Nezer

Ev bawerî û çand li ba me heye. Di roja men a nûjen de nezer navê xwe guheriye û bûyî enerjî. Ku tevdîra te çep bigere dibên ji ber enerjiya xerab e.

Google Haberlere Abone ol

Merheba ji wer canik û camêrno. Weke hûn zanin bi hezaran salin çîrokên li ser nezerê tê gotin. Bo starê jî ya herî ku tê zanîn çavşînk e. Ku te tişkî nû û giranbiha kirî bo nezerî nebe divê tu çavşînkê jî pêda bikî. Ger karekî te çû serî yan te karekî bi nav û deng kir bo ku tu çavînî nebî divê tu hermelê bişewitînî. Û ne bo tiştên mezin bo tiştên biçuk jî em dibên bê nezer be. Mînak, tu tîşortekî dikirî, te dît hevalekî an hevalekê go, wey tîşortê te çi xweşik e û çi li tê. Ti bi tirs dibêjî bê lome, tu min nezerî nekî gidî. Û hîn gelek tiştên din. Ev bawerî û çand li ba me heye. Di roja men a nûjen de nezer navê xwe guheriye û bûyî enerjî. Ku tevdîra te çep bigere dibên ji ber enerjiya xerab e.

Îja hûn ji nezerê bawer dikin nizanim, lê ez ev saleke ji tirsa nezerê nema diwêrim tev bigerim. Ev baweriya min jî ne belasebeb e ha. Ji ber kesên çavpîs. Hela tew yek heye xwedê me jê bistrîne. Kuro ev çavpîs her ku dilê xwe bijandiye min, îllim qezayek qewimiye. Ka ez çend meseleyên ji ber çavên wî hatiye serê min ji wer qal bikim. Ew çax hûn ê bawer bikin ku vî tiştî ne ku ez ji ber xwe dibêjim. Rokê dilê xwe bijand telefona min û go, ka tu telefona xwe nafroşî min. Piştî du rojan telefona min, ji dest min ket û ekrana wê şikest. Li dibistanê bo ku em çayê vexwin me her kesî qedeha xwe ji mala xwe aniye. Qedeha min bi qulpik e. Piştî dersê çûme çayxanê û min ji semawer çaya xwe dagirt. Ji çayxaneyê derketim, di dêrî de ez û wî bi poz li hev qelibîn. Ji min ra go, me ji vê qedeha te ji dikanê taximek stand. Lê yek jê şikiya. Û go, ka tu vê qedehê nadî min lo, bo ez taximê qedehê temam bikim.

Min go, na heyra, tu pir dixwazî gava ku min qedeha xwe danî ser dezgeha çayê, tu karî werî bidizî. Lê ez nadim te. Go, ma te em kirin diz. Belê, taliyê ez çûm odaya mamosteyan rûniştim. Hevalek gava derbas bû li maseyê qelibî û qedeha min go req li erdê ket û şikest. Çavek li ser heyî hew dibe. Em û hevalan gava ku em wî dibinîn em dibên, kuro wa ye hat xwe bistirînin. Êdî bo me bûye qerf jî. Hîn gelek meseleyên min û wî heyî lê ka ez meseleya dawîn û ya kir ku ez vê nivîsê binivsînim qal bikim. Ez û dostekî ji Qoserê bi erebeya min, me berê xwe da Mêrdîn. Gava ku em derketin ser rêya Mêrdîn nebixêr me dî ew li ser destê rê ye. Min jê ra li qornê xist û ez darbas bûm. Du deqe derbas nebû min dî telefonî min kir û go; xêr e hûn bi kuda diçin. Bi zimanê şewitî min go, em ber bi Mêrdîn derin. Û min dî destpê kir û go; erê bavo kêf kêfa we ye. Erebe dibin we de ye û hûn ji xwer cî bi cî digerin. Xweziya min bi dilê we.

Min jê ra go; kuro tê bê qey em derin giravên Mîamî. Her û wer Mêrdîn e. Go, ma ka ew jî bi dest me dikeve. Min go; hema va em derin û ku werî ka bi me re were. Go, na karê min heye. Ez nikarim werim. Piştî ku min telefon girt, min ji dostê xwe re go; ev kes çavê wî hene. Ku tiştek neyê serê me baş e. Dostê min keniya û go; na loo. Ma çawa çê bû. Min go, kuro ev kes her ku dilê xwe bijandiye min teşqelak qewimiye. Dostê min go, madem ew qas çavxerab e qewlekî bide. Min go, eger em bi silametî herin û werin ez ê pênc nana belav bikim. Xalif tê tuneye, piştî deh deqeyan cama deriyê li ba min go xurr û hate xwarê û kete hûndirê derî. Min kir û nekir hew ji hûndirê dêrî derket. Dostên min go; erriikk, ev çawa çav bû gidîî. Te go tew min qerfê xwe bi te kir.  

Belê, derî ma bê cam. Em rabûn çûn senayiyê. Gotin xaleta wê qetiyayî. Loma cam ranabe jor. Bo çêkirinê pênc sed wereqe ji min standin. Ji bilî pera em ji rêya xwe yî Mêrdîn jî man. Îja de ka were ji nezerê bawer neke. Heyra, li qisûrê min nenerin lê ez ê vê duayê bikim. Ew kes û yên wekî wî çavên wan heyî, Xwedê me tevan jê bistrîne.

Etiketler nezer cam çav