Li Amedê Kargeha Podcastên Kurdî wê bê pêkanîn

Botan International, wê bi hevkariya Rojnamegerên Sînornenas (RSF) 25 û 26ê Tebaxê Kargeha Podcastên Kurdî pêk bîne.

Google Haberlere Abone ol

DUVAR - Kargeha Podcastên Kurdî, li Ofîsa Botan Internationalê ya Amedê bê pêkanîn û ders jî dê Kurmancî bin. Herî zêde 10 kes dikarin beşdarî kargehê bibin. Lijneya hilbijêr dema beşdaran hildibijêrin, wê ji bo jinan, rojnamegeran, wan kesên serî li bernameyên me dayîn û nehatin hilbijartin, kurdînivîsan û xwendekarên rojnamegeriyê rêxweşker bin.

Piştî kargehê dê sertîfîkayek jî bidin. Kargeh bêpere ye lê yên ku derveyê Amedê biçin û beşdarî kargehê bibin, Botan International ji bo rê û manê bûrsê nade.

Ji bo beşdarbûnê hûn dikarin vê formê dagirin: https://docs.google.com/forms/d/e/1FAIpQLSeDGbEFCtaOv_c855iQNTXbKYKRv2teBLZQciGN3r6TcIR17w/viewform