Mûzik hilma devê Xwedêye

Berîya her tiştî awaza wê pir semîmî bû; gotin di qirika wê de zîz nedibu û bala wê ne li ser nağmeyên qirikê de bûLê gava ku min, stiranên Tovê guhdarî kir,êdî min zanibu ku ew tiştekî dinê ye. Ew sewiyeke dinê ye. Ew qet naşibe şopa pîyê wê ya berê. Deng cihê bû şêwaz cihê bû gotin di nava kirasekî din de derdiçû. Ji her tiştî bêtir û wêdetir Rewşanê di mûzika xwe de tenezûlî arabeskê nake.

Ali Fikri Işık  polesar@hotmail.com

Di bêhnvedana rêwîtîya giravekê de, ji nişkave çavê mirov li awireke xwedankuj dikeve û êdî mirov pê hay dibe, da ku êdî dinya ne dinyaya berê ye; jiyan, raman hiş û hest ji binî ve guherî ne. Ji wê kêliyê û wir de em êdî ne em in. Ya rastî em, êdî ne ew insanê berê ne. Hisa guherîna her tişti mejîyê mirov dadigire. Coşeke biyanî bi heman hovîtîya xwe rih û bedena mirov bi dest dixe û weke kîsekî vala mirov didahfîne deşt û newaleke kûr û dûr. Weke mêkeweke ku ketibe dafikeke ku xelasî jê tune hinava mirov diperpite, lê mirov qet nizane ku çi hatiye serê mirov. Wuha weke evdala, bi rûkenî û belasedem ji xwe re dibişire. Erê qurpinî bidil ketiye, lê çima, ji bo çi, bersiva van pirsan li holê nîne.Dû re, her du awir nêzî hev dibin, hev dinasin û rêwîtiyeke astbilind destpêdike. Dest û pî sist dibin, lêv dilerizin, xwestekeke hembêzkirinê, weke pizotê agir tê li ser singa mirov konê xwe vedide.

Êdî hebe tunebe, li vê dinyayê ji xwedîyê van awira pê ve tu kes nîne, tu kes najî, tu kes weke wê ne xwediyê bejn û baleke wuha ristane ye. Tu kes weke wê li hev nehatiye. Xwedêyooo! de min an şa bike an bikuje.Êdî rêwîtîyeke taybet destpêkirîye; weke ku di kêlikeke kevnare de hatiye nivîsandin ‘’ wê rê û rêwîtîye ji kesî nepirse, netirse tu hûnda nabî’’ Belam ku ew rê û rêwîti êdî ya te ye. Naşibe ya tu kesî, mînaka wê nîne. Ne nivişt û ne jî reçete bikêrî te nayên êdî. Tu û qurpîna dilê xwe bi tena serê xwe bi hev re ne. Gelek hest û raman biyanî ne, belam ku ji bo te nû ne, tu wan nas nakî, gelek fikir û hizirîn jî kevn in, belam ku tu wan nas diki. Di nava van nasîn û nenasîna de tê herî û werî, heya ku yek ji ên din re ji lephilanînê bikeve û teslîm bibe. Ku ê kevn xwe nû kirin riya te riya şabûnê ye lê ku ê nû jî xwe kevnkirin riya te, êdi riya jan û kulan e.

Di van her du rêwitîya de mûzîk, rêbereke ji can û dil e. Mûzik, ku destbirakê wan rêwîtîya ye û qet mirov naxapîne. Weke milyaketê hestê hestiyar dildariya rihê mirov dike, û xwesteka dilê mirov çi be wê ji mirov re dibêje. Di vê astê de mûzîk qet derewan ji mirov re nake, guhê me jê çi dixwaze wê disitirîne. Têkilîya dildarî û jana dil bi mûzikê re têkilîyeke heqîqî ye. Hest û raman pê re dikevin û dîsa pê re bilind dibin.

Beethoven carekê wuha digot “Rehilandina hewayê hilma xwedê ye. Em mûzikjen pir nêzî Xwedê ne. Em dengê wî dibihîzin, lêvên wî dixwînin. Em zarokên ku navê wî vedibêjin tînin dinyayê. Em ew kesên wuha ne, ku em ne wuha bin em ne tiştek in.”

Ez bawer dikim ji Beethoven, rast e, tekilîya mûzîk, mûzikjen û Xwedê gelekî nêzikî hev e. Dengê mûzikeke baş dengê Xwedê ye.Helbet weke her kesî ez jî Rewşan Çelikerê baş nas dikim. Naskirina min di ser mûzika wê de ye. Min her daîm albûm û stranên wê bi baldarî û kêfxweşî guhdarî dikir. Ji Xwedê ve jî eyane ku min ji wê mûzika ji devê Rewşanê derdiket û xwe digihand guhê min, pir hez dikir û jê razî bûm. Xemla wê, terz û sitîla sitiranên wê ciyê kêfxweşiyê bû ji bo min. Berîya her tiştî awaza wê pir semîmî bû; gotin di qirika wê de zîz nedibu û bala wê ne li ser nağmeyên qirikê de bûLê gava ku min, stiranên Tovê guhdarî kir,êdî min zanibu ku ew tiştekî dinê ye. Ew sewiyeke dinê ye. Ew qet naşibe şopa pîyê wê ya berê. Deng cihê bû şêwaz cihê bû gotin di nava kirasekî din de derdiçû. Ji her tiştî bêtir û wêdetir Rewşanê di mûzika xwe de tenezûlî arabeskê nake. Formên awaza arabeskî bi tu awayî di stran û berhemên Rewşanê de cî nagirin. Ez matmayi bibûm. Heyirî û rûken bûm. Aniha gava ku ez vê gotarê dinivisînim jî dengê Rewşanê li ber guhê min olan dide. Ji aliyekî wê dinivisînim, ji alîyê din de vê mûzîka sermest, guhdarî dikim.

Derhênerê navdar ê Yunanî Theo Angelopoulos di derheqî şêwaz û naveroka arabeskê de wuha dibêje: “Ji bo fêmkirin û fêrîkirina jana dil, ku em yekî ji dûr ve bibînin ku çok daye û serê xwe xistiye nava destê xwe, ew besî me ye; lê ku em kameraya xwe têxin nava çavê wî û rondikê wî nîşan bidin ew dibe arabesk.”

Ez jî wuha difikirim. Arabesk ji aqilê insan bi hêza fêmkirinê ne bawer e. Loma her tiştî dixe nava çavê her kesî. Gotinên sttana Dinya hayê wuha destpê dike;‘’Dinya hayê rihê min/Yek tu rast î, yek mirin/Were em ji hev hez bikin/Were hev himbêz bikin/Û bişixulin, bibihurin/Hema di hev de em bimirin ‘’ Gava ku Rewşanê dibêje ‘’ Yek tu rastî, yek mirin’’ di vir de, mirin û rastî xwe digihînin hev û mirov fêrî qiymeta jiyanê dibe. Deng tenê deng û şewaza gotinê vê fêhmê weke mîxekî di nava mejî de bi cî dike. Min bi dengekî wuha ew têgeh, heya iro nebihistî bû. Bi gotineke din, ew hestiyar bi wî şiklî xwe negihandibû, nava ramyarîya min.

‘’…Ne tîr û ne xencer bû/Ne mar û ne ejder/Ne şûr û ne şeşder bû/Bêhna gulê ez kuştimNe kanî ne robar e/Dinê êvar û sar e/Erd evraz û xwar e gulê/Rûyê gulê ez kuştim’’..

Gulê, Rûyê Gulê, û kuştin; Ku bi ya min be, kuştina herî şanaz û kuştina ku her kes kare jê re bêje şabaş, ew kuştin e. Gava ku Rewşanê wan gotina bi lêv dike, ez dizanim ku ez heme û dijîm.

‘’Diçim diçim nema têm/Heyîrim çi bibêm/Êdî tiştkî nema kêmDiçim li vir namînim/ Bes e derda hilînim/Fenn ji te re bişînimEz aşiqê çavên te/Memnûn im ji bavê te/Lê awirê diya teTu wer carek mala min/Ku şa bibe dilê min/Ew ê çi be halê minAx û of bê feyde ye/Bi dilê min û te ye/Herê xelqê çi ji me ye’’ Gava ku çûyin weke hêka kelandi kefa destê mirov dişewitîne û tê li ber derî, li derî dixe, dengê çûyinê, ji yên din bi sûretekî berra weke xencereke mêrkuj bi ‘’diçim’’ olan dide, êdî pirr dereng e. Dil, mala xwe bar dike.


Ali Fikri Işık kimdir?

Ali Fikri Işık, 1958 yılında Mardin’in Savur ilçesine bağlı Xeramemo köyünde doğmuştur. İlk ve ortaokulu Batman’da, liseyi ise Silvan’da okumuştur. 1978 yılında Batman'da “Sesleniş” Gazetesiyle yazın hayatına başlamış. 1985 yılında yazarlar kooperatifi olan Yazko’nun dergisi “Yazko Somut”ta, 1994 yılında “Zone News” gazetesinde, 1995 yılında haftalık dergi “Roj”da, 2010 yılında Taraf gazetesinde, 2016 yılında “BasNews ve Kurdistan24 Türkçe'de yazmıştır. Amedspor Kaos ve Direniş Amedspor kitaplarının yazarıdır.