MakPirtûk li Ewropayê dest bi pirtûkfiroşiyê kir

MakPirtûk li Ewropayê dest bi firotina pirtûkên kurdî kir. Daxuyaniya belavkirin de armanca xwe wiha anîn ziman: “Xwînerên me li kîjan welatên cîhanê bin emê pirtûkan bigihînin ber destên wan."

Google Haberlere Abone ol

DUVAR - MakPirtûk ragihand ku li Almanyayê li ser înternetê dest bi firotina pirtûkên kurdî kir. Armanca vekirina MakPirtûkê li Ewropayê dixwazin bibin deng û rengên kurdî. Daxuyaniya ku ji aliyê avakarin malperê de hat belavkirin de wiha gotin: "Em dixwazin her çi berhemên kurdî û yên derbarê kurdan de hebin, di demeke kin de bigihînin ber destên xwîneran."

'EMÊ XWE BIGIHÎNIN XWÎNERÊN KURDÎ'

Malpera MakPirtûk li ser enternetê dest bi firotina pirtûkan kir. Navenda vê pirtûkfiroşiyê li Almanya ye. MakPirtûk bi daxuyaniyek nivîskî wiha behsa damezrandin û naveroka xebata xwe kirin:

“Em dixwazin her çi berhemên kurdî û yên derbarê kurdan de hebin, di demeke kin de bigihînin ber destên xwîneran. Qada xebata me bi taybetî hemû welatên Ewrûpayê ne. Her wisa li gor daxwazê em dê xwe bigihînin xwînerên kurdî yên li seranserê cîhanê jî. Xwînerên me li kîjan welatên cîhanê bin em dê bi rêyên herî guncav ji wan re bibin bersiv û em dê xwestekên wan ên pirtûkan bigihînin ber destên wan. Em hêvî dikin ku MakPirtûk bibe dilopek biçûk li qada xwendin û lêkolînên kurdî.” (NAVENDA NÛÇEYAN)