Li ber deriyên Şerefxan

Deriyê Şerefxan ji we re venabe. Şalûrek li ser keleha Bilîsê ya ku têra xwe behsa Şerefxaniyan dike, dibêje; ''Lê tu çima li deriyên sax û zindiyan naxî?''

Google Haberlere Abone ol

Mizgîn Ronak Aydin

Ku mirov kurd be û xwe gihandibe Bilîsê, çi diqewime hûn jî dizanin… Çiyayên li derdorê yên ku bênavber serliasîman in, serê mirov ber bi xwe ve dikşînin. Malên kevir û çiyayî hem Mêrdîn, hem jî Bilîs in. Pireyên ku li nava bajêr bûne ejderha, bêbêhnvedan hinekan dibin hinekan jî tînin. Guhên we yên ku li we bûne radar û GPS, we ber bi dengên kurdî va dikşînin. Tenê carna be jî ku gotinên kurdî xwe wek bextewariyek li ser rê, xwe li ber guhên we bi bask dikin; hûn êdî ne kund in lê kurd in, ne leglega bi leqeleq in, lê teyrebazên ji dil in.

Her kes dibê ku ji bo ku li Bilîsê li zêran geriyane sûk û kela û xanên wê xira kirine, kaniyên wê çikandine. Qey loma ye ku ew bajar êdî, ê zaroktiya we ya sorgulî nîne û çal û çuxurên  wî yên ku wek birînên mezin li her derê dixwiyên, di hişê we da êş û azarek didin dest pê kirin. Wek ku ew ji ber we ve birîn in, hûn ji ber wan ve êşê dikşînin; û êdî êş û birîna ku wexteyek bûbûn xerîbê hev, li wir dighîjin hev. Dema hûn li Bilîsê ne, çiyayên kurdan bi rastî jî govend digrin, govenda hebûn û nebûnê, ker û lal in, şahid û heval in, serhişk û bêmecal in, hê ji dema Îskender va rênedar in. Û wisa dema ku serê we bi bilindahiya wan re gêj dibe û ew sergêjî we fetil bi fetil ber bi demboriyên sor û demhatiyên çavmexmûr ve digerîne, hûn hew dibînin ku way hûn li ber deriyê Şerefxan in.

Hûn bi gavên ku ji helfên Şerefnama wî derketine li dor û berê Mizgefta wî ya ku jê re dibêjin “Şerefiye” digerin. Zimezim û olanek heta bêjî  bêzar, heta bêjî dirinde û har li derdorê direqise. Hûn êdî li ber deriyê Şerefxan in. Bi destên xwe yên ji toza pelên Şerefnamê li derî didin. Lew li wir kumbetek ku wek qesrek bi heybet e heye û li ser “Şerefxanê Çaremîn” nivîsandiye. Ew êvara ku destên xwe ji qirêjî û çeqeliya demê dişo dibe şahid ku hûn çiqas bi hesret li derî didin, li deriyê Şerefxan, li deriyê Şerefnamê, li deriyê kurdîtî, niştimanperwerî û çokneşikandina wê heyamê. Hûn li derî didin, bi destên xwe, bi dilên xwe, bi gotinên tije hingiv û jehrî, bi awirên xwe yên agirdiz… Hûn li derî dixin, wek hawarek, wek mêvanek, wek hespek suwarkuştî.

Erê belkî hûn tenê hewarek in, li ber deriyê Şerefxan, dixwazin xwe bavêjin bextê wî, da ku we bisitirîne û ji bêbextiya dema niha rizgar bike. Hûn tenê mêvanek in li ber deriyê wî, dûrhatî, netebitî û nehewandî. Tenê ew dikare we bihewîne, we mazûvanek din navê, hebe nebe Şerafxan. Hûn hespek dîn û kurd û rewan in, bêsuwar û zîn û mertal; li ber deriyê wî sekinîne. Tenê ew dikare tenêmayîn û bagerheziya we amoj bike. Hûn wek hewarek, mêvanek û hespek li derî didin, tenê ji wî starê dixwazin, tenê bi wî bawer in.

Lê derî venabe. Bo çi Şerefxan, bo çi dergehê te venabe û welatê te yê serbilind ji me re nabe sitare? Bo çi Şerefxan, bo çi; tu me li ber derî dihêlî û hewara xwe bi hewara me naxînî? Bo çi Şerefxan, bo çi; tu yê ku ji bi hezaran mirov û mêvan û kes û kûsan re bûy mal û war û welat; îro me li ber derî dihêlî û xanûman û şadîmaniya xwe nîşanê me nadî? Bo çi Şerefxan, bo çi; piştî ewqas çerxên geh li jêr û geh li jor, em hê hespek bêsuwar in, li ber dergehê te dinalin, lê dergehên te ji me re kerr û lal in?

Deriyê Şerefxan ji we re venabe. Şalûrek li ser keleha Bilîsê ya ku têra xwe behsa Şerefxaniyan dike, dibêje; ''Lê tu çima li deriyên sax û zindiyan naxî?'' Şalûrê, ma bajar û gel û mirov û siberoj û borîrojên ku derî li ser xwe girtibin dikarin derî ji kesên din re vekin? Ma mirov qet li xwe datîne li deriyên wan bide? Şerefxanî bûn yên ku ne derî li ser xwe girtin, ne jî li ser jiyan û cîhanê. Loma ye ku deriyên gor û merqedên wan jî dikarin bibin dergehên bawerî û sitarê.

Êvar here jî xem nîne, hûn di şibakê da li nava kumbetê dinhêrin, bi dîtina gorên din ên ku wî tenê nahêlin kêfxweş dibin, silavek didin lembeyên wan ên sor û li ber deriyê Şerefxan rûdinên, helbet dê rojek vebe, li ber deriyê Şerefxaniyan bendewarî jî xweş e.