Lokman Kurucu: Ensest

Kurucu li ser helbesta xwe bi temaya ensestê vegotinek li ser vegotinê bilind kiriye. Piştre jî bi dengek olî “mîrîam, mîrîam lema şavaktanî” dewam dike.

Google Haberlere Abone ol

Çayan Okuducî

Lokman Kurucu ji me re stranek stiriye, ê ji nav dil, ê ji hebûn û rastiya reş. Ev stran, stranek şewat, derd û kulê hezar salan bar kiriye li ser riste û dengê xwe. Stranek hêza xwe ji şer û binketiyê wergirtiye. Kaos e ev stran, nîhîlîst e. Em dikevin şikeftên mîtolojiyê û mabedên olan. Di navbera kûrahiya dîrokê û dûrahiya rojaneyê da her riste straneke, her berhem êşekî hêma dike. Çavên li pişt deriyan, zimanê ku di bin awirên sosret da çilmisîne… Geremolek bi sîstem, tevlihevek şidandî û keys. Hîçbûna xemsariyê bi bayê nîhîlîstê hatiye weşandin. Trajediya kesan hatiye raxistin li ser rûpelên rengsar. Rengo rengo meşiyaye şa’r, her dawî derenceyan da deriyek lal li ser rûyê xwîneran vekiriye. Kurucu li ser helbesta xwe bi temaya ensestê vegotinek li ser vegotinê bilind kiriye.

KOKA MIROVAN JI "ENSEST"Ê TÊ

Li gor Îslamiyetê û olên semavî, hemû mirov ji Adem û Havva çêbûne. Yanî koka mirovan ji Ensestê tê. Ne tenê olên semavî, ji serdema mîtolojîk û pirxwedeyan jî em ensestê dibînin. Ji edebiyata klasîk heta edebiyata modern ensest her tim çi vekirî çi sergirtî mijarek tevlîhev û pîsgirekek zindîbûna xwe parastiye û diparêze. Gelek kes baş zane ku rêzafîlma aşk-ı memnun ji pirtûka Halît Ziya Uşakligîl(1900) hatibû adebte kirin. Dîsa em romana Ûsif Atîlgan “Aylak Adam” (1959) û “Anayurt Oteli” (1973) de motîfên ensestê dixweynin. Hem destanên devkî/xwezayî de hem jî ê hatine çêkirin/nivîsandinê da em dîsa leqayê ensestê tên. Mijar dûr û dirêj, ne ev mijar/mesele ê do ye ne jî hatiye çareserkirin. Gengaşiya wê hê jî didome. Di berhemên edebî da rexnekirina ensestê da em dibînin ku rexnegir bi hişî tê dûr xistin an dibe bin dosya. Edebiyata Rojavayiyan da xebetên li ser lêkolînan ensestê gelek done û çavkanî henin, lê di Edebiyata Rojhilatiyan de gelek kêm in. Tiştek ecêp e nivîsên rojhilatiyan de ensest gelek kûr û sergirtî ye. Ev encam jî me dibe civatên pêş û paş. Yan wêrek yan jî bi tirsa civakî hatiye sansûrkirin. Zêdetir li rojhilatê ji rûbariyê û pênaskirinê tê rewandin. Jane M. Ford li ser vê mijare; “Temaya ensestê ku li ser wêjeyê hatiye bar kirin, ne tenê ensesta ku pêk hatiye… di navbera [ferdên malbat], têkiliya bi hev re û bi guncavî pevgirêdana bi dervayî va tê kirin; her tim rastî astengiya nesiruştî/anormal dibin. Ev jî di nava xwe de girêdayiyan çê dike.” [Shakespeare’den Joyce’a Ataerkillik ve Ensest-18]. Ford di hevoka xwe da ne tenê ensesta pêk hatî dide ber xwe, li ser teşebusê ji sekiniye, hêza xeyalî, qadên bin hişî.

MIJARA ENSESTÊ HETA DEV TIJE YE

Edebiyat bi rastî jî meyldarê, li dijî/bêkontroliya hiş de ensestê bi kar tine. Ji wir dixwe û vedixwe bo wî jî her tim zindî ye. Ji mît û epîkan, ji modern û post-modernîzmê heta hûn bêjin temaya ensestê ketiye nav berheman. Ji mîtolojiyên çandên cuda da, bav û keç, dê û kur, têkiliyên xwişk û bira gelek in. Em dikarin bêjin ev mijar heta dev tijeye: Uranûs û Gaya, Zeûs û Hera, Îsîs û Osîrîs û hwd. Ahîta Kevn da jî têkiliyên ensestê henin. Rîchard Fabrîzîo, zewaca zarokên Adem û Havva, keçên Lot ku zarokên wî zayîbûn, Amnon destdirêjiya nîv-xwişka xwe kiriye û Ahîta Kevn da ensest pêşiya vegerandina Misirê jî tê qebûl kirin. Paşiyê jî tê lenet kirin[Edebi Motifler Sözlüğü/650-51]. Dîsa Edebiyata Yewnanîstana Kevn da ensest di gelek berheman da derbas dibe: Odysseîaya Homerê, Kral Oedîpus û Oedîpus Kolonus a Sofoklesê û tragedyayên wî: Antîgone, Elektra. Berhema Evrîpîdesa bi navê Jinên Fenîkelî çend mînak in. Fabrîzîo, Edebiyata Yewnanîstana Kevn da ensestê dişibîne Ahîta Kevn û Odysseîaya Homerê da zarokên Aeolusê çaxê bi hev re dizewicin, bi sempatîkbûnê tê qalkirin. Lê Oedîpus çaxê bi Epîkasteyê re dizewice hêrsbûna xwe û nerezîbûna xwe eşkere dike. Ev mînak ensestê ji qada Xwedeyan tîne xwarê û çaxê tê qada mirovan nerazîbûna xwe, helwesta xwe ya acîzbûnê destnîşan dike. Ev guhartina awayê wek Erîc Kahler ji diyar kiriye, di alema mîtolojiyê da bi çîrokên gernasî va derbasbûye alema mirovan, yanî ensest û gernasî parelel ketiye nav jiyana mirovan. Em tiştê ji vê mijarê derdixin ensest ji nav Xwedeyan de bi motîfên gernasî belav bûye li ser cîhanê. Ensest xwe zêdetir di nav berhemên epîk ji xwe re cî dîtiye û hatiye vegotin. Di Edebiyata Romayê da jî em ensestê dibînin, helbestkar Statîus berhema wî ya bi navê Thebaîsyê da vegotina wî epîk e û mijar jî ensest e. Metnên Serdema Navîn/Orta Çağ da ensest zêdetir wisa tê pênaskirin “metaforek sîmgeya gunahkariya ewil”[Elizabeth Archibald/ Ensest ve Ortaçağa Özgü Hayalgücü]. Archîbald wisa dewam dike; “Mesîhiyan ev gunahê sosret bi rêya poşmanî û qenciyê bi vegotinek ‘af kirinê’ gerand. Çi edebiyata devkî çi ê nivîskî be temaya ensestê de guherandinek hatiye bi dest xistin.”

Ronenans û piştî wî em dibînin ku ensesta edebî di bin hukma konfîgûrasyonê daye, bi şiklê romantîzmê va derdikeve. Temaya Oedîpus da jî ensestên cur bi cur henin û berhemên Shakespearê da jî ensestên ji hev cûda li ber çave: Tacîrê Venedîkê, Hamlet, Othello, Bi Qisasî, Kral Lear, Perîkles û Bahoz. Li ser ensestê çaxê min dest bi lêkolîne kir li ser berhemên Shakespearê gelek şîrove hebûn. Mîsal berhema “Perîklesê” de rêveberiya kraliyetek da li dijî evîna bêhnpakî/dilpakî  metafora fermandariyek zordest hêma dike. Berhemen romantîzmê ku di dinê de navdar in; Bihûşta Winda yê Mîltonê, Moll Flanders a Defoeyê, Tom Jones a Fieldingê bi neqşên ensestê hatine honandin, nivîsandin. Vêga di destê min de helbestek xurt û agresîf mijara wê jî “ensest” heye. Ev pirtûk bi estetîk û denge xwe gelek tiştan di bingeha xwe de hewandiye.  

Lokman Kurucu pirtûka wî ya dawî bi navê Ensest ji Weşenxaneya Kaos Çocuk Parkı[1] hat weşandin. Kurucu helbestek simgesel û sembol nivîsandiye. Kurucu ne tenê şa’re, weşankarî û bestekarî jî dike. Gelek helbesta bestekir û got. Di ser da jî klîban kişand. Nava çend salan da hezar heb pirtûk weşand. Îro li Galatasarayê bo gotûbêjan, bo çalakiyên îmze û xebatan li ser çandî û kollektîfbûnê ked dide. Kurucu di nav şerek dijwar daye, edebiyata tirkî baş zane û li dijî wan şerek bêhempa dide. Çerxa edebiyata ku li salonan û festivalan digere keştand û hê dişkîne. Dîsa bi huner û helbesta xwe jî gelek çerxên genî şikand, devji usluba xwe û teşeya xwe berneda. Em dikarin bêjin ku şovalyekek bêşûr e. Kurucu polîtîkaya weşenxaneya wî ne yek zimanî ye, ji hemû zimanan re deriyê wî heta pişt vekiriye.   

EMÊ DI BIN QALIKÊ RISTEYAN DE BIGERIN

Berhema Ensestê ji şeş beşan pêkte. Her beş di nava xwe de sernivîsên cuda bin jî tema eynî ye û meriv dikare bêje yek ş’ire. Pirtûk bi vê notê destpê dike; “Ev pirtûk bi taybetî ji jiyana çend kesan nehatiye hêma kirin. Lê birîn raste, dibe ku xwe bigîhijine asta helbest.” Tiştê ku ewê were xwendin rastê an pevxistin tê da xwe xuya bike jî wek robarek şa’r, birîne û belkî hê jî didome. Rasteqîna berheman ne eşkere ye, eynikek pêşberî xwîneran re dalinqandiye. Me jixwe li jor gotibû îmge û sembol ji xeynî vê helbestê qewlika wî reş e. Di pirtûkê de sî û didu helbest henin. Emê çend ş’irên li ber xwe raxin û di bin qalikê risteyan de bigerin. Beşa yekem bi van risteyan destpê dike; “Dê kûr û tazî/helbestkar di talukêdaye!” Sê kirdeyên me henin: Dê, bav û kur. Ev her sê kirde bi rêya sembolîzme va hatiye honandin. Vegotina sembola pirtûkê em şopên Arthur Rimbaud dibînin. Li gor sembolîstan helbest bi ramanan nay nivîsandin, bi hestan dibe ku were deng, bi vegotin nîne, hest e. Kurucu hem hestiyarî nivîsandiye hem jî bi wate, yanî bi nêrîna sembolîstan ne tenê wate li ser risteyan bar kiriye. Ser da jî hestiyarbûnê lê zêdekiriye. Bi rêya mecaz û sergirtî bi serketiye. Sembolîstkirina helbestan pişta xwe daye olên semavî. Bi vê nêrîne derdikeve rê.

Helbesta me ya ewil bi navê “Oğulun dediğidir/Gotina kur e”. Ka em ji helbestê risteyên ku me hilbijartiye bixweynin; “xwe di tewînim nişanê çarmixê dikim pişta min a ku di vallahiyê daye/li wir di rûviyê min de merek marî/diherike tovên wî di devê min da, xwîn jê tîne/dibêm ‘devê min” daye maç neke/qirêjiya evîna min nexîne malzaroka şeytan/ji wê qirêjiyê ne ji te re jiyan ne ji min re mirin!” Di van risteyan da bi sembola şeytan ketiye nav risteyan. Risteyan de zayend jî eşkere ye. Kirde di vê da kur û dê yê. Sembolên ku hatine bikaranîn têkiliya cinsî jî dide destê me, ew jî kur wek homoseksuel şa’r daye pêşiya me. Bi rêya kodên zayendê, tevlîhevek hebe jî riste her ku diçin destnîşan xwe xurt dikin. Dewama risteyan wisa ye; “diya min her şev ewê ku jê re dibê 'kure min', bi nîv keçik re/du guhên ku goşt dikeve ew cara yekem ew nefesa ewil”. Dîsa sembol bi du guhê ku li goşt dikeve xwe daye pêş. Mînak ev riste,“bo ji singa min bikeve ev jina miradê lanetlêbûyî” dewama risteya “evîna min nexîne malzaroka şeytan” ê.

Di Avestayê de jin wek şeytan tê zimên, em zanin ku gelek berheman da Jin û şeytan her tim danîne ber hev. Nietzsche di berhama xwe ya Zerduşt Wisa Fermanê Da wisa dibêje: “Diçî jinan? Qemçiyê jibîr neke!” Şa’r di risteyên xwe de lanetbûyî li ser îmgeya xwe zêde kiriye û bar giran kiriye. Vêga ev risteyên ku bixweynin beşa yekem de herî balkêş û bibandor e; “Bûkek di wêneya reş û sipî de/zawa şeş meh paşiyê derketiye ji wêneyê ez di zîk da”. Zawa şeş meh paşiyê ji wêneya reş û sipî derketiye, ev done serdema berê destnîşan dike. Piştî şeş meh paşiyê zawa jî wêneyê derdikeve û di zik de kirdeya me ya kur em dibînin. Bi nîhîlîzmê îsyanek honandiye, ev îsyan sergirtî û bi hêza nîhîstbûnê êrîş kiriye. Mînak ev hevokên ku min ji riste kişand bo êrîşa nîhîlîstbûnê pişta me rast dike; “rawestiyam ji çê bûnê/ol’maktan, ey mirin!” Ev riste tenê ji me re nîhîzmê destnîşan nake. Bi sê awahî şerê şa’r jî dide dest: Ensest, xwedayên mitolojik û olên semavî.

Serdema Romatîzmê de temaya ensestê meriv dikare bêje ku teqiyaye em bi qewlê kurmancî bêjin dane navê. Rousseau, Voltaîre, Wordsworth, Blake, Byron, Shelley, Emily Brontë, Goethe û Schîller di berhemên xwe da mijara ensestê eşkere kirine. Di romantîzmê de temsîliyeta ensestê makeleya Peter Thorslevê ku bi navê Sembolek di Romantîzmê de Ensest wek klasîk tê qebûlkirin û em jê bendek bixweynin; “Wêjeya romantîzmê de ensesta dê bav-zarok de her tim hatiye lomandin (…) lê digel ku ensesta birayan be ev mijar bi sempatî tê qebûl kirin, carcarna jê safî dibe, di berhemên Byron û Shelley de bi misogerî tê îdealîz kirin.”(47). Li ser vê helbesta şa’r ku bi navê dê kur û tazî de riste wisa nin; “min vekir milên xwe yê reş û jinebî/hilweşyam nav xwe, lavayiyam/ji eynikê re; ya azad!/me xwe xelas kir ji xwedê/êdî ji me re guneh tineye”. Helbest didome; “kurê min, berxikê dilê min/di dilê min de qelaştina Meryemê vekiriye”. Me gotibû şa’r pişta xwe hem daye mîtê hem jî olên semavî, bi metaforên wan li dijî wan şer dike.

Karl Zender xebata xwe ya li ser Faulknerê wisa dibêje; “Bo Faulkner ensest her tim trajîk dimîne, ti car bi çîksayî ne psîşîk e ne jî mecaza civaka azad dibe. Şûna vê da kariyera Faulknerê her ku pêşva çû destgirtina motîfê jî tevlihev/alozî dibe; ewên ku zayendê diyar dikin (û bedela wî) pê re psîkolojîk bûna wê, civakî û dîrokbûna wê bi cihêrengiya xwe zêde dike”. (Faulkner and the Politics of Incest 746). Wek Zender jî destnîşankir ensesta ku Kurucu di berhema xwe de honandiye, em dikarin bêjin tevliheve. Tevlihev a helbestê jî bi motîf a Meryem aniye ziman. Kurucu destnîşana daristanê kiriye; şêwaz û teşeya wî, reng û bejna daran ji xwîneran re hiştiye.

KIRDEYA ME EVÎNDAR Û HESKIRIYÊ WÎ YE

Beşa duyem bi bav û bizmar dibê merheba. Pişt re jî bi dengek olî “mîrîam, mîrîam lema şavaktanî” dewam dike. Ji beşa duyem li ser çend risteyan biseknin û nivîsa xwe dawî bikin. Ritm û vegotina helbestan bi pêşmala agresîfbûnê hatiye pêçandin. Kirdeya me evîndar û hezkiriyê wî ye. Kirde bo hezkiriya xwe lavayî dike; “Kêra te bim min par neke!/hebîbim li min binêre/ez, hebîbim”. Çaxê em risteyan dikin du perçe an ji hevûdin dixînin, şa’r peyv bi peyv helbesta xwe neqiş kiriye. Ev beş derdora Rihê Pîroz, Meryem û Bav diçe û tê. Bi hinartinên olî helbestkar tiştê ku dîtiye an seh kiriye di berhemên xwe û di cî da bi kar aniye; “Mîrîam ew zarok te çima anî?”, “Mîrîam te ew zarokê çima?”, “Zarok, xwedê û pisapisa ku parvekere/Amran, Amran Amran/min bernede!”, “Mîrîam di hemû kûçeçikmazan-alûleyan de bav û bizmar”, “Ew jina êriye mêr dike pîç û xweda” û “ji bavê xwe jinên keç bila biaxivin”. Ev risteyên ku me xwend, hem hinartina olî li ber çavê hem jî vegotina xwe bi olan va girê dide. Xuyaye ku şa’r hin tiştan dixwaze eşkere bike lê bi rihek helbestkarî bi alîkariya sembolên nepenî strana xwe herikandiye. Helbesta Kurucu di vê berhema xwe de bi min cîhek taybet daye. Em dikarin bêjin bo mînaka sembolîzmê herî xurte û bi bingehê. Li ser çar stûnan rabiye: sembol, îmge, mecaz û realîzma rojane û dîrokî. Teknîka helbestan û veqetendina nav risteyan de valahiyek, carcarna bêmane carcarna jî tehmek xweş jî heye. Sê beşên dawî de helbestên me gelek kin in, tesarufa peyvan çav tije dike. Mînîmal bûna helbestan û risteyên kişandî watebûna şi’ran dixe xwarê; here qadek berfireh li ber me veke jî tengasiyek ritim û deng em dibînin. Beşa çaremîn de xwîner deng û kulên kedkarên sexê ewê seh bike. Kirde jî dê, kedkarê sexê û transseksuel e. Deh helbest henin, her şi’r jî berdewama hevûdin in. Wek dereceyan li pey hev diçe. Beşa dawî jî bi keskesora reş destpêdike. Axaftina du kirdeyan em dibînin, LuyÇîyano û Frederîk. Tarzek monologî ye. Pirs û bersiv, negatîf û pozîtîf, sucdar kirin û xwe parastin. Paşiyê di dest de valahiyek dimîne.                                  

Jêrenot:

[1]Ensest/Lokman Kurucu/Weşanxenaya KÇP