanesi' jî li gel Derrîda şîrove kir. Pandemiyê cîrantî bi awayek kelepûrî xirab kir bes aliyek nûjen carek din ava kir. Min li gel mînakên xwe niqaşek bi dilgeşî pêşkeş kiriye. Xwîner bila hindik naveroka vê meraq bikin lewma ezê li vir gotina xwe biqedînim. Aliyê din beşa duyem de sernivîs a 'korona û thanatos' heye. Li wir de ez pirsa mirinê, şînê, nebinaxkirinê û rehendên psîkanalîtîk bi kurt bes awayek zelal şîrove dikim. Her wiha ji bo bersivê te ez dikarim bejim ev rewş nayê qebul kirin bes ji bo hemû kesan derbasdar bû. Gava wisa dibe, cûreyekî şîn jî tê girêdan ji ber ku xemgîniya mirinê li gel kesên din ve tên parve kirin. Ev jî dilên kesan parekî hênik dike. Bes ez şîngirêdanê gellek girîng dibinim bo me kurdan ji ber ku hişê me yê kolektif de gellek birinên kûr û mirinên dijwar hene. Ev qedek çanda me ya winda tê. Belkî ji bo vê xalê pirtûkek wekî ya George Perec a 'La Disparition (Windabûn)' bê nivîsîn.

Şewba koronayê, baweriya gellek kesan jî guherand. Yên ku ji zanistê bawer nedikirin, niha herroj benda zanistêne, dibêjin ka wê kîjan rojê vê nexweşiyê biqedînin. Bû mijara qomployê jî... Li gorî felsefê, di nav vê tevliheviyê de divê çi bê kirin?

Karesat, mirovan ber alî dike tiştên bingehîn. Her wiha fikir û raman an jî mirovên serkeftî bo wan dibe sedemek rizgariyê. Dîrokê de rêber îro jî zanyar pêş derdikevin. Bo nimûne rizgarkirina cûhiyan li Misrê bi saya Musa çêdibe. Ew dibe awatek sereke. Gotinên wî wek zagonî derbasdar dibin. Aliyê din dijî Romaya Qedîm Spartakûs rêberê bindestan bû. Sermiyana wan awat û bawerî yên gelan bû. Êdî ev guherî. Îro ev erk bûye yên zanyaran. Karûbar û hewldanên wan ji bo qenckirina xirabiyên dijî mirovatiyê û sirûştê ye. Her wiha gumana wan avakirin û çêtirkirin e. Pêvajoya wan jî kifş e. Ewilî pirsê pênase dikin piştre jî hewl didin çareser bikin. Têne armanca wan ev e ku qenciyê bikin. Bes civakên aliyê fikir û raman paşvemayî zanistê wisa nabînin. Derda wan direvin rêberan; siyasetmedaran û hwd e. Bes demên karesatan hemû kom dibine ber derê zanyaran. Dibêjin me vê karesatê xilas bikin. Çima? Ji ber ku aramiyê de her kes heqê dînbûniyê û şaqizîtiyê heye bes dema heriftinên/karesatên mezin, hemû kes vedigere parastina xwe. Ew jî tiştek xwezayî ye. Spinoza dibêje vê 'conatus' ango hewldana hebûnê. Bes carek din jî rola felsefeyê ji bo çareseriya demildest tune ye. Bes aliyê takekesî, ji bo parastina kesan helbet gellek şîretên vê hene. Ji xeynî vê, nikare tiştek gelemperî bîne cih. Ev karê siyasetê ye. Ji ber ku taybetmendiya felsefeyê cûda ye. Wekî Hegel jî dibêje “Bûmê Mînervayê bes bi tarigewrikê re dest bi fira xwe dike”; felsefe jî wekî bûmê disekine û li hêviya derbasbûna karesatê dibe. Divê kelecanî kêm bibe, paşê fikirîn dest pê bike. Bi kurtasî şîreta felsefeyê jiyana li ser xwe difikirîn e. Divê ewilî vegerin xwe piştre jî li ser nirxên hatîni bîrkirî bifikirin û qedrê sirûştê carek dî bizanin. Felsefe şîreta qenciya xwe û derdora xwe dide. Jixwe pirtûka min da, bi awayek felsefî, hemû dawiyên sernivîsan da şîret jî hene. Şîreta ewilî bo min e. Ew jî cara yekem dijî karesatek cîhanî ez vegeriyame xwe; min bi zimanê xwe ve ev berheme afirand. Nemaze şîreta min ji kurdan jî eve, ango vegerine xwe û çand û zimanê xwe. Bila koronatopia bibe wesileyek tiştek wisa baş ji bo me kurdan.

Di felsefê de dema tişt tên nîqaşkirin, gotinên Arîstoteles, Sokrates, Platon, René Descartes û Thomas Aquinas dinêrin û dibêjin ji bo vê wan wiha gotiye û li ser vê jî mijar yan jî nivîs bilind dibe. Dema wan de tiştên wiha neqewimiye û wan jî nenivîsiye. Gelo em dikarin bêjin felsefe jî wê xwe ji nû ve ava bike?

Bi rastî weba û şewba û hwd hemû caran hebû bes pênasekirin û bandora vê curbecur bûye. Yewnanan tiştên wisa wek 'demon; daimon' ango rihê xirab û bifêde pênase dikin. Dijî daimonê (xirabîyê) divê meriv jiyaneke baş (eudaimonia) bijî. Ev jî li gor aqil e. Feylesofên Yewnan û Romayê wek pirsgirêkek exlakî nêzîk dibin vê arîşeyê. Aliyê din va yê têgihîştin çima tiştek wisa xirabî derdikeve lewma li wir Bijîşkî geş dibe. Lê carek din jî dikarin ji bo bandora xirabiyên neyînî binêrin Romayê û koloniyên vê. Ji ber ku împeratoriyek mezin bû. Derbarê vê gellek lêkolîn hatine kirin. Bi rastî weba Ewropayê bû sedema mirinên dijwar. Feylesof vê demê bêşdar bûne vê karesatê. Her wiha zanistiya nûjen jî vê demê serkeftin. Bo nimûne pêşengê fikira modern Francis Bacon û hewldanên wî. Dijî karesatên xwezayê, nemaze jî webayê, baweriya aqil zêdetir destnîşan dike. Dibêje, 'aqil, hêz e'. Ango xweza tenê bi rêya aqil ve dikare bê hêvotin. Ji ber vê yekê, hemû bûyerên xwezayê dixe bin hêza aqil. Fikira wî di heman demê de bo Francis Suarez û René Descartes dibe tiştekî sereke. Li gorî pêşniyara wî, zanyariya xwezayê û gerdûnê; tiştên xeyalî, pêşdarazî û hêzên nepenî, fantastîk û bi potansiyel yên zanyariyê divê bên dûrxistin. Lewma ya herî baş bo serkeftinê nerîneke biaqil, gengeşeyên paqij û fikira bêîdolan e. Ji bo vê, utopyaya xwe pêşniyar dike. Ev jî 'Atlantîsa Nû' ye (ji aliyê din ya kevn û bingeha wê 'Girava Atlantîsê' jî, Eflatûn di kitêba xwe ya Kritiasê de behs dike ku cihekî bêhempa/îdeal e). Li vir hemû zanyarî bi şibheyê ve dest pê dike. Divê zanîn bibe hêz bo ku xwezayê bi dest bixe. Armanca vê yekê, li dijî hemû neyîniyên xwezayê ne ku aqil destûr nede. Pêwîst e nixamtina xwezayê bê rakirin piştre jî bibe deverek/cihekî vekirî. Li dijî fikira skolastîk, divê zanyarî bi awayekî hejmarî/matematik û pragmatîk ve bê sazkirin. Ev jî vegeriyana xwezayê (wateya nostaljiyê) vediguherîne; zêdetir peyzaj, derdor, hawir bi qîmet dibin. Ev dibe erka 'Atlantîsa Nû'. Armanca herî pêşderketî, bi hemû wateyan, qencbûna civakî ye. Bi rastî jî, fikira Bacon piştî karesatên li Ewropayê çêdibin; nemaze jî nexweşiyên wekî weba, belweşîn, lerzeta, ta û êşa zirav belav bûne, mirinên girseyî çêdibin û nifûs pir kêm dibin. Nexweşî û karesat çend hebin, tê bawerkirin ku sedema wan xweza ye. Zanistîya îro jî li ser vê fikirê bilind bûye. A din Francis Bacon li ser erka tenduristiyê ya modern/nûdem radiwestiya, di kitêba xwe Essays (Ceribandin) de, dibêje erka bijîşkan ya sereke “parastina tenduristiya mirovan” e. Paşê jî başkirina nexweşiyan e. Bes erka tenduristiyê ya nûdem (jiyana modern) jî 'dirêjkirina jiyanê' ye. Berevajî îro, tenduristiya li dijî koronavîrusê hewl dide vegere serdema berî-modern ango tenê hewldana parastina jiyanên kesan dike. Sedsala Bacon jiyayî a 17emîn êdî pirsa nifûsê hêdî hêdî xwe nîşan dide lewma matematik, tablo û zanistên fenê pêş dikevin. Pirtûka xwe de ez vê xalê hûrgilî şîrove dikim. Divê derbarê vê mijarê tiştek din zêde bikim. Ev jî peyva pandemiyê ye. Du peyvên yewnanî tê. Ev jî 'pan' (sercem, gişt, tev) û 'demos' (gel) e. Gava arîşeyek tenduristî hemû kesê eleqedar bike wisa tê pênasekirin. Pandemî bûye sedema avakirina bajarên Ewropayê. Bo nimûne Parîs a Haussman. Aliyê din sedsala 19emîn de pandemiya kolerayê, pergala kanalîzasyonan, rêkan û belavkirina hevkêşiya nifûsa bajaran veguherand. Avahiyên fireh, paqij, sipî, odeyên tavîn bi awayekî, piştî êşa zirav hatine çêkirin. Piştî koronavîrusê jî, di hemû deverên bajarên cîhanê de, mekan li gor vê hatin sazkirin; navbera mirovan hatin çêkirin û hwd. Bo dawiyê ez hez dikim bêm gotina te ya 'ji nû ve avakirina felsefeyê'. Felsefe jixwe tiştek nû ye, tu caran kevn nebûye ji ber ku derde vê fikir û raman in. Her wiha li ser bingehan, kokan, formen tiştan, têgihan û pirsên damezrîner disekine. Pirsên sê hezar sal beriya niha hêj jî tên niqaşkirin. Lewma çi li şopa pirsgirêkên bingehîn/damezrîner be çi jî pirsên rojane be dikare van bibersivîne. Divê pîvana me, ev felsefeya dibistanên tirkan nîşanê me dayîne nebe; li wir de ezber û manipûlasyona desthilatiyê heye lewma pirsên jiyana rojane nayên pirsîn û bersivandin. Min doktoraya xwe zanîngehek gellek serkeftî kir bes mixabin ti aliyan kêr karê min nayê. Ji ber ku bi awayek gerdûnî nayê qebulkirin. Lewma pêwist e em kurd vî warî de şêwaza xwe ava bikin; wergerên tekstên ji tirkî fikirek baş nîne ji ber ku pir xeletî hene hundirê tekstên wan da. Dîvê em dest ji tirkî berdin. Her wiha bo bersiva te min nimûneyek baş heye. Ev jî beşa dawî ye. Li vir mijarek hevdem a 'Korona û Kollapsolojî' heye. Ev têgih di 2015an de li Fransayê derketiye holê. Wateya vê, zanista karesat, herifîn, xirabûn, hilweşîn, herimînê ye. Piştî şewbayê ev mesele zêdetir hate axaftin û niqaşkirin. Pêşerojê jî rojeva felsefevanên Ewropî zêdetir dê zeft bike. Divê em jî niqaşên wisa bikin hundirê kurdî.

Te dazdeh salan li Tirkiyê dersên felsefeyê daye. Niha jî cara yekem e, te bi kurmancî derbarê mijarek pir girîng û em niha hê jî tê de dijîn, bi zimanê felsefeyê vê mijarê nirxandiye. Li Tirkiyê kurdî zimanê perwerdeyê nîne, ji bo felsefeyê jî zimaneke pir dewlemend, xurt lazim e. Gelo kurdî dîsa jî têrê dike?

Ewilî raste rast bersiva te bidim: erê. Soran dikin! Ma heta niha kî kariye têgihên grekan biguhere. Bo nimûne estetîk, epîstemolojî, îdea û hwd. Çawa bi tirkî, farisî û hwd felsefe tê kirin, di heman demê de bi kurdî jî mimkin e. Heke kurdî têra ne kiriba ma min ê pirtûkek wisa mijadî/tematik çawa nivîsîba. Rast e zehmetiyên vê gellek bûn bes felsefe bi kurdî tiştek pêkane. Wek te got niha kurdî zimanê perwerdeyê nîne lewma aliyê peyvan, têgihan û tekstan gellek kêmasî hene. Hema bêje zarava ya kurmancî de li gorî mijar û taybetmendiya xwe ev berhem ya yekem e. Lewma jî zehmetiyên vê zêdetir in. Bes bom in kêfxweşiyek mezin e. Bawer bike min salan bi tirkî xwend, ders dan û pirtûk û gotar nivîsîn bes ev xweşiya Koronatopiayê daye min li ser hemîyan e. Nayê gotin ka ez çiqas xwe serkeftî û serbilind dibînim. Salan e ya ku bo min lazim ev bû. Çiqas temenê kesan zêde dibe, evqas nêzîk xwe/zimanê dayîka xwe dibe. Jixwe min tu caran têkiliya xwe li gel zimanê xwe qut ne kiribû bes ji bo nivîsê bi rastî divêtiya çirûskekê hebû. Avêtina min a ji zanîngehê û karesata koronayê bû sedema vê. Aliyê din ez vê wek erkek pir girîng li ser milên xwe dibînim. Divê kurdên xwe pêşxistinî jî, bo serkeftina zimanê xwe hewl bidin. Ew berpirsîyariyek exlakî û dîrokî ye. Tama nivîsên bi kurdî bêhempa ye. Heçkû tu parzemînek winda kişf dikî, evqas ez bextewar im. Bi rastî pêzanîna min ev e. Ji bo pirsa te û bersiva min ez hez dikim hindik qala girîngiya ziman bikim. Li gorî Martin Heidegger felsefe bi du zimanan ve çêtir tê kirin. Ew jî grekî û almanî ye. Ji ber taybetmendiya wan wisa ye. Her wiha têgihên Heidegger bikartîne jî piranî almanî (Dasein, Stimmung û hwd.) û têgihên qedîm in. Bes em dizanin ku hêj almanî nebûyî zimanê edebiyat û felsefeyê erebî, Latînî, îngilîzî, frensî felsefe û edebiyat dihate kirin. Hetta sedsala 18emîn qralê Prusyayê Frederickê Duyemîn, di heman demê de nivîskarê kitêba 'Dij-Machiavellî', dibêje: “zimanê almanî zimanê gundiya ne lewma divê em giraniya xwe bidin Frensî”. Her wiha pirtûka wî jî Voltaire çap dike yanê evqas heyranê fransizan bû. Bes piştre çi çê bû? Nivîskarek wekî Goethe û Schiller rabûn almanî kirin zimanê edebîyatê pê berhemên xwe. Ev jî bû bingeha felsefeyê: Herder, Kant, Fichte, Schelling û Hegel zimanê almanî de felsefe kirin û almanî serbilind kirin. Heke wan li qralê xwe guhdarî bikira îro me nikari behsê edebiyat û felsefeya almanan bikira. Heidegger çima vêya dibêje? Ji ber ku, wek tê pênasekirin 'Almaniya bilind', zimanek misait e ji bo afirandina peyvan û têgihan. Zimanek çêkirîye. Barek giran li ser ziman tune wekî frensî, îtalî û îspanyolî. Lewma wî berhemên xwe de pir têgihên nû afirandîye. Divê em sûdê ji vê yekê bigirin. Çi ye ev? Edebiyata me pir serkeftî ye. Berhemên me yên klasik û nivîskarên gellek hêja hene. Ew ji bo felsefeyê gellek girîng e. Dikarin felsefeyê li ser edebiyata me ava bikin. Her wiha grekan jî almanan jî wisa kiriye. Ewilî bi çîrokan ve destpê dikin piştre jî xwe digêhînin astên bilind. Ev ast felsefe û zanistî ye. Ya girîngtir ev e ku, ji bo tiştên mayînde, divê kurdî bibe zimanê perwerdeyê; statûyek bi xurt hebe piştre jî sazîyên cûrbicûr bên avakirin. Zanîngehan da perwerde bi zimanê kurdî ve bê kirin. Ev hemû girêdana netewbûnê ye. Kurd vê sedsalê fikira netewbûnê ava nekin; pirsên nav xwe de çareser nekin dê nifşek bêt naletan wan bikin wek em niha dikin. Nemaze kurdên Tirkiyê divê hişyar bin, nasname û zimanê xwe xwedî derkevin. Bila li gel zarokan xwe bi kurdî biaxivin. Ev tiştek rûmetî ye. Berevajî em nikarin gencîneyên xwe biparêzin û derbêxin hôlê. Berpirsiyariya me ya sereke eve ye.