Mirovekî nefsbiçûk û kurdperwer bû...

Di koçkirina Qedrî Yıldırım de kurdan xwestibûn hest û ramanên xwe bînin ziman. Êşeke dijwar ketibû dilê gellek kurdan. Kurd li halê xwe digiriyan, rewş û mafê xwe di ber çavan re derbas dikirin.

Google Haberlere Abone ol

Şerefxan Cizirî

DUVAR - Bi koçkirina mamoste Qedrî Yildirim re gelek akademîsyên, nivîskar û kurdperwer xemgîn bibûn. Yên ku mamoste baş nasnedikirin jî di derbara wîna de hest û ramanên xwe anîbûn ziman. Her kesî di serê xwe de Qedrî Yildirimek ji xwe re pênase dikirin. Rastî û çewtî baş tevlihevdû dibûn. Him ji nava siyaseta kurdan û him jî derdorên kulturî kesayetiyeke kurdperwer xatir ji me xwestibû. Li dûv xwe ji vî ciwamêrî mîrateyeke dewlemend hiştibû. Her kesî ji aliyê xwe de ev mirata şîrove dikirin. Lê rastiyek piralî jî hebû. Rastî bi xwe ev bû. Ji nava kurdan nivîskarekî, entelektulekî, siyasetmedarekî barkiri bû. Ew kes jî heta niha di civaka kurdan baş hatibû nas kirin. Ji ber vê sedemê kurdan rastiyên xwe bi mamoste Qedrî re dawdişandin, armancên xwe ji nû de pênase dikirin, pêşeroj û paşêroja xwe li bêjingan dixistin. 

KURD LI HALÊ XWE DIGIRIYAN...

Di koçkirina Qedrî Yıldırım de kurdan xwestibûn hest û ramanên xwe bi berfirehî bînin ziman. Êşeke dijwar ketibû dilê gellek kurdan. Kurd li halê xwe digiriyan, diponijîn,  xwe diparzûnandin, rewşa xwe, mafê xwe, di ber çavan re derbas dikirin. Helbet ev xemgînî ne tenê ji bona şexsê Qedrî Yildirim bi xwe bû, lê belê derdorên kurdperwer daxwazên xwe bi formatên cûda formûle dikirin. Dixwestin rastiya xwe ya civakî û kulturî raxin ber çavan...

Belê. Li ser Zanîngeha Mêrdînê û Beşa Kurdolojiyê jî gelek dîtinên ne rast dihatin pêşkêş kirin. Hinekan bi nezanî wilo dikirin, hinekan ji bi zanetî dîtinên ne rast belav dikirin. Nezanan digotin; Beşa Kurdolojî li Zanîngeha Mêrdînê bi serkêşiya Qedrî Yildirim destpêkiribû. Ew dîtin ji binî de çewt bû. Ez baş dizanim ku di destpêka beşa kurdî de, an ji beşa Zimanên Zindî, beriya mamostê Qedrî hatibû destpêkirin. Wê gavê mamostê Qedrî Yildirim li Zanîngeha Dîclê de kar dikir. Beşa wîna ji Teolojî bû, ne ziman û edebiyat bû. Rektorê Zanîngehê Mêrdînê Serdar Bedii Omay ji bona armanca beşa kurdî 2008 an de komiteyek avakiribû. Komitê ji heşt kesan pêk dihat. Rektor serokê vê komîtê bû. Ez û nivîskar Selim Temo û çend hevalên din endamê vê komîteyê bûn. Piştî gellek xebatan navê beşê ji hêla YOKê ve hate guhertin û bû beşa Zimanê Zindî.

PIŞTÎ MAMOSTE DERBASÎ MÊRDÎNÊ BÛ, BEŞA KURDÎ PÊŞ DE ÇÛ

Di vê demê de qadroyên beşa zimanê kurdî tunebûn. Ji ber ku perwerdê di asta zanîngehan de berê tucaran bi zimanê kurdî nehatibû kirin. Pirsgirêkên îdarî û akademîk zehf bûn. Ji ber vê yekê qadro bêtir ji aliyê teologan û beşên edebiyat û zimanê tirkî hatibûn girtin. Di destpêkê de gellekî zehmetî û sergêjekî derketibûn beramberî beşa kurdî. Lê dûra piştî ku mamoste Qedrî weke mirovekî akademîsyên derbasî Mêrdînê bû, gav bi gav beşa ziman û edebiyata kurdî pêş de çû. Ez jî li ser daxwaza mamoste Qedrî hatim beşdarî xebata zanîngehê bûm. Li vir min dersa Edebiyata Devkî dida xwendakarên Masterê. Derdora bîst xwendekarên me hebûn. Di wê demê de mirovên weke Seîd Veroj, Mehmûd Begîk, Edip Polat, Îrfan Amîda, Nezir Gumuş û gelek xwendekarên jîr û jêhatî beşdarî semîneran dibûn. Me hemûyan demeke  têr û tijê bi hevdû re derbas kir. Tiştê ku ez dizanim, xwendekaran hemûyan jî dûra bi serfirazî masterên xwe di beşa ziman û edebiyata kurdî de qedandin.

EMÊ QALA KED Û XEBATA MAMOSTE BIKIN

Helbet mirov dikare qala gellek xebat û lêkolînên ku di bin banê Zanîngeha Mêrdînê de hatine kirin bike. Qala pirsgirêk û astengên ku YOKê derxistine pêşberî vê beşê bike, qala bexiltiya qadroyên akademik bike, qala gelacî û fîtnehiya ku ji derdorên bawermendan derdiket holê jî bike, heta qala destdirêjahiya hêzên ewlekariyê û hewd jî bike. Lê bi ya min li vir ev ne hewce ye. Emê li vir bêtir qala ked û xebata mamoste Qedrî bikin. Di vê tevgirêdanê de mirov dikare qala ked û xebata mamostê Qedrî Yildirim bi berfirehî bike, ev jî çawa be wê rojekê bê kirin. Lê xebata ku bandoreke mezin li ser ziman û edebiyata kurdî, li ser kar û barên perwerdehiya bi zimanê kurdî kiriye, bêşik perwerdekirina mamosteyên kurdî bû. Ev jî bi tevahî encama ked û xebata mamoste Qedrî Yildirim û mamosteyên beşa kurdî bû.

Li gorî daneyên ku di destê me de hene, li derdora hezar û pêncsed mamosteyên zimanê kurdî bawernameya xwe ji Zanîngeha Mêrdînê wergirtibûn. Ev gaveke gellek baş bû. Vê yekê hêviyên kurdan bi xwe re geş kiribûn. Lê baş tê zanîn ku perwerdehiya mamosteyên Zimanê kurdî tûşî gellek pirsgirêkên akademîk, zanistî, perwerdehî, zaraveyî û bûrokratîk bibûn. Amadekariya alavên perwerdehiyê, wergirtina xwendekaran, amadekirina polan, bi gellek zehmetiyan birûberû bibû. Helbet girtina mamosteyên di pergala perwerdekariyê de jî dûra bibû pirsgirêkek mezin. Niha xweşbextanê mamosteyên kurdî hebûn lê dewletê kar nedida wana. Berê jî mamosteyên kurdî tunebûn, lê berpirsên fermî û bûrokrat gilî ji vê yekê dikirin. Niha bi hezaran mamosteyên kurdî hebûn lê berpirsan ew nedigirtin kar! Rewrekên bênamûsiyê di nava brokrasiya dewletê de belav dibûn. Ev çi dem bû çi dewran bû! Bi rastî li ser serê mamosteyên kurdî niha ferman bû!

HERKES JI XWE RE EHMEDÊ XANÊYEKÎ DIAFIRÎN E

Li aliyê din jî mamostê Qedrî Yildirim gellek pirtûk nivîsandibûn. Ev yek baş tê zanîn. Ez nikarim qala van pirtûkan hemû yan bikim. Lê yek ji van pirtûkan ku bala min baş kişandibû, pirtûka li ser Ehmedê Xanê bû. Em baş dizanin ku di dîroka raman û edebiyata kurdan de giringiya Ehmedê Xanê hergav di rojevê de ye. Nivîskar û hunermendên kurdan, ji Bakur û Rojhilat, Ji Başur û Rojava, li welêt û derveyî welêt Ehmedê Xanê niqaş dikin. Her kes ji xwe re Ehmedê Xanêyekî diafirîne, kirasekî lê dike, rengekî didê û wîna pêşkêşî civata kurdan dike. Kurdan jî û biyanîyan jî li gora dema xwe û bi ramanên xwe xwestibûn ku wateyekê, mîsyonekê, rolekê ji Ehmedê Xanê re bitefsilînin. Ev rastî heta devereke tiştekî mirovî û entelektuelî bû. Ji ber ku mijara ku mirov li ser hûr û kûr dibe, bi wextê re dibe beşek ji nasnama mirovan. Xwenaskirina mirovan wilo destpêdike û berdewam dibe. Lê gava ku mirov tenê Ehmedê Xanê li gora xwe rexne bike an jî bipesinîne, tevahiya fikir û ramanên Ehmedê Xanê wê gavê baş nedihatin fahmkirin. Ehmedê Xanê wê gavê bi darê zorê an jî bi metodên manîpulasyonê dikete nava qalibên berteng. Ehmedê Xanê wê gavê dihatê qurmiçandin…Lê Ehmedê Xanê divê bi hemû dewlemendiya xwe ve bihata danasin, lêkolînvan li ser fikir û ramanên wîna bi tevahî hûr û kûr bibana, cewhera Ehmedê Xanê zelal derxistibana holê. Ji bona vê yekê kulturekê akademîk pêwist bû, naskirina dîrok û civata kurdan pêwist bû, zanebûneke olî pewist bû û ji hemûyan giringtir jî jêhatbûneke zanyarî pewist bû.

MAMOSTE WEKE NÊÇÎRVANAN TORA XWE DIAVÊT Û JI BINÊ BEHRÊ MASÎ DERDIXITSIN

Di vê kontekstê de jêhatbûna Qedrî Yildirim baş derketibû holê. Pirtûka ku mamoste Qedrî Yildirim li ser Ehmedê Xanê bi navê “Ehmedê Xanî’nin Fikir Dünyasi” di sala 2011 de nivîsandibû, bersiva hemû pirsan dida. Di vê pirtûkê de mirov pergî hewldaneke piralî dibû û nivîskar dixwast ku fikirên Ehmedê Xanê bi mînakên şênber raxe ber çavan. Gav bi gav, hevok bi hevok, gotin bi gotin ji çavkaniyên Ehmedê Xanê raman dipijiqîn û mamoste Qedrî Yildirim jî van ramanana bi hevdû ve girêdida. Mamoste Qedrî weke nêçirvanê masiyan tora xwe diavêt û ji binê behrê masî derdixistin ser rûyê avê… Di vê xebatê de mirov ne tenê li welatperweriya Ehmedê Xanê rast dihat. Hemû aliyên Ehmedê Xanê bi aweyekî şênber dihatin honandin. Ji ziman bigirin heta berhemên wîna, ji tesewûfê bigirin heta evînê. Ji kozmologî heta muzîkê, ji dinyaya dar û beran bigirin heta dinyaya ajalan. Ji felsefa hebûnê bigirin heta ku bigîhêje kultur û folklora kurdî, mamoste Qedrî Yildirim dikir mijara lêkolîna xwe.

Li aliyekî portreke Ehmedê Xanê derdikete holê. Li aliyê din ji dewlemendiya ziman, kultur, serpehatî, perçebûna kurdan, bêtifaqî û di encama vê yekê de trajediyên civaka kurdan bi hemû xemgîniya xwe li me dikirin hewar. Weke ku tê gotin û Ehmedê Xanê jî dibêje; heger kurdan di wextê xwe de gavên tifaqên navxweyî  avêtibana, wê îro rewşa Kurdistanê pir cudabûna. Heke kurdan bi ya Ehmedê Xanî kiribana, wê kurd îro di welatê xwe de azad û bi rûmet bijiyana. Ev tiştên hanê hemû rastbûn û mamoste Qedrî Yildirim fikrên Ehmedê Xanê xweşik anîbûn ziman. Lê gelo Mem û Zîna Ehmedê Xanê dikaribû bêyî Memê Alan bihata nivîsandin? Di vê mijarê de mamoste Qedrî Yildirim gellek tişt nedigotin. Di çend devaran de Memê Alan dihate qalkirin lê pêwendiyên edebiyata devkî û edebiyata nivîskî çawa pêşketine, mamoste Qedrî Yildirim li ser vê yekê kûr nedibû.

MAMOSTE NEBÛ MÊRKÛJ, BÛ AKADEMÎSYENEKÎ JÊHATÎ

Bi mijara edebiyata devkî ve girêdayî dengbêj Hiseynê Omerî li ser Licîyan wilo digot; “Em Licî ne, Em Licî ne, ji bav û kalan de, em mêrkûj in, kaçaxçî ne!” Mamoste Qedrî jî bi xwe Licî bû. Lê mamoste Qedrî nebû mêrkûj û nebû kaçaxçî, ew bû nivîskar, lêkolîner û akademîsyenekî jêhatî.

Belê, li derveyî hemû xebat û keda mamostê Qedrî Yildirim, ez baş dizanim ku ew mirovekî nefsbiçûk, zana, bîrbir, parvekar û kurdperwer bû. Ew di gellek kontekstan de bibû mirovekî ku xwedi li ziman û edebiyata kurdî derdiket. Mafê kurdan yê perwerdehî bi zimanê dayîkê diparast. Dixwest ku li Bakurê Kurdistanê zimanê kurdî bibe xwedî statû û zimanekî fermî. Bi vê hesretê jî çû ser dilavaniya xwe. Em jî bi şanazî dibêjin; Oxir be ji te re mamosteyê me yê Licî...