Wêjeya Kurdî dê bê berawird kirin

Edebîyata kurdî ya hevdem dê bi edebîyata cîhanê re bi awayekî berawirdî bê xwendin.

Google Haberlere Abone ol

DUVAR - Di bin banê Weqfa Îsmaîl Beşîkcî de edebîyata kurdî ya hevdem dê bi edebîyata cîhanê re bi awayekî berawirdî bê xwendin.

Armanca sereke ya koma xwendinê ji novelê heta çîrokê, ji çîrokê heta helbestê, ji helbestê heta gotarên teorîk; bi lîsteyeke berfireh a xwendinê, berhemên edebîyata kurdî bi berhemên edebîyatên din re ji alîyê hevbandorî, hevşibîn, cudahîya wan li bêjinga xwendina berawirdî bixe.

Di hilbijartina berheman de têma û metodên teorîk ên wek alegorîya netewî, bêdengî, ol/bawerî, hebûnparêzî (egzistansiyalîzm), dîyaspora, femînîzm, postkolonyalîzm, vebêjên vegera malê, self-oryantalîzm, berrahîya efsûnî (magical reality), psîkanalîz hatine hilbijartin.

Bernameya xwendinê dê yanzdeh hefteyan bidome û xwendin dê her hefte roja şemîyê be. Ji bo beşdarîya çalak û rexneyî, nêrîna analatîk û da ku kom kêrhatî û birêkûpêk rêve biçe kontenjan bi 15 kesan ve hatîye sînorkirin.

Dîroka destpêkê: 7ê Adarê 2020, Şemî

Dîroka xelasbûnê: 16ê Gulanê 2020, Şemî

Saet: 15.00

Qewl: 11 hefte

Ziman: Kurmancî

Zimanê Xwendinê: Kurmancî - Tirkî

Cih: Weqfa Îsmaîl Beşîkcî (HABER MERKEZİ)

Serlêdan